Şanogeran 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê pîroz kir

img

AMED - Rêxistinên şanoyê yên Teatra Jiyana Nû, Şanoya Bajar A Amedê, Tiyatro Mencel û Şanoya Yekta Hêvî, bi minasebeta 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê daxuyanî dan û Roja Şanoyê pîroz kirin.

 
Rêxistinên şanoyê yên Teatra Jiyana Nû, Şanoya Bajar A Amedê, Tiyatro Mencel û Şanoya Yekta Hêvî, bi minasebeta 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşandin. 
 
Rêxistinên şanoyê di daxuyaniyê de diyar kirin ku şano bi giştî li ser kokên mirovahiyê şîn dibe û ji rîtuelên dema destpêka civakbûyînê ve bi guherîn û veguherînê xwe digihîne roja îroyîn û wiha cih da daxuyaniyê: "Rojeke biharê... Ewrên tarî belav bûne. Erd hêdî hêdî zuha dibe. Pelên daran wekî zarokên biçûk serê xwe ji malên xwe yên ewle dirêjî derve dikin. Piçekî şermoke, piçekî bi tirs. Li erdê di nav çêreyan de kulîlkan vedaye rengoreng. Bi alîkariya bayekî zirav stranan ji hev re dibêjin. Çend zarok lîstikan dilîzin. Lîstikeke xwezayî, di nav xwezayê de... Kesek ji dûr ve tê, di dest de tûrikek. Tu bêje koçer, ez bêjim derwêş û nêzî zarokan dibe, silavê dide wan û tev li lîstika wan dibe. Ew dibe dar, zarok dibin pelên wê, bi hev re strana xwezayê distrên. Piştre tûrikê xwe vedike û belavî wan dike şekirên rengîn û şîrîn. Bi hev re dixwin û şa dibin. Derwêş radibe ser xwe, henaseyeke kûr dikişîne. Çavên wî bi hêstirên biçûk dibiriqin lê bi rûkenî xatirê xwe dixwaze û diçe. Hêdî hêdî ji ber çavan winda dibe... Dem derbas dibe, demsal diguherin, geh tarî dibin ewr, geh belav dibin lê lîstika wan zarokan hê jî berdewam dike." 
 
ŞANOGERÊN KURD CAR HAT DI SÎNEMA AMÛDÊ DE BI ZAROKAN RE HATIN ŞEWITANDIN
 
Rêxistinên Şano bal kişandin ser têkoşîn û serpêhatiyen şanogerên Kurd û wiha lê zêde kir: "Şano bi giştî li ser kokên mirovahiyê şîn dibe û ji rîtuelên dema destpêka civakbûyînê ve bi guherîn û veguherînê xwe digihîne roja îroyîn. Mirov dikare çîrokên hemû neteweyan bi awayekî bi qonaxeke dîrokê ve girê bide lê şanoya kurdî her çend parçeyekî şanoya dinyayê be jî, bi cudahî û taybetiyên xwe mirov nikare bi tenê wek hemû şanoyan binirxîne. Bila ev yek mîna pozbilindî û qurebûn neyê fêmkirin. Ji ber ku çîroka kurdan her tim bûye para şanoya kurdî. Şanogerên kurd car hat li Helebçeyê sêv bêhn kirin, car hat di Sînemaya Amûdê de bi zarokan re hatin şewitandin. Roj hat li Rojava bûn penaber û di qeraxên Ava Spî de bûn zarok û xeniqîn. Roj hat saziyên wan bi ser wan de hatin hilweşandin. Roj hat lîstikên wan hatin qedexekirin. Gelo şanoyek heye ku replîkên xwe bi awayekî veşartî vebêje? Gelo çend heb şano ji ber sedema bi zimanekî qedexekirî lîstine, hatine cezakirin? Gelo çend heb şanoyan cih nedîtiye ku lîstikên xwe lê bilîzin? Ev jî şanoya kurdî dike parçeyekî têkoşîna gelê xwe. Wê demê jî “bûn an nebûn”a Shakespeare dibe ‘hebûn an tunebûn’a me. Şarlo Dîktatora xwe ji nû ve ji bo kurdan dinivîse. Dario Fo dibe hevrêyê me û bi me re henekên bi kurdî dike. Çîroka azadîya welat ji pênûsa Ehmedê Xanî dilop dilop dibe evîna Mem û Zîn û ew evîn dibe behreke bêbinî ji bo şanoya kurdî." 
 
'KOMÊN ŞANOYA KURDÎ ÎRO JÎ ÇÎROKÊN XWE BI LÎSTIKÊN XWE VEDIBÊJIN' 
 
Komên şanogerên Kurd Roja Şanoyê ya Cîhanê pîroz kir û wiha bi dawî kir "Komên şanoya kurdî îro hê jî lîstikên xwe li dar dixin û şanoyên xwe çêdikin. Ji gelê xwe û ji gelên hemû dinyayê re dixwazin çîrokên xwe vebêjin. Tê zanîn ku van rojan ji ber sedema vîrusekê hemû lîstik hatin betalkirin. Ne tenê lîstik, hemû organîzasyon da ku vîrus belav nebe, hatin betalkirin. Bangewaziyê dikin ji bo ku gel “ji malên xwe derneyê”.  Helbet ev yek wekî her tiştî bandorê li şanoyê jî dike. Şanoger dê 27’ê Adarê îsal li malên xwe pîroz bikin. Ev vîruseke çawa ye ku bandorê li ev qas mirovan dike? Madem em li malên xwe ne, divê em hinekî li ser vê bifikirin. Ger ev bi destê mirovahiyê derneketibe û bi rêya xwezayê qewimîbe, bi rastî jî divê em serê xwe baş pê biêşînin. Emrê mirovahiyê bi şerê bi xwezayê re derbas bûye û mirovan her tim xwestiye di vî şerî de bi ser bikevin û ji bo vê yekê jî hemû qadên xwezayê roj bi roj dagir kirine/dikin. Her roj êrişî cih û warên jiyana xwezayî dikin. Ji bo ajal û nebatên biyanî xweza her ku diçe, teng dibe. Kî dizane, dibe ku ev vîrus xweparastina xwezayê be û dixwaze mirovan ji xwe dûr bixe û xwe ji nû ve biafirîne. Divê piştî vê xewnereşkê em ji xew hişyar bibin û rêyeke wisa bibînin ku bi xwezayê re şer nekin û jiyana xwe li gorî wê saz bikin. Tiştekî balkêş dîsa; ev vîrus zirarê nade zarokan. Belkî jî xweza heyfa zarokên Amûdê ji mirovên mezin hildide. Belkî jî ji bo xatirê Yekta Hêvî û lîstikvanên wî yên biçûk dest nade zarokan. An jî ji îro pê ve divê em bi derhêneriya xwezayê lîstikên xwe amade bikin. 
Bi hêviya rojên azad ku tu dem bê şano nemînin. Roja Şanoyê ya Cîhanê ji me tevan re pîroz be." 
 
 

