Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir

  • jin
  • 19:29 17 Çile 2022
  • |
img
 
ÎZMÎR- Endamên Platforma Jinan a Çîgliyê ku ji bo AYsel Tûglûkê û tevahiya girtiyên nexweş doza edaletê kirin, bang kirin ku Tûglûk û girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Platforma Jinan a Çîgliyê, li ber Şaredariya Çîgliyê ji bo berdana Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Aysel Tûglûk a di Girtîgeha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye û tevahiya girtiyan nexweş daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de panlkarta "Edalet ji bo Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş" nivîsandî hat vekirin û dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî" û "Edalet ji bo Aysel, edalet ji bo her kesî" hatin berzkirin. 
 
Endama platformê Emîne Akbaba daxuyanî xwend. Akbaba, destnîşan kir ku AKP ji bo îqtidara xwe bidomîne li hemberî ciwan, jin, elewî û kurdan şer dike. Akbaba, bilêv kir ku ji zû de ye binpêkirinên mafan û muameleyên xirab ên li girtîgehan zêde bûne û got: "Girtîgeh veguherîne cihê ku AKP polîtîkayên xwe yên tepisandin, tahde û îşkenceyê bi rihetî pêk bîne. Cîgiriya Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê ya berê Ayseş Tûglûk ji sala 2016'an ve girtiye. Di 22'yê Adara 2021'ê de li Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê di muaneya bijîşkên pispor de teşxîsa nexweşîan demansê hatiye dayîn. Ev yek jî nîşan dide ku piştî êrişa di merasîma cenazeyê dêya Tûglûkê de ev yek rû daye." 
 
AZADÎ
 
Akbaba got: "Nexweşîna Tûglûkê giran bûye, lê bi hinceta rapora Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê a 'dikare di girtîgehê de bimîne' ku bi destê AKP'ê hatiey hazirkirin, nayê berdan. Di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene. Meha borî 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Berdana girtiyên nexweş divêtiyeke peymanên netewyeî û navneteweyî ye. Mafê her kesî yê tenduristiyê ûd ermankirinê heye. Ev maf nayê astengkirin. Lewma berî ku bi derengî bikeve divê Aysel Tûglûk û tevahiya girtiyên nexweş bên berdan. Em ji bo hemûyan doza azadiyê dikin." 
 
6 HEZAR ÎMZE
 
Akbaba ku got "Ji bo Aysel bijî û mirina Garîbeyê zelal bibe em ê bitêkoşin" axaftina xwe van hevokan temam kir: "Hûn me di nava çar dîwaran de bi tenê bihêlin jî dê destên me û piştevaniyê bigihê hev du. Em ê nehêlin hûn mafê jiyanê yê Ayselê û tevahiya girtiyên nexweş binpê bikin. Ma hûn dikarin Aysel a ku 5 sal in girtiye bi tenê bihêlin? Tenê di çend rojan de ji 52 welatan zêdetirî 6 ehzar îmzeyên jinan hatin berhevkirin ji bo Ayselê. BErî bi derengî bikeve Ayselê berdin." 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.