Platforma Jinên Kurd, li dijî êrişan banga yekitiyê kir

  • jin
  • 16:13 2 Tebax 2021
  • |
img
AMED - Platforma Yekitiya Jinên Kurd, diyar  kir ku ji bo rawestandina van êrişên nijadperest pêdivî bi yekitiya Kurdan heye.
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, bi daxuyaniyeke nivîskî, êrişa li Konyayê li dijî malbata Dedeogûllarî pêk hat, şermezar kir û banga yekitiyê kir. 
 
Daxuyaniya Platformê wiha ye: "Weke ku tê zanîn malbateke Kurd li navçeya Meramê ya giredayê Konyayê ji ber ku Kurd bûn ji aliyê nijadperestan ve bi êrişê re rûbirû mabûn. Piştî wê êrîşê çend êrişkar hatibûn girtin, lê êrîşkar aliyê dadgehê ve hatin tehliye kirin. Her çiqas ku biryara parastina malbatê hatibe dayîn jî di 30'ê tîrmehê de di encama êrişê de ji malbata Dedeoglu 7 kes qetil kirin. 
 
Em di serî de ji Gelê Kurd û malbatê re sersaxiye dixwazin. Qetlîama ku pêk hat nîşaneya netehemmulkirina nasnameya Gelê Kurd e. Di dîrokê de û heya îro tunekirina nasname, ziman û çanda Gelê Kurd armanca sereke ya nîjadperestan û fikirmendên wan e. Ji qetlîama Geliyê Zîlan bigrin heya Dêrsîm ê, ji Koçgirî yê heya qirkirina êzidiyan ji wir heya Roboskî yê em hemû êrîşkaran nas dikin. Her wiha êrîşên li hemberî jinên kurd, ji Leyla Qasiman heya Şîrîn Elemuyîan, ji Dayika Taybet heya Denîzan em nas dikin. Weke ku heya îro didome qetlîam ji serê gele me xelas nabin.
 
Em wek Platforma Yekitiya Jinên Kurd di demên dawiyê de lînc û êrîşên li ser Gelê Kurd û Kurdistanê şermezar dikin. Erîşên li ser kurdan, bi taybetî jî ên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn, binpêkirina mafên  mirovan e. Em carekî din weke platforma Yekîtiya Jinên Kurd pîvanên ji bo hemû kurd û Kurdistanê bi biryara rayedarên Kurd ên li her çar aliyê Kurdistanê dixin ku van êrîşan ji bo ku em rawestînin yekîtiya kurdan pêdîvî û pêwîstiyeke lezgînî ye."