Prof. Dr. Hamzaoglû: Pergala tenduristiyê têk çûye

  • rojane
  • 10:05 10 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû destnîşan kir ku xizmeta tenduristiyê ya hatiye asta sekinandinê û got: “Pergala derzî, şopandina ducanî têk çûye. Wê rêbazên dermankirina berê zêde bibe. Yanî divê ji bo dermankirina her cûre nexweşên din din nexweşxane werin hazirkirin.” 
 
Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû yê akademîsyen û pisporê tenduristiya gel di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de ji ajansa me re axivî û behsa polîtîkayên tenduristiyê kir. 
 
Hamzaoglû diyar kir ku li tevahiya cîhanê bi neoliberalizmê re polîtîkaya xizmeta tenduristiyê ne li gorî xelkê tê kirin û pişt re xizmeta tenduristiyê veguherandin sektorên taybet. Hamzoglû da zanîn ku ev polîtîka tenduristiyê di salên 90’î de dest pê kirin û got: “Bi hatina hikumeta AKP’ê re ev polîtîkayên tenduristiyê di hezîrana 2003an de wek “Programa di tenduristiyê de veguherandin’ hat weşandin. Piştî ku ev ket meriyetê sektora nexweşxaneyên taybet jî zêde bû. Xizmetên tenduristiyê yên asta ewil (Birinci basamak saglik hizmetleri) heta wê deme bingeha herêmê bû. Yanî xizmet didan ên bajaran jî û gundan jî. Ji her kesî re xizmet dihat kirin. Nifûsa herêmê nedihat piştguhkirin. Yanî ew pergala berê li gorî niha baştir bû. Lê bi vê pergala tenduristiyê ya AKP’ê re bi propagandaya ‘azadiya hilbijartina hekîm’ xizmeta ji bo herêmê hatin belavkirin û li şûna wê pergala rasterast a bingeha lîsteyê anîn. Mînak ferdên malbetekê dikarin li hekîmên malbatan ên cuda cuda qeyd bibin. Yanî pergalek wiha derket holê. Dema wisa be jî pirsa li vê kuçeyê li vê taxê kî nexweş e jî nema. Êdî pergalek ku bersiva pirsa ‘Teşhîsa Kovid-19 hat danîn’ bide nîne.” 
 
'DIVÊ JI BO NEXWEŞÊN DIN XIZMET WERE KIRIN' 
 
Hamzaoglû da zanîn ku pêvajoya destpêkê ya ewil a li dijî koronayê gelek girîng e û lê di roja îro de civak ango xelk bi awayê dixwaze nikare sûd ji vê xizmeta tenduristiyê werbigire. Hamzaoglû anî ziman ku di pêvajoyek wiha de civak ditirse ku biçe nexweşxaneyan tedawî bibîne ango xizmeta tenduristiyê bibîne û wiha got: “Mesele heke jinek ducanî ji bo welidandinê biçe nexweşxaneyê, lê ji bo koronayê neçar in wê hildin ewlehiyê. Her çiqas hûn bêjin li wir tevdîr hatine girtin jî însan ewqas hatine tirsandin, ji ber wê jî rîskê qebûl nakin. Divê Wezareta Tenduristiyê li gorî nifûsa her bajarî xizmeta tenduristiyê organîze bikira. Bi taybetî jî divê nexweşxaneyên nexweşînên ji bilî koronayê divê ji bo her cûre nexweşînên din ango nexweşên din hazir bikira. Lê mixabin ev nehatiye kirin. Dema mesele wisa be xelk jî ditirse biçe nexweşxaneyan. Yanî rêbazên gelek salên bere ku xelkê dikir wê bixin meriyete. Mesele mîna berê ku jinên ducanî dema diwelidîn nedibirin nexweşxaneyan pîrikan wan baş dikir. Dibe ku dîsa rîskek wiha bikeve dewrê. Yanî heke ev nexweşîna koronayê dewam bike û ku nexweşxane wiha bin, wê ev rîska ji bo welidandinê jî zêde bibe û ji bo tenduristiya zarok û dayikê jî rîsk zêde bibe. Ji bo di vî warî de tiştek nebe û pêşiya vê yekê were girtin divê tevdîr gelek werin girtin.” 
 
‘DIVÊ GARANTÎ JI PENABERAN BÊ DAYÎN’
 
Hamzaoglu, da zanîn ku hejmara TC dan beşek penaberan û wiha got: “Ez tenê ji bo koçberên ji Sûriyeyê hatine dibêjim. Lê bi tiştên niha tên jiyîn re, gelek sazî, komele û rêxistinên sivîl deriyên xwe girtin. Ji ber vê yeke alîkariyên civakî, aborî û piştevaniya civakî ya ji bo wan dihat dayîn ber bi xilasbûnê ve diçe. Penaberên ne qeydkir jî, fikara ‘ger ez biçim nexweşxanê wê min der sînor bikin’ dijîn. Ji ber vê nikarin biçin nexweşxaneyan. Ev rîskek pir mezine. Ji ber vê divê hikûmet raste rast alîkariya penaberan bike û garantiya ku wê derbarê wan de tu lêpirsînan vekene, bide penaberan. Ji bo ku em pêşiya rîskên pêşiya jiyana penaberan asteng bikin divê ev bê kirin.”
 
‘JI MIROVAN DERBASÎ MIROVAN DIBE’
 
Hamzaoglu, bal kişand ser şewbên di salên derbas bûyî de derketin û wiha pê de çû: “Ji dîrokê bigirin heye roja me ya îro şewbeyên derketine, ji ber nêzîkatiyên kapîtalîzmê yên li dijî mirov û xwezayêne. Piştî polîtîkayên neolîberal, ji ber ku mirov weke mirovan, heywan weke heywanan û nebata weke nebatan nekarin bijîn em van tiştan dijîn. Weke tê zanîn krîza piştî salên 70’iyan a pergalê, li welatên kapîtalîst ên navendî û heya meha Tîrmaha sala 2007’an de li Mortgage ya DYA’yê hat dîtin. Ji wê demê û heya niha aborî sererast ne bûye. Resesyon hîna jî dewam dike. Mixabin berdêla vê yeke hilberîner didin. Tabloyek wiha heye. Ji ber ku xwezaya her tiştî hatiye berevajî kirin, vîrûsa ku tenê di heywanan de hebû, niha ji heywanan derbasî mirovan bûye û ji mirovan jî derbasî mirovan dibe. Li Sarsê wiha bû, li Mersê wiha bû û di şewba beraz de jî wiha bû. Niha jî weke şewba nû Kovîd-19 derket pêşberî me. Wisan xuya dike ku Kovîd-19 ji heywanan derbasî mirovan bûye. Ev jî carek din rastiya ku her tişt ji cewhera wê hatiye derxistin, derdikev pêşberî me. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji sala 2009 heya 2020’an ve cara şeşemîne rewşa lezgîn îlan dike. Wisan xuya dike ku hinçetên îlankirina rewşa lezgîn wê di demên pêş de zêdetir bibe. Ji ber vê ev rewş wê di hişmendiya mirovan de heya demek dirêj bê nîqaşkirin. Lê ev nîqaş wê bi tena serê xwe tu tiştî neguherîne. Pêwîstî bi têkoşînek cînî ya bi xizan, bindest û hilberîneran heye. Pêdivî bi têkoşîna van beşan heye.”
 
‘PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNA CÎNAYETIYÊ HEYE’
 
Dr. Hamzaoglu, qala guhertina pergalê kir û wiha bilêv kir: “Ji bo ku civakek wekhev derbikeve holê divê pergal bê guhertin. Hemû dewlemendiyên di cîhanê de têra me hemûyan dikin. Lazime ku jiyanek wekhev bê hedef kirin. Bêguman ji ber xwe ve, ev pêk nayê. Evê bi têkoşîna cînî pêş bikeve. Ger têkoşîna cînî pêş bikeve wê guhertin çêbên. Wê demê em dikarin bi hêvî bibin. Ger têkoşîn û guhertin pêş nekeve, wê deme dê her tişt ji bere xirabtir bibe.”
 
‘YA GIRÎNG PIŞTEVANÎ Û RÊXISTINBÛYÎNE’
 
Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, piştevanî bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê demê de piştevanî pir girîng e. Divê piştevanî bê birêxistinkirin. Lazime ku em tu kesî bi tenê nehên. Ger em tevnên piştevaniyê berfireh bikin û bi vê tevna piştevaniyê re pêdiviyan pêşwazî bikin, emê karibin vê demê wisan derbas bikin. Ya girîng piştevanî û rêxistinbûyîn…”
 
 
MA / Sedat Yilmaz

Sernavên din

11/04/2020
10:56 ‘Name nîn im, Stranek im…’
10:55 Temel: Ambargoya li Maxmûrê şerme, divê bê rakirin
10:45 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar dibêje 'Yên ji min bila bijî, yên ne ji min bila nejîn
09:55 Malbatên gritiyan: Heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin
09:31 Dayika Egît Îpek: Em ne li benda vê hovîtiyê bûn
09:30 Tevnên piştevaniyê yên li Stenbolê mezin dibin
09:10 Li Girtîgeha Şakranê testa 2 bijîşkan pozîtîf derketiye: Maske û lepikan nadin girtiyan!
09:05 MEBYA-DER: Şandina cenaze ya bi PTT'ê dijminantiya li dijî Kurdan e
09:03 Derûnînasên Mezopomyayê: Di rojên li malê de Lîstikên xwe hînî zarokên xwe bikin
09:03 Karkerên li Quweytê hatin şixulandin dawa heqê xwe dikin
09:03 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Hê bêtir wijdanan xwînî nekin
09:01 Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Guven: Karker divê mafê xwe bi kar bînin û dev ji hilberînê berdin
09:00 Kesên bêtemînat dişixulin li benda tevdîrine aborî ne
09:00 Di pêşnûmaya qanûna înfazê de cezayê zarokên girtî tê zêdekirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2020'AN
10/04/2020
22:34 Qedexeya hevdîtinên li girtîgehan heya 30'yê Nîsanê hatin taloqkirin
22:06 Wezareta Karên Navxweyî li 31 bajaran qedexeya derketina derve îlan kir
19:57 Li Tirkiyeyê 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê mirin
19:24 Cenazeyê Agît Îpekê ku bi PTT'ê re hatibû şandin hat definkirin
18:02 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:37 OHD û MED TUHAD FED’ê giliyê îşkenceyê kirin
16:36 TUAY-DER: Cudakariyê nexin navbera girtiyan
16:16 Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin
15:50 Li Amedê li şûna nexweşxanê, li malan mirovan derman dikin
15:33 Karkerê madenê li Soma di bin hezanê de mir
15:20 HDP'a Mêrdînê banga kampanya Malbatên Xwişk û Bira kir
15:08 2 taxên Wanê xistin qarantînayê
15:04 Guzel pêşniyazpirsa ‘cihên bi ewle’ pêşkêşî wezîr Zehra Selçûk kir
14:53 Ketin û derketin Basa ji ber vîrûsa korona hat astengkirin
14:34 Vîrûsê pergala cîhanê ya tenduristiyê têk bir
14:22 Li Îranê 122 kesên din ji ber vîrûsê mirin
13:52 Zaroka di bin malzemeyên înşatê de ma jiyana xwe ji dest da
13:40 Ji 53 kesên tev li şer bûn re 167 hezar tl cezayê ‘mesafeya civakî' birîn
13:39 Ji Wezîrê Dadê pirsa ‘gelo wê tecrit dewam bike?’ pirsî
13:21 3 gundên din ên Mêrdînê xistin qarantînayê
13:08 Li Cîhanê Covît-19: Zêdeyî 95 hezarî kes bi vîrûsê mirin
12:42 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
12:34 ATO: Çima kontrola testên xebatkarên tenduristiyê hat rawestandin?
12:29 Bîranîna 10'ê Cotmehê dê li ser medya civakî kirin
12:07 Kesê mir testa wî negatîf, a hevjîn û keça wî jî pozîtîf derketin
12:02 Gunay: Em bi hevre rê li pêş zagona mirinê bigirin
11:59 Emniyetê ji malbatê re gotiye: Bûyerê mezin û belav nekin
11:25 Bûldan: Divê gavên şênber bên avêtin
11:13 Li Girtîgeha Rihayê lêgerîn heye, lê cîhaza agirê laş dipîve tune
10:47 Durmuş: Em ne bi çekan, bi piştevaniyê dikarin şewba corona têk bibin
10:20 Hasîp Kaplan: Îqtidarê dixwaze cezayê muxalifan hîn bêtir zêde bike
10:05 Prof. Dr. Hamzaoglû: Pergala tenduristiyê têk çûye
10:01 Hevserokê HDP’ê Ceylan: Me 3 hezar malbat diyar kirin
10:00 Bavê ku 4 zarokên wî girtî: Girtîgehan bikin nexweşxane
09:46 10 xalên zagona înfazê hatin qebûlkirin
09:01 Girtiyên nîşaneyên vîrûsa coronayê bi wan re hene nebirine nexweşxaneyê!
09:01 Ev gund xwe bi xwe tevdîrên xwe girtine
09:01 Ozdag: Heya qezenca zêde neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin
09:01 Esnafên Stenbolê: Hikûmet li bendê ye em çareyekê bibînin!
09:01 Bertek nîşanî biryara çêkirina fabrîkeya plastîkan dan
09:01 Pasajên li Rihayê ji ber koronayê li ber girtinê ne
09:00 ‘Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye’
09:00 Bi helandina berfê re girên çopê derketin holê
09:00 Li Stenbolê di 20 dermanxaneyan de Covîd-19 hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2020'AN
09/04/2020
19:45 Li Tirkiyeyê 96 kesên din jî mirin: Hejmara miriyan bi giştî bû 908
18:38 Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Ebu Hanzala disa hat girtin
18:09 SES: Li Enqereyê di rojekê de 9 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
17:57 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Herî kêm 35 girtî li Îranê hatin kuştin
16:25 Testa girtiyê hat îdîakirin întîhar kiriye negatîf derket
15:49 Baroya Êlihê: Li girtiyan xistin
14:58 Li Amedê tedawiya 171 nexwşin vîrûsê didome
14:48 FÎDH ji bo girtî bêne berdan dest bi kampanyayê kir
14:22 Li Pasûrê operasyona eskerî bi binçavkirinan didome
14:01 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
13:38 Olûç: Piştî efûya Rahşan niha jî efûya alîgir derxistin
13:33 'Ne alîkarî piştevaniye'
13:32 Parlamentera HDP'ê Semra Guzel: Em bang li her kesî dikin ku nanê xwe parve bikin
12:53 Bijîşkê girtîgehê got ‘tiştek bi yê lêdixe nabe’ û rapora lêdanê neda
12:34 ‘Cudatî dikuje, wekhevî dide jiyandin’
12:33 5 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
12:33 Li Sûrê avahiyek xistin qarantînayê
12:08 Malbatan serî li ÎHD’ê dan: Li Sîlîvrî testa 2 girtiyan pozîtîf derket
11:59 Li cîhanê rewşa vîrûsa corona: 88 hezar û 531 mirov mirin
11:38 Paylan: Welatî wê di meha gulanê de keviran bixwin gelo?
11:32 Tê xweztin ku ser cînayeta Gulistan Dokû bi “întîharê” bê girtin
11:31 Nexweşê pençeşêre terkî mirinê kirin
11:23 Ji ber vîrûsa korona wê krîza aborî kûrtir bibe
11:04 Roberto Esposito: Divê ewil girtiyên siyasî werin berdan
10:27 Li Navçeya Nisêbînê kesekî din bi corona can da
10:22 Ertûgrûl Kurkçu: Divê ku têkoşîna li dijî vîrûsê bibe sedema pêla piştevaniyê
10:22 Ji bo penaberan banga piştevaniyê
09:46 ‘Jinên serî li malên stargehan didin, bi şewba vîrûsê ditirsîn in’
09:42 Di 4 salan de 22 welatiyan bi teqemeniyan can dan
09:05 ‘Tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye’
09:04 ‘Li fabrîkeyan divê hilberîn bê sekinandin, derxistina ji kar bê qedexekirin'
09:03 ANYAKAY-DER: Ji bo tenduristiya Ocalan demildest gavan bavêjin
09:03 Zonguldakî: Xizmeta tenduristiyî kêm e
09:03 'Rojnamevan tên girtin, çapemeniya muxalif tê qedexekirin'
09:03 Der bar Mizrakli de vê carê jî bi 'propandaya rêxistinê' dozek din
09:02 Muftuoglû: Budçeya ji bo çekan tê xerckirin, bila ji bi tenduristiyê bê xerckirin
09:02 Serokê ZMO'yê Ûcaman: Em reqabeta neheq a di navbera cotkaran de qebûl nakin
09:01 Ji bo xwişk û birayên girtî û nexweş gazî kir: Hûn ê ji bin vî barî dernekevin
09:01 Ekolojist Aksu: Pêwiste li dijî şewbê Rojava mînak bigirin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2020'AN