Di heman qawîşê de jiyana 3 astengdaran

  • rojane
  • 09:19 28 Nîsan 2020
  • |
img

AMED - Yek jê ji stuyê xwe berjêr felcî ye, yek jê li gor rapora ATK'ê ji sedî 98 astengdar e û yek jê jî hem destek wî tuneye hem jî bi weremê ketiye. Her sê jî di heman qawîşê de ne û bi hinceta "dibe ku birevin" nayên berdan. 

 
Li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê, 3 girtiyên nexweş di şert û mercên dijî mirovahiyê de tên ragirtin. Ji her sê girtiyan 2 jê nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe peyda bikin. Sedal Yildirim (27) ji sedî 98 astengdar e, Abdûllah Tûran (23) ji stuyê xwe berjêr felcî ye û Engîn Aktaş (32) jî destek wî tuneye û bi nexweşîna weremê ketiye. Aktaş, 9 sal in girtiye û çendî ku Saziya Tiba Edlî 5 caran rapora nikare di girtîgehê de bimîne daye wî jî, lê dîsa jî wekî hevalên wî yên qawîşê bi hinceta dibe ku bireve nayê berdan. 
 
HER SÊ JÎ DI HEMAN QAWÎŞÊ DE NE 
 
Serdal Yildirim, berî ku bê girtin di sala 2009'an de qezayek lê diqewime û ji navê berjêr felcî dibe. 12 caran tê emeliyatkirin. Di sala 2015'an de ji ber îxbarekê tê girtin. Saziya Tiba Edlî (ATK) raporeke ji sedî 98 astengdar e daye wî û gotiye "Ji sedî 98 astengdar e, dikare bê berdan." Lê belê hê jî di Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de ye. Ji ber ku beyana Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê ku gotiye "ji bo ewlehiya civakê bipirsgirêk e" esas hatiye girtin û nayê berdan. Çendî ku parêzeran ji bo berdana Yildirim serî li dozgeriyê daye jî, dozgeriyê gotiye "ji bo civakê talûke ye" û serlêdan red kirine. 
 
RAPOR HENE, LÊ DÎSA JÎ NAYÊ BERDAN 
 
Abdûllah Tûran jî gava di Girrtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê de bûye, di dema greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê de hewl daye dawî li jiyana xwe bîne û ji ber vê ji stuyê xwe berjêr felcî bûye. Gava Tûran radikin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Trabzonê, îstixbarat û polîsên TEM'ê jî diçin û îfadeya "bêje hevalên min ez avêtime" lê ferz dikin. Ji ber ku ji stuyê xwe berjêr felcî ye, wê demê tim li serê wî xistine. 50 rojan li nexweşaneyê dimîne û dema li nexweşxaneyê bûye gardiyan û personelên tenduristiyê yên pê re eleqedar bûne tim mumaleyeke nebaş pê re kirine û ew îlkence kirine. Piştî 50 rojên li nexweşxaneyê dîsa wî dibin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê. ATK, ji bo Tûran jî rapor amade kiriye û di raporê de gotiye "nikare di girtîgehê de bimîne", lê belê dîsa jî nayê berdan. 
 
'DIBE KU BIREVE' 
 
Sedat Yildirim ku birayê Serdal Yildirim e, diyar kir ku birayê wî nikare xwe tev jî bide û tiştên tên serê wî derî rûmeta mirovan e. Bira Yildirim, anî ziman ku kesekî ku nikaribe xwe tev bide wê çawa bireve û xwest ev yek bê îzahkirin. Yildirim, ji bo neberdana birayê xwe got "dijmintiya bi kurdan re ye" û wiha got: "Wekî din tu îzahiyateke vê tuneye. Nêzîkatiyeke dijminatiyî ye. Birayê min tenê bêhnê digire û dide. Li bendê ne ku bimire. Platîn di pişta wî de ye. 6 meh berê gava gardiyan av nedayê, li ser vê hewl daye avê vexwe û ji ranzayê ketiye. Gava ji ranzayê dikeve platîna di pişta wî de ji cih dertê. Serikên çeteyan, kujeran, kesên tecawizî zarkan didin ber didin, lê belê birayê min ê ji ber îfadeya hin kesan hatiye girtin nayê berdan. Şahid dev ji îfadeya xwe berdaye, lê dîsa jî nayê berdan. Me çend caran serlêdan kir, lê dîsa j nayê berdan, serlêdan tên redkirin." 
 
