‘Bavê min ji ber coronayê mir, lê di raporê de gotin bêhnçikandin e'

  • rojane
  • 09:00 26 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - B.Y. ku derpêş kir bavê wî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku di rapora wî ya mirinê de "ji ber nedanûstendina bêhnê" hatiye nivîsandin, lê belê piştî hin hewldanan sedema mirina wî wekî "gumanbarê Covîd-19"yê hatiye nivîsandin. 
 
B.Y.'yê ku derpêş kir bavê wî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest daye got, lê belê di rapora mirinê ya bavê wî de "ji ber nedanûstendina bêhnê" hatiye nivîsandin. 
 
B.Y. ku nexwest navê wî bê aşkerekirin got: "Bavê min 20 rojan serma girtibû, enfeksyona wî ya grîbî hebû. Min telefonî ambulansê kir. Ji min pirsîn, 'laşê wî germ e yan na?' Min jî got, na û wan jî got, 'nexwe ne Covîd-19 ye' û telefon girtin. Min bavê xwe bir navenda tenduristiyê ya malbatê, lê ji ber di ser 65 salan re bû lê mêze nekirin. Gava min xwe aciz kir, ji dûra ve li germa laşê wî mêze kirin û gotin, 'ne Covîd-19' ye û berê me dan malê. Piştî vê bi 4-5 rojan, dîsa bêhna bavê min çikiya. Dîsa min telefonî ambulansê kir. Laşê wî negerm bû, lê min got laşê wî germ e. Ambulans hat û bavê min birin. Lê roja dinê bavê min jiyana xwe ji dest da. Çawa bavê min birine nexweşxaneyê wî xistine makîneya entubeyê. Bavê min ji ber bêhnçikandinê jiyana xwe ji dest da. Di rapora wî ya mirinê de 'ji ber bêhnçikandinê' nivîsandine. Lê min bi zor û heft bela bi wan 'gumanbarê corona vîrûsê' da nivîsandin." 
 
B.Y., diyar kir ku piştî bavê wî jiyana xwe ji dest daye, di mala wan de di 3 kesan de vîrûs hatiye tespîtkirin û got: "Pêşî min bêhna tiştekî ji hev dernedixist. Bijîşkan got, 'di nexweşînên asayî de jî tiştên wiha hene.' Pênc rojan hatim tedawîkirin, hin dermanên êşbiriyê, antîbiyotîk, grîb û sitmayê dan. Gava em ji nexweşxaneyê derketin jî min bêhna tiştekî ji hev dernedixist. Gotin, rewşa we baş e û em tabûrcî kirin. Hefteyek şûnd eji ber kuxikeke zêde dîsa çûm nexweşxaneyê. Wê çaxê min pê derxist ku nexweşînê daye kezeba min jî. Di tomografiya berê de, di kezebê de tiştke xuya nedikir." 
 
B.Y. ji bo pêvajoya tedawiyê jî got: "Du caran çûm nexweşxaneyê û li wir mam. Lê çavê min bi bijîşkan neket. Li holê bijîşk xuya nedikirin. Herî dawî gava ez ê ji nexweşxaneyê derketama çûm cem bijîşk. Bijîşkeke jin bû. Hemşîre rojê du caran dihatin li tansiyon, oksîjen û germa laş mêze dikirin. Derman jî datanîn ber derî û telefon dikirin digotin me dermanê te daniye ber derî." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

