Dr. Yerlîkaya: Ne rast e ku şewbê di Heziranê de têxin kontrolê

  • rojane
  • 09:53 28 Nîsan 2020
  • |
img
AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku hêjmara kesên ji ber şewba Covid-19 nexweş ketin û jiyana xwe ji dest dan, li gorî raqamên fermî pir pir zêdetir in û got: "Ne rast e ku şewbê di meha Hezîranê de têxin kontrolê." 
 
Vîrûsa Corona (Covît-19) ku li Çînê derket û li tevahiya cîhanê belav bû, li gorî daneyên fermî zêdetirî 3 milyon kes bi nexweşiyê ketin. Zêdeyî 208 kezar kes jî bi şewbê mirin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê jî kesên bi nexweşiya şewbê ketin 100 hezar derbas kir. 2900 kes jî bi şewbê mirin. Li gel Stenbol Îzmirê yek ji bajarên herî zêde şewb lê belav bûye jî Amed e. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil a Amedê û Li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dicleyê, nêzî 500 kes tên dermankirin. 58 xizmetkarên tenduristiyê jî bi şewbê ketine û têne dermankirin. Têkildarî rewşa şewba vîrûsa corona Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Halis Yerlikaya nirxandin kir. 
 
HÊJMAR GELEK ZÊDE YE
 
Yerlikaya, anî ziman ku li Tirkiye hêjmara nexweş û miriyên bi vîrûsê, li gorî raqamên fermî gelek gelek zêdetir e û wiha got: "Li gorî daneyên fermî gelek welatî ketine bin bandora wê. Li gorî daneyên fermî 2900 kesan jiyanaxwe ji dest dane. Di destpêka pêvajoyê de test zêde nehat kirin. Li gorî pîvanên WHO û kodên ICD qeyd nehatin kirin. Ev hêjmara miriyan rast nîşan nade. Bûyeran tenê li ser destan aşkere dikin. Lê gelek nîşanê nexweşiya şewbê ku bûn sedema mirinê nîşan nadin. Daneyên Klinik û Radyolojik wekî sedem nîşan nadin. Dema ku em van jî lê zêde bikin hêjmara kesên bi ve nexweşiyê ketine û bi vê nexweşiyê mirin ji hêjmarên fermî gelek zêdetir in." 
 
'WEZARET AGAHIYAN BI MERE PARVE NAKE'
 
Yerlîkaya, anî ziman ku tevî hemû bang û hewldanan  Wezareta Tendturistiyê agahiyên têkildarî şewbê bi ode û sendîkayan re parve nake û wiha got: "Niha wezaret nişan dide ku hêjmara nexweş û miriyan kêm dibe. Lê dem dê vê yekê nîşan bide. Îdîayên ku di meha Hezîranê de şewbê têxin kontrolê rastiyê nîşan nade. Di van şertan de ne pêkean e ku şewbê têxin bin kontrolê." 
 
HETA DERMAN BÊ DÎTIN DIVÊ LI HEMÛ CÎHANÊ TEDBÎR BIDOMIN
 
 
Yerlikaya, anî ziman ku heta li cîhanê û Tirkiyeyê derman û derziyê vê şewbê neyê dîtin divê tedbîr û parastina li dijî vê şewbê berdewam bike û wiha lê zêde kir: "Li cîhan û Tirkiye niqaşa ku dê civak fêrî wê bibe. Bi vê yeke dê hêjmara mirinê zêdetir bibe. Rêya serkeftina li dijî vê şewbê, di pêşîlêgirtina belavbûnê şewbê re derbas dibe. Divê agahiyan rast û zelal bi civakê re parve bikin. Kesên şert û mercên wan ên aborî nebaş divê alîkarî bi wan re bê kirin. Li Tirkiye bi qasî tê xwestin ev yek nayê kirin. Tedbîr têr nakin. 
 
