‘Nepêkanîna qanûna 6284'an jiyana jinan bêtir ber bi xetereyê ve dişîne'

  • rojane
  • 09:21 4 Nîsan 2020
  • |
img

WAN - Endama Komeleya Jinê ya Starê Rojbîn Bor û Zozan Ozgokçe ya feminîst, bibîr xistin ku piştî tevdîra li dijî vîrûsa coronayê ya "dimaldemayînê" 29 jin hatine kuştin û bal kişandin ser nepêkanîna Qanûna Jimare 6284'an. 

 
Li Tirkiyeyê piştî tevdîra li dijî vîrûsa coronayê ya "dimaldemayînê" 29 jin hatine kuştin. Yek ji avakara Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD9 ku bi KHK'ê hat girtin Zozan Ozgokçe û Endama Desteya Rêvebir a Komeleya Jinê ya Starê Rojbîn Bor, rewşa dawî nirxandin û bal kişandin ser daxwazên jina. 
 
Zozan Ozgokçe, diyar kir ku ji ber tevdîra "dimaldemayînê" ya ji bo şewba coronayê hatiye girtin, şideta di nav malê de zêde bûye û got: "Ev şideta a mêrên ku em bi wan re di heman malê de dimînin û di nav heman nivînan de dimînin bi xwe ye. Di dema karantînayê de mirov tim di mal de ne, ev jî dibe sedema zêdebûna rageşiyê. Kesên serî li rêxistinên jina didin piranî jê dipirsin, 'Di dema karantînayê de li dijî şidetê mafê min çi ne?'" 
 
‘ILA QANÛNA 6284'AN PÊK BÊ' 
 
Ozgokçe, bal kişand ser girîngiya Qanûna Jimare 6284'an û got, di vê qanûnê de tevdîrên ji bo parastina jinan cih digirin. Ozgokçe, diyar kir ku kêmasiyên vê qanûnê jî hene lê belê gava bi vî awayî jî pêk bê wê pêşî li piraniya şidet û cinayetên jina bigire. 
 
Ozgokçe, diyar kir ku di vê pêvajoyê de divê yekeyên ku xwe bigihînin jinan hebin û got: "Mesela, divê kodeke taybet bê diyarkirin. Li Spanyayê, ne şaş bim gava jin biçin dermanxaneyê û bibêjin maske 19, tê famkirin ku jin bi şidetê re rû bi rû dimîne û haya yekeyên têkildar pê tê xistin. Divê tevdîrên bi vî rengî hebin. Yekeyên girêdayî Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyê divê serdana malan bikin û bi taybetî hevdîtinê bi jinan re bikin. Belkî ev bibe tevdîreke girîng jî." 
 
SERLÊDAN HENE 
 
Ozgokçe, destnîşan kir ku di vê pêvajoya şewba coronayê de jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin serî li wan didin û got: "Di vê serdemê de ji Stenbolê jinek serî li me da. Hevjînê wê zor lê kiriye û bi awayekî lihevkirî dev ji hev berdane. Welayeta zarokan li ser bav e. Meseleya îmzekirina protokolê bi darê zorê bûye. Yanî tahde li jinê hatiye kirin. Devjihevberdan pêk tê û hevîjnê wê yê berê jinê dişîne Stenbolê. 3 zarokên wê hene. Hevjînê wê li li Zanîngeha Wanê profesor e. Zarokên wê jî nîşanî wê nade. Jin dixwaze zarokên xwe bibîne, lê belê hevjînê wê nahêle. Serlêdanek din jî, jineke ku wê û hevjînê xwe dev ji hev berdaye, nefeqeya wê nayê dayîn. Mêr, dibêjin cihê karê wan bêheq destûr dane wan û loma nadin. Jin di vê serdema karantînayê de tev zarokên xwe mehkûmî birçîbûnê tên kirin. Divê feraseta dewleta civakiyî têkeve dewrê." 
 
ŞIDET 
 
Rojbîn Bor jî anî ziman ku tenê ne di serdema karantînayê de, di rewşên asayî de jî mal ji bo jinan deverine talûke ne û got: "Herî zêde li malê tehde li jina tê kirin û tên kuştin. Ji 11'ê Adarê ve, yanî ji roja karantîna destpêkiriye heya niha, 29 jin hatine kuştin. 12 jê li malê hatine kuştin. Hema bêje ev nîşan dide ku jin her roj tên kuştin." 
 
XETÊN PIŞTGIRIYÊ
 
Bor, bibîr xist ku ji bo şideta li ser jinê zêde nebe divê Peymana Stenbolê pêk bê û got: "Divê plansaziyeke lezgîn hebe. Mesela divê xetên piştgiriyê bên avakirin û hfê heft rojan û rojê 24 saetan vekirîbin da ku jin karibin xwe bigihînin wan." 
 
QANÛNA 6284'AN 
 
Bor, bal kişand ser girîngiya Qanûna Jimare 6284'an û destnîşan kir ku ev qanûn ji bo jinan pir girîng e û qethiyen divê jin dev ji vê bernedin. 
 
Bor, cardin anî ziman ku di vê pêvajoyê de jin bi şideteke mezin re rû bi rû dimînin û got, di vê pêvajoyê de gelek jinan serî li wan daye. Bor, got: "Roja duşemê li navçeya Rêya Armûşê, jineke 20 salî û hevjînê xwe dikevin qirika hev. Piştî vê diyar dibe ku jin miriye. Beriya her tiştî di vê pêvajoyê de divê Tirkiye ji bo rewşa nav malê û şideta nav malê polîtîkayekê diyar bike û şidetê bişopîne. Ligel xetên îxbarê, mirov dikare bi bernameyên televîzyonê, bi rêya keyayan û cînaran xwe bigihîne van mirovan. Di vê pêvajoyê de berpiriyariya qenalên televîzyonê jî ew e ku di warê şideta nav malê, şideta li ser jin û zarokan agahiyan parve bike. Keya, li taxên xwe dikarin ji bo şideta nav malê mekanîzmayeke îxbar û şopandinê ava bikin." 
 
MA / Ozlem Yayan

Sernavên din

06/04/2020
12:45 Qeyûm zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist
12:32 ‘Divê ji bo kedkarên PTT’ê bi lezgînî bergirî bên girtin’
12:20 Midûrê Tenduristiyê yê Sêrtê bi şewba vîrûsê ket
12:17 ÎSÎG: 14 karker ji koronayê bi giştî 113 karker jiyana xwe ji dest dan
11:57 'Girtî ligel rapora 'Nikare li girîgehê bimîne' çima nayê berdan?'
11:38 Li Rihayê 3 kes bi vîrûsa corona mirin
11:28 Xwebûn derbasî weşana dîjîtal bû
11:11 Uca: Divê girtiyên siyasî bi lez bêne berdan
10:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bergiriyan pêşî li Kovîd-19'ê girt
10:40 Li Amedê heta niha tenê 400 test hatine kirin
10:12 Piştî serhildanê agahiyên durist nedan xizmên girtiyan
10:11 Parzemîna herî xizan a cîhanê Efrîqa û rojên vîrûsa corona
09:33 Li Sêrtê 5 gundên din jî xistin karantînayê
09:11 Bi karkerên înşaetê teahûdnameya ‘vîrûsa korona’ îmze dikin!
09:10 Qeyûm di firotina malê neguhêzbar ê şaredariyê de bi israre!
09:09 Rêvebera CÎSST'ê Korkut: Efoya giştî bi lez mecbûrî ye
09:08 Odeya Tabîban a Îzmirê: Daneyên me û wazeretê li hev nayên
09:08 Serokê Baroya Stenbolê: Yên mirov kuştine dê bêne berdan
09:06 Tanrikulu: Ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne
09:03 Karker ji ekîpmanên parastinê sûdê nagirin
09:01 SES: Xizmetkarên tenturistiyê terkî mirinê dikin
09:00 ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2020'AN
05/04/2020
21:30 73 kesên din bi vîrûsê mirin 3 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketin
16:33 ÇHD: 2 parêzerên girtî dest bi rojiya mirinê kirin
16:13 Li Stewrê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
15:48 Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê
15:24 Rapora OHD û Baroya Wanê: Girtî di bin rîskekî mezin de ne
14:52 Girtiyên li Êlihê sewqî Amedê kirin
14:37 Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Daxwaza me ya hevdîtinê nehat qebûlkirin
13:53 Îdîaya gardiyan li girtî xist
13:19 Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin
12:53 Welatiyê bi têlên ceyrana ku DEDAŞ’ê tamîr nekiriye ve zeliqî mir
12:43 Zarokên dibin xirbeyên xaniyê hilweşiyayî de mirin hatin definkirin
12:11 Lijneya Navendî ya HDP'ê kampanya Xwişk û Bira ya malbatan didin destpêkirin
11:42 93 dermanên din xistin lîsteya paşve dayînê
11:42 Wezire Tenduristiyê: Heta em îzole nekin emê nikaribin kontrol bikin
11:31 Prof. Akkûrt hişyar kir: Rûpoşên nano dibe ku bibin sedema pençeşêrê
11:23 Canê xizmetkarên setên rêzefîlman dixin hedefa vîrûsê
10:43 MED TUHAD-FED: Dengê xwe bilind bikin
10:26 Gergerlîoglu: Zagona înfazê ne li gorî heq e
10:14 Rojnamegerên li qadan bi şewbê re rû bi rû ne
10:00 ‘Qanûna înfazê îhlalkirina rêgeza wekheviyê ye’
10:00 Prof. Dr. Pinar Okyay: Ger tedbîr zêde neyê girtin dê vîrûs pir zêde bibe
09:24 Hiqûqnas Alataş: Pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye
09:07 Omer Ocalan: Di bingeha dewletê de dijminatiya ji bo kurdan heye
09:07 'Wezîrê Tenduristiyê di navbera xebatkaran de cihêkariyê dike'
09:05 Serokê VOSÎAD'ê: Pakêtên piştgiriyê pir dûrî pêdiviyên jiyanê ne
09:05 Gel ketiye etra canê xwe, DEDAŞ jî ketiye etra qezencê
09:04 Tûran: Bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî coronayê kir
09:02 Ocalan: Zanista Ekolojiyê dikare bibe hêza çareseriya îdeal a xwezaya civakî
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2020'AN
08:31 Li Çinarê mal hilweşiya: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
04/04/2020
22:55 Xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne
22:15 Daxuyaniya HDP'ê ya der barê îsyana Girtîgeha Êlihê de
21:49 Baroya Êlihê: Mudaxileyî qawîşan hatiye kirin, kes nemiriye
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin
16:18 MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir
16:00 Cenazeyê Bolek di bin zextên polîsan de definkirin
15:58 KCD: Bila hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re pêk bê
15:46 Li Şehbayê ji bo Rojbûna Ocalan dar çandin
15:32 Çalakiya Rûniştina F: Bila Kaya yê nexweş bê berdan
15:29 Girtiyê nexweşê KOAH li dijî vîrûsê nayê parastin!
15:10 Ciwanên HDP'ê 4'ê Nîsanê Şirnexê pîroz kirin
15:05 Dadgehê ji serlêdana Yuksekdag re “delîla şênber” nedît
14:50 Li Amedê 2 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:27 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Talat Turkoglû pirsîn
13:55 Xizmên windayan: Ji bo pêkanîna edaletê divê heqîqet derkeve holê
13:40 Li Erxenî gundek xistin qerantînayê
13:33 Polisan merasîma cenazeyê Helîn Bolek asteng kir
13:23 AKPM bang li Tirkiyê kir: Di guhertina înfazê de dawî li cudakariyê bînin
13:16 Bermahiyên nexweşxaneyên taybet talûkeyê belav dikin
13:08 DAD: Berpirsê mirina Bolek desthilatdariye
12:37 Li Mahabadê û Mexmûrê, dar şitil û gul çandin
12:23 HDK’ê ji malbata Hêlîn Bolek re sersaxî xwest
12:06 Kaçmaz: Nedaxilkirina girtiyên siyasî hewldana kuştinê ye
12:01 Zagona înfazê li Komîsyona Edaletê hat qebûlkirin: Girtiyên siyasî li dervê zagonê hiştin
11:46 Wesayîta revand nehat lêpirsin, lê Alataş 3 meh şûnde daliqandî hat dîtin
11:02 MED TUHAD-FED: Divê tecrîd bişkê, Ocalan azad bibe
10:46 Epozdemîr: Bêyî ku guhertina yasayê were nîqaşkirin divê girtîgeh bên valakirin
10:45 Ji çopê mirov nikare nêzî Gola Wanê bibe
10:14 Parêzerê Ocalan: Qanalên hevdîtinê bên vekirin dê pirsgirêkê çareser bike
10:03 Xebatkarên tenduristiyê: Hevalên me yên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê bûn jî niha dixebitin
09:29 ‘Qanuna înfazê înfazkirina kurdan e’
09:27 ‘Ev pêşnûme wê ji pêvajoya heyî re nebe bersiv’
09:27 Sarisaç: Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin
09:26 Kiliç: Werin em li dijî newekheviyê jiyanê biparêzin
09:26 ‘Pêşnûmeya înfazê, di asta fermana mirinê dayînê de ye’
09:24 ‘Heke tiştek bê serê zarokên me berpirsyar dewlet e’
09:24 'Di qanûna înfazê de ji bo pêşîlêgirtina cinayetên jinan tu guherînek tuneye'
09:23 Şewba coronayê û rewşa zarokên di girtîgehan de
09:22 Hatîmogûllari: Kampanyayeke nelêritiyê ya nû ye
09:21 ‘Nepêkanîna qanûna 6284'an jiyana jinan bêtir ber bi xetereyê ve dişîne'
09:18 Qeyûm guh neda giştînameya serokomariyê, ji meaşê karkeran birî
09:16 Tevdîra girtîgehê: Mehê lepikek û maskeyek