Muslim: Êrîşa li Zînî Wertê plana 170 salan a birakujiya Kurdan e

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Serokiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, êrîşa li dijî Zînî Wertê nirxand û got: "Ev planên birakujiyê ye. Ev ne cara yekemîn an duyamîn an jî sêyemîn e ku dijminê gelê Kurd hewl dide Kurdan li dijî hev rake, ev plan ji beriya 170 salan ve tê kirin.

Endamê Desteya Serokiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, tekildarî êrîşa TSK'ê ya li dijî herêma Zînî Wertê û bicih bûna PDK’ê ya li herêmê ji nûcegîhanên ANHA‘yê Şervîn Mustefa û Ehmed Mihemed re nirxand. Muslim, anî ziman ku dijminê aliyekî Kurdî dijminê tevahî Kurd û Kurdistaniyan e û wiha got: "Lîstokên ku niha li Zînî Wertê an herêmên din çêdibin dijmin ji beriya 170 salan ve heta niha li dijî gelê Kurd dûbare dike. Ji bo dijminê gelê Kurd, rêbazên herî zêde ya Kurdan têk bibin ew e ku gelê Kurd ber bi şerekî navxweyî ve bidehfîne. Anku şerê birakujî. Ya ku niha li Zînî Wertê rû dide beşek ji van planan e. Ev ne cara yekemîn an duyamîn an jî sêyemîn e ku dijminê gelê Kurd hewl dide Kurdan li dijî hev rake, ev plan ji beriya 170 salan ve tê kirin. Çi li Rojava be, ya jî Başûr be yan devereke din ê Kurdistanê be diyar dibe ku dijminê Kurdan hovîtiya xwe didomîne û tu pransîpên exlaqî li cem wan tune ye. Li vir em Kurd lomê li xwe bikin, divê em nehêlin dijmin ji van pirsgirêkan sûdê bigirin û nekevin van lîstokan. Em ji her kurdek bi taybet fermandaran re rîca dikin ku ji tecrûbeyên berê sûdê bigirin, pirsgirêk û azarên nû di dîroka Kurd de dernexînin."
 
'DIVÊ EM KES Û SEDEMÊN LI PEY KUŞTINA KURDAN LÊKOLÎN BIKIN'
 
Muslim xwest, têkildari sedem û kesên li pey kuştina bav, kalik û fermandarên Kurdan lêkolî bikin û wiha axivî: "Dijmin her tim hiştiye Kurd li ser hesabê xwîna birayên xwe yên Kurd berjewendiyên xwe pêk bînîn. Divê îro wisa çênebe. Divê em ji wê qirêjiyê dûr kevin. Dijmin di dirêjahiya dîrokê de li me nehatiye rehmê. Tişta ku niha li Zînî Wertê rû dide nayê qebûlkirin. Gelê Kurdistanê êdî ji van komployan hişyar e. Em bawer dikin ku gelê me êdî her komployeke an jî lîstokek din qebûl nake. Heta em karibin divê em nekevin xefka van lîstokan, ên ku ji beriya 170 salan li dijî gelê Kurd tê vedan. Divê em xwedî prensîban bin. Çi dibe bila bibe em çek li hemberî hev ranekin. Tu mijar tune ye ku çareserî jê re nebe. Loma negihiştina çareseriyan berpirsyartiya partiyên paşketî ne. Ew partiyên ku tevlî yekîtiya Kurdan nabin. Bawer dikim ku aliyên beşdarî însyatîfên nêzîkkirina Kurd nabin, heger bi aliyên din re li ser masya diyalogan kom bibin dê pirsgirêkên heyî werin çareserkirin. Hêvî ji hemû alî, bi taybet fermadarên Başûrê Kurdistanê dikim ku bi cidiyet bifikirin, agirê ku dijmin hewl dide pêxe vemirînin."
 
'EHLEQ LI CEM DIJMIN NÎNE'
 
Salih Muslim bal şikand ser planên li dijî gelê Kurd û wiha pêde çû: "Dijmin hewl dide hin aliyan bixe şaştiyên ku Kurd berê ketibûnê û vê yekê bi hemû rêbazan dike. Heger bi rêya Pêşmergeyan be an jî Pêşmergeyên Roj be an jî bi rêya Pêşmergeyên Rojhilat an jî hêzên din be. Dijmin ji bo van armancên xwe yên qirêj pêk bîne çi rêbaz hebin bi kar tîne ji ber ku exlaq li cem dijmin tune ye. Dibe ku li gel dijmin gelek hêzên navdewletî jî hebin. Em dibînin ku cîhan der barê mijara Kurd de bê deng e, wekî ku li ser Kurdan li hev kirine. Li ser vê yekê divê beriya aliyên din em destê xwe bidin hev, li ser maseya diyalogan kom bibin. Ji ber tiştek di navbera me de nîn e ku neyê çareserkirin. Helbet, di her pêvajoyekê de ku Kurd nêzî nêrîneke hevpar dibin, bi gotineke din dema hewldanên gihiştina ber bi yekitiya Kurdî hebe, êrişên li ser Kurdan zêde dibin. Ji ber ku dijminê Kurd û Kurdistanê her tim ji nêzîkbûna Kurd û tîfaqa Kurdî ditirse. Nexasim di demên dawî de gelek xebatên êrênî ji bo nêzîkkirina nêrîna aliyên Kurdî derketin. Ji ber vê yekê dijmin bi domdarî hewl dide şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derxîne û agirê fitneyê pêxe. Gefan li hin aliyan dixe û bandorê li aliyên din dike da ku ji bo berjewendiyên xwe nêzî rêza xwe bike.Mijar ne girêdayî parçeyekî Kurdistanê ye. Ji ber ku dijmin li gelê her çar parçeyên Kurdistanê dinêre û divê were tunekirin. Faşîzma dewleta Tirk vê yekê dike. Lewra divê em ji van lîstokan hişyar bin. Bawer nakim ku Kurd dixwaze bi destê xwe birayê xwe yê Kurd bikuje."
 
'KURDAN ÎRO DI DÎROK Û CÎHANÊ DE XWE ÎSPAT KIRIYE'
 
Muslim, li ser rewşa Kurdan a nava dîrokê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: "Yê ku bi bin bikeve tenê wê gele Kurd be. Gelê Kurd êdî di qada herêmî û navdewletî de hatiye naskirin û xwedî destkeftiyên rasteqîn e. Dewletên cîhanê û yên Ewropayê îro hewl didin ku mafên gelê Kurd ê dîrokê bidinê û li ser çawaniya nêzîkirina aliyên Kurdî dixebitin. Her wiha bi hin aliyên ku beşdarî parçkirina herêmên Kurdî bûne re nîqaşan çawaniya pêkanîna nêzîkbûyînekê navbera parçeyên Kurdistanê de dikin. Ji ber ku Kurdan îro di dîrokê de û ji cîhanê re xwe îsbat kirine. Bi taybet piştî ku wan aliyan dîtin ku yekitiya Kurdî û herêmên wan ji bo berjewendiyên wan baştir ji parçekirin, ji ber vê yekê hewl didin nêzîkbûneke kurdî çêbikin. Li ser vê yekê û di vê pêvajoyê de heger aliyek nakokî derxîne, an dîsa li tecrubeyên berê vegere, eger aliyên Kurdan pişta xwe bidin dijminên gelê Kurd, çi faşîzma Tirk be an Îranê be, dê destkeftiyên ku Kurdan bidest xistine bikevin xeteriyê û dê rêzdariya navdewletî ya ji gelê Kurd re nemîne. Nemaze piştî ku bawer bûn ku gelê Kurd DAIŞ têk bir û tevahî mirovahî û cîhan parast. Ev wê bihêle ku dawî li destkeftiyan were, dê bihêle ku dijminê Kurdan nameyekê bide cîhanê bi taybet dewletên ku ji gelê Kurd hez dike, tê de bêje va gelê Kurd ên ku hûn hewl didin piştgiriya wan bikin li hev du dixin, xwîna hev dirijînin. Ji ber vê yekê divê baldar û hişyar bikin û nehêlin tiştek bi vî awayî derkeve."
 
