Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin

  • jin
  • 09:08 17 Çile 2022
  • |
img

STENBOL - Jinên aktîvîst, siyasetmedar, hunermend û lîstikvan ên ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk were berdan kampanya îmzeyan dane destpêkirin gotin: “Divê polîtîkayek wêrek were şopandin. Em dikarin bi hev re bi ser bikevin.” 

Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Jinan a Tîpa F’yê girtî ye. Her ku diçe pirsgirêkên tenduristiya wê girantir dibe. Ji bo ku Tugluk were berdan kampanya “Ji Bo Azadiya Aysel Tugluk 1000 Jin” hat destpêkirin. Jin bertek nîşan didin ku Tugluk nayê berdan. Jinan di serî de li Amerîkayê, Elmanya, Avûstralya, Swîsre, Belçîka, Îngilistanê, Fransayê û li gelek welatên cîhanê ji bo Tugluk kampanya dane destpêkirin û dibêjin ew ê ji bo Tuglukê bêdeng nemînin. 
 
Jinên hunermend, siyasetmedar, lîstikvan li Stenbolê piştevaniya kampanyayê dikin û dixwazin Tugluk tavilê were berdanê. 
 
POLÎTÎKAYA ÎNTÎKAMÊ YE 
 
Parlamentera HDP’ê ya berê Asiye Kolçak diyar kir ku neberdana Tugluk wek “lîncê” pênase dike û got: “Di şexsê Tugluk de jinên kurd lînc dikin. Ji bere w kurd û ji baweriya elewî ye bernadin. Dixwazin ji jinên girtî tolê hilînin û lewma bernadin. Çimkî ji berxwedana jinên kurd ditirsin. Tugluk siyasetmedar e. Di şexsê Tugluk de îradeya gelê kurd û mafê mirovan tune tê hesibandin. Siyasetek tunekirinê li dijî siyasetmedarên kurd tê birêvebirin. Dixwazin girtiyan teslîm bigirin. Lê ne Ayselê û ne jî girtiyek din wê serê xwe netewîne.” 
 
NOTERA AKP’Ê: ATK
 
Kolçak anî ziman ku rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) û rapora nexweşxaneyê bi hev re dikevin nakokiyê û got: “ATK bûye saziyek û noterek siyaseta AKP’ê. Çimkî hem ATK hem jî AKP girtiyên siyasî û nexweş tune dihesibîne.”
 
BANG LI JINAN KIR 
 
Kolçak da zanîn ku ji bo bê dîtin li dijî neheqiyê û bêhiqûqiyê kes bêdeng namîne, kampanya îmzeyan hatiye destpêkirin û got: “Em li Tirkiyê nikarin behsa hiqûqê bikin. Çimkî hiqûq nemaye. Sibê ne diyar e ku wê çi bê serê kê. Ji bo em li dijî vê dengê xwe derxin, lazim e polîtîkayek bi hestiyarî û wêrekî were şopandin. Divê hemû beşên civakê, her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im li dijî vê polîtîkaya rehîngirtinê derkeve û dengê xwe bilind bike.” 
 
NÎŞANEYA FAŞÎZMÊ 
 
Hunermend Pinra Aydinlar jî bal kişand ser polîtîkaya li dijî Tugluk tê birêvebirin û got îqtidar li dijî aliyên muxalîf polîtîkaya dijminatiyê birêve dibe. Aydin diyar kir ku divê jiyan û tenduristiya girtiyan di ewlehiyê de be û ji êrişa li dijî cenazeyê dayika wê bigire heta niha ku nayê berdan li dijî wê polîtîkayek faşîzmê tê birêvebirin û kirinên li dijî Tugluk nîşaneya faşîzmê ye. 
 
 JI BO XATIRÊ RÛMETA MIROVAHIYÊ 
 
Lîstikvan Denîz Turkalî jî xwest her kes piştevaniya kampanya îmzeyan a ji bo Tugluk hatiye destpêkirin bike û got: “Min jî xwest li dijî vê neheqiya li girtîgehan bibim deng. Min ji bo xwedîderketina rûmeta mirovahiyê vê kampanyayê îmze kir. Em tenê ne daxwaziya berdana Ayselê dikin em dixwazin hemû girtiyên nexweş werin berdan. Divê hemû jin vê kampanyayê îmze bikin. Heke bibin yek em ê bi ser bikevin.” 
 
DIXWAZIN TÊKOŞÎNA JINÊN KURD BITIRSÎNIN 
 
Ji Komeleya Dema Jinan e Dîlek Başalan jî diyar kir ku neberdana Tugluk binpêkirina mafê mirovan e û çavtirsandina têkoşîna jinan e. Başalan da zanîn ku di demên dawî de li dijî têkoşîna jinên kurd êrişên mezin pêk tên û cezakirina Ayşe Gokkan, Leyla Guven û neberdana Tugluk nîşaneya vê yekê ye. Başalan got ew dixwazin her kes vê kampanyayê îmze bike û tavilê Ayselê û girtiyên nexweş werin berdan.