Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin

  • rojane
  • 15:17 29 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NUÇEYAN - Girseya ku biryarbû îro biçe, Zînî Wertê û li wir peyama xwe bigihînin hêzên pêşmerge yên PDK’ê û YNK’ê hatin astengkirin. Girseyê li seytereya Qemteran daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de gotin ku îro hemû dayîkên şehîdan hatine asteng kirin û bang li hemû hêzan kirin da ku hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin. Heyeta Ranya jî bang kirin û gotin heta pirsgirêk çareser bibe dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Girseya ku biryarbû îro biçe, Zînî Wertê û li wir peyama xwe bigihînin hêzên pêşmerge yên PDK’ê û YNK’ê hatin astengkirin. Girseyê li seytereya Qemteran daxuyaniyek çapemeniyê dan . Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro hemû dayîkên şehîdan hatine asteng kirin. Herwiha bang li hemû hêzan hate kirin da ku hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin.
 
Ji bo hêzên çûne Zînî Wertê bicihbûne û bûne sedema aloziyê ji herêmê vekişin û bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, biryarbû îro welatî, rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn, parlementer û siyasetmedarên ji parêzgeha Silêmanî, Helebce, îdareya Raperîn û Binarê Qendîlê berbi Zînî Wertê ve meşek girseyî lidar bixin. Lê girseya gel a ku dixwest ber bi Zînî Wertê ve bimeşe,ji aliyê asayîşê ve hate asteng kirin.
 
 
Girseyê li seytera Qemteran daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de çalakvanê civaka sivîl Dilşad Mîranî nerazîbûna xwe hemberî astengkirina girseya gel a ji aliyê asayîşê ve nîşanda û got; “Mixabin me sedan kîlometre ji bo em peyama aştiyê û daxwaza xelkê Kurdistanê bigihînin, derbaz kir. Lê em li seytereya Raperîn hatin asteng kirin. Ev hêzane ne tenê astengiyê ji mere çêkirine, di heman demê de astengiyê ji dayîkên şehîdan û malbatên şehîdan re jî çêkirine. Dayîkên ku zarokên wan di şerê navxweyî de şehîd bûne û dilê wan şewitîne, dizanin dil şewitîn çiye. Ji bo vê daxwaza me û hemû malbatên şehîdan ewe ku ew hêzên li Zînî Wertê vegerin cihên xwe. Em bang li Hikumeta Iraqê jî dikin êdî re nede dewleta Tirk serweriya xaka Iraqê binpê bike.”
 
Piştî wê li ser navê çalakvanan daxuyaniyek ji aliyê parlamentera berê Geşe Dara ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em ji bo aştî, aramî û yekîtiya gelê Kurd, ji bo parastina destkeftiyên xebata rizgarîxwaz û têkbirina pîlanên dagirkeran, ji bo dûrxistina agirê şerê navxweyî,  ji bo piştgiriya daxwazên xelkê, parastina asayîş, xak û xelkê Kurdistanê îro hatine vê derê. Bê guman ew dagirkerî, dagirkeriya li ser Kurdistan û egera şer a li vê herêmê, metirsiyek mezin li ser yekîtiya netewî a hemû gelê Kurd çêdike. Ev pîlana dagirkerên Kurdistanê ye û divê em hemû, bi hemû awayek li hember derkevin. Bi vê boneyê em piştgiriya xwe ji bo daxwazên xelkê Zînî Wertê didin nîşandan. Em bang li hemû hêzan dikin ji bo ku şer rû nede, hemû hêzên xwe vegerînin cihên xwe yên berê.”
 
 
HEYETA HERÊMA RAPERÎN: HETA PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE DÊ ÇALAKIYA ME BIDOME
 
Komek parlamenterên kevin, pêşmergeyên dêrîn, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û gelê herêma Raperîn jî; plan kiribû ku îro biçin Zînî Wertê û ji hêzên leşkerî bixwazin ji herêmê vekişin. Lê girseyên ku ji Silêmanî û herêma Raperîn derketibûn rê, ji aliyê asayîşê ve hatibûn astengkirin. Komek welatiyên ku di nava wan de rewşenbîr jî hebûn, karîbûn ji Ranya xwe bigihînin bajaroka Serkepkan a girêdayî Îdareya Raperîn ku dikeve destpêka Geliyê Wertê. Girseya nîvro xwest ku biçe Zînî Wertê,  lê li nava bajarokê li noqteya asayîşê hat astengkirin. Li ser vê yekê nûnerên girseyê bi rayedarên asayîşê re dest bi hevdîtinê kirin. Hevdîtin berdewam dike.
 