'EM CAREKE DIN BANGA YEKÎTIYA KURDAN DIKIN'
 
Muslim, bal kişand ser pêwistiya Yekîtiya Neteweya Kurd û got: "Ji destpêkê ve bi awayekî kur û hûr em behsa wê dikin. Lê niha dema ji partiyekê yan jî aliyek siyasî ya Kurd tê pirskirin çi dixwaze? Dibêjin ew ji bo gelê Kurdistanê kar dikin. Dema em vegerin nêrîna gelê Kurd em dibinîn yek in. Ji bo wê me her tim hewl da kongreya Kurd lidar bixin. Nûnerên gelê Kurd tê de beşdar dibin. Da ku li ser bingeha daxwazên gelê Kurd tev bigerin. Lewra em careke din banga pêkanîna yekitiya Kurd dikin. Yekitî û yekitiya daxwazên Kurdan, pêwîst in bi taybet di pêvajoyeke dijwar û dema pirsgirêkan de. Lewra divê em bi gelê xwe re zelal bin û nêrîna wê di her pêvajoyekê de esas bigirin. Her partiyek Kurd dixwaze xizmeta gelê xwe bike divê li gorî berjewendiya vî gelî kar bike û nêrîna wî esas bigire.
 
Ger em behsa nivîskar û rewşenbîran bikin, ew wijdana gel in. Divê ew biaxivin û biryarên gel rave bikin. Divê pişta aliyekê negirin û nebin şirîkên aliyên ku dixwazin tevliheviyê di navbera Kurdan de çêbikin. Îro ev tişt ji me tê xwestin. Ji ber ku em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ne tenê gelê Kurd, gelên Mezopotamiya û Kurdistanê jî. Ji ber ku dijminê me dixwaze me tune bike. Em ji hemûyan hêvî dikin ku berpirsyariyên xwe rakin û çi di wijdana wan de heye rave bikin. Di serî de rewşenbîr û nivîskarên Kurd. Ji ber ku ew dîroka Kurd û bûyerên ku bi serê wî ji hêla dijminan ve ji 170 salan ve û heta niha qewimîne baş dizanin."
 
'DIVÊ HEMU GELÊ KURD DENGÊ XWE BILIND BIKE'
 
Muslim, herî dawî xwest hemû gele Kurd li dijî van êrîşan hestiyar tev bigere û wiha bi dawî kir: "Ez nabêjim tenê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, divê gel bi giştî dengê xwe bilind bike. Hinek tişt ji gelê me tê xwestin. Divê rastiyê nas bikin û helwestên xwe li gorî wijdanên xwe rave bikin. Doz ne tenê ya Başûr e. Di vê pêvajoya dîrokî de dijmin wê me hemûyan tune bike. Bila gelê Kurd biryara Tirkiyê ya di derbarê serbestberdana girtiyan ji bo Koronavîrûsê bibîne. Çawa 100 hezar girtî berdan. Lê di nav wan de tu siyasetmedarek Kurd tune ye. Zêdetirî 40 hezar Kurdên xwedî wijdan di girtîgehên Tirkiyê de ne. Hemû nehatine darizandin. Tenê ji ber ku welatparêz in û ji bo doza Kurd tê dikoşin hatine girtin. Şerê qirkirinê li dijî gelê me li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî tê meşandin. Dijminên me êdî bûne gur û laşê gelê me parçe dikin. Dijmin li me nayê rehmê li her derê êriş dike. Li gelek cih û devran li başûr û sînorên Rojhilat. Bi wê nekir şerê xwe gihand Lîbyayê. Ya girîng divê em bizanibin çawa êrişî me dike û bi kîjan rêbazê. Gotina min a dawîn, 170 sal derbas bû û dijmin lîstokên xwe li dijî me didomîne. Dihêle em Kurd li ser hesabê xwîna hev du bijîn. Divê em jê dûrkevin. Ji ber ku îro hîna em hemû tevahiya gelên Kurdistanê bi Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Keldan û Turkmen di bin zulm û zordestiyê de ne. Ev jî vedigere wan lîstokên dijmin ên ku hiştin em bi hev kevin û wan jî li me temaşe kirin."

