Ji bo Meşa Demokrasiyê bang kirin

  • rojane
  • 09:58 10 Hezîran 2020
  • |
img

STENBOL - Wekilên HDP'ê ji bo Meşa Demokrasiyê ku ji Edîrne û Colemêrgê bimeşin Enqereyê banga tevlêbûnê kirin. Wekilan xwest hemû kesên alîgirê heq, hiqûq, edalet û demokrasiyê tev li meşê bibin. 

Rêxistina Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî 45 şaredariyên wan kirin û 2 parlamenterên wan hatin girtin, biryara Meşa Demokrasiyê ku di 15'ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bimeşin dan. Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî hat girtin duh hat berdan. Lê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari hêj girtî ye. Dîsa Hevserokên HDP'ê yên berê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Fultan Kişanak û Adnan Selçuk Mizrakli jî di navde bi dehan parlamenter û hevşaredar girtî ne. HDP dê Meşa Demokrasiyê heta 20'ê Hezîranê li Enqereyê bi dawî bibe. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, diyar kir ku ev biryara HDP'ê tenê piştî betalkirina parlamenteran nehatiye girtin û wiha got: "HDP partiya sêyemîn a Tirkiyeyê ye. Li Tirkiye zext her ku diçe zê de dibin. Divê li dijî van zextan em dengê xwe bilind bikin. Ji bo li dijî van zextan em dengê xwe bilind bikin me ev plan da pêş xwe. Li hin cihan dê bi awayekî karwan meş çê bibin. Li hin cihan jî dê bi piyan meş çê bibin. Mînak em ê bimeşin Qada Taksimê û li wir daxuyaniyê bidin çapemeniyê." 
 
Katircioglu, anî ziman ku ew li Tirkiyeyê partiyek rewa û zagonî ne û gotinên ku divê li Tirkiye bêne gotin tînin ziman. Îqtîdara AKP'ê dixwaze îqtîdara xwe berdewam bike. Lê êdî kes li pey wê naçe. Ji ber vê yekê zextan zêde dike. Divê li dijî van zext û tundiyê em dengê azadî û demokrasiyê bêtir bilind bikin. Di vê pêvajoyê de pêwist e hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê diparêzin û dixwazin piştgiriyê bidin vê Meşa Demokrasiyê. Di vê pêvajoya ku wekî em sûc dikin nîşan didin de lazim e em ji her kesî re vebêjin ku em siyaseta sivîl û demokratîk dimeşînin. Em hevî dikin ku her kesê aştî û demokrasiyê dixwaze piştgiriyê bidin meşa me. 
 
KENANOGLU: LI DIJÎ ZEXTAN MEŞA DEMOKRASIYÊ 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ali Kenanoglu jî anî ziman ku wan berê plana çalakiyan a 3 mehan amede kiribû û wiha got: "Di vê pêvajoyê de çalakiyên demokrasiyê yên li dijî darbeyan dê derkeve pêş. Di çarçoveya van planan de Meşa Demokrasiyê ku ji Edîrne û Colemêrgê dest pê bike û li Enqerebi dawî bibe jî heye. Ev meş di pêvajoya ku zext û tundî li ser partî, rêxistinên sivîl û demokratîk zêde dibin û tundiya polîsan zêde dibe de em li dar dixin. Ji ber ku êdî bi axaftinên li meclîsê rê li pêş van zext û tundiyan nayê girtin û ev zext û tundî bi helwesta rêxistinên sivîl û demokratîk dê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê ev plan hat amadekirin. Îqtîdar ji meşê tidirse.  Êdî dema 3 kes derdikevin kolanê ji meşa 3 kesan ditirse. 
 
MA / Ferhat Çelik
 
 