LI AMEDÊ 40 KES MIRIN 
 
Yerlîkaya, da zanîn ku li bajarêh herêmê herî zêde li Amedê nexweş û mirî hene û wiha berdewam kir: "Sedema vê yekê ji ber li  vir test zêde tê kirin hêjmara nexweş û miriyan jî zêde xuya dike. Li bajarên din test nayên kirin û kesên bi vê nexweşiyê dikevin û dimirin jî nayên dîtin. Li Amedê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê vê testê dikin. Em dizanin ku di 10 rojên dawî de hêjmara testan derxistine 600-700'î. Divê li gorî şertên bajarî tedbîr û têkoşîna li dijî pandemiyê bê girtin. Em dizanin ku li Amedê 500 nexweş testa wan a PCR pozitif derket. Li Amedê nêzî 500 nexweşên vîrûsê hene. Dema testên din jî bê kirin ev qat bi qat zêdetir e. Ji sedi 80’ê nexweşên asemptomatik an jî semptomatik in. Dîsa gelek li malên xwe di qarantînayê de ne. Dema ev hêj mar li ber çavan bê girtin hêjmar 4-5 qat zêde ye. Niha li Amedê nêzî 40 kes bi ber vê nexweşiyê mirin. 
 
BERPIRSIYAR HIKÛMET E
 
Yerlikaya, herî dawî bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên Covid-19 û wiha got: "Hevalên me yên poliklinik û serwîsan bi kedek mezin kar dikin. Ger ku serkeftinek hebe ya kedkarên tenduristiyê ye. Bi hezaran xebatkarên tenduristiyê ji ber şewba Covid-19 bi şewbê ketin û tedawî bûn. Berpirsiyarê vê yekê Wezareta Tenduristiyê ye. Berpirsiyar hikûmeta ku di dema wê de tedbîr negirtin û venêrtin nekir e. 
 
 
MA / Lezgin Akdeniz

Sernavên din

01/05/2020
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2020'AN
28/04/2020
19:21 Li Tirkiyeyê 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:02 'Rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hemdan
17:24 Li Efrînê teqînek mezin rû da: Zêdeyî 38 kes mirin
16:59 Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê êrîşên Tirkiye; DYA û Rûsya ne
16:15 'Di 5 salên dawî de çend kesan bi "Şaşî" jiyana xwe ji dest dan?'
15:55 Ji Gokçek’ê ku 316 rojin di rojiya mirinê de ye bangewazî
15:36 Wezîr Gul: 120 girtî bi koronayê ketine
15:26 Polîsê ciwanê Sûriyeyî kuşt hat girtin
15:11 Li Aydin 450 malbat bûn xwişk û bira
14:36 ‘Pêkanîna li girtîgehê bimîne nayê qebûlkirin’
14:35 Odeya avahîsazan: Bila bi lez karê şantiyeyan bê rawestandin
14:21 'Rûsya û DYA berpirsiyarên êrîşa li dijî Kobanê ne'
14:03 Karkerên paqijiyê 1'ê Gulanê pîroz kirin
13:36 Beştaş: Destê xwe ji ser goran rakin
13:22 Karkeran ji bo Nexweşxaneyên Covid-19 ji Amedê dişînin Stenbolê
12:52 ‘Bila 28'ê Nîsanê bibe roja bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin'
12:33 Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?
12:31 Walî: Polîsan bi şaşî ciwanê Sûriyeyî kuşt!
12:06 Navê Jiyan çima qedexe ye?
11:51 HDP: Bi şewbê re mîlyonek koçber ji kar hatin derxistin
10:41 'Em terkî mirinê kirin'
10:21 Bayindir: Divê em li şûna şerkirinê bibin yek
10:17 HDP li dijî guhertina înfazê serî li darazê dide
10:09 Xwarina glutensiz nadin girtiyên çolyakê
10:03 SÎHA’yan li Kobanê asayîşek bombebaran kirin
09:53 Dr. Yerlîkaya: Ne rast e ku şewbê di Heziranê de têxin kontrolê
09:47 Li şûna ‘destûra îdarî’ wan şandin mirinê
09:26 Encamên testên xebatkarên nexweşxayan nabêjin
09:25 Yîgît: Li Idlîbê dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê