Sal neqediya 46 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin

img

AMED – HDP’ê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de 65 şaredarî bi dest xist. 6 şaredarî bi hênceta namzet mexdûrên îxracê bûn mazbatayên xwe wernegirtin. Hêj salek hilbijartinê neqediya qeyûm tayînî ser 40 şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Di rewşa heyî de 18 şaredarî di bin rêveberiya HDP’ê de man. 

 
Di 31’ê Adara 2019’an de li Tirkiyê hilbijartina xwecihî pêk hat. Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) tevî hemû zextên li ser xwe jî di hilbijartina xwecihî de li bajarên kurdan 65 şaredarî bi dest xist. Beriya vê serdemê di hilbijartina adara 2014’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku niha pêkhateya HDP’ê ye 102 şaredarî bi dest xistibû. Di 2016’an de îqtîdarê dest bi polîtîkaya qeyûman kir û hema bêje di nava salekê de qeyûm tayînî ser hemû şaredariyên DBP’ê kir. Lê HDP’ê û hemû pêkhate û tifaqa xwe zend û bendê xwe girê dan û li cihê qeyûm hatibûn tayînkirin carek din şaredariya xist bin rêveberiya xwe. 
 
YSK’Ê MAZBATAYAN NEDA NAMZETÊN HDP’Ê DA NAMZETÊN AKP’Ê 
 
Piştî hilbijartina 31’ê Adara 2019’an Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li ser daxwaza namzetên AKP’ê mazbatayên 6 namzetên HDP’ê ku bi rêjeyên bilind bi ser ketibûn, bi hênceta mexdûrên KHK ango ji karmendiya dewletê îxrac bûbûn betal kir û mazbata da namzetên AKP’ê. YSK’ê mazbatayên hevşaredarên navçeya Rezana Amedê, bajarokê Bazarcixa girêdayî navçeya Dîgora Qersê, navçeya Artemêtana Wanê, navçeya Ebexa Wanê, navçeya Tûşbaya Wanê, navçeya Tekmana Erziromê neda wan û mazbatayan da namzetên AKP’ê. Bi vê yekê re hejmara şaredariyên HDP’ê qezenc kiribû daket 59 şaredariyan. 
 
QEYÛMAN BI 3 ŞAREDARIYÊN BAJARÊ MEZIN DAN DESTPÊKIRIN 
 
Hêj bi ser hilbijartinê de 5 meh derbas nebûn di 19’ê Tebaxa 2019’an de li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Bi hênceta derbarê hevşaredar Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe de lêpirsînên hatibûn destpêkirin didomin ji wezîfeyê hatin dûrxistin û waliyên van bajaran tayînî şûna wan hatin kirin. Bi tayînkirina ewil a van qeyûman re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 56 şaredariyan. 
 
DI 4 MEHAN DE QEYÛM TAYÎNÎ 29 ŞAREDARIYAN KIRIN 
 
Pêla duyemîn a tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê di mehên îlon, cotmeh, mijdar û kanûnê de berdewam kir û şaredariyên Bajarokê Awîska Qûbinê, Bajaroka Perî ya Dersimê, navçeyên Pasûr, Hezro, Peyas, Bismil, Karaz, Sûr, Yenîşehîr, navçeya Qereyazî ya Erziromê, Colemêrg, navçeya Gevera Colemêrgê, navçeyên Nisêbîn, Qoser, Stewr, Dêrik, Şemrex ên Mêrdînê, navçeya Kopê ya Mûşê, Bajarokê Lîzê ya Kopê, navçeya Gimgimê, navçeyên Cizîr û Hezex ên Şirnexê, navçeya Pirsûsa Rihayê, navçeyên Erdîş, Elbak, Rêya Armûşê, Bêgir, Qelqelî û Seray yên Wanê bi tayînkirina qeyûman hatin desteserkirin. Di van mehan de qeyûm tayînî ser 29 şaredariyên HDP’ê hatin kirin û bi vî awayî hejmara şaredariyên HDP’ê daket 27 şaredariyan. 
 
JI BER TIRSA QEYÛM JI HDP’Ê ÎSTÎFA KIR 
 
Ji ber tirsa dê qeyûm tayînî şûna wî bikin û dê were binçavkirin Serokê Şaredariya Bajarokê Kaniyahenê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê Firat Karabûlût di 10’ê kanûna 2019’an de ji HDP’ê îstîfa kir. Bi vê îstîfayê re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 26 şaredariyan. 
 
HERÎ DAWÎ QEYÛM TAYÎNÎ 8 ŞAREDARIYAN KIRIN 
 
Pêla binçavkirinan hevşaredaran û tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê di salvegera hilbijartinê de dîsa ket dewrê. Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir bi hênceta derbarê hevşaredaran de lêpirsîn hatine destpêkirin di 23’yê Adara 2020’an de hevşaredarên Êlih, navçeyên Farqîn, Erxenî, Licê û Gêlê yên Amedê, navçeya Norşîna Bedlîsê, bajarokê Halfelî ya girêdayî Îdirê û bajarokê Ciwanîka girêdayî Sêrtê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Hevşaredarên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Halfelî hatin binçavkirin. Hemû hevşaredar hatin berdan lê Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl hat girtin. 
 
18 ŞAREDARÎ DI DESTÊ HDP’Ê DE MAN 
 
Bi tayînkirina van qeyûmên ser 8 şaredariyên HDP’ê re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 18 şaredariyan.
 
Şaredariyên di bin rêveberiya HDP’ê de wiha ne: Bajarokê Komira Semsûrê, navçeyên Bazîd, Panos, Giyadîn ên Agirî, navçeya Hezo ya Êlihê, navçeyên Pîran û Çinarê yên Amedê, bajarokê Sarica Xarpêtê, navçeya Qereçobana Erziromê, navenda Îdirê, bajarokê Hoşhabera Îdirê, navenda Qersê, bajarokê Vartînîs a girêdayî navçeya Korkûta Mûşê, navenda Sêrtê û navçeyên wê Xana Hewêl û Misirc, navçeya Silopî ya Şirnexê û bajarokê Gundikê Melê ya girêdayî navenda Şirnexê.