ZÎNÎ WERTÊ JI BO HEMÛ KURDAN GIRÎNG E
 
Li ser astengkirinê girseya gel daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê Înîsiyatîfa Çalakiyê Hewrê Kastro axivî û diyar kir ku Zînî Wertê ji bo hemû Kurdan girînge lewre wan weke komek rêxistinên sivîl, li gel welatiyên herêmê xwestiye ev pirsgirêk çareser bibe. Kastro destnîşan kir ku peyama wan aştî ye û wiha dom kir: “Me beriya niha li gel welatiyên herêmê daxwaza xwe ragihandibû Wezareta Pêşmergeyan. Lê bersiv nehat dayîn. Gava duyemîn ku me xwest bavêjin jî ew bû ku bi beşdariya hemû aliyên siyasî em çalakiyek berfireh û serbixwe lidar bixin û peyama xwe bidin. Daxwaza me ewe ku ev alozî bi awayekî medenî çareser bibe.” Kastro, bibîr xist ku wan xwestiye îro biçin Zînî Wertê û vê peyama xwe bidin, lê li hemû deverên ku welatî derketine rê, asayîşê astengî derxistiye. Kastro diyar kir ku hinceta virûsa Korona tê nişandan, lê ev rast nîne û got: “Em niha di rewşeke wisa de ne ku nikarin li vir çalakiyek medenî jî pêk bînin. Em naxwazin herêma me aloztir bibe. Jixwe rewşa herêmê nebaş e.” 
 
Hewrê Kastro di dawiya axaftina xwe de bang li Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê kir ku rewşê asayî bikin. Hewrê Kastro got ku heta pirsgirêk tê çareserkirin wê çalakiyên wan berdewam bikin. Piştre endamê înîsiyatîfa çalakiyê Nesîp Harip jî bersiva rojnamevanan da. Li ser pirsa têkildarî astengkirinê Harip got: “Vê rêgiriya çalakiyê nîşan da ku di şandina hêzên li Zînî Wertê de destê PDK û YNK’ê heye.”
 
Piştî daxuyaniyê, girseya gel paşve vegeriya.   
 

Sernavên din

01/05/2020
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2020'AN
28/04/2020
19:21 Li Tirkiyeyê 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:02 'Rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hemdan
17:24 Li Efrînê teqînek mezin rû da: Zêdeyî 38 kes mirin
16:59 Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê êrîşên Tirkiye; DYA û Rûsya ne
16:15 'Di 5 salên dawî de çend kesan bi "Şaşî" jiyana xwe ji dest dan?'
15:55 Ji Gokçek’ê ku 316 rojin di rojiya mirinê de ye bangewazî
15:36 Wezîr Gul: 120 girtî bi koronayê ketine
15:26 Polîsê ciwanê Sûriyeyî kuşt hat girtin
15:11 Li Aydin 450 malbat bûn xwişk û bira
14:36 ‘Pêkanîna li girtîgehê bimîne nayê qebûlkirin’
14:35 Odeya avahîsazan: Bila bi lez karê şantiyeyan bê rawestandin
14:21 'Rûsya û DYA berpirsiyarên êrîşa li dijî Kobanê ne'
14:03 Karkerên paqijiyê 1'ê Gulanê pîroz kirin
13:36 Beştaş: Destê xwe ji ser goran rakin
13:22 Karkeran ji bo Nexweşxaneyên Covid-19 ji Amedê dişînin Stenbolê
12:52 ‘Bila 28'ê Nîsanê bibe roja bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin'
12:33 Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?
12:31 Walî: Polîsan bi şaşî ciwanê Sûriyeyî kuşt!
12:06 Navê Jiyan çima qedexe ye?
11:51 HDP: Bi şewbê re mîlyonek koçber ji kar hatin derxistin
10:41 'Em terkî mirinê kirin'
10:21 Bayindir: Divê em li şûna şerkirinê bibin yek
10:17 HDP li dijî guhertina înfazê serî li darazê dide
10:09 Xwarina glutensiz nadin girtiyên çolyakê
10:03 SÎHA’yan li Kobanê asayîşek bombebaran kirin
09:53 Dr. Yerlîkaya: Ne rast e ku şewbê di Heziranê de têxin kontrolê
09:47 Li şûna ‘destûra îdarî’ wan şandin mirinê
09:26 Encamên testên xebatkarên nexweşxayan nabêjin
09:25 Yîgît: Li Idlîbê dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê