Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye

  • jin
  • 14:31 11 Çile 2022
  • |
img
DERSIM - Çalakiya nobetê ya malbata Gulistan Dokû ya li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike. 
 
Çalakiya rûniştinê ya malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve li Dersimê winda bû û agahî jê nayên girtin, a li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike. Dayik Bedriye û bav Halît Dokû yên hatin pêş avahiya edliyeyê, wêneyên keça xwe hilgirtin û aqûbeta wê pirsîn.  
 
Platforma Jinan a Dêrsimê bi serdanê piştgiriya malbatê kir.