‘Tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye’

  • rojane
  • 09:05 9 Nîsan 2020
  • |
img
STENBOL - Seroka TKDF’ê Canan Gullu, diyar kir ku di dema bangên “Di malê de bimînin” de li gorî danayên xetên îxbaran tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye û ji ber negirtina bergiriyan rayedarên hikumetê rexne kir.
 
Li Tirkiyeyê ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) bangên “Di malê de bimînin” dewam dikin. Ji ber pêvajoya malê de mayînê weke gelek welatên cîhanê li Tirkiyeyê jî tundiya li dijî jinên zêdetir bû. Li gelek welatan danayên tundiya li dijî jinê hatin girtin û raporên wan bi raya giştî re hatin parvekirin. Li hin welatan jî ji bo pêşîlêgirtina tundiyê bergirî hatin girtin. Li Tirkiyeyê jî, hikumet ji bilî daxuyaniyên “em bergiriyan digirin” tiştek din ji bo pêşîlêgirtina tuneyê nake û derbarê girtiyan bergiriyan de jî heya niha tiştek bi raya giştî re parve nekiriye. Di rapora meha Adarê ya Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KDCC) de 29 jin hatin qetilkirin, 21 ji van jinan di dema şewbê dest pê kir de, hatin kuştin.
 
Seroka Federasyona Komeleyên Jinan ên Tirkiyeyê (TKDF) Canan Gullu, asta tundiya li dijî jinê ya di dema şewbê de li Tirkiyeyê derket holê, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.
 
‘TÛNDÎ JI SEDÎ SED ZÊDE BÛ’
 
Gullu, diyar kir ku ji rojên ku şewbê dest pê kiriye, li Tirkiyeyê bi her wayî tundiya li dijî jinê zêdetir bûye û wiha axivî: “Di encama îxbarên ji me re hatin de, tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye. Li gorî vê tundiya fîzîkî ji sedî 80, tundiya derûnî ji sedî 93 û jinên ji ber tundiyê serî li stargahan dane ji sedî 78 zêde bûye. Teblîxên ixbarên cîran ku berê qet ji me re nedihatin niha ji sedî sed zêde bûne û hejmara jinên ku alîkariya hiqûqî nagirin jî ji sedî 96 zêde bûne. Yekemîn careke ku em rastî hejmarek wiha tên. Ev rewşek pir xetenake û em niha tabloyek wiha re rû bi rû ne.”
 
‘SER ÎSTÎSMARÊ DIGIRIN’
 
Gullu, da zanîn ku di vê pêvajoyê de derbarê îstîsmara zayendî de heya niha tu îxbar nehatine kirin û wiha got: “Ev rewş bere di nava malbatê de dihat veşartin. Krîza aborî û bêkarî, tundiya li dijî kûrtir dike. Li gorî fikra min ser îstîsmara zayendî tê girtin. Di rewşekê wiha de derxistina qanûna înfazê, fikaren mezin dide avakirin. Zilamên sûcdar wê bên berdan û dîsa biçin malên xwe. Ev yek dide nişandan ku em bi tabloyek pir xirab re rû bi rû ne.”
 
‘PIŞTEVANIYA JINÊ DIDE JIYÎN’
 
Gullu, dest nîşan kir ku jinên rastî tuneyê bên teqez divê serî li rêxistinên jinan bidin û wiha domand: “Encex bi piştevaniya jinê em karibin vê pêvajoyê derbas bikin. Weke federasyon em dixwazin ji bo jinên rastî tundiyê tên, cihê ku karibin lê bimînin amade bikin. Ji bo vê me li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi xwediyên otelan re hevdîtin kirin.”
 
Gullu, di dawiya axaftina xwe de bergiriyên ku divê hikumet bigire wiha rêz kirin:
“*Divê li her bajarekê nexweşxaneyeke ku jinên rastî tundiyê tên serê lê bidin, bê diyar kirin.
 
*Divê Alo 183 bi awayekê aktif bê bikaranîn.
 
*Divê planên rewşên lezgîn ê ewlekarî û tenduristiya jinan bixin bin garantiye bên amadekirin.
 
*Divê stargeh baş bên paqijkirin. Teşhîsa koronayê bê kirin. Jinên gumana korona bi wan re heye bên parastin.
 
*Divê jinên rastî tundiyê tên cara duyemîn neyin mexdûr kirin û ji bo van jinan paketên alîkariyê yên nû bên amadekirin.
 
*Divê saziyên jinan ên li dijî tundiyê li qadan dixebitin, beşdarî Lijneyên Pandemî yên hatine îlankirin bibin.”
 
MA / Semra Tûran

Sernavên din

11/04/2020
10:56 ‘Name nîn im, Stranek im…’
10:55 Temel: Ambargoya li Maxmûrê şerme, divê bê rakirin
10:45 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar dibêje 'Yên ji min bila bijî, yên ne ji min bila nejîn
09:55 Malbatên gritiyan: Heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin
09:31 Dayika Egît Îpek: Em ne li benda vê hovîtiyê bûn
09:30 Tevnên piştevaniyê yên li Stenbolê mezin dibin
09:10 Li Girtîgeha Şakranê testa 2 bijîşkan pozîtîf derketiye: Maske û lepikan nadin girtiyan!
09:05 MEBYA-DER: Şandina cenaze ya bi PTT'ê dijminantiya li dijî Kurdan e
09:03 Derûnînasên Mezopomyayê: Di rojên li malê de Lîstikên xwe hînî zarokên xwe bikin
09:03 Karkerên li Quweytê hatin şixulandin dawa heqê xwe dikin
09:03 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Hê bêtir wijdanan xwînî nekin
09:01 Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Guven: Karker divê mafê xwe bi kar bînin û dev ji hilberînê berdin
09:00 Kesên bêtemînat dişixulin li benda tevdîrine aborî ne
09:00 Di pêşnûmaya qanûna înfazê de cezayê zarokên girtî tê zêdekirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2020'AN
10/04/2020
22:34 Qedexeya hevdîtinên li girtîgehan heya 30'yê Nîsanê hatin taloqkirin
22:06 Wezareta Karên Navxweyî li 31 bajaran qedexeya derketina derve îlan kir
19:57 Li Tirkiyeyê 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê mirin
19:24 Cenazeyê Agît Îpekê ku bi PTT'ê re hatibû şandin hat definkirin
18:02 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:37 OHD û MED TUHAD FED’ê giliyê îşkenceyê kirin
16:36 TUAY-DER: Cudakariyê nexin navbera girtiyan
16:16 Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin
15:50 Li Amedê li şûna nexweşxanê, li malan mirovan derman dikin
15:33 Karkerê madenê li Soma di bin hezanê de mir
15:20 HDP'a Mêrdînê banga kampanya Malbatên Xwişk û Bira kir
15:08 2 taxên Wanê xistin qarantînayê
15:04 Guzel pêşniyazpirsa ‘cihên bi ewle’ pêşkêşî wezîr Zehra Selçûk kir
14:53 Ketin û derketin Basa ji ber vîrûsa korona hat astengkirin
14:34 Vîrûsê pergala cîhanê ya tenduristiyê têk bir
14:22 Li Îranê 122 kesên din ji ber vîrûsê mirin
13:52 Zaroka di bin malzemeyên înşatê de ma jiyana xwe ji dest da
13:40 Ji 53 kesên tev li şer bûn re 167 hezar tl cezayê ‘mesafeya civakî' birîn
13:39 Ji Wezîrê Dadê pirsa ‘gelo wê tecrit dewam bike?’ pirsî
13:21 3 gundên din ên Mêrdînê xistin qarantînayê
13:08 Li Cîhanê Covît-19: Zêdeyî 95 hezarî kes bi vîrûsê mirin
12:42 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
12:34 ATO: Çima kontrola testên xebatkarên tenduristiyê hat rawestandin?
12:29 Bîranîna 10'ê Cotmehê dê li ser medya civakî kirin
12:07 Kesê mir testa wî negatîf, a hevjîn û keça wî jî pozîtîf derketin
12:02 Gunay: Em bi hevre rê li pêş zagona mirinê bigirin
11:59 Emniyetê ji malbatê re gotiye: Bûyerê mezin û belav nekin
11:25 Bûldan: Divê gavên şênber bên avêtin
11:13 Li Girtîgeha Rihayê lêgerîn heye, lê cîhaza agirê laş dipîve tune
10:47 Durmuş: Em ne bi çekan, bi piştevaniyê dikarin şewba corona têk bibin
10:20 Hasîp Kaplan: Îqtidarê dixwaze cezayê muxalifan hîn bêtir zêde bike
10:05 Prof. Dr. Hamzaoglû: Pergala tenduristiyê têk çûye
10:01 Hevserokê HDP’ê Ceylan: Me 3 hezar malbat diyar kirin
10:00 Bavê ku 4 zarokên wî girtî: Girtîgehan bikin nexweşxane
09:46 10 xalên zagona înfazê hatin qebûlkirin
09:01 Girtiyên nîşaneyên vîrûsa coronayê bi wan re hene nebirine nexweşxaneyê!
09:01 Ev gund xwe bi xwe tevdîrên xwe girtine
09:01 Ozdag: Heya qezenca zêde neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin
09:01 Esnafên Stenbolê: Hikûmet li bendê ye em çareyekê bibînin!
09:01 Bertek nîşanî biryara çêkirina fabrîkeya plastîkan dan
09:01 Pasajên li Rihayê ji ber koronayê li ber girtinê ne
09:00 ‘Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye’
09:00 Bi helandina berfê re girên çopê derketin holê
09:00 Li Stenbolê di 20 dermanxaneyan de Covîd-19 hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2020'AN
09/04/2020
19:45 Li Tirkiyeyê 96 kesên din jî mirin: Hejmara miriyan bi giştî bû 908
18:38 Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Ebu Hanzala disa hat girtin
18:09 SES: Li Enqereyê di rojekê de 9 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
17:57 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Herî kêm 35 girtî li Îranê hatin kuştin
16:25 Testa girtiyê hat îdîakirin întîhar kiriye negatîf derket
15:49 Baroya Êlihê: Li girtiyan xistin
14:58 Li Amedê tedawiya 171 nexwşin vîrûsê didome
14:48 FÎDH ji bo girtî bêne berdan dest bi kampanyayê kir
14:22 Li Pasûrê operasyona eskerî bi binçavkirinan didome
14:01 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
13:38 Olûç: Piştî efûya Rahşan niha jî efûya alîgir derxistin
13:33 'Ne alîkarî piştevaniye'
13:32 Parlamentera HDP'ê Semra Guzel: Em bang li her kesî dikin ku nanê xwe parve bikin
12:53 Bijîşkê girtîgehê got ‘tiştek bi yê lêdixe nabe’ û rapora lêdanê neda
12:34 ‘Cudatî dikuje, wekhevî dide jiyandin’
12:33 5 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
12:33 Li Sûrê avahiyek xistin qarantînayê
12:08 Malbatan serî li ÎHD’ê dan: Li Sîlîvrî testa 2 girtiyan pozîtîf derket
11:59 Li cîhanê rewşa vîrûsa corona: 88 hezar û 531 mirov mirin
11:38 Paylan: Welatî wê di meha gulanê de keviran bixwin gelo?
11:32 Tê xweztin ku ser cînayeta Gulistan Dokû bi “întîharê” bê girtin
11:31 Nexweşê pençeşêre terkî mirinê kirin
11:23 Ji ber vîrûsa korona wê krîza aborî kûrtir bibe
11:04 Roberto Esposito: Divê ewil girtiyên siyasî werin berdan
10:27 Li Navçeya Nisêbînê kesekî din bi corona can da
10:22 Ertûgrûl Kurkçu: Divê ku têkoşîna li dijî vîrûsê bibe sedema pêla piştevaniyê
10:22 Ji bo penaberan banga piştevaniyê
09:46 ‘Jinên serî li malên stargehan didin, bi şewba vîrûsê ditirsîn in’
09:42 Di 4 salan de 22 welatiyan bi teqemeniyan can dan
09:05 ‘Tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye’
09:04 ‘Li fabrîkeyan divê hilberîn bê sekinandin, derxistina ji kar bê qedexekirin'
09:03 ANYAKAY-DER: Ji bo tenduristiya Ocalan demildest gavan bavêjin
09:03 Zonguldakî: Xizmeta tenduristiyî kêm e
09:03 'Rojnamevan tên girtin, çapemeniya muxalif tê qedexekirin'
09:03 Der bar Mizrakli de vê carê jî bi 'propandaya rêxistinê' dozek din
09:02 Muftuoglû: Budçeya ji bo çekan tê xerckirin, bila ji bi tenduristiyê bê xerckirin
09:02 Serokê ZMO'yê Ûcaman: Em reqabeta neheq a di navbera cotkaran de qebûl nakin
09:01 Ji bo xwişk û birayên girtî û nexweş gazî kir: Hûn ê ji bin vî barî dernekevin
09:01 Ekolojist Aksu: Pêwiste li dijî şewbê Rojava mînak bigirin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2020'AN