Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin

  • jin
  • 15:59 14 Îlon 2021
  • |
img

AMED - TJA û DBP'ê, starta xebatên mîtînga "Ji nîjadperestî û  zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinê ye" bi daxuyaniyekê dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew li dijî çanda bindestiyê dê çanda azadiyê ava bikin. 

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) wê di 16'ê cotmehê de bi dirûşma "Ji nîjadperestî û  zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinê ye" mitîngek bê lidarxistin. Starta mîtîngê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya navçeya Rezanê bi daxuyaniyekê hat dayîn. Jinan pankarta "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinê ye" vekirin. Daxuyanî ji hêla Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel ve hat xwendin. 
 
'FAŞÎZM HERÎ ZÊDE ZEXTÊ LI SER JINAN DIKE' 
 
Semra Guzel di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li dijî çanda bindestiyê dê çanda azadiyê ava bikin û got: "Jin her tim li dijî rejîm, faşîzm û zîhniyetên qirker re li ber xwe daye û bûne pêşengên berxwedanê. Ji ber vê yekê desthilatdariya serdest a mêr hertim ket metirsiya windakirinê. Bi rêxistin û têkoşîna me ya jinan herku diçe xwe berfirehtir dike û digihîje awayekî gerdûnî. Faşîzm xwe li ser şikandina vîn û parçekirina nasnameyê li ser piyan dihêle. Faşîzm xwe diteyisîne civaka bindest û bi vî şiklî xwe dide meşandin. Loma herî zêde êrİşên xwe li ser jina bi rêxistinkirî dike. Wekî êrîşî pergala hevserokatiyê dike û li dijî wekheviyê dijminatiya dike."
 
JIN DIBÊJIN DEMA AZADIYA JINÊ YE 
 
Guzel diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP'ê dixwaze destkeftiyên jinan tune bike û wiha axivî: "Îdeolojiya faşîzmê yekperestiya zîhniyeta serdest a mêr e. Êrİşên jinê dike, yê civakê dike û dixwaze xwezayê tune bike. Hemû kesên muxalif ji xwe re dijber dibîne û wan îllegalîze dike. Êrîşên xwe yên li ser kurdan a nijadperestiyê dixwaze rewa bike. Bi vî awayî dixwaze hemû kesan hevkariya faşîzma xwe bike. Îro faşîzmek ji 12'yê Îlonê wêdetir bi faşîzmek cûrbecûr êrişan dike. Ev hemû êrîş bi tecrîdê ve girêdayî ye. Hêrsa me ya jinan li dijî van êrişan herku diçe mezintir dibe. Lê berxwedan û têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyetê jî mezintir dibe. Em serî li vê sîstem û pergalê natewînin û xwe radestî nakin. Em ji polîtîkayên qirkirinê, nijadperestiyê, zayendperestiyê re êdî dibêjin bes e û em dibêjin êdî dema azadiya jinê ye."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.