Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?

img
ENQERE – Li dijî bandora şewbê ya li ser aboriyê li dinyayê bi trîlyonan dolar tê belavkirin, li Tirkiyê jî krîza dovîzê pêk tê. Aborînasan diyar kir ku rêveberiya otoriter a Tirkiyê dibe sedema krîza dovîzê.
 
Vîrûsa koronayê (Covid-19) bandorek neyînî li ser aboriya dinyayê dike. Li gelek welatan belavbûna bi trîlyonan dolar pere pêk tê û ji ber vê yekê jî zêdebûna pere ango pêşketina aboriya pere di dîrokê de cara yekem e ewqas derdikeve vê astê. Li Tirkiyê jî nîqaşa xelaya dovîzê dibe mijar. Pisporên aboriyê bandora vîrûsa koronayê ya li ser aboriya Tirkiyê nirxandin.
 
‘BAWERIYA AMERÎKA BI TIRKIYÊ NAYÊ’
 
Aborînas Mustafa Sonmez diyar kir ku li dinyayê pere zêde bûye lê li gel vê yekê jî di şertên heyî de ev pere nehatiye û got: “Hem ji ber rîska wê heye û hem jî ji ber pêşketinên polîtîk ji Amerîkayê dovîz nayê Tirkiyê. Amerîka bi rêbaza taqasê dolar dide hin welatan. Lê Amerîka dolaran nade Tirkiyê. Tirkiye dixwaze pereyê Amerîka û Tirkiyê were taqaskirin lê Amerîka vê taqasê erê nake. Çimkî Amerîka Tirkiyê hem bi rîskî dibîne û hem jî ji ber têkiliyên polîtîk ên dema derbasbûyî bi hêrs e.”
 
Sonmez da zanîn ku tenê rêyek li ber Tirkiyê heye ku xwe bixe bin deyn û heke deyn bike jî wê bi faîzek zêde re deyn bike. Sonmez got di navbera aboriya Tirkiya berê û aboriya Tirkiya niha de ferq heye.
 
REWŞÊ XERAB E
 
Profesorê aboriyê Azîz Konûkman jî diyar kir ku tengezariya dovîzê li Tirkiyê gelek cidî ye û got: “Li Tirkiyê di warê aboriyê de her tişt sekini ye. Serdemek tengezar li Tirkiyê diqewime. Bihayê dovîzê zêde dibe û nirxê pereyê tirk jî ketiye. Ev krîz ne nû ye. Beriya koronayê dovîz ji Tirkiyê derketibû. Divê mirov vê mijara aboriyê tenê bi şewbê re sînorkirî negire dest. Hêj wê demê Tirkiye prîma rîskê derketibû zîrveyê. Ji ber vê yekê Tirkiye wek welatê bi rîsk tê dîtin û kes naxwaze were vir. Li gorî daneyên dawî Tirkiye di warê aboriyê de wê hin bêtir li nava hev bikeve. Korona şeş mehan dewam bike, wê aboriya Tirkiyê ji sedî 20 biçûk bibe. Şewb salek dewam bike aboriya Tirkiyê wê ji sedî 38 biçûk bibe. Em li cihê ku gotin êdî nayê kirinê ne.”
 
‘ABORÎ BI DÎKTATORIYÊ BIRÊVE NAÇE’
 
Aborînas Îbrah3im Okçûoglû jî destnîşan kir ku krîza dovîza diqewime bi şeklê rêveberiya Tirkiyê re eleqedar e û got: “Mirov dikare niha bêje krediya Tirkiyê li piyasaya dinyayê nîne. Heye lê pir tiştek hindik e. Bi taybetî rêveberina welat a ji aliyê kesekî ve Tirkiyê ji pozîsyona dikaribe razemeniyê bike dûr kir. Ji ber vê yekê jî pereyê germ zeft nake û niha herikîna pereyê germ a ji bo Tirkiyê hatiye birîn. Tirkiye dixwaze bi Bankeya Navendî ya Amerîkayê re peyman çeke. Lê niha hinek zor e. Ji ber ku li Tirkiyê bi terzek demokratîk a birêvebirina aboriyê nîne, îştîhaya sermayaya kurewî direvîne. Dema dîktatorî di yek destî de be hevsengiya aboriyê jî xera dibe û aborî têk diçe. Çimkî mirov îro nikare aboriya Tirkiyê tenê bi hundirê Tirkiyê ve girê bide. Neçarin bi aboriyên cîhanê re têkiliya aborî were danîn. Dibe ku hûn îro welat bi dîktatoriyê birêve bibin, lê hûn nikarin aboriyê bi dîktatoriyê birêve bibin. Heke ku hûn aboriyê bi dîktatoriyê birêve bibin, hûn neçarin van encamên nebaş jî hildin ser milê xwe.”
 