Sernavên din

22/04/2020
16:12 CHP ji bo betalkirina guhertina înfazê serî li AYM’ê da
16:00 Banka Navendî faîzê daxist
15:54 ‘Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike’
15:07 ‘Em di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe qîr bikin’
14:29 Rêxistinên kedê bernameya 1'ê Gulanê aşkere kirin
14:11 Jina tundî lê hat kirin li pansiyonê dorpêçkirî ma
14:11 Bi 151 wesayîtan mirov birin Girê Spî
13:43 Qerantîna li gundê Endewl û Heramiyê dirêj kirin
13:42 Li cîhanê Covid-19: Dibe ku korona xelayê bîne
12:52 HDP: Kevneşopiya çapemeniya Kurd dîroka rêwîtiyek bi rûmet e
12:31 MED TUHAD-FED: Pêdivîya sereke ya gelê me Yekîtiya Neteweyî ye
12:26 Hîndekara ODTU’yê li Fînlandiyayê asê ma
12:22 TTB: 24 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
12:09 Ûca: Çima agahî nadin parêzerên Ocalan?
11:49 MKGP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
11:36 Li Hênê kesek hat girtin
11:12 Rojnameger Turfent ji girtîgehê name şand Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir
10:51 DFG: Rojnamegeriya Kurd Israra Heqîqetê ye
10:25 Bi 64 girtiyan re vîrûsa corona hat dîtin
10:25 Sarisaç xwest zextên li ser çapemeniya kurd bên lêkolînkirin
10:19 Astengî bi malbatên xwişk û bira tên derbaskirin
10:15 Bîlgen: Kesên ji wan tirê em ê paş ve gav bavêjin, ji xwe re xeyalan çêdikin
10:07 Bendava Ilisûyê bihuşta herêmê veguherand dojehê
09:42 KCD: Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye
09:30 Rojnameger Kaya: Plan berfireh e divê Kurd bibin yek
09:29 Turîzm sekinî krîz jî kûrtir bû
09:28 Ji malbata ku 4 kes jê hatin girtin du nexweşên wan di nav cihan de man
09:27 Gelo wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke çawa li civakê bike?
09:26 Hem esnafên bazarê hem jî kirîgerên wê ji rewşa heyî nerazîne
09:26 Yek ji bivê nevêya ser sifreyan: Gihayê Zûzaxê
09:25 Gelo rêbazên lêpirsînên qedexe dîsa tên?
09:24 Tirkiye li ber felaketekê ye
09:23 Mêrsînî: Em bi tevdîrine hişk û cidî dikarin ji vîrûsê xelas bibin
09:07 Qanûna înfazê ya nû perçeyek 'Plana Rûxandinê' ye
09:06 Dîmena Geliyê Botanê mirov heyr û hejmekar dihêle
09:05 ‘Di kevneşopiya me de mafê biratiyê heye’
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2020'AN
21/04/2020
19:28 Li Tirkiyeyê 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:25 Ji heman malbatê 3 kes hatin girtin, 2 nexweşên di nav ciyan de bi tenê man
16:59 Malbatên li ber HDP’ê tên sekinandin êrişî jinekê kirin
16:44 Li Amedê kesek ji alyê leşkerên sivîl ve hat binçavkirin
16:23 TJA'yê ji bo Mexmûrê bangî NY'ê kir
15:42 Çerkezoglû: Dawî li cudakariya navbera kedkaran bînin
15:34 Girtiyê nexweşê giran Kaya dîsa şandin girtîgehê
15:26 Li şûna pirsgirêkan vebêjin, spasiya qeyûm kirin
15:07 Li Wanê wesayîtek leşkerî qulipî
14:54 Li Sêrtê erdhej çêbû
14:51 HDP: Ayhan Eren pişta xwe daye gel divê îstifa bike
14:42 HDP'îyên pakêtên piştevaniyê belav dikirin hatin binçavkirin
14:29 ÎHD: Li girtîgehan şertê jiyana mirovane tune ye
