Li Rihayê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 16:57 10 Çile 2022
  • |
img
RIHA - Jina bi navê Yasmîn Azîz li navçeya Halîliyeyê, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
Jina bi navê Yasmîn Azîz ku di 7’ê Kanûna 2021’ê de li Taxa Baglarbaşi ya navçeya Halîliyeyê hat îdiakirin ku piştî bi hevjînê xwe re niqaş kiriye xwe şewitandiye, îro li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
Malbata Azîz cenazeyê wê ji Saziya Tiba Edlî ya Rihayê wergirt. Hat diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.