‘Em jinên ku destên xwe dirêjî rojê kirin silav dikin’

  • jin
  • 16:24 3 Tebax 2021
  • |
img
AMED - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ku Komkujiya Şengalê şermezar kirin wiha gotin: “Em berxwedan û têkoşîna jinên êzidî ku li dijî taritiya mirinê destên xwe dirêjî rojê kirin silav dikin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî komkujiya di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê DAIŞ'ê li êzidiyên Şengalê pêk hat li Qada Deriyê Çiyê daxuyanî dan. Jinan pankartên “Komkujiya Ézîdîyan qirkirana jiné ye”, “Em li dijî qirkirînê jîyanê diafirînin” vekirin û dowîzên “Bi jina azad ber bi civaka azad ve” , “Parastina Şengalê parastina jinê ye” û “Azadiya jinan, azadiya gelan e” hilgirtin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, aktîvîstên TJA'yê, rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP û DBP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
‘XWESTIN VÎNA JINA KURD TESLÎM BIGIRIN’
 
Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, daxuyaniya hevpar xwend. Tosûn, diyar kir ku di Komkujiya Şengalê de jin hatine qirkirin û wiha got: “Li ser qetilkirina kurdên êzidî ku li Şengalê ji aliyê çeteyên barbar ên DAÎŞ'ê ve di 3'yê Tebaxa di sala 2014'an de pêk hatibû re 7 sal derbas bû. Di vê jenosîda ku wekî fermana 73’emîn di dîroka gelê qedîm a êzidî ya bi komkujiyan dagirtî de cih girt jin, zarok û pîr jî di nav de 5 hezar kes hatin qetilkirin û bi sed hezaran kes jî bi darê zorê ji cih û warê xwe hatin koçberkirin. Di vê komkujiya ku li pêş çavên hemû cîhanê pêk hat de, hema hema qirkirinek jinan hat jiyîn. Jinên êzidî ku bi îşkenceyên zayendî yên sîstematîk re rûbirû man, wek 'Xenîmetên Şer' hatin dîlgirtin û li bazarên koleyan ‘firotin’ mêran. Jinên êzidî ku bi meclîsên jinan ên ku li Şengalê ava kirin vîna jinê birêxistinkirin, di serî de ji bo jinên bindest ji bo gelên cîhanê bûn hêvî. Ên ku xwestin vê hêviyê bişkînin, di heman demê de xwestin vîna jinên kurd ku dîroka berxwedan û têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn nivîsandine jî teslîm bigrin. Wek Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl, Emîne Weysî û gelek jinên din ên şoreşger ku hilma me têrî nake em navên wan bijmêrin qetil kirin.”
 
‘ŞENGAL JÎN E’
 
Tosûn, di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Weke tê zanîn di Konferansa Navneteweyî ya Jinên Êzidî de ku li Almanyayê di 11-12'yê adara 2017'yan de pêk hat, hat destnîşankirin ku ji bo jinên Êzîdî yên ku di destê çeteyên DAÎŞ de dîlgirtî ne di demek zûtir de azad bibin, divê têkoşîneke bi bandor a navneteweyî bê meşandin û di vê çarçoveyê de biryar hatibû girtin ku dîroka 3'yê Tebaxê wek 'Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Jenosîd û Qirkirina Jinê' bê nirxandin. Dîsa, beriya niha ji hêla Parlamentoya Ewropayê ve wekî 'Qirkirina Êzidiyan' hatibû naskirin û rêxistinên navneteweyî jî di raporên ku amade kiribûn de vê komkujiyê di wergiriya 'Sûcên ku li hember mirovahiyê pêk hatine' de cih dabûn; lê digel vê yekê ji hêla desthilatiya Tirkiyeyê ve naskirina wê hêlekî ve Komkujiya Şengalê hîn jî nehatiye mehkûmkirin. Em bangawaziya xwe dubare dikin ku 3’yê Tebaxê wekî “Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Dijî Jenosîd û Qirkirina Jinê” were qebûlkirin û berxwedan û têkoşîna jinên Êzîdî ku li hember tarîtiya mirinê destê xwe dirêjî rojê kirin silav dikin. Hûn dikarin her tiştî bikin, lê hûn tu carî nikarin rojê bikujin, lewre li Şengalê jin jîn e." 
 
BILA ÊRIŞ BÊN BIDAWÎKIRIN
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî, diyar kir ku bi dehan caran qirkirin pêk hat û wiha got: “Êzidî êrişa herî dawiyê wekî fermana 73’yan bi nav dike. Di encama êrişa DAIŞ'ê de bi hezaran jin, zarok li bazaran hatin firotin. Hêj jî aqûbeta gelek êzidiyan nayê zanîn. Lê li dijî êrişan têkoşîna ku hatî dayîn bi biryardarî didome. Niha jî êzidî parastina xwe dikin. Li gelek welatan êriş wekî qirkirin hat nasîn. Lê Tirkiye bi israr wekî qirkirin nas nake, ligel nasnekirinê li hemberî Şengalê êrişeke topyekûn pêk tîne û bi komkujiyê re rûbirû dihele. Lê divê bê zanîn ku jinên êzidî li hemberî hêzên tarî dê têkoşîna xwe bidomîne. Em carek din li vir bang dikin û dibejin pêşniyaznameya Feleknas Uca divê ji hêla parlamentoyê ve bê qebûlkirin.”
 
‘HETA KU JINA KURD AZAD BIBE WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku têkoşîna jinên êzidî li tevahiya cîhanê ji jinan re bû mînakek û got: "Fermana 73’yan li ber çavê cîhanê pêk hat. DAIŞ erdnegarî kir gola xwinê. Bi dehan deran qetlîam pêk anî. Jinên êzidî çwa ji bo ax, bawerî û nasnameya xwe li ber xwe dan divê em jî wisa bikin. Vê komkujiyê nas bikin. Em ê têkoşîna vê bidin. Divê guh bidin daxwazên êzidiyan. Her wiha têkoşîna jinên êzidî jî girîng e û ji jinên cîhanê re bû mînak. Heta ku Kurdistan û jina kurd azad bibe wê têkoşîna me bidome.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û çepikan bi dawî bû.