Ên tê qedexekirin û mexdûrkirin; gel e

  • rojane
  • 09:18 28 Nîsan 2020
  • |
img

AGIRÎ - Siyasetmedarên jin nerazîbûnên xwe yên ji bo astengkirina xebatên şaredariyên HDP'î yên ji bo malbatên rewşa wan a aborî nebaş e anîn ziman ku bi van qedexeyan gel tên qedexekirin.  

Wezareta Karên Navxweyî giştînameyek ji walîtiyan re şandibû û piştî vê giştînameyê berhevkirina û belavkirina alîkariyan a şaredariyan hat qedexekirin. Piştî vê biryarê hesabên alîkariyên yên bankeyan ên şaredariyan hatin blokekirin û her wiha li Agiriyê jî 2 endamên HDP'î yên qoliyên alîkariyê belav dikirin hatibûn binçavkirin û 50 qoliyên alîkariyê jî hatibûn desteserkirin. Li bajêr tenê ji bo komên Vefa Destekê destûra alîkariyê hatiye dayîn û her wiha Şaredariya AKP'î ya Agiriyê jî daxilî nav van qedexeyan nehatiye kirin. Ligel vê Şaredariya AKP'î ya Agiriyê navê kampanyaya "Xwişk û Bira" ya HDP'ê bi kar tîne. 
 
ROJÊ 100 KES ALÎKARIYÊ DIXWAZIN 
 
Hevşaredara Bazîdê Yildiz Acar, diyar kir ku piştî şewbê şêniyên navçeyê pir mexdûr bûne û got, hewl dane bi derfetên xwe yên heyî alîkariya welatiyan bikin lê belê hatine astengkirin. Acar, anî ziman ku rojê herî kêm 100 kes tên şaredariyê doza alîkariyê dikin û got: "Bi piştgiriya me qet nebe malbatekê dikaribû heya 10 rojan xwarinê çêbike. Beriya qedexeyê me qoliyên zexîreyî gihandin nêzî 200 malbatî. Şaredarî saziya gel e û deriyê wê ji bo gel vekiriye. Rojê herî kêm 100 welatî ji bo alîkariyê tên, lê mixabin ji ber vê biryara heyî em nikarin tiştekî bikin. Her wiha xêrxwazên li navçeyê pêşniyar kirin ku li qadeke şaredariyê bila kampanyaya 'ên karibin bila deynin, ên pêdiviya wan pê heye bila bibin' bê destpêkirin. Me jî xwest ev pêşniyar pêk bê, lê walîtiyê ev jî qedexe kir. Gava em hinceta qedexeyê ji welatiyên xwe re dibêjin bertek nîşan didin." 
 
Acar, anî ziman ku çend roj berê jineke extiyar ku kurê wê girtiye ji bo alîkariyê hatiye şaredariyê û got, gava çûne mala jina extiyar bi rewşeke êşbar re rû bi rû mane. Xaniyê ku 6 zarok û 2 extiyar lê dijîn, banê wê dilopan dike û ketiye halekî wiha ku mirov nikare lê bijî. Acar, got: "Wijdanê tu kesî vê yekê qebûl nake. Me jî ne bi derfetên şaredariyê bi derfetên xwe alîkariya vê malbatê kir. Bi sedan mînakên bi vî rengî hene. A rast bi astengkirina alîkariyên şaredariyê gel tê mexdûrkirin. Şaredariya AKP'î ya Agiriyê li gor qanûna av û îmarê tev nagere. Çend roj berê li şaredariya me teftîş hat kirin, ji ber ku me ji bo deynên avê alîkariya hin welatiyan kiriye, ev jî kirin pirsgirêk. Heger ev qanûn ji bo hemû şaredariyan pêk bihatana belkî li zora me neçûna. Lê niha em dibînin ku ev qedexe tenê ji bo şaredariyên muxalif tê kirin. Ev qedexe di şexsê şaredariyan de li gel tên kirin." 
 
