TUAY-DER: Banga rêxistinên navneteweyî guhdar bikin

  • rojane
  • 09:04 14 Nîsan 2020
  • |
img

AMED – Endamê Lijneya Rêveberiya TUAY-DER'ê ya Amedê Parêzer Şerzan Yelboga, xwest ji bo girtîgeh ji nexweşiya vîrusa coronayê xelas bikin bi lez qanûna înfazê li gorî rêgeza wekheviyê û edaletê rast bikin. Yelboga, ji rayedaran xest ku cudakariyê nexin nava girtiyan û bangên rêxistinên neteweyî û navneteweyî guhdar bikin. 

Niqaş û hevdîtinên Zagona Înfaza Ceza li meclîsê didome. Qanûna ku AKP’ê û MHP’ê anî rojeva meclîsê girtiyên siyasî li derve hatin hiştin. Li dijî vê zagonê gelek sazî, dezgeh û partiyan bertek nîşan da. Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê Parêzer Şerzan Yelboga jî têkildarî zagona înfazê nirxandin kir. 
 
Yelboga, diyar kir ku li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji nexweşiya vîrusa coronayê tenê riyeke xelasbûnê heye ew jî navbera civakî û baldarbûna paqijiyê ye û wiha got: “Li girtîgehan li ser hejmara zêde jî hêj tu biryar nehatine kirin. Wek parêzerên TUAYDER û MED TUHAD-FED’ê me dît ku zêdeyî kapasîteya girtîgehan girtî hene. Li derve gel hişyar dikin ku mesafeya fîzîkî têxin nava xwe lê ji ser girtîgeh pir tijî ne, girtî di nava hev de ne. Girti li erdê radizin. Saziyên dewletê û wezaret li derve çawa tedbîran digirin divê ji bo girtîgehan jî heman hesasiyetê nîşan bidin." 
 
‘JI BER TIJEBÛNA GIRTÎGEHAN RÎSKA VÎRUS ZÊDE BIBEHEYE'
 
Yelboga, da zanîn ku pirsgirêka girtîgehan tenê bi tijebûnê xelas nabe û wiha axivî: “Li gelek girtîgehan hêj malzemeyê paqijiyê nadin girtiyan. Lazim girtîgeh bi awayekî bi pergal bêne dezenfektankirin. Lê hin girtîgehan tenê carekê hatiye kirin. Girtîgehên ku dezenfekte danîn korîdoran bêje qet nînin. Dezenfektana tenê gardiyan bikartînin.” Yelboga, anî ziman ku girtiyan  giliyên xwe kirine ku di dema hevdîtina telefon û parêzeran de rûpoş û lepikan nadin wan û wiha berdewam kir: “Ji ber ku dezenfektan nînin girtiyan xwestiye kolonya bistînin lê rêveberiya girtîgehê asteng kirine. Ava germ bi saetan tê dayîn. Ev rê li pêş qajiyê digire. Ji ber vê yekê divê sazî, dezgeh û wezaretên dewletê rewşa girtîyan bibînin. Nexweşiyeke wisa hem ji ber tejîbûna girtîgehan hem jî ji ber şertên paqijiyê  xetereye ji bo girtîgehan.”
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BERDIN' 
 
Yelboga, balkişand ser banga Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku ji ber vîrusa coronayê divê hikumet şertên girtîgehan baş bikin, girtiyên siyasî û rojnamevanan serbest berdin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek parêzer û rêveberên TUAY-DER û MED TUHAD-FED’ê banga NY’yê dubare dikin dibên divê şert û mercên girtîhan bên baş kirin, girtiyên nexweş, yên siyasî û rojnamevan demildest werin berdan. Bi belavbûna vîrusa coronayê li girtîgehan divê bi lez û bez tedbîr ji bo nexweşên giran were girtin û werin berdan. Lê ku me dîtî li girtîgehan ji bo nexweşên giran tu tedbîr nehatine girtin. Li dijî vê pandemiyê ji bo girtiyên nexweş tedbîr negirtin rewşeke xetere. Wek parêzerên TUAY-DER û MED TUHAD-FED’ê qasî ku me xwe gihandinê heta vêgavê 200 girtiyên nexweş ên giran me tespît kirin. Li ser rapora girtiyên nexweş a ku ji saziyên tipa edlî ‘nikare li girtîgehê bimîne’ wergirtî jî, serbest neberdana wan ji bo ewlehiya civakê xetereyeke giran e û ji ber hincetên derveyî hiqûq ê nayên berdan. Tu îzaha bi van îdîayan girtiyên nexweş serbest neyên berdan nînin. Divê rewşa girtiyên nexweş li ber çava were girtin, divê înfaza girtiyên nexweş ên hikumxwarî were taloq kirin û girtiyên nexweş jî demildest serbest werin berdan.”
 
