Di 15 salan de 82 hezar û 253 kes ji ber tahdeyê serî li TKFD'ê dane

  • jin
  • 09:00 18 Çile 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Seroka Giştî ya TKDF'ê Canan Gullu, anî ziman ku piştî bi şaredariyan re protokola Xeta Alîkariya Lezgîn a Tahdeya Navmalê îmze kirine serlêdan zêde bûne. Gullu, da zanîn ku di 15 salên dawî de 82 hezar û 253 jinên mexdûrê tahdeyê telefonî xetê kirine. 

Federasyona Komeleyên Jinan ên Tirkiyeyê (TKDF), li dijî tahdeya li jinan tê kirin bi şaredariyan re protokola "Xeta Alîkariya Lezgîn a Tahdeya Navmalê" îmze dike. Federasroyê heya niha Enqere, Îzmîr, Antalya jî di nav de bi 14 şaredariyan re îmze daniye bin protokolê. TKDF ku di sala 2021'm de ji bo zûzûka alîkariya jinên tahde li wan tê kirin bê kirin sepana "Xeta Alîkariya Lezgîn a Tahdeya Navmalê" dabû destpêkirin, bi vê sepanê hewl dide ku jinên bi tahdeyê re rû bi rû dimînin xwe bigihînin xeta alîkariya lezgîn. 
 
DI 15 SALAN DE 82 HEZAR Û 253 SERLÊDAN
 
"Xeta Alîkariya Lezgîn a NAvmalê" ku di sala 2003'yan de ji hêla rojnameyê ve hatibû avakirin, ji sala 2014'an heya niha ji hêla federasyonê ve tê bikaranîn. Li gor daneyên ku federasyon her meh wan parve dike, di Kanûna 2021'ê de 647 kesan telefonî Xeta Alîkariya Lezgîn a Tahdeya Navmalê kiriye û ev rêje li gor a sala beriya xwe ji sedî 50 zêde bûye. Li gor daneyan herî zêde ên li Stenbolê telefonî vê xetê kirine. 
 
Di sala 2021'ê de bi giştî 6 hezar û 604 kes telefonî TKDF'ê kirine û ji 15'ê Cotmeha 2007'an heya niha jî 82 hezar û 253 kesan telefonî wê kiriye. 
 
Seroka Giştî ya TKDF'ê Canan Gullu, têkildarî xeta alîkariya lezgîn û protokola ku bi şaredariyan re îmze dikin axivî. 
 
Gullu, anî ziman ku li Tirkiyeyê tahdeya li hemberî jinan û kuştina jinan her diçe zêde dibe. Gullu, bal kişand ser hejmara sala dawî ya qetilkirina jinan û destnîşan kir ku qirkirina jinan êdî veguheriye hovîtiyekê. Gullu, bilêv kir ku Xeta Alîkariya Lezgîn a Tahdeya NAvmalê mekanîzmayeke girîng e û ji li hemberî tahdeyê îşaret bi polîtîkayeke ku divê li cihê cih bê kirin kir. Gullu, destnîşan kir ku lewma bi şaredariyan re protokol îmze kirine
 
Gullu, diyar kir ku bi vê yekê re hewl didin tahdeya tê kirin derxînin holê û ngot: "Piştî Peymana Stenbolê, me careke din dît ku bê polîtîkaya li cihê cih çiqasî girîng e. Îmzekirina protokolê ya bi şaredariyan re girîng e. Ji bo me girîng e tiştên wisa bi şaredariyan re bên kirin û bên pêkanîn. Me di dema şewbê de li Enqere û Îzmîrê bi gelek şaredariyan re ev protokol îmze kir. Em tevî hevalên dilxawaz ên hefê heft rojan û rojê bîst û çar saetan dixebitin karine cidî dikin. Ji lew re em ê polîtîkayeke ji cihê cih çêbikin û ji bo ev polîtîka bên pêkanîn em ê zorê bidin wan." 
 
MEKANÎZMAYÊN BIRYRDAYÎNÊ
 
Gullu, bibîr xist ku li Tirkiyeyê 11 şaredarên jin hene û heya niha bi 5 şaredarên jin re protokol îmze kirine. Gullu got: "Hîn em ê bi yên din re jî îmze bikin. Ji bo vê jî wext lazim e. Hê 4 şaredarên jin hene divê biçim cem wan. Lê ji ber varyanta Omicronê me hevdîtin betal kirin. Li Tirkiyeyê piraniya şaredaran mêr in. Divê em bikin ku jin bêtir daxilî nav mekanşzmayên biryardayinê bibin. Xebatên di vî warî de girîng in." 
 
Gullu, ragihand ku ji bo xeta alîkariya lezgîn belav bibe şaredarî bîllnoardan bi kar tînin û bi vî awayî hewl didin hejmara telefonê ya xeta alîkariya lezgîn berbelav bibe. Gullu, destnîşan kir ku tahdeya tê kirin pir zêde bûye û got: "Bi taybetî em dibînin ku gelek kes telefonî şaredariyên me protokol bi wan re îmze kirine dikin. Divê rêvebiriyên herêmî xebatên xwe yên di vî warî de zêdetir bikin." 
 
MA / Ozlem Yayan