Jin wê li dijî zayendperestiyê bisiklêt bajon

  • jin
  • 10:32 18 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Tûra Bisiklêtê ya Jinên Bixeml, wê li Amedê di 19’ê Îlonê de, bi dirûşmeya “Herî zêde jin li kolanan tên” li dijî zayendperestiyê, tundiya li ser jinan û qirêjkirina derdorê bisiklêtan bajon. 

 
Di çarçoveya “Roja Bajarên Bêotombîl a Cîhanê” de, her sal di 22’yê Îlonê de, li seranserê cîhanê çalakiyên cihêreng tên organîzekirin da ku balê bikişînin ser veguhastina domdar û alternatîfên ji bilî otomobîlan têne teşwîqkirin. Li Tirkiyê jî, ji sala 2013’an ve jin ji bo bikaranîna bisiklêtê û hestiyariya li dijî qirêjkirina derdorê zêde bibe, her sala tûra “Herî zêde jin li kolanan tên” li dardixin. Îsal jî, jinan xwe ji bo ajotina bisiklêtê amade kirin.
 
Li Amedê, wê di 19’ê Îlonê de, Tûra Bîsîklêtê ya Jinên Bixeml a 2’yemîn bi dirûşmeya “Herî zêde jin li kolanan tên” bê lidarxistin. Jin, wê ji Parka 75 a navçeya Peyasê, saet 13.30’an dest bi tûra xwe ya bisiklêtê bikin û li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê bi dawî bikin. Aktîvîsta bisiklêtê Çîlem Aydin û Leyla Çite ya ku Organîzasyona Bisiklêtê ya Jinên Bixeml girtiye ser xwe, derbarê çalakiya xwe ya her sal li dar dixin de axivîn. 
 
Aydin, diyar kir ku ew vê çalakiya xwe her sal lidar dixin û wiha axivî: “Li Amedê, em bi hemû jinan re vê çalakiyê li dar dixin. Em bi hevalên xwe yên jin re li kêleka hev bisiklêtan dajon. Yek ji armanca me ya sereke, hebûna jinê ya di nava civakê de zêdetir kirine. Bi vî awayî em dixwazin di her qadî de, hebûna jinan dîtbar bikin. Bi vê yekê re, em armanc dikin ku dengê xwe li dijî qirêjkirina derdorê jî bilind bikin. Em bi dirûşmeya ‘Herî zêde jin li kolanan tên’ ketin rê. Em dibêjin, divê jin tenê di malan de ne rûnin û ew jî mîna zilaman bi awayekê wekhev derkevin qadan.”
 
JI BO KU BALÊ BIKÊŞIN SER QIRÊJIYA DERDORÊ 
 
Aydin, da zanîn ku yek ji armanca wan a din jî, ew ku balê bikişînin ser qirêjiya derdorê û wiha got: “Derdor pir zêde tê qirêjkirin. Em dixwazin di vî warî de hestiyariyê ava bikin. Em hewl didin pêşiya kuştinên heywanan û germaniya kurewî derkevin.” Aydin bal kişand ser tundiya li dijî jinan û ev bang li jinan kir: “Tundiya li dijî jinan her roja diçe zêdetir dibe. Di her qetilkirina jinan de, em dixwazin derkevin kolan û biqîrîn. Em çiqas dengê xwe derbixin û bibin yek, emê hîn zêdetir bi hêz bibin. Gava jin bi hev re tevbigerin, dê hemû cîhan dengê wan bibihîze û ev bûyer dê bi dawî bibin. Emê li dijî zayendperestiyê, tundiya li ser jinan û qirêjkirina derdorê bisiklêtan bajon.  Ji bo vê em dixwazin hemû jin roja Yekşemê xwe û bisiklêtên xwe bixemlînin û bên beşdarî tûra me ya bisiklêtê bibin.” 
 
JIN VEXWENDIN TÛRA BISIKLÊTÊ
 
Organîzasyona Tûra Bisiklêtê ya Jinên Bixeml Leyla Çîte jî, anî ziman ku wê îsal ji gelek pêkhatiyan jin beşdarî tûrê bibin û wiha axivî: “Em jin, em ê hebûna xwe ya di civakê de nîşan bidin. Em dixwazin bi awayekê azad li bisiklêtên xwe siwar bibin û bajon. Niha li cîhanê qeyrana avhewayê em dijîn. Divê her kes bifikire, 'Ka ez çi bikim ku vê cîhanê bikim cîhek çêtir û xweştir.' Niha em xebata vê yekê dikin. Ji ber vê em hemû jinan vedixwînin tûra xwe ya bisiklêtê.”
 
Çîte, di dawiya axaftina xwe de, hemû jin vexwendin tûra bisiklêtê ya di 19’ê Îlonê de, roja Yekşemê saet 13.30’an li Parka 75 a navçeya Peyasê dest pê bike. 
 
MA / Ayşe Surme