Beştaş: Pakêta înfazê îmzekirina komkujiya li girtîgehan e

img

ENQERE – Wekîla Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku vîrûsa koronayê li girtîgehan belav bûye û got: “Birêkûpêkkirina înfazê kuştina bi komî ya li girtîgehan e. Di heman demê de pakêta înfazê îmzekirina komkujiyek mezin e.” 

Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî mijarên di rojevê de li Meclîsa civîna çapemeniyê li dar xist û rojevê nirxand. 
 
Beştaş guhertina yasaya înfazê ya hatiye amadekirin bi tundî rexne kir û got: “Sererastkirinê hêviyên xelkê şikandiye û fikaran zêde kiriye. Ji ber koronayê her roja ku diçe hejmara weqayan zêde dibe. Bi rastî jî heke pandemî nehata îlankirin belkî li Tirkiyê weqa nehatina eşkerekirin. Çimkî beriya ragihandina pandemînê qey mirov digot dê korona qet neyê Tirkiyê û rewşek wiha ne hakim bû. Lê niha em di nava halek aloziyê de ne.” 
 
‘GELEK MIRIN TÊN VEŞARTIN’ 
 
Beştaş da zanîn ku di zêdebûna mirinên koronayê de hema bêje Tirkiye li dinyayê dikeve rêza yekemin û got: “Hin dane ji raya giştî re nayên eşkerekirin. Gelek mirin di qeydan de tune ne. Rewş xetere ye lê îqtîdar ji bo sermayedaran dixebite. Rewşek xeternak heye. Dewlet pêdiviyê gel temîn nake. Gel ketiye şûna dewletê û gel pêdiviyên dewletê temîn dike. Dewlet xelkê xistiye nav rewşek şerpeze. Li welatên din ên dinyayê ji bo silametiya gel tevdîr hatine girtin, lê li Tirkiyê ji bo gel tiştek tenê hatiye pêşkêşkirin ew jî nimreya IBAN’ê ye. Li şûna belavkirina IBAN’ê divê li rewşa karker, kedkar, feqîr û xelkê were pirsin. Dayîna nimreya IBAN’ê rewşek rezalet e. Li dijî extiyaran cudakarî heye. Rûmeta însanan tê şikandin. Ev rewş qet nayê qebûlkirin.” 
 
‘MIRINÊ ASAYÎ DIKIN’ 
 
Beştaş destnîşan kir ku li  Tirkiyê mirin êdî rêzê tê dîtin ango mirinê kirine astek asayî û ew bi îqtîdarek ku li dijî koronayê tevdîran nagire re rû bi rû mane. 
 
‘KORONA JÎ KIRINE LUTFA XWEDÊ’ 
 
Beştaş da zanîn ku partiya wan li dijî “siyaseta mirinê”, “siyaseta jiyanê” diparêzê û ji bo jiyanirinê çi ji destê wan were dê bikin. Beştaş anî ziman ku li her deverê tê gotin ku vîrûsa koronayê kêrî Tirkiyê hatiye û vê koronayê kirina amûra dewlemendkirina alîgirên xwe. Beştaş diyar kir ku hema bêje hindik maye îqtîdar vê felaketa wek vîrûsê dê wek “lütfa Xwedê” pênase bike û got: “Jixwe divê meriv wisa nebêje. Koronayê wek lutfa Xwedê pênase kirine jî. Vaye em bi îqtîdarek ewqas derveyî ehlaqê dixebite re rû bi rû ne.” 
 
LI ALIYEKÎ QEYÛM LI ALIYEKÎ ASTENGΠ
 
Beştaş tayînkirina qeyûên ser şaredariyên HDP’ê jî rexne kir û got: “Li şûna têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê Wezîrê Karê Hundir ketiye pey binçavkirina welatiyan. Qey tu yê bêjî li dijî şewbê baş têdikoşe, em rabin îqtîdarê biparêz in. Neheqiya li dijî şaredariyan duh eşkere bû. Li aliyekî alîkariya HDP’ê tê astengkirin li aliyekî din jî hesabên şaredariyên Stenbol û Enqereyê tê blokekirin û alîkariya wan asteng dikin.” 
 
YASAYA ÎNFAZÊ 
 
Beştaş guhertina yasaya înfazê ya bi hevkariya AKP-MHP’ê hatiye amadekirin jî bi tundî rexne kir û wiha got: “Bi rastî heke mirov bi yek peyvekê pakêta înfazê kurte bike ev e, yasaya înfazê veguherandin înfazê. Dema AKP qala yasaya înfazê dike, êdî mirovan înfaz dike. Niha di van rojên koronayê de çi li hember me heye, nefretek heye, hiqûqa dijminatiyê heye. Korona li girtîgehan jî belav bû. Di vî warî de pêşnûmeya guhertina yasaya înfazê ji aliye me nayê qebûlkirin. Pakêta înfazê ango darazê di heman demê dê pejirandin û îmzekirina komkujiya li girtîgehan e. Li zîndanan dibe her kes her kêlî bi koronayê bikeve. Divê girtîgeh demildest werin valakirin.” 
 
DOZA TAHÎR ELÇΠ
 
Beştaş îdianameya ji bo lêpirsîna Tahîr Elçî piştÎ 5 salan hat amadekirin jî rexne kir û got: “Amadekirin vê îdianameyê xelatkirina polîsan e. Wek din ev îdianame bi tu awayî nayê ravekirin.”
 
 

Sernavên din

04/04/2020
09:00 ROJEVA 04'E NÎSANA 2020'AN
03/04/2020
19:49 Koca: Hejmara kesên ji ber Covîd-19 mirin bû 425
17:00 'Li Mexmûrê hewcedarî bi amûrên tenduristiyê heye'
16:47 Girtiyê nexweşê giran Kaya cardin şandin girtîgehê
16:09 KCD û TJA’yê ji bo Helîn Bolek daxuyanî dan
16:02 Dadgeh hewl dide dosya doza Elçi neqlî bajarekî din bike
15:39 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:32 Hevserokên HDP'ê: Gunehê van windayan di stuyê îqtîdarê de ye
15:19 Amara di bin dorpêça eskeran de ye
15:02 Bajarê ku wezîr got 'Mirin tune': 3 welatî mirin
14:47 Bijîşkekî din jî ji vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:39 Îdîanameya kuştina Elçî hat qebûlkirin
14:11 Odeya Tabîban a Îzmîrê: Divê hekîm li cihê kal baldar bin
12:55 Gunay: Wekheviya di înfazê de ne qencî ye, mafekî qanûnî ye
12:50 Endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
12:26 Ege TUHAY-DER: Li kawîşan 20 girtî dimînin
12:06 Avahiya şîrketa ceyranê ya Kolikê xistin qerantînayê
12:03 Zarokê 11 salî yê li Licê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
11:48 Li Amedê hejmara kesên testa wan a Covîd-19 pozîtîf derket zêde bûn
11:47 Li Amedê li dijî şewba koronayê torên piştevaniyê berfireh dibin
11:37 Li cîhanê 1 milyon û 16 hezar kes bi Covît-19 ketin û 53 hezar mirin
10:48 Coşkun: Divê erka kontrolkirinê ji destê dewletê bê derxistin
10:32 Piştî 5’ê Nîsanê tofanê dest pê kir
Onder: Zemîna Îmraliyê rêber e
09:45 Qeyûm 4 kesên ku bi nelirêtiyê tên sûcdarkirin cardin girtin kar
09:44 Jinên nikarin biçin kar ji bo debarê bang kirin
09:31 Serokê Giştî yê Haber-Senê: Pêdiviyên zêde li ser înternetê nexwazin
09:31 Qeyûm mala hevşaredar desteser kir!
09:26 Parêzer Şahîn: Divê bê niqaş hemû girtî bên berdan
09:25 'Teşxîs hemû di pergalê de wekî Covîd-19 nayên tomarkirin'
09:25 Karkerên înşeatan nikarin biçin bajarên xwe
09:24 Nexweşa nikare dermanê xwe bikire: Ma ez bimirim?
09:23 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Di qedexeya derketina derve de dereng man!
09:22 Dede: AKP di vê krîzê de keysperestiyê dike
09:21 Mala wî bi kamerayan dihat şopandin, dozgeriyê biryara neşopandinê da
09:21 Behsa bîranên xwe û Ocalan kir
09:19 Arîn a bavê xwe li girtîgehê nas kir: Ez wekheviyê dixwazim
09:18 Di heman qawîşê de sê girtiyên nexweş hene, wê çawa li xwe binêrin?
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2020'AN
02/04/2020
22:04 Li Êlihê şermezarkirina qeyûm
21:30 Rêyên ketin û derketina Semsûrê hatin qedexekirin
21:27 Li Wanê jineke 23 salî mirî hat dîtin
20:09 Koca: Hejmara testên pozîtîf derketine bû 18 hezar û 135, hejmara kesên mirine jî bû 356
16:55 ÎTO 2'emîn rapora Covit-19 aşkere kir: Nexweşxaneyên taybet ne amade ne
16:54 Polîsan xebatên Parlamentera HDP'ê ya li dijî vîrûsa koronayê asten kir
16:28 Li Farqînê keyayek û hevjîna xwe bi şewba vîrûsê ketin
16:01 Prof. Dr. Feriha Oz, bi şewba vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da
15:25 ‘Em naxwazin windahiyên din bidin'
15:17 Ji welatiyan Selika Piştevaniyê
15:05 Li Amarayê dorpêça 4’ê Nîsanê: Ji Ocalan navnîşana wî hat pirsîn
14:46 Prof. Dr. Taşçioglû hat veşartin
14:45 Başaran: Berpirsiyarê kuştina jinên li mal îqtîdar e
14:13 Li Amedê serdanên goristanan hatin qedexekirin
13:34 Li Tirkiyê 335 tax, bajarok, gund û mezra di karantînayê de ne
12:56 Ji Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê rêyên serî derxistina bi vîrûsê
12:52 BES: Xebitandina kedkaran a di bin rîskê de rawestînin
12:41 Tulay Hatimogulllari: Daxuyanî ne zelal in
12:01 Xizmetkarên tenduristiyê dê Taşçioglu bi rêzgirtinê bibîr bînin
11:52 30 leşkerên terhîs girtine hefteyeke di karantînayê de ne
11:32 Meclîsa Kantona Hesekê: Dê li dijî Koronavîrusê tedbîrên hişk bên girtin
11:07 Xwestin înfaza girtiyê nexweş Sabrî Kaya taloq bikin
10:45 Işik: Qanûna înfazê ji bo mafya û çeteyan hatiye amadekirin
10:41 Li dijî vîrûsê ji DER-MEZ'ê banga ‘dernekeve derve’
10:13 Dolar 6,70'î derbas kir
10:12 Hunermend û nivîskar: Divê ji bo girtiyan înfaza wekhev pêk bê û hemû girtî werin berdan
10:08 Li cîhanê Covid-19: 47 Hezar û 250 mirov mirin, 185 hezar mirov sax bûn
09:49 Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû: Torên piştevaniyê haveyna jiyana nû ye
09:48 Divê di sererastkirina înfazê de hesabên polîtîk neyên kirin
09:48 Civaknas Dara: Piştgiriya van rojan jiyanî ye
09:17 ‘Ji bo ku ji zindanan cenaze dernekevin bibin deng’
09:16 'Li ber me du vebijêrk hene an sosyalîzm an jî rejîmên totalîter'
09:15 AKP, ji bo Qenal Stenbolê li pêyî 'keysperestiyê' ye
09:15 Mêrên li mal man 18 jin kuştin
09:13 'Qanûna înfazê divê her kesî daxilî nav xwe bike'
09:12 Aborînas Yoruk: Wê di sektorên fînansê de qeyran pêş bikeve
09:10 Guven: Deriyê zindanan vekin
09:09 Di rojên coronayê de malên xwe bikin dibistanên kurdî
09:07 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em dikarin bi piştevaniyê ji derheqê vê pêvajoyê derkevin
09:06 2 birayên wî girtî ne: Bira girtî hemû bên berdan
09:03 Di rojên coronayê de eleqeya ji bo ataran
09:01 Girtî li erdê radikevin û sabûn bi 50 TL’î tê firotin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2020'AN
01/04/2020
20:19 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 277
17:00 Li Agiriyê 7 gund xistin qarantînayê
16:49 Di 15 rojan de 15 hezar û 191 karkerên înşaetê ji kar hatin derxistin
16:48 Beştaş: Pakêta înfazê îmzekirina komkujiya li girtîgehan e
16:45 Li dijî zagona înfazê metna hevpar: Yekîtî ji bo demên wisa ne
16:05 Girtiyê li Gumuşhanê ragihand: Girtîgeh xistine karantînayê
15:48 Kampanya #Berîkûvîrûsbikevêbilarojnamegerderkevin hat destpêkirin
15:38 Şêniyên gund li dijî birîna daran dest bi nobetê kirin
15:28 Jiyana zarokê li Licê birîndar bû hêj di talûkeyê de ye
15:12 Koma Şopandina COVID-19 ya TTB'ê pirsên zêde tên pirsîn bersivandin
14:45 Nûçe û çavkaniya nûçeyê ji Rojnameger Kanbal pirsîn
14:39 Xwestin hikumet ji bo kedkarên tenduristiyê yên îxrackirî gav biavêje
14:27 Amed di bin avê de ma
14:22 Mehek şûnde germa laşê ajokarên TIR'an pîvan
14:21 Elîf Kisa ya dayika du astengdaran hat berdan
14:18 Di meha Adarê de 29 jin hatin kuştin
14:09 Hevşaredar Esmez ku tedawiya pençeşêrê dibîne tehliye nebû
13:47 3 taxên Meletiyê xistin karantînayê
13:33 Îmîr: Gef li girtiyên nexweş ên jin hatiye xwarin