Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin

  • jin
  • 15:01 15 Çile 2022
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edeneyê jina ku Riza el-Mahmud îşkence lê kir giran birîndar bû, li Dîlok û Konyayê jî du jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Ji her çar aliyê Tirkiyeyê nûçeyên tundiya li ser jinan û mirinên biguman ên jinan tên. Li Edeneyê jina ku bi îşkenceyê giran birîndar bû rakirin beşa lênêrîna lezgîn, li Dîlok û Konyayê jî du jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. 
 
EDENE
 
Riza El Mahmûd (26) ku li Taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Yuregîrê dijî, 5 rojan îşkence li hevsera xwe T. A . (20) ku 7 mehî ducanî bû, kir. T.A ku li ber çavê zarokê xwe yê 3 salî îşkence lê hate kirin, di demeke kurt de ji ser hişê xwe çû. Riza El Mahmûd ku difikirî T. A miriye, ji bo alîkariyê bang li 112 Navenda Banga Lezgîn kir. Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û jina bi giranî birîndar bû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajarê Edeneyê. Hat hînbûn ku T.A.’yê girêdayî lêdanê travma derbaskiriye û di laşê wê de şopên îşkenceyê hatine dîtin. Hat hînbûn ku T. A. ku li nexweşxaneyê tê dermankirin, xwîn çûye ser mejî ye wê û xetereya jiyanî ya wê û pitika wê didome. Riza El Mahmudê ku polîsan binçavkiribû, hat girtin. Hat diyarkirin ku xizmên wan zarokê 3 salî girtine cem xwe. 
 
DÎLOK
 
Hemşîre Adîle K. a li Taxa 15’ê Tîrmehê ya Dîlokê dijiya, bi awayekî biguman di şaneşîna xaniyê xwe ya qata 4’emîn de ket û giran birîndar bû. Li ser îxbara kesên derdorê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Adile K. rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Şahînbeyê. Adile K.’yê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de Çagri Şaşmaz ê di dema bûyerê de li malê bû hat binçavkirin. Şaşmaz ê piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin, hat girtin. 
 
KONYA
 
Xwendekara Pola 3’yemîn a Beşa Hemşîreyê ya Zanîngeha Selçûkê Melîke Şahîn li Taxa Seyranê ya navçeya Akşehîra Konyayê ji şaneşîna mala zilamê ku tê îdîakirin ku hevalê wê ye ket xwarê û bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Melîke Şahîn li navçeya Korfez a Kocaeliyê hat veşartin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de zilamê ku tê îdiakirin hevalê Şahînê ye hat binçavkirin. Zilamê ku sewqî edliyeyê hat kirin, bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.