Aytaç: Dema kirdeyê şoreşgerî tune be qeyran her tiştî teslîm digire

  • rojane
  • 10:32 8 Nîsan 2020
  • |
img
 
 MÊRDÎN - Zanyarê Siyasetê Ahmet Murat Aytaç, têkildarî qeyrana heyî nirxandin kir û anî ziman ku dema muxaletetek xurt a siyasetê an jî kirdeyê şoreşgerî tune be, qeyran pergalê diguhere û teslîmiyetê pêş dixe. 
 
Li welatên cîhanê ji ber şewba gerdûnî vîrûsa corona (Covid-19) her roj bi hezaran mirov dimirin. Li gel bi mehan dem derdbas bû hêj dermanê vê nexweşiyê nehatiye dîtin. Tedbîrên ku dewlet li gorî xwe digirin jî encamê bi dest naxe. Niha hemû dewlet li hemberî vê vîrûsê bê çare mane û dixwazin zêdetir civakê di halê xwe de bihêlin û civak li çareya serê xwe binere. Gelek rewşenbir û ramanger vê tabloyê wekî "Têkçûna kapitalizmê ye" pênase dikin. 
Bi vê şewbê re peragla kapitalist bû mijara niqaşê. Dîsa tezên ku pergala sosyalizmê derdixin pêş hene. 
 
'RASTÎ VEŞARTIN' 
 
Hîndekarê Zanistiya Civakî ya Zanîngeha Enqereyê û Zanyarê Siyastê Alk. Doç. Dr. Ahmet Murat Aytaç ku bi KHK'ê hatiye îxrackirin, geşedanên têkildarî vîrûsa corona û qeyrana aborî di rojevê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Aytaç, anî ziman ku berî her tiştî pêdiviya mirovan bi agahdariya rastiyan heye û wiha got: "Niha rastî têne reşkirin. Li ser bijîşk û lijneya zanînê zext hene. Hemû welatên cîhanê li hemberî vê şewba heyî ne amade bûn. Pispor diyar dikin ku ji bo rê li pêş belavbûnê bigirin rêya herî bi bandor 'Teşhîskirin û îzolasyon e'. Ev tenê têr nake. Divê tevgera civakî jî bê rawestandin. Lê niha gelek kesên ku bi şewbê ketine nehatine teşhîskirin û ji tevgera civakî nehatine qutkirin. Niha Koreya Başûr ku bi bi şewba SARS û MERS'ê re têkoşiya ye heye. Mixabin ji ber ku niha hê derman nehatiye dîtin, li Koreya Başûr û Îtalya her çend tedbîrên zêde hatin stendin jî, bisînorkirina tevgerê, têr nake û her ku zêde belav dibe dihêle ku bêtir sînorkirinê hişk bike. Niha Tirkiye jî tenê hewl dide ku bi sînorkirina têkiliyên civakî rê li pêş bigire. Ewil îqtîdarê, di her mijarên krîtîk ku civakê eleqeder dike de agahî bi sînor kirin û ev yek li ser medyayê jî meşand. Medya kir amûra propagandayê. Ewil diyar kirin ku dê li Tirkiyeyê her kesî di destê re derbas bikin. Lê piştre derket holê ku li şûna alîkariyê bide welatê xwe, alîkariyê dide welatên derve. Di vê pêvajoya ku herî zêde mafê mirovan bi agahiya rast heye de, rastiya bûyerê miriyan veşartin. Ji bo agahiyan bi civakê re parve nekin zext li ser bijîşk û lijneya zanîstiyê kirin." 
 
'NEXWEŞ HEM MEXDÛR HEM RÎSTA TALÛKEYÊ YE' 
 
Dr. Ahmet Murat Aytaç, anî ziman ku dema miroven nexweş dikeve, bêdir eleqeyê dixwaze û ev tiştekî pêwist e û wiha got: "Pêdivîya kesekî nexweş herî zêde bi parastin û eleqeyê heye. Lê ev şewba ku belav dibe cuda ye. Mirov hem ji bo xwe û hemberê bi parêze dikeve bin berpirsiyariyekê. Her mirovê bi vê nexweşiyê dikeve, xwe wekî mexdûrê vê nexweşiyê dibîne. Disa ger ku tedbîr negire dê bibe sedema ku nexweşiyê bigîne kesê din û faîlê nexweşiyê hîs bike. Ev nakokî hem nexweş mexdûr dike hem jî dike talûkeya rîskê." 
 
 
Muxalefeta sosyalist, netenê di mijara şewbê de, di hemû felaketên mezin de meseleyê bi hilweşîna kapitalizmê ve girê dide. Ev nêzîkatî ne bê sebeb e. Mînak erdhej pêk tê. Piştre li pey erdhejê tsunamî pêş dikeve. Ev rê li pêş facîaya nukleerî vedike. Bi vê yekê re jiyana civakî felç dibe. Ev li pey xwe qeyrana aborî tîne. Rê li pêş travmayên civakî û derûnî vedike. Dîsa bi xwe re şewbek din pêş dixe. Malbat belav di dibin. Têkiliyên civakî qut dibin. Ev geşedan nişan didin ku kapitalizm di nava hilweşînekê de ye.
 
'KAPÎTALÎZM XWE JI XWÎNA BIRÎNÊ XWE XWEDÎ DIKE' 
 
Niha Serokê DYA Trump, fermanê dide General Motors ku cîhazên bêhnê hilberîne. Dîsa ji bo parastin û izolasyonê dê bi xwe re setrokênnû ava bike. Kapitalizm di van rewşên wisa de rîskên nû ava dike û xwe ji pergalê xwedî dike. Kapitalizm hinekî jî di mitolojiyê de dişibe pelikanan. Di rewşê talûkeyê de xwe ji xwîna birînên xwe xwedî dike. " 
 
 
Aytaç, anî ziman ku rojên netewperestên ku xwedî fikrên teng in bêtir dengê xwe bilind bikin li benda me ne û wiha got: "Gelek ramanger diyar dikin ku piştî ev şewb bi dawî bibe dê her tişt ne wekî berê be. Lê em ji bîr nekin ku beriya şewbê jî cîhan ne tiştekî zêde bihata metihkirin. Em îro li Çînê dibînin ku ji bo bi vê şewbê re têbikoşin, şebekeya çavdêrî û venêrtinê zêde pêş xistine. Ev di çavdêriya her kesî de pêş dikeve. Li Tirkiyeyê jî sepantinên bi vî rengî êdî tên xwestin."  
 
HIKÛMETA TIRKIYE JI BER NIKARE MALIYETA ABORÎ PÊŞWAZÎ BIKE, JI GEL ALÎKARIYÊ DIXWAZE' 
 
Murat Aytaç, anî ziman ku li Tirkiye hikûmet ji ber şewbê aboriya bibe bersîv tune û ji ber vê yekê ji bo maliyeta aboriyê alîkariyê ji gel dixwaze û wiha axivî: "Bloka AKP-MHP'ê di qeyranên civakî ango afetên xwezayî de berê jî di bin navê piştevaniyê de alîkariyên bi vî rengî ji gel xwest. Bi vê alîkariyê re dê nerilêtî an jî fikara ku şandina perayan a Vakfê Îslamê jî dê pêş bikeve. Ji ber ku pratîkên bi vî rengî hene." 
 
Aytaç, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo bi şewbê re derkevin serî ji ewil de gelek tişt bi sînor kirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê OHAL îlan kirin. OHAL hêj bi awayekî fîîlî di meriyetê de ye. Kesên fikrên xwe aşkere dikin li ser wan zext heye. Ji kar tên avêtin an jî qeyûm tayînî şûna wan dikin. Divê mirov vê yekê di çarçoveya OHAL'a nehatiye îlankirin de bifikire. Mînak li girtîgehê tedbîr têne girtin. Lê yên sûcdarên 'Terorê' li dervê sînor têne hiştin. Mirov ji bo mafê xwe hin rexne dikin. Lê ev yek li Tirkiyeyê wekî “teror” têne pênasekirin. Divê pênaseya vê yekê rast bê kirin û bê rastkirin. Divê vênaseya sûcê 'terorê' rast û li gorî cewherê wê bê kirin. Ger ku wisa neyê kirin gelek mirov ji mafê xwe yê herî rewa bêpar têne hiştin. " 
 
'MAL JI BO HER KESÎ NE CIHEKÎ EWLE YE'
 
Aytaç, herî dawî destnîşan kir ku ji ber şewbê "derneketina ji malê" di rojevê de ye û wiha bi dawî kir: "Ev yek li ser derûniya mirov bandorên pir xerav ava dike. Mirov nikare bêje mal ji bo her kesî cihekî ewle ye. Bifikirin li Tirkiyeyê demekê întîharên komî li malan pêş ket. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje li Tirkiye mal cihên bi ewle ne." 
 
MA/ Ahmet Kanbal
 
 
 

Sernavên din

08/04/2020
20:21 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê mirine bû 812
16:56 Eskeran ketin û derketina Gundê Şawîşa ya Pasûrê girtin
16:30 KESK'ê rewşa Wanê a Covît-19 aşkere kir: Heta niha 7 kes bi vîrûsê mirine
15:58 Îdeaya li Girtîgehae Şakran a Zarokan zarokê 17 salî întîhar kir
15:57 Li Meclîsê bi meşê newekhevî şermezar kirin
15:28 Qedexeya li gundên Kerboranê di roja 3’yemîn de ye
15:25 TTB: Wezareta Tenduristiyê di raporên xwe de kodên navneteweyî nanivîse
15:10 HDP'ê neqebûlkirina serlêdana jinan a stargehê ji meclîsê pirsî
15:08 Beştaş: Em hiqûqa mirovheziyê dixwazin
14:39 Pîra 107 salî Covît 19 têk bir
14:19 ÎTO redkirina daxwaza 'Zagona Tundiya di Tenduristiyê de' hewaleyî hekîman kir
14:10 Hevserokê HDP’ê Bozdal û Dr. Altûndag hatin berdan
14:01 2 zarokên testa wan pozitif derketin rakirin nexweşxaneyê
13:48 Bapîrê 2 zarokên li Çinarê mirin ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
13:12 Li gel talûkeya vîrûsê 2 qawîş kirin yek
13:05 Li Nisêbînê kesê di karantînayê de bû, jiyana xwe ji dest da
12:47 HDP'ê 90 daxwazname dan meclîsê
12:37 Rewşa îxracatê ber bi xirabbûnê ve diçe
12:34 Ûca tundiya li ser girtiyan bir rojeva Meclîsê
12:03 Kesên di teqîna Pasûrê de mirin, diçûn birîna daran
11:36 HDP'ê xwest ji bo karkeran tedbîrên bi lez bêne girtin
11:28 Girtiyekê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:17 ILO: Dibe ku korona bibe sedema windakirina karê 195 milyon kesan
11:12 Nesrîn Nas: Divê dewlet ji siyasetmedar û rojnamegerên girtî lêborînê bixwaze
10:55 Dr. Ciwan Mistefa: WHO alîkariyê naden Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
10:32 Di teqîna li çoltera Pasûrê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:32 Aytaç: Dema kirdeyê şoreşgerî tune be qeyran her tiştî teslîm digire
10:18 GGM ji girtîgehan ne cuda ne: Penaber azadiyê dixwazin
09:34 ‘Em dest ji ax û hilberandinê bernedin’
09:28 Her du xwişkan ji ber feqîriyê jiyana xwe ji dest dan!
09:06 Jin li dijî tundiya bi şewbê re zêdebû, tevna piştevaniyê dihonin
09:06 HDP, li Stenbolê seferber bû
09:05 Xizmên girtiyan: Heger komkujiyek çêbibe berpirsiyar dewlet e
09:05 ‘Li girtîgehan tecrîd heye'
09:04 Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Menguç: Hikûmet di vê krîzê de jî li pey kesyperestiyê ye
09:04 Di serdema şewba coronayê de şideta mêrî zêde dibe
09:03 'Bila hemî bajar daxilî nav piştgiriya ji bo çandiniyê bên kirin'
09:03 Qeyûmê Cizîrê ronahiya qeyûmê berê neecibandiye!
09:02 Pisporê Îstihdamê Ok: Bila Fona Betaliyê ji nû ve bê sererastkirin
09:01 Mexdûr kirin bersûc
09:01 Ocalan: Kapîtalîzm di qonaxa xwe ya herî qels de ye
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2020'AN
07/04/2020
20:13 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê mirin bû 725
19:28 Di hefteyekê de 5 bijîşk bi vîrûsê mirin
17:26 46 hunermendan vê carê ji bo girtiyan ‘Zindana Diyarbekir’ strîn
16:23 HDP: Girtiyan di testê re derbas bikin
15:54 ÎMO: Li şantiyeyan giştînameya parastina ji vîrûsê tê piştguhkirin
15:49 Niqaşên qanûna înfazê ya li meclîsê dest pê kir
15:38 Ji bo Ocalan ku tenduristiya wî tê meraqkirin bang kir
15:38 HDP'ê li Bismilê 3 hezar û 500 maske belav kirin
14:59 Hevşaredar Alaca û Bîlgen banga piştevaniya kampanya malbatan kirin
14:57 Li gundên qedexe îlan kirin telefon jî qut bûn
14:19 Hinceta cezayê li Mizrakli birîn îfadeya îtîrafkar a ‘ji dil e'
14:10 Li Şakranê testa bijîşkek din pozîtîf derket: Li qawîşan têkilî bi girtiyan re daniye
14:03 Di qawîşa 7 kesî de 29 kes dimînin û 2 girtî xistine karantînayê
13:37 Li Îzmîrê 111 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:35 DFG: 15 rojnameger hatin binçavkirin 8 hatin girtin
13:34 Karkeran li dijî şewbê dest bi piştevaniyê kirin
13:19 Ji Meclîsê bang kirin: Li hember yasaya înfaza îqtîdarê bêdeng nemînin
13:11 Di çapemeniya Cîhanê de korona: Dema derzî bê dîtin dê rewş asayî bibe
12:59 PENa Kurd: Hêmin Mamend serbest berdin
12:18 'Rîska xelayê heye'
11:47 Piştî raperînê girtî hatine îşkencekirin!
11:46 Rapora Korkûtelî: Tê xwestin ku dosya bê girtin
11:20 Siyasetmedarê Kurd dest bi kampanya bi vîdeo dikin
11:09 Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
11:08 Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'
09:23 Dr. Zorlu Gunok: AKP’ê berpirsyariyê xwe daye ser milê gel
09:03 Gulum: Pêşî jiyanê esas bigirin
09:02 Li Amedê malên starbûnê yên jinan serlêdanên xwe dan sekinandin
09:02 Xizmên girtiyan: Dev ji vê qanûna newekhev berdin
09:01 Wê kî hesabê mirinê bide?
09:01 'Karkerên çandiniyê neyê parastin, wê ewlehiya zexîreyî jî bi xetereyê re rû bi rû bimîne'
09:01 Erdem: Tu ferqa guhertina vê înfazê ji darvekirinê nîne
09:00 ‘Bi guhertina yasaya înfazê bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin’
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2020'AN
08:36 Li 3 gundên Kerboranê qedexeya derketina kolanan
08:30 Li Cîhanê Covid-19: Kesên bi şewba vîrûsê ketin 1 milyon û 300 hezar derbas kir
06/04/2020
20:16 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara kesên mirin bû 649
17:35 11 partiyên siyasî: Em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin
16:29 148 welatî li Amedê ji ber şewba vîrûsê têne dermankirin
16:21 Karkerê bi vîrûsê ket nexistin karantînayê
16:07 Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin dê piştevaniya 10 malbatan bikin
16:04 Zêdetirî 100 hezar mirovî bi daxwaza alikariyê serî li ÎBB’yê dan
15:58 Çerkezoglu bang li hikûmetê kir. Kar rawestînin
15:55 Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê: Em di yasayê de wekheviyê dixwazin
15:22 Medreseya Sor careke din kirin restorasyonê
14:48 ATO: Nexweşxaneyên me yên hatin girtin vekin!
14:35 ‘Rêbaza hilbijartinê baş e lê ji bo vîna kurdan qeyûm tê tayînkirin’
14:15 Li ser Sûrên Amedê hewldana întiharê
14:00 Li Farqînê bi hoparlorên mizgeftê hêjmara nexweşên şewbê aşkere kirin
13:46 Li dijî tundiyê daxwaza ‘plana çalakiya lezgîn’
13:26 HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke
13:25 Ji Kongreya Înşaya Dersimê kampanya piştevaniyê
13:05 Li Dersimê Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira dest pê kir