Sernavên din

27/03/2020
20:19 Koca: Bi giştî hejmara kesên mirine bû 92
17:56 Li Amedê avahiyek xistin karantinayê
17:18 Hevşaredarê Xalfeliyê Hasan Safa hat girtin
17:09 Gundekê Ebexê kirin karantînayê
16:36 Li Rîzeyê bajarok û 4 gund xistin karantînayê
16:04 Şêniyên Wanê: Em ji neçarî derdikevin derve
15:50 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexe li dijî vîrûsê xebata 'Li mal bimîne'
15:44 Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi dawî bû
15:32 Ûyanik bersiva Soylû da: Ev malbat û polîs jî di nav de ne gelo?
15:16 TGS: Divê bi lez ji bo karkerên çapxaneyê tevdîr bêne girtin
14:52 Li Amedê kesek ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
14:49 Bi ser malên kesên ji ber koronayê vegeriyan gundê xwe de girtin
14:25 Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê bang li hikumetan kir: Girtiyan berdin
14:24 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:14 Guzel: Çima kîtên teşhîsê naşînin bajarên kurdan
14:03 KESK’ê: Di pêşnûmeya înfazê de wekhev nêz bibin
13:45 Gunay: Em xwe û civaka xwe biparêzin
13:45 Êdî li Amedê testa koronayê tê kirin
13:35 Yek ji cihên sembol ê Kadikiyê Sînemaya Rexx hat girtin
12:48 Leyla Guven ji bo Mexmûrê bang li rayedarên Başurê Kurdistanê kir
12:12 Kurê helbestvanê kurd Cegerxwîn ji ber vîrûsê wefat kir
11:59 Girtiyê nexweş ê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî li ber sekeratê ye
11:51 Leşkerê li ser sînor leşkertî dikir, kirin karantînayê
11:28 Hevşaredarên Êlihê bi kelepçeyê derxistin pêşberî dozger
11:25 Xebatkarên tenduristiyê yên hatin îxrackirin dixwazin li dijî vîrûsê vegerin karê xwe
11:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê dimirin zêde dibin
11:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn pêdiviya civakê temîn dikin
10:59 Di baxçeyê nexweşxanê de konê karantinayê vedan
10:30 Şanogeran 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê pîroz kir
10:14 Aborînas Sonmez: Çareserî parvekirina serwetê ye
10:12 'Pêşnûmeya înfazê mîna vîrûsê tirsnake’
10:11 ‘Bi dabînkirina pêdiviyên civakê re qedexeya derketina derve dikare were ragihandin’
09:38 Berteka Unsalê ya ji bo qeyûman: Tu aliyeke wê ya bê ravekirin tuneye
09:26 Astsûbayê Dîlek Kaya kuşt hat girtin
09:24 Ciwanan li dijî vîrûsa coronayê tora piştevaniyê ava kirin
09:23 Li Tirkiyeyê serê polîs 211, cendirme 92 û serê bijîşkekî 498 kes dikevin
09:22 ‘Bêyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan’
09:22 ‘Qeyûm darbeya li dijî şaredarîvaniya civakparêz e'
09:21 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine!
09:11 'Ên tiryakê difiroşin tên berdan, lê zarokên me?'
09:11 Şaredariya Sêrtê ji bo parastina tenduristiya gel 42 park girtin
09:10 Sal neqediya 46 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin
09:10 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Di vê pêşnûmayê de cihêkarî heye
09:09 Li Herêma Egeyê 269 girtiyên nexweş di talûkeya vîrûsa corona de dijîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2020'AN
26/03/2020
23:04 Koca: 16 nexweşên me yên din jî mirin, hejmara miriyan bû 75
21:14 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser ji girtîgehê derketin
17:09 2 car muebeta giran li Saglamê du jin kuştin hat birîn
16:55 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser hatin berdan
16:42 Li Beykozê angaşta ‘goristana vîrûsê’
16:38 Rêxistinên Kedê yên Amedê: Cudahiyê nexin zagona înfazê
16:27 YSK’ê mazbata Serokşaredarê Ceyhanê betal kir
16:07 Bila xebatkarên ASM'ê di testê re derbas bibin
15:44 Ziyareta parêzeran a li girtîgeha Wanê qedexe kirin
15:26 TUAY-DER: Rîska li girtîgehan mezin e
15:21 Hevşaredarên Êlihê Demîr û Korkmaz hatin berdan
15:19 Olûç: Mafê jiyanê yê hemû girtiyan heye
15:17 Koordînasyona Ya Stenbol An Kanal: Gel ketiye derdê can, îqtîdar ketiye derdê îhalê
14:32 Di vê qeyrana vîrûsê de yekemîn projeya Kanal Îstanbul derxistin îhaleyê
14:28 Soylu derbarê qedexeya derketina derve de daxuyanî da
14:27 Li Îranê hejmara miriyan derket 2 hezar û 234'an
14:12 HDP’ê ji bo çandiniyê pêşnir kirin
14:06 Hinek tûrnîkeyên qeyûm hatin rakirin
14:05 Malbatên girtiyên siyasî: Bila ji gîrtîgehan darbest dernekevin
13:54 Di çapameniya Cîhanê de korona: Li Etîyopyayê dê 4 hezar girtî bên berdan
13:26 Li çoltera Pasûrê operasyona leşkerî
12:52 Angaştnameya Tahîr Elçî piştî 5 salan temam bû: Ji bo polîsan cezayê wek ‘xelat’ hat xwestin
12:38 Ji bo hevşaredar Demîr û Korkmaz daxwaz kontrola edlî hat kirin
12:32 Li Licê leşkeran bi ser malan de girt
12:25 TTB'ê xwest daxwazên wê yên hevkariyê li ber çavan bê girtin
12:22 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kir
12:00 Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine 50 hezar zêde bû
11:30 ‘Perwerdehiya dûr a li ser înternetê bi pirsgirêk e'
11:29 Rêxistinên Elewiyan: Hemû girtiyan berdin
11:29 Hevşaredarên Êlihê derxistin edliyeyê
11:08 Kampanya ji bo berdana girtiyên siyasî gihîşt 55 hezar îmzeyan
11:02 Erkan Baş: AKP vîrûsa corona wekî 'lutûf' dibine
11:01 Semra Guzel: Mîna vîrûsan êrîşî vîna gel dikin
11:01 ‘Berî derketina cenazeyan girtiyan berdin’
10:49 Bergiriya ‘li malê bimîne’ veguherî tundiya li dijî jinê
10:48 Li Cizirê 2 roj beriya hilbijartinê amadekariya tayînkirina qeyûm kirine
10:36 Kuçeyên Amedê qelebalix in û ev qelebalixî jî bi hêrs e
10:35 'Divê maf û daxwaz ji sûc bên derxistin'
09:50 Ajokêrên TIR’an: Heke teker negere em ê çawa debara xwe bikin?
09:48 Doç. Dr. Arsan: Divê em ji zimanê weşangeriya berberîtiyê dûr bikevin
09:23 Masa Qeyranê ya HDP'a Îzmirê: Hikûmet nikare sererast şewbê bi rêve bibe
09:23 Cîhan şerê vîrûsa corona dike, îqtîdara AKP'ê xwezayê talan û wêran dike
09:20 Niha dem dema çîroka ye
09:20 'Hejmara testên tên kirin ji bo tespîtkirina rêjeya vegiriyê pir kêm in'
09:19 ‘Divê em bibin dengê girtiyan'
09:18 Girtiya ku got 'tevdîr nayên girtin' telefona wê birîn
09:15 'Temam em dikarin di mal de bimînin, lê em ê çi bixwin?'
09:14 14 rojên xwe yê karantînayê bi vî awayî derbas kir!
09:13 ‘Em dermanger tevdîrên xwe digirin'
09:09 'AKP veguheriye pandemiyê, êdî wextê wê yê çûyînê hatiye'
09:08 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Demîr: Hefteya bê hefteyeke pir krîtîk e
09:08 Dayika girtiyê nexweş gazî Wezareta Dadê kir
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2020'AN
00:04 Koca: Hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 59
25/03/2020
17:16 Ji Guven ji bo hikûmetê: Xetayeke startejîk dê bibe sedema mirina bi sed hezaran kesî