Başaran: Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye

  • jin
  • 15:34 15 Îlon 2021
  • |
img
DÎLOK - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li Dîlokê di hevdîtina bi jinan re de got: “Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye. Divê em li dijî vê polîtîkayê têkoşîn û rêxistinkirina xwe mezin bikin.”
 
Hevdîtina “Ji Xizaniya Jinan Re Na” ya Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê berdewam dike. Şandeya Meclîsa Jinan piştî ku bi jinên karker re hevdîtinê pêk anî li avahiya HDP’a Navçeya Şahînbeyê bi jinan re civiya. 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jinên din beşdarî civînê bûn. 
 
Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr di civînê de axivî û ew soz didin ku wê destûrê nedin xizankirina jinan. 
 
‘FEQÎRKIRIN POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE’ 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku ew ji bo her kesî edaletê dixwazin û jin li her deverê bi neheqiyê re rûbirû dimînin û her tim jin tên sûcdarkirin. Başaran got jin ji bo dixwazin azad bibin bi tundî û kuştinê re rûbirû dimînin û jinên ked didin lê heqê keda xwe wernagirin. Başaran anî ziman ku wan li 18 deveran bi jinan re hevdîtin pêk anîne û got: “Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye. Divê em li dijî vê polîtîkayê têkoşîn û rêxistinkirina xwe mezin bikin.”
 
Civîn bi pêşniyaz û rêyên çareserkirina pirsgirêkên jin pê re rûbirû dimînin nîqaş hatin kirin. 
 
Şandeya Jinên HDP’yî dê serdana jinên di nava rêxistinên sivîl de cih digirin û jinên hatine îxrackirin bikin.