MA / Selman Guzelyuz

Sernavên din

28/04/2020
09:20 Berteka ji bo tabelayên bêyî kurdî: Berdewama asîmlasiyona 100 salî
09:19 Di heman qawîşê de jiyana 3 astengdaran
09:18 Di pêvajoya şewbê de xebateke erzan li wan tê ferzkirin
09:18 Ên tê qedexekirin û mexdûrkirin; gel e
09:16 Ocaxên komirê çemê Hêzil û Xabûrê jehrî dikin
09:15 Rewşa darazê ya niha ji ya dema DGM'yan jî xirabtir bûye
09:15 Li 5 bajaran 'Kampanyaya Xwişk û Bira'
09:14 Ozturk: Divê malbat û parêzerên Ocalan pê re hevdîtin bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2020'AN
08:09 Ocalan di hevdîtina telefonê de banga yekîtiyê kir
27/04/2020
20:20 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 900
19:36 Erdogan: Wê di di navbera 1-3'yê Gulanê de qedexeya derketina derve bê îlankirin
18:29 Komîteya Tenduristiyê: Îmralî ji bo şewbê ne destdayî ye
17:30 Destûr nadin li Girtîgeha Bunyanê testa vîrusê bikin
17:17 Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axivî
16:51 Rûpoşên li welatiyan nayên belavkirin pirsîn
16:49 ATK: Hişê Mesût Issi li serê wî ye
16:06 Parêzeran îdianameya der barê Çelîk û Keser de hat amadekirin îtîraz kirin
15:33 Bultena Şopandina Girtîgehan: Divê şandeyek biçe Îmraliyê
15:21 Stêrk TV di 1’ê Gulanê de satalayta xwe diguherîne!
15:06 Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê bi tora piştevaniyê li kolanan têbikoşin
14:52 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê aşkere bû
14:33 60 hezar endamên DÎSK'ê ketin bin bandora şewbê
14:28 Doza Leyla Aydemîr cardin talûq kirin
14:16 Di pêvajoya qarantînayê de çekirina avahiyên qaçax zêde bûye
14:10 Tevna Agahazanî ya Perwerdê (EBA) kurdî qedexe kir
13:54 KESK: Îqtîdar raya giştî bi awayek zelal agahdar nake
13:47 Kêliya ku polîs li esnaf îşkence kir ket qeydan
13:24 Koçyigît: Ji bo Gokçek bijî bi lez înîsiyatifê bigirin û gavan bavêjin
13:19 Li Nisêbînê 3 gund kirin qarantînayê
12:59 Jinên Şengalî: Em şerê birakujiyê naxwazin
12:47 Ûca xwest pêşniyaza NY'ê bicih were
12:32 TTB: heke helwest neyê girtin dê li vî welatî bijîjkî nikaribe bê kirin
11:57 Qedexe rabû her kesî berê xwe da goşt
11:44 Yusuf: Tirkiye û rejîm demografiyê diguherînin
11:24 Li Îzmîrê xebatkarên tenduristiyê yên bi virûsê ketine derket 447’an
11:11 Li Cîhanê Covît-19: Hêjmara miriyan 207 hezar derbas kir
09:12 Muezzînoglu: Divê nexweşxaneyên hatin girtîn bên vekirin
09:11 Piştî girtiyên edlî hatin berdan tundiya li dijî jinê zêde bû
09:10 Piyangoya sererastkirina înfazê bersûcên Komkujiya Somayê jî girt!
09:10 Biçûkbûneke micid a aborî li benda Tirkiyeyê ye
09:09 Dîroknas Dînç: Destkeftî bi yekitiya neteweyî dikarin bên parastin
09:09 Dogan: Hiqûqa pêxamber ketiye bin piya
09:08 Xemla biharê kirasê sor li xwe kir
09:08 Ji kesên ku têkoşîna vegera karê xwe dikin pêşniyarên 1’ê Gulanê
09:07 Bendava ku dîrok tune kir veguherî behra zibalê
09:07 MED-DER dest bi dersên onlinê dike
09:07 Ji Bradostî hişyariya ‘birakujiyê’
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2020'AN
26/04/2020
21:01 Hejmara miriyên vîrûsê derket 2 hezar û 805 kesan
20:52 DÎAYDER: Êrîşa li dijî gora ne îslamî ye
16:37 HDP: Rêveberê me yê Mûşê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:54 Desteya Kar û Barên civakî: Alîkariya malbatan bikin
15:27 Li Nisêbînê Hasan Tan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:25 DEDEF: Li malên xwe bi findan kesên di 38’an de hatin kuştin bibîr binin
14:07 HDP: Karesat li ber deriye, divê navberê bidin hilberînê
13:50 Di cîhanê de Covid-19: Ewropa amadekariya jiyana asayî dike
13:47 Ji bo Doku dê li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
13:08 Grup Yorum bertek nîşanî nûçeyên derew dan
12:37 4 roj in balafir li ser Mexmûrê digerin
12:19 Parlamentera Iraqê: Me êrîşa li dijî Zînî Wertê xiste rojeva Iraqê
11:21 Li Colemêrgê 2 gund xistin qerantînayê
11:09 'Girtiyan di qawişekê de kom dikin'
10:09 Derûninas Çerî: Teqez temaşekirina zarokan a ekranê kêm bikin
09:38 Şewb êdî di girtîgehan de ye: Divê AYM bi lezgînî gav bavêje
09:07 Togrul: Guhertina Demografiyê sûcê mirovahiyê ye
09:04 Ji bo girtiyê nexweş kampanyaya îmzeyan
09:04 ‘Demildest girtiyan serbest berdin'
09:03 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnameger bigihîjin azadiya xwe
09:03 ‘Destê xwe ji ser gorên me vekişînin'
09:03 Dîsa jin û zarok berdêla wê didin
09:01 Doza 5'ê Hezîranê: Bêyî ku delîl esas bên girtin biryar hatiye nivîsandin
09:01 Daxwaza karkeran heman daxwaz e: Di dema xebatê de em naxwazin bimirin
09:01 Pergala EBA'yê û pergala perwerdehiya asayî
09:00 ‘Bavê min ji ber coronayê mir, lê di raporê de gotin bêhnçikandin e'
09:00 Piştî mirov di mal de man, bêhna xwezayê derketiye
09:00 Li Edeneyê xebatkarekî xizmeta civakiyî enfekte bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2020'AN
25/04/2020
20:23 Li Tirkiyeyê 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
17:02 Mazlûm Ebdî: Wê di rojên pêş de encamên erênî aşkera bibin
16:47 Grup Yorum: Em dest bidin hef Îbrahim bidin jiyandin
16:14 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin bi kuştinê re rûbirû hatin hiştin
15:59 Ji bo girtiyên di bin gefa vîrûsa koronayê de bang kirin
15:49 Bûldan: AKP bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike
14:59 Dadgehê 2 jê zarok 5 kesên êrîşa Zînî Wertê şermezar kirin girtin
14:45 Dayikên Şemiyê: Divê bi Qirikirina Ermenan re hevrûbûn çêbibe
14:35 ÎHD: Dibe ku sibe pir dereng bikeve
14:16 Mirovê 65 salî xwest destdirêjiya zaroka 6 salî bike
13:24 Li Heftenînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Xizmên windayan lêgerîna windayan di hefteya 585'an de berdewam kir
12:18 Qerantîna li du gundan bi dawî bû
12:17 Rejîma Îranê darvekirina girtiyên kurd didomîne
11:57 Nexweşê MS'ê nexweşê nivîna ye
11:56 Li 76 bajaran 23 hezar û 801 welatî li wargehan di karantînayê dene
11:43 Teyrê Masîxwar ê Hîndî li Geverê hat dîtin
11:41 Girtiyê nexweş Yilmaz: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
10:58 MED TUHAD-FED: Girtî rastî zext û tundiyê tên
10:31 Her kes li malê ye lê ew dîsa li derve ne
10:30 Qad piştî 130 salan dê yekem car vala be
09:59 Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?