14:29 Parlamenterên jin ji jinên Kurdistana Federe re name şandin
14:14 Li taxa di bin qarantînayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Gulum: Divê Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive
13:41 Li Şirnexê teqînek mezin rû da
13:17 NYT: Tirkiye hêjmara miriyan vedişêrin
13:17 Daxwaza karantînayê ji bo girtiyên tên berdan kir
13:08 Li Stenbolê 2 li Bedlisê jî 6 tax weke “qada bi rîsq” hatin ragihandin
13:02 ‘Bila dest ji Bernameya Veguherandina Tenduristiyê were berdan’
12:46 Ji bo zaroka 1.5 salî hucreya kok pêwîst e
12:24 Li Westanê dema guldexwînan e
12:24 Girtiyê jimartina li ser piya red kir hat derpkirin
12:09 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê raporek ji CPT re şand
12:02 ‘Wezîfedarên girtîgehê dê vîrûsê veguhezînin girtîgehan’
12:02 Avba: Dixwazin plana par a li Xinêre-Xakurkê îsal li Zînî Wertê pêk bînin
11:07 Girtiyê nexweş: Gardiyan bê maske digerin
10:59 Ji ber axaftinên 8 sal berê dozek nû li Demîrtaş hat vekirin
10:45 Ciwanên Wanî êrîşa Zinî Wertê şermezar kirin
10:41 PENa Kurd: Bi hişyarî û hişmendiya netewî tevbigerin
10:35 Parêzerên di rojiya mirinê de gelek kîlo didin
10:34 Ji HAKÎM'an banga venêrtina mafên sewalan
10:14 TTB'ê: Tirkiye miriyan di panela elektronîk a cîhanê de qeyd nake
09:52 Li Tirkiyê di nava 10 rojan de wê hejmara qurbaniyên koronayê zêde bibe
09:48 Ji Amerîkayê hişyariya S-400’an
09:45 Li cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 170 hezar derbas kir
09:24 Bavê ku 2 kurên wî girtî ne: Çakici berdan zarokên min jî terkî mirinê kirin
09:14 'Di rojên corona de jin bi hevre bi hêz in'
09:14 Kelûpelên paqijiyê nadin girtiyên nexweş
09:13 Piştî belavkirina maskeyan xetereya li dermanxaneyan zêde bûye
09:13 Wê AYM tîk bisekine an li ber erkê serî bitewîne?
09:09 Bajarê çandiniyê Riha daxilî nav piştgiriya ji bo tovan nehat kirin
09:08 ‘AKP, bi êrîşên li ser muxalifan dixwaze ji derheqê vê krîzê derkeve'
09:07 Êdî nikarin li bazaran jî li gor dilê xwe pêdiviyên xwe bikirin
09:00 Bersiva qeyûm a ji bo meclîsa şaredariyê
09:00 Ji mafê destûra biheq banga ji bo grevê
09:00 ‘Girtî nikarin xwe biparêzin’
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2020'AN
20/04/2020
20:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji destdan bû 2140
20:00 Erdogan: Wê ji 23-26'ê Nîsanê de qedexeya derketina derve pêk bê
17:25 Çavdêriya ÎHD, ÇHD, OHD û MED TUHAD-FED’ê: Tedbîr kêm in
16:48 Ji AMENAS’ê ji bo girtiyan bang
16:29 Gelê Binarê Qendîlê dijî êrîşa li ser Zînî Wertê meşiyan
16:13 Kampanya Hevmalî ya HDP’ê didome
16:12 Muslim: Êrîşa li Zînî Wertê plana 170 salan a birakujiya Kurdan e
15:19 Covît-19 bijîşkekî din kuşt
15:12 HDP’ê ji bo nûçeya AA’yê gilî kir
15:05 171 kesên ji Erebîstanê hatin, xistin qarantînayê
15:05 Ji bo çalakgerên rojiya mirinê bang kirin
14:56 Buldan: Bi vê zagona AKP-MHP'ê qatîl û tecawizkar hatin berdan
14:50 Çepnî: Ji bo ewlehiya Qesrê makîneyên sûc hatın berdan
14:35 DÎSK-AR: 4 endamê me mirin û testa 378 endamên me jî pozîtîf derketiye