Qetilkirina jinan protesto kirin

  • jin
  • 19:38 13 Çile 2022
  • |
img
MERSÎN - Platforma Jinan a Mêrsînê, destnîşan kir ku qetilkirina jinan polîtîk e û qetilkirina Raziye Oskay û Dîlara Yildizi protesto kir. 
 
Platforma Jinan a Mêrsînê, têkildarî qetilkirina Raziye Oksay a li Mêrsînê hat qetilkirin û Dîlara Yildiz a li Stenbolê hat qetilkirin, li ber Pozcû Platînê ya li navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê daxuyaniyek da. Jinan di daxuyaniyê de pankarta li ser "Êdî bes e ji qetilkirina jinan, bêcezatiya kiryaran, xespkirina mafên me, em serî hildidin" nivîsandî hilgirtin û dirûşmeyên wekî "Jinên tên qetilkirin îsyana me ne", "Bila qanûna 6284 pêk bê" û "Mêr lêdide, dewlet diparêze" berz kirin. 
 
Li ser navê pêkhateyên Platforma Jinan Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoy axivî. Goksoy, destnîşan kir ku kujer tenê ne mêr in, di heman demê de yên Peymana Stenbolê fesix kirin bi xwe ne jî. Goksoy got: "Mixabin gava me ji bo Raziyeyê civîneke çapemeniyê li dar dixist, me xebera kuştina jineke din bihîst. Endama Baroya Stenbolê Parêzer Dîlara Yildiz, ji hêla Oktay Sonmez ve bi çekê hat qetilkirin." 
 
Goksoy, diyar kir ku dê li dijî qetilkirina jinan bitêkoşin. 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ
 
Goksoy, bilêv kir ku sedemeke herî kartêker ê kuştina jinan jî polîtîkaya bêcezatiyê ye û got: "Ji bo kiryarê Dîlara Yildizê û kiryarên hemû xwişkên me bê cezanemînin, ji bo berpirs hesab bidin û çekdarîbûna takekesî bê qedexekirin dê têkoşîna me bidome." 
 
'BILA PEYMANA STENBOLÊ BÊ PÊKANÎN'
 
Paşê Nîsanûr Ocum, xwişka Ebrû Aras a ku 2 meh berê li Îdîrê hatibû qetilkirin, axivî. Ocum got: "Tekane hêviya me ya ji bo 2022'an, jin neyên qetilkirin bû. Lê ji 1'ê Çileyê heya niah tu tişt enguheriye. Tenê em dizanin bê 2 sal in em çi dikişînin. 2 sal in em li dadgeha ne. Dadgerê nû çawa hat sûcdar berdaç Me gelek caran meîl şandin. Gotin, 'me wî ne wekî midûr, wekî mamoste tayin kir.'"
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Gulîstan li ku ye?" bi dawî bû.