'DEV JI VÊ ÎŞKENCEYÊ BERDIN' 
 
Yildim, bal kişand ser xetereya vîrûsa coronayê û got: "Birayê min û 2 kesên astengdar di heman qawîşê de ne. Ji ber vîrûsê kes naçe cem wan. Heger biçin wê bi şewbê bikevin. Bila wan berdin, em ê li malê li wan mêze bikin. Demildest divê bên berdan. 
 
Bavê Abdûllah Tûran Mehmet Zahît Tûran jî anî ziman ku kurê wî nikare xwe tev jî bide û got, ji ber enfeksiyonê hema bêje laşê wî hemû îflas kiriye û ji ber tim dirêj kiriye canê wî birînî bûye û ji ber van birînan diêşe. Tûran, destnîşan kir ku girtîgehê her sê girtî bi tenê hiştine û her sê jî hewl didin bi derfetên xwe jiyana xwe bidomînin. Bav Tûran, got: "Gava gotiye ez tî me, gardiyanan av nedayê û wî jî bi xortimeke ku bi benikekî bi serê tiliya wî ve hatiye girêdan avê vedixwe. Hem nayê tedwîkirin hem jî bi muamele û îşkenceyê dijî mirovahiyê re rû bi rû dimîne. Her roj ji bo wî îşkence ye. Demildest divê ev îşkence bi dawî bibe." 
 
‘KURÊ MIN GIRTIYE, TECAWIZKAR TÊN BERDAN' 
 
Bav Tûran, bibîr xist ku ji ber ku kurê wî li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer kiriye hatiye girtin û got, madem wisa ye nexwe eskerên Tirk ên li dijî DAIŞ'ê şer kirine jî sûcdar in. Bav Tûran xwest rojek berî rojekê muameleya li kurê wî tê kriin bi dawî bibe û got, li welatekî ku etcawizkar tên berdan de kurê wî yê li dijî DAIŞ'ê şer kiriye nayê berdan. 

Sernavên din

01/05/2020
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2020'AN
28/04/2020
19:21 Li Tirkiyeyê 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:02 'Rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hemdan
17:24 Li Efrînê teqînek mezin rû da: Zêdeyî 38 kes mirin
16:59 Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê êrîşên Tirkiye; DYA û Rûsya ne
16:15 'Di 5 salên dawî de çend kesan bi "Şaşî" jiyana xwe ji dest dan?'
15:55 Ji Gokçek’ê ku 316 rojin di rojiya mirinê de ye bangewazî
15:36 Wezîr Gul: 120 girtî bi koronayê ketine
15:26 Polîsê ciwanê Sûriyeyî kuşt hat girtin
15:11 Li Aydin 450 malbat bûn xwişk û bira
14:36 ‘Pêkanîna li girtîgehê bimîne nayê qebûlkirin’
14:35 Odeya avahîsazan: Bila bi lez karê şantiyeyan bê rawestandin
14:21 'Rûsya û DYA berpirsiyarên êrîşa li dijî Kobanê ne'
14:03 Karkerên paqijiyê 1'ê Gulanê pîroz kirin
13:36 Beştaş: Destê xwe ji ser goran rakin
13:22 Karkeran ji bo Nexweşxaneyên Covid-19 ji Amedê dişînin Stenbolê
12:52 ‘Bila 28'ê Nîsanê bibe roja bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin'
12:33 Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?
12:31 Walî: Polîsan bi şaşî ciwanê Sûriyeyî kuşt!
12:06 Navê Jiyan çima qedexe ye?
11:51 HDP: Bi şewbê re mîlyonek koçber ji kar hatin derxistin
10:41 'Em terkî mirinê kirin'
10:21 Bayindir: Divê em li şûna şerkirinê bibin yek
10:17 HDP li dijî guhertina înfazê serî li darazê dide
10:09 Xwarina glutensiz nadin girtiyên çolyakê
10:03 SÎHA’yan li Kobanê asayîşek bombebaran kirin
09:53 Dr. Yerlîkaya: Ne rast e ku şewbê di Heziranê de têxin kontrolê
09:47 Li şûna ‘destûra îdarî’ wan şandin mirinê
09:26 Encamên testên xebatkarên nexweşxayan nabêjin
09:25 Yîgît: Li Idlîbê dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê