Li Stenbolê kargehên Jineolojiyê dest pê dikin

  • jin
  • 12:11 17 Îlon 2021
  • |
img
STENBOL - Tomarkirina kargehên Jineolojiyê ya ku li Stenbolê dest pê kirî, dê di 1’ê cotmehê biqede. Di bernameya kargehan de mijarên wekî "Çima Jineolojî", "Li Ser Hebûna Jinê Perspektîfa Dîrokî" û "Hevjiyana Azad" cih digirin.
 
Li Stenbolê kargehên jineolojiyê dest pê dikin. Qeydên kargehê ku 15’ê îlonê de dest pê kiribûn, dê di 1’ê cotmehê de bi dawî bibin. Bernameyên serdemî yên kargehan ku dê li navçeyên Aksaray û Kadikoyê dest pê bikin jî hatin eşkerekirin. 
 
Bernameya kargehan ku roja Yekşemê saet di navbera 14.00-16.00’an de bên kirin wiha ye: 
 
“*Çima Têkiliya Jineolojî-Jin û Zanista Civakî
 
* Danasîna Dîrokî ya Hebûna Jinan
 
* Rêbaz û Heqîqet 
 
* Polîtîkaya Femînîst- Epîstemolojiya Femînîst
 
* Nêrîna li Jinan a Ontolojîk 
 
* Polîtîka Zayendî
 
* Hevjiyana Azad 
 
* Têkiliya Etîk-Estetîk û Azadiyê
 
* Rojhilata Navîn û Nasnameya Jinê
 
* Di Eksena Jinan de Pirsgirêkên Civakî û Rêbazên Çareseriyê”
 
Qeydên kargehan li ser bi navnîşana jineolojiatolyeleri@hotmail.com têne kirin.