MAFÊ QANÛNÎ TÊ BINPÊKIRIN 
 
Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar jî anî ziman ku jinên pêdiviya wan bi alîkariyê heye jî di nav de di warê zexîre de alîkariya gelek welatiyan kirine, lê belê bi biryara qedexekirinê re ev yek hatiye astengkirin. Yaşar, got: "Mirovan daxwaz alîkariyê li me kir. Me jî ev yek nirxand. Bi taybetî jî di warê alîkariya ji bo jinan de em hesas tev digerin. Li navçeyê gelek jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin, jinên hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û pêdiviya wan bi alîkariyê heye hene. Mixabin ji ber vê qedexeyê em nikarin alîkariyê bigihînin wan. Gel pêkanîna vê qedexeyê qebûl nake û bertek nîşan dide. Pêdiviya mirovan bi alîkariyê heye. Ev mafekî me yê qanûnî ye. Lê belê ev mafê me yê qanûnî tê astengkirn." 
 
Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî binçavkirina 2 HDP'iyên ji ber qoliyên alîkariyê belav dikirin hatibûn binçavkirin bibîr xist û got, tu hinceteke hiqûqî ya vê yekê tuneye. Taşdemîr, destnîşan kir ku wekî delîlên sûcî me qoliyên alîkariyê hatine desteserkirin û got: "AKP, dibêje 'Ne ji min be tu nikarî bijî, ne ji min be tu nikarî debara xwe bikî.' Bi vî awayî xianiyê bi awayekî polîtîk bii kar tîne. Biryar hatiye girtin ku alîkariyê li welat tên kirin divê ji hêla Koma Vefayê bên kirin. Ev ji ber polîtîkaya AKP'ê ye. Çendî ku ev hatibe qedexekirin jî lê belê niha Şaredarê Şaredariya Agiriyê Savci Sayanê AKP'î navê kampanyaya HDP'ê 'Kampanyaya Xwiş û Bira' bi kar tîne û bi vî awayî tev digere. Lê belê walîtî qedexeyan daneyne ber, lê li hêla din jî nahêle şaredariya Bazîd, Giyadîn û Panosê di vî warî de tev bigerin. Ev bêhiqûqîtî ye." 
 
MA / Dîndar Karataş

Sernavên din

01/05/2020
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2020'AN
28/04/2020
19:21 Li Tirkiyeyê 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:02 'Rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hemdan
17:24 Li Efrînê teqînek mezin rû da: Zêdeyî 38 kes mirin
16:59 Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê êrîşên Tirkiye; DYA û Rûsya ne
16:15 'Di 5 salên dawî de çend kesan bi "Şaşî" jiyana xwe ji dest dan?'
15:55 Ji Gokçek’ê ku 316 rojin di rojiya mirinê de ye bangewazî
15:36 Wezîr Gul: 120 girtî bi koronayê ketine
15:26 Polîsê ciwanê Sûriyeyî kuşt hat girtin
15:11 Li Aydin 450 malbat bûn xwişk û bira
14:36 ‘Pêkanîna li girtîgehê bimîne nayê qebûlkirin’
14:35 Odeya avahîsazan: Bila bi lez karê şantiyeyan bê rawestandin
14:21 'Rûsya û DYA berpirsiyarên êrîşa li dijî Kobanê ne'
14:03 Karkerên paqijiyê 1'ê Gulanê pîroz kirin
13:36 Beştaş: Destê xwe ji ser goran rakin
13:22 Karkeran ji bo Nexweşxaneyên Covid-19 ji Amedê dişînin Stenbolê
12:52 ‘Bila 28'ê Nîsanê bibe roja bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin'
12:33 Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?
12:31 Walî: Polîsan bi şaşî ciwanê Sûriyeyî kuşt!
12:06 Navê Jiyan çima qedexe ye?
11:51 HDP: Bi şewbê re mîlyonek koçber ji kar hatin derxistin
10:41 'Em terkî mirinê kirin'
10:21 Bayindir: Divê em li şûna şerkirinê bibin yek
10:17 HDP li dijî guhertina înfazê serî li darazê dide
10:09 Xwarina glutensiz nadin girtiyên çolyakê
10:03 SÎHA’yan li Kobanê asayîşek bombebaran kirin
09:53 Dr. Yerlîkaya: Ne rast e ku şewbê di Heziranê de têxin kontrolê
09:47 Li şûna ‘destûra îdarî’ wan şandin mirinê
09:26 Encamên testên xebatkarên nexweşxayan nabêjin
09:25 Yîgît: Li Idlîbê dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê