MED TUHAD-FED: Pêdivîya sereke ya gelê me Yekîtiya Neteweyî ye

  • rojane
  • 12:31 22 Nîsan 2020
  • |
img

AMED - MED TUHAD-FED'ê li dijî polîtikayên tunekirin, qirkirina siyasî, çandî û fîzîkî yên li ser gelê Kurd tên meşandin daxuyanî da û got: "Hêzen serdest ji bo qirkirina gelê Kurd a çandî û fizîkî ji polîtîkayên xwe kirêt û qirker bênavber didomînin. Daxwaza gelê me yekîtî û hevgirtin e. Pêdiviya gelê me ya herî bingehîn avakirina Yekitiya Neteweyî ye." 

 
Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya Malbatên Girtiyan a MED'ê (MED TUHAD-FED), têkildari êrîş û polîtîkayên qirkirin û tunekirina siyasî, çandî û fîzikî  ya li ser gelê Kurd tê meşandin, daxuyani da. MED TUHAD-FED'ê diyar kir ku di van rojên ku tevahî dinya û mirovahî ji li hemberî virusa bi navê qorona di têkoşînê de ye de, hêzen serdest ji bo qirkirina gelê Kurd a çandî û fizîkî ji polîtîkayên xwe kirêt û qirker bênavber didomînin û wiha got: "Bê çawa tehmûla wan ji ti destkeftiyeke Kurd a hema li dereke cîhanê tune, di van rojên vîrusê yên zor û dijwar de jî domandin û kûrkirina polîtîkayên dijber Kurd tê xwestin. Dîsa Netew Dewletan di navbera gelê Kurdistan de sînorên çêkirî ava kirine, bi vê yekê jî qutkirina têkiliya di navbera gelê me de hatiye xwestin û armanckirin. " 
 
'PÊDIVÎ Û DAXWAZ YEKÎTİYA NETEWEYÎ YE' 
 
Federasyonê, destnîşan kir ku hêzên serdest bi sedan sal gelê Kurd şandiye surgun û mişaxtiyê, di îşkenceyên giran ên hovane re derbas kiriye û avêtiye zîndanan, bi komkujî û êrîşên dijwar re rû bi rû hiştiye û wiha lê zêde kir: "Di van rojên ku em êş û jana komkujiya Halepçe ji kûr jiyan dikin de, li Başurê Kurdistan pêketinên neyînî yên ku şayîşek cidî di me de dide avakirin tê jiyîn. Em hemû jî gelekî baş dizanin ku hêzêzn serdest bêyî ku cudahiyekê bi bixin navbera partiyan, hemû hemû destkeftiyên Kurd û bi awayekî giştî hebûna Kurd wek xeteriyek mezin dibînin. Ji ber vê sedemê ye ku bi salan e bi polîtikayên paçe bike û bi rê ve bibe tevgeriyan. Sekna siyasî ya parçe kirî û polîtikayên neyekpare ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd in. Daxwaza gelê me û hogirên gelê me yekîtî û hevgirtin e; ne pevçuna navxweyî ye. Pêdivî û daxwaza gelê me ya herî bingehîn û sereke, pêkanîna Yekîtiya Neteweyi ye." 
 
'BI ERKA NETEWEYÎ TEV BIGERIN'
 
MED TUHAD-FED'ê herî dawî ji partî rêxistin û nûnerên partiyên Kurdan xwest bi erka yekîtiya neteweyî tev bigerin û wiha bang kir: "Li ser vê bingehê, em wek federasyona komeleyên malbatên girtî û cezaxwaran ên Med, dixwazin ku partiyên me yên siyasî, saziyên me yên sivîl, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên me bi erka netewî rabin û berpirsyarî bigirin ser xwe. Dîsa tevgerîna raya Kurd a giştî û çapameniya Kurd a biperpirsyariya yekîtiya Kurd a netewî, dê me kêfxweş bike. Xwestek û daxwaza gelê me, ne Şerê Birakjiyê, lêgerînên yekîtiya Kurd a netewî ye. Em ji hemû aliyên Kurd dixwazin ku bi hişmendiya ku hestyarî û hesasiyeta gelê me raçav nake tevbigerin. Hêviya me ji hemû partî û tevgerên Kurd ên siyasî ew e ku polîyîkayên li gorî berjewendiyên gelê me bişopînin û di nav lêgerîna çareseriya pirsgirêkan a bi rê û rêbazên diyalogê de bin. Banga me di serî de ji bo Parlemento û hikumeta Başurê Kurdistan, ji bo hemû partî, sazî û dezgehên Kurdistanî ye. Rojekê ji roja din û hêj nebûyî dereng bila lêgerîna çareseriya pirsgirêkan a bi rêbazên diyalogê were bipêşxistin û ji bo YEKÎTIYA NETEWî gavên pêwîst werin avêtin!" 
 

Sernavên din

25/04/2020
11:56 Li 76 bajaran 23 hezar û 801 welatî li wargehan di karantînayê dene
11:43 Teyrê Masîxwar ê Hîndî li Geverê hat dîtin
11:41 Girtiyê nexweş Yilmaz: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
10:58 MED TUHAD-FED: Girtî rastî zext û tundiyê tên
10:31 Her kes li malê ye lê ew dîsa li derve ne
10:30 Qad piştî 130 salan dê yekem car vala be
09:59 Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?
09:32 Gergerlîoglu: Mustafa li dijî bêedaletiyê canê xwe feda kir
09:24 MED TUHAD-FED: Em bibin dengê kesên di rojiya mirinê de
09:04 135 kesên ji Iraqê anîn li wargeha xwendekaran bi cih kirin
09:03 Divê hêviyên zarokan zindî bên girtin
09:02 ‘Êrîşa goristana dijminatiya çand û zimanê kurdî ye’
09:02 Onlu: Plana çokdanînê ya duyemîn tê sepandin
09:02 Bendavê rêya gundan girt
09:01 Ji ber şewbê îsotên wan jî xera bûne
09:01 Ji bo mişterî netirsin maske nedane karkeran
09:00 Defîneger Elo Dînoyê texrîb dikin
09:00 Heywanên xwe li kuçeyan diçêrîne
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2020'AN
24/04/2020
22:16 Îdianameya der barê 6 rojnamevanan de hat amadekirin
21:04 Dayika Aştiyê Fehîme Tûran jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 600
17:16 Platforma Ked û Demokrasiyê: Dawî li siyaseta mirinê bînin
17:00 Cenazeyê Koçak gihîşt Mala Cemê ya Gaziyê
17:00 DTO: Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirinê neyin kirin
16:43 Agahiya we ji girtiyên bi şika şewba Covid-19 heye?
16:05 Qedexeya ji bo firinan feqîran mexdûr kir
15:54 Sedema mirina Dr. Şahîn pirsî
15:36 ‘Bi heqîqet û edaletê re rû bi rû bibin'
15:05 'Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin’
15:04 ÎÎSŞP: Divê 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn
15:04 Ronî: Ji ber em li dora we nebûn xelek em fedikar û şermezar in
14:45 Parazvanên mafên mirovan bang kirin
14:30 Turkdogan: Îqtîdara ku mafya berdan daxwaza ciwanekî pêk neanîn
13:48 Jinên ku karkerê malan e: Ewlehiya canê me tuneye, karê me li benda rehma Xwedê ye
13:40 HDP: Siyaseta îqtîdarê ya kujer Mustafa kuşt
13:35 Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19: Em bibin dengên girtîgehan
13:16 'Sedsalek derbas bû, bila rojek din derbas nebe’
13:08 Qereqolê ji malbatan xwest tîpên X, W, Q ji kêlêkan gorên zarokên xwe bibin
13:07 Jiyaneke xwezayî ya bi sewalan re
13:05 Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş derket
12:52 ÎHD: Yên guhê xwe ji daxwazên bi mafdar re girtin berpirsiyarin
12:33 Paylan: Edaleta ermen li bendê ne li Meclîsê dikare were temînkirin
12:09 Gotinên dawîn ên Mustafa Koçak
11:46 Serwisa karkeran qeza kir: Karkerek mir û 15 birindar bûn
11:23 Cenazeyê Koçak ber bi Stenbolê vê derxistin rê
11:12 ‘Bi mirina Mûstafa dengê edaletê fetisî’
10:55 KCD: Em hevîdarin meha Remezanê bi bereket û tenduristî derbas bibe
10:32 Cenazeyê Koçak dê li Stenbolê were veşartin
10:17 Vîrûs dîplomeyan ji hev cihê nake
10:13 Aborînas Tunç: Tirkiye dê ji sedî 8 tengav bibe
09:07 ‘Ji bo rojnamegerên girtî em binivîsin'
09:05 ‘Rojê carekê xwarinê didin girtiyan'
09:05 Herî zêde jin û xebatkarên rojkî ji pandemînê bi bandor dibin
09:04 523 rojin doza mafê xwe dikin
09:04 Nobeta Av û Jiyanê: Heya ew neçin em ê li vira bin
09:04 Ji bo kujerên jinan 'efûyeke sergirtî'
09:03 Tûrgût: Polîtîkaya PDK'ê rûreşiyeke mezin e
09:02 'Dev ji maskê berdinî nan jî bi dest me nakeve'
09:02 'Alîkariyên şaredariyan bi hîsteriya tolgirtinê tên astengkirin'
09:02 Berjwendiyên patronan di ser her tiştî re ne
09:01 Daxwaza wî tenê ew e bi qirkirinê re hevrûbûn e
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2020'AN
07:52 Koçak ê 297 rojin di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
23/04/2020
20:31 Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê ketine 101 hezar derbas kirin
16:59 Sancar: Ger hûn yekîtiyê dixwazin divê hûn muzakereyê qebûl bikin
16:19 Bavê Resûl Ozdemîr ê radestî Tirkiyê hat kirin axivî
16:06 Polîsan şahiya moral a hunermandan asteng kir
15:31 Dayîkên Başûr: Rê li pê şerê birakujiyê bigirin
15:10 Nexweşxaneyên taybet ku kar nakin berê xwe dan kedkarên tenduristiyê
14:41 Ji ÎHD’ê bang. Komkujiya Ermeniyan nas bikin û tazmînatê bide
14:27 Qeyûmê Amedê alên tirk bi kargehên girtî ve daliqand
13:42 Parlamenterên HDP’ê: Dixwazin Rojavayê Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
13:36 Pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji wezîr kir
13:32 Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne
13:06 Rojnamegerên Kurdistanî: Nakokiyan demildest ji holê rakin
12:15 Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor”
12:14 Rojî hat, welatiyan dest bi deynan kir
11:44 Faîlên tên berdan jinan dikin nav fikaran
11:32 Qirkirina 105 sal berê dîsa dubare dibe
11:11 Fitch Ratings: Aboriya Tirkiye dê teng bibe
10:57 Rapora Girtîgehên Wanê: Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
10:21 Rober Koptaş: Qirikirina Ermeniyan sûcê damezrîner ê Tirkiyeyê ye
10:20 Meclis di sala 100’emîn de ye: Li wekîlê HDP’ê ceza hat birîn
09:48 Ji girtiyê qeyrana dil derbas kir xwestin ku bibe sîxur
09:04 Karaaslan: AKP sûcê qanûna bingehîn dike
09:03 Di rojên şewbê de wateya hestên zarokan
09:02 Maske û lepikên li kuçeyan tên avêtin vegir in
09:02 Pira Malabadê jî nesîb ji pandemiyê girt, niha tena û bêdeng e
09:02 Nerazîbûnên pêşmergeyên berê yên ji bo ambargoya li ser Mexmûrê
09:01 Qereyazi bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hatiye hiştin
09:01 Li Dersimê kampanyaya 'bila ocaxa keviran bê girtin'
09:00 Êrîşên li ser Mexmûrê û ambargoya didome girêdayî hev in
09:00 Li Êlihê di rojên coronayê de jî zarok li kuçe û kolanan dixebitin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2020'AN
22/04/2020
21:17 Tifaqa Kurdistanê: Em li destkeftiyên xwe xwedî derkevin
20:15 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 376
16:28 Malbat û parêzeran xwestin biçin Îmraliyê
16:28 Ji bo pira yekitiyê bang kir
16:16 Ser û binê rêza li ber PTT'ê tuneye!