Sernavên din

27/03/2020
20:19 Koca: Bi giştî hejmara kesên mirine bû 92
17:56 Li Amedê avahiyek xistin karantinayê
17:18 Hevşaredarê Xalfeliyê Hasan Safa hat girtin
17:09 Gundekê Ebexê kirin karantînayê
16:36 Li Rîzeyê bajarok û 4 gund xistin karantînayê
16:04 Şêniyên Wanê: Em ji neçarî derdikevin derve
15:50 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexe li dijî vîrûsê xebata 'Li mal bimîne'
15:44 Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi dawî bû
15:32 Ûyanik bersiva Soylû da: Ev malbat û polîs jî di nav de ne gelo?
15:16 TGS: Divê bi lez ji bo karkerên çapxaneyê tevdîr bêne girtin
14:52 Li Amedê kesek ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
14:49 Bi ser malên kesên ji ber koronayê vegeriyan gundê xwe de girtin
14:25 Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê bang li hikumetan kir: Girtiyan berdin
14:24 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:14 Guzel: Çima kîtên teşhîsê naşînin bajarên kurdan
14:03 KESK’ê: Di pêşnûmeya înfazê de wekhev nêz bibin
13:45 Gunay: Em xwe û civaka xwe biparêzin
13:45 Êdî li Amedê testa koronayê tê kirin
13:35 Yek ji cihên sembol ê Kadikiyê Sînemaya Rexx hat girtin
12:48 Leyla Guven ji bo Mexmûrê bang li rayedarên Başurê Kurdistanê kir
12:12 Kurê helbestvanê kurd Cegerxwîn ji ber vîrûsê wefat kir
11:59 Girtiyê nexweş ê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî li ber sekeratê ye
11:51 Leşkerê li ser sînor leşkertî dikir, kirin karantînayê
11:28 Hevşaredarên Êlihê bi kelepçeyê derxistin pêşberî dozger
11:25 Xebatkarên tenduristiyê yên hatin îxrackirin dixwazin li dijî vîrûsê vegerin karê xwe
11:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê dimirin zêde dibin
11:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn pêdiviya civakê temîn dikin
10:59 Di baxçeyê nexweşxanê de konê karantinayê vedan
10:30 Şanogeran 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê pîroz kir
10:14 Aborînas Sonmez: Çareserî parvekirina serwetê ye
10:12 'Pêşnûmeya înfazê mîna vîrûsê tirsnake’
10:11 ‘Bi dabînkirina pêdiviyên civakê re qedexeya derketina derve dikare were ragihandin’
09:38 Berteka Unsalê ya ji bo qeyûman: Tu aliyeke wê ya bê ravekirin tuneye
09:26 Astsûbayê Dîlek Kaya kuşt hat girtin
09:24 Ciwanan li dijî vîrûsa coronayê tora piştevaniyê ava kirin
09:23 Li Tirkiyeyê serê polîs 211, cendirme 92 û serê bijîşkekî 498 kes dikevin
09:22 ‘Bêyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan’
09:22 ‘Qeyûm darbeya li dijî şaredarîvaniya civakparêz e'
09:21 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine!
09:11 'Ên tiryakê difiroşin tên berdan, lê zarokên me?'
09:11 Şaredariya Sêrtê ji bo parastina tenduristiya gel 42 park girtin
09:10 Sal neqediya 46 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin
09:10 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Di vê pêşnûmayê de cihêkarî heye
09:09 Li Herêma Egeyê 269 girtiyên nexweş di talûkeya vîrûsa corona de dijîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2020'AN
26/03/2020
23:04 Koca: 16 nexweşên me yên din jî mirin, hejmara miriyan bû 75
21:14 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser ji girtîgehê derketin
17:09 2 car muebeta giran li Saglamê du jin kuştin hat birîn
16:55 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser hatin berdan
16:42 Li Beykozê angaşta ‘goristana vîrûsê’
16:38 Rêxistinên Kedê yên Amedê: Cudahiyê nexin zagona înfazê
16:27 YSK’ê mazbata Serokşaredarê Ceyhanê betal kir
16:07 Bila xebatkarên ASM'ê di testê re derbas bibin
15:44 Ziyareta parêzeran a li girtîgeha Wanê qedexe kirin
15:26 TUAY-DER: Rîska li girtîgehan mezin e
15:21 Hevşaredarên Êlihê Demîr û Korkmaz hatin berdan
15:19 Olûç: Mafê jiyanê yê hemû girtiyan heye
15:17 Koordînasyona Ya Stenbol An Kanal: Gel ketiye derdê can, îqtîdar ketiye derdê îhalê
14:32 Di vê qeyrana vîrûsê de yekemîn projeya Kanal Îstanbul derxistin îhaleyê
14:28 Soylu derbarê qedexeya derketina derve de daxuyanî da
14:27 Li Îranê hejmara miriyan derket 2 hezar û 234'an
14:12 HDP’ê ji bo çandiniyê pêşnir kirin
14:06 Hinek tûrnîkeyên qeyûm hatin rakirin
14:05 Malbatên girtiyên siyasî: Bila ji gîrtîgehan darbest dernekevin
13:54 Di çapameniya Cîhanê de korona: Li Etîyopyayê dê 4 hezar girtî bên berdan
13:26 Li çoltera Pasûrê operasyona leşkerî
12:52 Angaştnameya Tahîr Elçî piştî 5 salan temam bû: Ji bo polîsan cezayê wek ‘xelat’ hat xwestin
12:38 Ji bo hevşaredar Demîr û Korkmaz daxwaz kontrola edlî hat kirin
12:32 Li Licê leşkeran bi ser malan de girt
12:25 TTB'ê xwest daxwazên wê yên hevkariyê li ber çavan bê girtin
12:22 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kir
12:00 Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine 50 hezar zêde bû
11:30 ‘Perwerdehiya dûr a li ser înternetê bi pirsgirêk e'
11:29 Rêxistinên Elewiyan: Hemû girtiyan berdin
11:29 Hevşaredarên Êlihê derxistin edliyeyê
11:08 Kampanya ji bo berdana girtiyên siyasî gihîşt 55 hezar îmzeyan
11:02 Erkan Baş: AKP vîrûsa corona wekî 'lutûf' dibine
11:01 Semra Guzel: Mîna vîrûsan êrîşî vîna gel dikin
11:01 ‘Berî derketina cenazeyan girtiyan berdin’
10:49 Bergiriya ‘li malê bimîne’ veguherî tundiya li dijî jinê
10:48 Li Cizirê 2 roj beriya hilbijartinê amadekariya tayînkirina qeyûm kirine
10:36 Kuçeyên Amedê qelebalix in û ev qelebalixî jî bi hêrs e
10:35 'Divê maf û daxwaz ji sûc bên derxistin'
09:50 Ajokêrên TIR’an: Heke teker negere em ê çawa debara xwe bikin?
09:48 Doç. Dr. Arsan: Divê em ji zimanê weşangeriya berberîtiyê dûr bikevin
09:23 Masa Qeyranê ya HDP'a Îzmirê: Hikûmet nikare sererast şewbê bi rêve bibe
09:23 Cîhan şerê vîrûsa corona dike, îqtîdara AKP'ê xwezayê talan û wêran dike
09:20 Niha dem dema çîroka ye
09:20 'Hejmara testên tên kirin ji bo tespîtkirina rêjeya vegiriyê pir kêm in'
09:19 ‘Divê em bibin dengê girtiyan'
09:18 Girtiya ku got 'tevdîr nayên girtin' telefona wê birîn
09:15 'Temam em dikarin di mal de bimînin, lê em ê çi bixwin?'
09:14 14 rojên xwe yê karantînayê bi vî awayî derbas kir!
09:13 ‘Em dermanger tevdîrên xwe digirin'
09:09 'AKP veguheriye pandemiyê, êdî wextê wê yê çûyînê hatiye'
09:08 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Demîr: Hefteya bê hefteyeke pir krîtîk e
09:08 Dayika girtiyê nexweş gazî Wezareta Dadê kir
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2020'AN
00:04 Koca: Hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 59
25/03/2020
17:16 Ji Guven ji bo hikûmetê: Xetayeke startejîk dê bibe sedema mirina bi sed hezaran kesî