‘MAFÊ JIYANÊ Û TENDURISTIYÊ TÊ ÎHLAL KIRIN’
 
Yelboga, dest nîşan kir ku mafê jiyanê û yê tenduristiyê yê girtiya tê îhlal kirin û wiha pê de çû: “Li gor quralên Mandela divê mafê jiyanê û mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan neyê îhlalkirin. Em bang dikin rojek berî rojekê girtiyên nexweş serbest werin berdan û wezaretên eleqedar li gor quralên Mandela tevbigerin.” Yelboga, bibîrxist ku li gor rapora MED TUHAD-FED’ê bijîşkê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4’an a Şakrana Îzmîrê dixebite hatiye tespît kirin ku testa nexweşiya Covîd-19 pozîtîf derketiye û ev rewş jî wehamet e.
 
‘TEDBÎRÊN KU HATINE GIRTIN TÊRA NAKIN’
 
Yelboga, bal kişand ser mirina girtiyê 70 salî Mehmet Yeter ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê de jiyana xwe ji dest dayî û wiha domand: “Di girtîgehê de ku girtiyê nexweş Mehmet Yeter ê 70 salî bi nexweşiya vîrusa coronayê jiyana xwe ji des daye ket çapemeniyê. Çiqas bêjin me tedbîr girtine jî nikarî bikevin pêş nexweşiyê ku li girtîgehan belav bibe. Ji ber vê yekê tedbîrên ku hatin girtin têra nakin” 
 
‘DEV JI VÊ XELETIYÊ BERDIN, NEXWEŞÎ BANDORÊ LI HERKESÊ DIKE’
 
Yelboga, diyar kir ku ji bo ku girtîgehan ji nexweşiya vîrusa coronayê xelas bikin divê bi lez û bez qanûna înfazê were guhertin û got: “Ji bo ku girtî pêvajoya pandemiyê li cem malbatên xwe derbas bikin. Divê qanûneke wekhev û bê cudatî were çêkirin û bangên rêxistinên netewî û navnetewî werin guhdar kirin. Nexweşî bandorê li herkesê dike. Divê dest ji sazkirinên cudatiyê berdin, guh bidin bangên raya giştî ya demokratîk û dev ji vê xeletiyê berdin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme 

Sernavên din

15/04/2020
14:44 Welatiyê wezaretê jê re got ‘terorîst’ sivîl derket
14:32 Li Mêrdînê gundekî din jî ket qarantînayê
13:53 200 hezar kes li girtîgehan mehkûmê mirinê kirin
13:48 514 rojin li ber xwe didin
13:25 Piştî ku grev li karkeran were qedexekirin dê Meclîs bikeve betlanê
13:17 Li Kolombiyayê girtiyên nexweş serbest berdan
13:00 'Ambargoya li ser Mexmûrê rakin'
12:43 Li Farqînê 8 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsê ketin
12:37 Daxwaza girtiyan a testê li ber çavan nayê girtin
12:33 Li Mêrdînê hejmara miriyan derket 8’an
12:19 Girtiyê nexweş Kaya 5 rojin di qomayê de ye
12:10 Fadil Şenyaşar ê 22 meh şûnve derket pêşberî dadger nehat berdan
12:04 Karkerên medene kirin qampa xebatê
11:56 SOHR: 190 çeteyên ji Sûriyê li Lîbyayê hatine kuştin
11:25 Şenoglu ji Wezîr Soylu pirsî: Gel wê te efû bike?
11:17 HDP’ê Çarşema Sor pîroz kir
11:08 Her êvar li şaneşînê ji bo cîranên xwe kilaman dibêje
11:05 Wezareta Dadê: Tê payîn 45 hezar werin berdan
10:40 Kesên piştgirî dan Koçak hatin berdan
10:36 Şahînoz: Ji bo bandora qirîzê kêm be, divê dahat bê dabînkirin
10:16 ‘Li girtîgehan îzolasyona civakî ne pêkan e'
10:09 ‘Peyamek ji Ocalan wê dîwarên zilmê hilweşîne’
09:25 Berdana girtiyên edlî dest pê kir
09:19 Li dinyayê hejmara kesên bi koronayê ketine ji 2 milyonan derbas bû
09:18 Maskeyên li derve belaş didin, li girtîgehan bi pera difiroşin
09:17 Girtiya nîşaneya vîrûsê pê re heye: Em terkî mirinê kirin
09:16 Wezaretê parast ku tayînkirina qeyûm li gorî zagonê ye
09:15 Li dijî vîrûsa corona karê baxçe derman e
09:11 'Wê nexweşxane têr nekin'
09:10 Bazar hatin girtin, heywan di dest wan de man
09:09 Ji ber şewba coronayê koçer nizanin wê kengî berê xwe bidin zozana
09:08 Xizmên girtiyan: Dewlet xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:08 Prof. Dr. Ustun: Şewba coronayê ji bo mirovahiyê hişyariyek e
09:07 Ocalan: Talûkeya bingehîn a îndustrîyalizmê civakê dike robot
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2020'AN
14/04/2020
20:38 Koca: Belavbûna coronayê tê kontrolkirin, hejmara miriyan bû 1403
20:07 Parêzerên Ocalan ji bo 'redkirina daxwazan' îtiraz kirin
16:31 SES: Ji bo parastina xebatkarên tenduristiyê tedbîrên pewîst nehatine girtin
16:30 Girtiyên ku agahiya vîrûsê parve kirin ceza xwarin
16:28 Şaredariya Sêrtê wê erdê xwe ji feqîran re biçîne
16:08 2 penaberên li Navenda Paşve Şandinê ya Aydinê hewl da întîhar bikin
16:06 Welatiyan bertek nîşanî afîşên qeyûm dan
15:31 Kesên piştgirî dan Koçak hatin binçavkirin
15:30 CHP ji bo guhertina yasaya înfazê wê serî li AYM’ê bide
15:29 WHO: Li Ewropayê kêm dibe li Tirkiyeyê zêde dibe
15:16 Di Tersaneya Tûzlayê de 53 karker bi vîrûsê ketin
14:54 Li Amedê 4 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:53 DÎSK: Karker dê ferzkirina sefaletê efû nekin
14:15 Paylan: Bi polîtîkayên aştiyê re wê 200 milyar tasarûf pêk were
14:00 Ji Platforma karkeran banga 1'ê Gulanê
13:30 Capemeniya cîhanê: Hamas amade ye agahiyên der barê girtiyên Îsraillî de parve bike
13:25 Maske, lepik û dezenfektanê nadin girtiyan
13:04 Ji Baroya Îzmîrê berteka li dijî ‘înfazê’
12:57 Lîbya: Erdogan hemû peymanan binpê dike
12:48 HDP: Komkujiya Enfalê weke birîneke vekirî hê jî xwîn jê diherike
12:47 HDP'ê ji Meclîsê xwest ku enfal wekî komkujiya li dijî kurdan bê qebûlkirin
12:31 Şaredariya Çinarê deh hezar maske belav kir
12:06 33 hezar û 339 kesên ku jiderveyî welat hatin kirin bin qarantînayê
11:54 Penaber di rewşa xeternak de terkî mirinê tên kirin
11:39 KNK: Ji bo yekîtiya kurdan gavan bavêjin ku enfal dubare nebe
11:04 Zanîngeha Egeyê li dijî vîrûsê dest bi tedawiya plazmayê dike
11:01 Îlham Ehmed: Ger vîrûs belav bibe berpirsiyar hikûmeta Sûriye ye
10:43 Serokê WHO hişyar kir: Zû dawî li sînorkirinan neynin
10:37 Haydar Baş ji ber şewba Covîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:12 Wê tedawiya kesên bi şewba coronayê ketine bêheq bê kirin
10:09 Jinên tundî li wan tê kirin ji emniyetê paş ve tên şandin
10:07 Li Pasûrê kesek hat girtin
09:56 Çareserî ne qezenc e, parvekirin e
09:55 Ji bo sûcdarên zayendî efû anîn
09:29 ‘Îqtidar rojnamevanan ber bi mirinê ve dişîne'
09:28 TMMOB, kolanên Sûrê sererast dike
09:27 'Em ditirsin em bi şewbê bikevin'
09:16 'Ji nû ve girtina girtiyan cezakirin e'
09:14 Derûnas Şedal: Xwe keşif bikin, guh bidin hestên xwe
09:13 Li Girtîgeha Alîagayê 2 bijîşk, 2 girtî û 12 gardiyan di karantînayê de ne
09:11 ‘Heger şewb dirêj dewam bike wê xela çêbibe'
09:09 'Ger Covid-19 nekuje, dê bêkarî û xîzanî bikuje
09:07 ‘Guhertina qanûna înfazê jiyana girtiyên siyasî dixe metirsiyê’
09:05 287 rojin di rojiya mirinê de ye: Piştî mudaxaleyê tenduristiya wî xerattir bû
09:04 TUAY-DER: Banga rêxistinên navneteweyî guhdar bikin
09:03 Ji mêşvanan pêşniyara ‘vegerin xwezayê’
09:01 Testên girtiyan nayên kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2020'AN
07:52 Pêşnûmeya qanûna înfazê ya ji 70 madeyan pêk tê hat qebûlkirin
13/04/2020
19:54 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara miriyan bû hezar û 296
16:43 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: 300 kes di karantînayê de ne
16:10 JDY: Îqtîdar bi zagonên corona otoriteriya xwe xurt dike
16:05 Serlêdana Agît Îpek li meclisê hat kirin
16:01 Li Xarpêtê testa girtiyek pozîtîf derket
15:52 HDP: Îqtîdar nikare ser topavêtina xwe veşêre
15:45 Ji KCD’ê daxuyaniya Mistefa Selîmî
15:37 Li Mêrdînê hejmara gundên xistin karantînayê derket 7’an
15:35 Bi îdîaya Rojnameger Kanbal heqaret li Soylu kiriye xistin ber lêpirsînê
15:21 Beştaş: Hev diparêzin
15:20 Ji bo Koçak ketin greva birçîbûnê
15:16 Xwestin nexweşxaneyên hatine girtin werin vekirin
15:15 Di fabrîqeya nan de 50 karker bi vîrûsê ketin
15:03 Li Idlibê barîqat danîn pêşiya dewriyeyê
14:32 Meclîsa Gel a Mexmûrê banga rakirina ambargoyê kir
14:20 Dadgehê, Azîz Orûç wek rojnameger nedît