Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî

  • jin
  • 18:22 19 Îlon 2021
  • |
img
AMED - 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî li Amedê hat lidarxistin.   
 
Di çarçoveya Çalakiya Bajarên Bêwesaît a  Cîhanê de "9'emîn Tura Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî" li Parka 75'ê li ser Kolana Musa Anter a navçeya Peyasê ya Amedê hat lidarxistin. Jinên ku beriya çalakiya xwe daxuyanî dan, bal kişandin ser girîngiya rojê. Li ser navê jinan Şeyma Nûr Yapici, diyar kir ku armanca wan ji vê çalakiyê ew e ku jin bihêztir hêza xwe bidin nîşandan û ji bo ku xwe temsîl bikin derfet ji wan re bê dayîn.  
 
Şeyma, anî ziman ku di civakê de jin ji xwedî heman mafên ku mêr jê sûdê digirin û mafê wan jî ku xwe li her derê azad îfade bikin. Şeyma anî ziman ku ji bo cîhaneke paqij ji zarokan re bihêlin çi ji destên wan bê dê bikin.
 
Jinan di daxuyaniyê de hin daxwazên xwe wiha rêz kirin: 
 
"*Di serdema pandemiyê de em di malan de hatin hepiskirin. Dema ku em derketin derve jî em li qadeke hêşîn geriyan. Dema ku wesayitên bi motor li derve tunbûn me dît ku hewa gelek paqij bûye. Me dît ku herî zêde pêdiviya me bi vê hewa paqij he. Em li wesayitên bi motor siwar nebûn û bîsîkleta me ya ku hem em pê sporê bikin hem jî pê hewaya paqij bigirin hebû...
 
*Eê doxwazin qada cemaweriyê li gorî ku zarok û jin jî bi kar bînin bê amadekirin.
 
*Em dixwazin li bajarên mezin hin kolan ji trafîka wesayitên bê motor re bên girtin."
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi ajotina bisiqlêtan a ber bi Birca Keçikê ve berdewam kir.