28/04/2020
09:20 Berteka ji bo tabelayên bêyî kurdî: Berdewama asîmlasiyona 100 salî
09:19 Di heman qawîşê de jiyana 3 astengdaran
09:18 Di pêvajoya şewbê de xebateke erzan li wan tê ferzkirin
09:18 Ên tê qedexekirin û mexdûrkirin; gel e
09:16 Ocaxên komirê çemê Hêzil û Xabûrê jehrî dikin
09:15 Rewşa darazê ya niha ji ya dema DGM'yan jî xirabtir bûye
09:15 Li 5 bajaran 'Kampanyaya Xwişk û Bira'
09:14 Ozturk: Divê malbat û parêzerên Ocalan pê re hevdîtin bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2020'AN
08:09 Ocalan di hevdîtina telefonê de banga yekîtiyê kir
27/04/2020
20:20 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 900
19:36 Erdogan: Wê di di navbera 1-3'yê Gulanê de qedexeya derketina derve bê îlankirin
18:29 Komîteya Tenduristiyê: Îmralî ji bo şewbê ne destdayî ye
17:30 Destûr nadin li Girtîgeha Bunyanê testa vîrusê bikin
17:17 Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axivî
16:51 Rûpoşên li welatiyan nayên belavkirin pirsîn
16:49 ATK: Hişê Mesût Issi li serê wî ye
16:06 Parêzeran îdianameya der barê Çelîk û Keser de hat amadekirin îtîraz kirin
15:33 Bultena Şopandina Girtîgehan: Divê şandeyek biçe Îmraliyê
15:21 Stêrk TV di 1’ê Gulanê de satalayta xwe diguherîne!
15:06 Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê bi tora piştevaniyê li kolanan têbikoşin
14:52 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê aşkere bû
14:33 60 hezar endamên DÎSK'ê ketin bin bandora şewbê
14:28 Doza Leyla Aydemîr cardin talûq kirin
14:16 Di pêvajoya qarantînayê de çekirina avahiyên qaçax zêde bûye
14:10 Tevna Agahazanî ya Perwerdê (EBA) kurdî qedexe kir
13:54 KESK: Îqtîdar raya giştî bi awayek zelal agahdar nake
13:47 Kêliya ku polîs li esnaf îşkence kir ket qeydan
13:24 Koçyigît: Ji bo Gokçek bijî bi lez înîsiyatifê bigirin û gavan bavêjin
13:19 Li Nisêbînê 3 gund kirin qarantînayê
12:59 Jinên Şengalî: Em şerê birakujiyê naxwazin
12:47 Ûca xwest pêşniyaza NY'ê bicih were
12:32 TTB: heke helwest neyê girtin dê li vî welatî bijîjkî nikaribe bê kirin
11:57 Qedexe rabû her kesî berê xwe da goşt
11:44 Yusuf: Tirkiye û rejîm demografiyê diguherînin
11:24 Li Îzmîrê xebatkarên tenduristiyê yên bi virûsê ketine derket 447’an
11:11 Li Cîhanê Covît-19: Hêjmara miriyan 207 hezar derbas kir
09:12 Muezzînoglu: Divê nexweşxaneyên hatin girtîn bên vekirin
09:11 Piştî girtiyên edlî hatin berdan tundiya li dijî jinê zêde bû
09:10 Piyangoya sererastkirina înfazê bersûcên Komkujiya Somayê jî girt!
09:10 Biçûkbûneke micid a aborî li benda Tirkiyeyê ye
09:09 Dîroknas Dînç: Destkeftî bi yekitiya neteweyî dikarin bên parastin
09:09 Dogan: Hiqûqa pêxamber ketiye bin piya
09:08 Xemla biharê kirasê sor li xwe kir
09:08 Ji kesên ku têkoşîna vegera karê xwe dikin pêşniyarên 1’ê Gulanê
09:07 Bendava ku dîrok tune kir veguherî behra zibalê
09:07 MED-DER dest bi dersên onlinê dike
09:07 Ji Bradostî hişyariya ‘birakujiyê’
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2020'AN
26/04/2020
21:01 Hejmara miriyên vîrûsê derket 2 hezar û 805 kesan
20:52 DÎAYDER: Êrîşa li dijî gora ne îslamî ye
16:37 HDP: Rêveberê me yê Mûşê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:54 Desteya Kar û Barên civakî: Alîkariya malbatan bikin
15:27 Li Nisêbînê Hasan Tan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:25 DEDEF: Li malên xwe bi findan kesên di 38’an de hatin kuştin bibîr binin
14:07 HDP: Karesat li ber deriye, divê navberê bidin hilberînê
13:50 Di cîhanê de Covid-19: Ewropa amadekariya jiyana asayî dike
13:47 Ji bo Doku dê li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
13:08 Grup Yorum bertek nîşanî nûçeyên derew dan
12:37 4 roj in balafir li ser Mexmûrê digerin
12:19 Parlamentera Iraqê: Me êrîşa li dijî Zînî Wertê xiste rojeva Iraqê
11:21 Li Colemêrgê 2 gund xistin qerantînayê
11:09 'Girtiyan di qawişekê de kom dikin'
10:09 Derûninas Çerî: Teqez temaşekirina zarokan a ekranê kêm bikin
09:38 Şewb êdî di girtîgehan de ye: Divê AYM bi lezgînî gav bavêje
09:07 Togrul: Guhertina Demografiyê sûcê mirovahiyê ye
09:04 Ji bo girtiyê nexweş kampanyaya îmzeyan
09:04 ‘Demildest girtiyan serbest berdin'
09:03 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnameger bigihîjin azadiya xwe
09:03 ‘Destê xwe ji ser gorên me vekişînin'
09:03 Dîsa jin û zarok berdêla wê didin
09:01 Doza 5'ê Hezîranê: Bêyî ku delîl esas bên girtin biryar hatiye nivîsandin
09:01 Daxwaza karkeran heman daxwaz e: Di dema xebatê de em naxwazin bimirin
09:01 Pergala EBA'yê û pergala perwerdehiya asayî
09:00 ‘Bavê min ji ber coronayê mir, lê di raporê de gotin bêhnçikandin e'
09:00 Piştî mirov di mal de man, bêhna xwezayê derketiye
09:00 Li Edeneyê xebatkarekî xizmeta civakiyî enfekte bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2020'AN
25/04/2020
20:23 Li Tirkiyeyê 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
17:02 Mazlûm Ebdî: Wê di rojên pêş de encamên erênî aşkera bibin
16:47 Grup Yorum: Em dest bidin hef Îbrahim bidin jiyandin
16:14 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin bi kuştinê re rûbirû hatin hiştin
15:59 Ji bo girtiyên di bin gefa vîrûsa koronayê de bang kirin
15:49 Bûldan: AKP bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike
14:59 Dadgehê 2 jê zarok 5 kesên êrîşa Zînî Wertê şermezar kirin girtin
14:45 Dayikên Şemiyê: Divê bi Qirikirina Ermenan re hevrûbûn çêbibe
14:35 ÎHD: Dibe ku sibe pir dereng bikeve
14:16 Mirovê 65 salî xwest destdirêjiya zaroka 6 salî bike
13:24 Li Heftenînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Xizmên windayan lêgerîna windayan di hefteya 585'an de berdewam kir
12:18 Qerantîna li du gundan bi dawî bû
12:17 Rejîma Îranê darvekirina girtiyên kurd didomîne
11:57 Nexweşê MS'ê nexweşê nivîna ye
11:56 Li 76 bajaran 23 hezar û 801 welatî li wargehan di karantînayê dene
11:43 Teyrê Masîxwar ê Hîndî li Geverê hat dîtin
11:41 Girtiyê nexweş Yilmaz: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
10:58 MED TUHAD-FED: Girtî rastî zext û tundiyê tên
10:31 Her kes li malê ye lê ew dîsa li derve ne
10:30 Qad piştî 130 salan dê yekem car vala be
09:59 Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?