TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist

  • jin
  • 17:00 14 Çile 2022
  • |
img
STENBOL- TJA'yê ji bo piştgiriyê bidê malbatên girtîyan çalakî li dar xist. TJA'yiyan bal kişandin ser zextên li ser girtîgehan. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo piştgeriyê bide malbatên girtiyan,  li avahiya Navenda Çanda Mezopotamyayê ya navçeya Beyoglûya Stenbolê çalakiyek li dar xist. Aktivîstên TJA'yê û malbatên girtiyan di çalakiyê de amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta li ser "Jin bi awazên xwe dibin dengê berxwedana zindanan" dinivîsand daliqandin. 
 
Çalakî bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê aktîvîsta TJA'yê Zekiye Îlbasan axivî. Îlbasan, bal kişand li ser zilm û zora li girtîgehan û wiha got: "Ji bo em bibin dengê girtiyan û moral bidin malbatên girtiyan me îro ev çalakî li dar xist."
 
'EM VÊ YEKÊ QEBÛL NAKİN' 
 
Xwişka Omer Dag ê li Girtîgeha Balikesîrê tê ragirtin, Gulşen Dag jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: "Me çend caran got em ê dîsa bêjin zilm û zordestî gelek li ser girtiyan heyê. Em diçin girtîgehan zordariyê li me jî dikin. Em ve yekê qabûl nakin û em dibejin edî bese. Heta kengî wê ev zilm û zordestî bidome û ciwanên me li girtîgehan bimirin. Em qebûl nakin. Daxwaza me ewe ku hemû girtiyên nexweş û girtîyên me werin berdan." 
 
STRAN HATIN GOTIN
 
Piştî axaftinan Dengbêj Xalîde stran gotin. Malbetên girtîyan bi tilîlî û çepiken tevlî stranan bûn.