Sernavên din

11/06/2020
09:16 Li Mêrdînê têkoşîna li dijî RES'an dest pê dike
09:14 Wêneyê bi dîwar ve jî tehemûl nekirin!
09:13 ‘Pirsgirêkên der barê girtiyên nexweş de nayên çareserkirin'
09:13 'Li şuna hûn diçin Bajarên Rojava li zeviya xwe bixebitin'
09:12 ‘A tê kirin qirkirina cinsî ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:40 Êdî bekçî bi çek in û ne kêmî polîsan in
10/06/2020
21:18 Hevserokê TÛAY-DER'ê Guzel û endamên wê hatin girtin
20:07 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 17 mirî, 922 pêketî
16:22 Li dijî Şervan Derwîş hewldana kuştinê pêk hat
15:59 Malbatên 4 endamên HPG’ê ji bo cenaze werbigirin xwîn dan
15:22 24 hezar û 495 welatiyên Amedê di qerantînayê de ne
15:21 'Piştevanî û rêxistinbûyîna jinan me li ser pêya digire'
15:03 Sebze û fêkiyên wan rijandin û dest danîn ser tableyan
14:59 HDP ji bo Guven û Farisogullari dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin
14:36 Wezaretê ji mudaxileya ku çavê welatî kor kir re got ‘asayî' ye
14:27 Ji bo Çiyayê Kazê bang kirin
13:24 Eskeran li şêniyên gund da û sewalên wan gulebaran kirin
13:08 181 vagon zebeş rokirin çopê
13:06 Li Nisêbîn û Pirsûsê 9 kesan binçav kirin
12:25 103 can bibîr anîn: Jibîrkirin xerabiya herî mezin e
12:03 Di 4 kolanên Rezanê de 153 kesên bi vîrûs tespît kirin
12:00 Qeyûmê 'çerezxwar' bêyî ku hesab bide çû!
11:57 MED TUHAD-FED: Bi sepanên dijminane nêzîkî rêveberên me dibin
11:33 'Kêliya hilweşîna peykerê Colston pir xweş bû'
11:25 Tirkiye ava Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng dike
11:20 Erka bikaranîna çekan dan notirvanan
10:29 Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin
09:59 Hevşaredarên Qersê: Ger encamek siyasî pêş bikeve, wê hesab bidin gel
09:58 Ji bo Meşa Demokrasiyê bang kirin
09:49 Endamê Meclîsa HDP’ê Kalkan hat binçavkirin
09:48 Bêcezahiştin binpêkirina mafan zêde dike
09:41 Ji ber Kaniyên Mûnzûrê bertek: Em ê xwe biavêjin pêşiya kepçeyan
09:31 ‘Ên xwedî hêza temsîliyetê tên bêdengkirin'
09:25 Li Heskîfê qesra 900 salî di bin avê de ma
09:24 Erdê xwe bifiroşe jî heqê fatûreyên DEDAŞ'ê dernaxe
09:24 Dr. Yavîç: Biryara 'asayîbûnê' gaveke siyasî û aborî ye
09:23 Serokê ZMO'yê Ûcaman: Ji bo çandiniyê gavine pratîk divê
09:23 ‘Di dema şewbê de mafê kedkarên tenduristiyê kêmtir bûn'
09:22 Roja dawî ya serlêdana ji bo betalkirina Qanûna Înfazê 15 Hezîranê ye
09:21 Jiyana li nav erdê îsotan
09:20 Li Çiyayê Kato demsala biharê ye
09:19 Eskeran bi ser gund de girtin û 6 gor rûxandin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:13 Waliyê 41 bajaran hatin guhertin
09/06/2020
23:00 Guven: Em ê bi ser bikevin
22:02 Hevseroka KCD'ê Guven hat berdan
20:23 18 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:46 Kesê destdirêjiya zarokekê kir hat girtin
16:31 Heyeta HDP'ê KESK ziyaret kir
16:16 Li Pirsûsê 2 kes hatin binçavkirin
16:13 Kesê xwest destdirêjiya zarokekê bike hat girtin
15:52 Şerê QSD li Dêrazor didome: 70 DAIŞ'î hatin girtin
15:38 ‘Gelê bê nefes tê hiştin dê tekoşîna xwe bilind bike'
15:30 Ayşegul Akturk li ber nexweşxaneya lê dixebitî bi bîr anîn
14:36 Gelê Mexmûrê ji bo Qasim Engîn merasim li dar xistin
14:16 Şaredarê Curnê Reş bi şewba vîrusê ket
14:13 Jinên HDP'î: Emê li her derê bin
13:39 Li peşiya Seferatxaneya Amerîkayê şermezarkirina Floyd
13:27 2 birayên hev ên xeniqîn spartin axê
13:17 KESK, DÎSK, TMMOB û TTB: Em xwe hînî nehiqûqiyê nakin
13:15 5 kesên sewqî edliyê kirin dîsa binçav kirin
12:45 Nexweşê pençeşêrê: Ku kes dengê min nebihîze ezê bimirim
12:38 Li Efrînê 11 sivîl ji bo fîdyeyê hatin revandin
12:34 Ji Samandagê banga têkoşîna hevpar
12:33 Li 23 gundên Bedlîsê qedexeya operasyona eskerî didome
12:18 Lêdana 'weke terorîstan mêze dikî' lê kirin
12:07 DEDEF’ê ji bo parêzerên di rojiya mirinê de ne findan pêxistin
11:50 4 kes li Mêrsînê hatin binçavkirin
11:43 Sancar hişyar kir: Em ne tên lîstikan û ne jî provokasyonan dikin
11:23 WHO ’yê hişyar kir: Hê ji qedandina şewbê re maye
11:20 Li Efrînê li dijî hezar û 564 jinan sûc hatiye kirin
11:00 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:27 Dadgeha Îstînafê biryara betalkirina projeya Geliyê Dîcleyê erê kir
10:08 Li Amedê di operasyona leşkerî de şer derket
09:55 Parêzer li dijî 'mirina sivîl' têdikoşin
09:55 Yîgît: Dibe ku hêzên hewayî yên Tirkiyê û Rûsya rûbirû bimînin
09:42 Zarokê sûriyeyî qetilkirin
09:18 Çima karbidestiya notirvanan tê zêdekirin?
09:17 Hişyariya ji bo Cizîrê: Di dewetan de zincîra vîrûsê çênekin
09:16 27 roj in bê ceryan û av in
09:16 2 hezar kesî serî li kursa onlîne ya kurdî daye
09:08 Bi çinîna reşkeyan hemû tilî terikîn
09:07 Hem distrên hem diçinînin
09:07 Pîşesazî heye lê rê tuneye
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:32 Polîsan bi ser malan û TUAY-DER'ê de girtin: 6 rêveber binçav kirin
08/06/2020
21:45 Li Şaxê teqînek çêbû: 2 mirî, 8 birîndar
20:54 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:38 Ber bi Çiyayê Gabarê ve sewqiyata eskerî
19:31 Li Amedê 6 kes hatin girtin
18:54 Siyasetmedarê kurd Kiliç hat girtin
16:49 Polîsan xwest ciwanê HDK'î birevînin
15:34 Êrîşî gora Rojnameger Akdemir kirin
15:28 Tevahiya Navçeya Karazê xistin qerantînayê
14:40 Di Gulanê de mafê jiyana 203 kesan ji destê wan hatiye girtin
14:11 Karkerê înşaetê yê ji banî ket jiyana xwe ji dest da
13:54 Meclisa Jinan a HDP'ê starta 'Tekoşîna Jinan li her derê ye' da
13:25 DÎB’ê banga têkoşîna hevpar kir
13:13 DFG: Hafiz qetil kirin lê pênûs û kameraya wî li erdê nema