KCD: Helebçe nayê jibîrkirin

img

AMED – KCD’ê bi wesîleya 32’yemîn salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek belav kir û hat gotin wan birîna xedar a Helebçeyê ji bîr nekirine û komkujî îro tên nûjenkirin û viya xwe li bajarên Rojava dide nîşandan. KCD’ê banga avakirina yekîtiya neteweyî ya kurd kir.  

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta 32’yemîn salvegera Komkujiya Helebçe daxuyaniyek nivîskî belav kir û balê dikişîne ser komkujiyên bi serê gelê kurd de hatine.
 
Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:
 
“Dîroka sedsala dawî ji bo gelê me, bi komkujî û jenosîdên bêhejmar ên ji hêla dewletên dagirker ve pêk hatine re tijî ye. Ev sedsal di heman demê de di aliyê gelê me de ji bo hebûna xwe biparêze û azadiya xwe misoger bike, bûye dîroka lehengî, berxwedanê.
 
Di ser Komkujiya Helebçê ya ku di dîroka mirovahiyê de bûye deqeke reş û tu caran ji bîr nabe de 30 sal derbas bûn. Komkujiya Helebçê ya ku di şexsê gelê kurd de li hemberî mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye, wekî sûcê mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.
 
BI EFRÎNÊ RE KÛRTIR BÛYE
 
Dîktatoriya Sedam di encama bikaranîna hemû cûre çekên kimyewî û biyolojîk de zêdetirî 5 hezar kurdên sivîl û bêparastin bi awayekî hovane qetil kir. Ligel ku di ser vê komkujiyê de 32 sal derbas bûne jî hêj ew texrîbat û birîna wijdanî ya di nava mirovan de vekiriye ji holê ranebûye. Ev yek bi qirkirina Efrînê re kûrtir bûye.
 
KOMKUJÎ TÊN NÛJENKIRIN 
 
Komkujiya Helebçê, ne komkujiya yekemîn a ji hêla dewletên dagirker ve li ser gelê me hatiye meşandin û ne jî ya dawî ye. Ev pêkanîn û polîtîkayên di çaryeka sedsala 20’emîn de hat destpêkirin, niha bi awayekî kûr û dijwartir tê meşandin. Ev stratejiya bi armanca tunekirin û qirkirinê hatiye destpêkirin her tim tê nûjenkirin. Koçgirî, Agirî, Zîlan, Darahênê, Gurgum, Qamişlo, Gazî, Roboskê, Şengal, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex û gelek bajarên din ên kurdan hatin wêrankirin û bi armanca qirkirinê komkujiyên mezin pêk anîn.
 
Êdî derketiye holê ku ev dewletên dagirker ên ku ev polîtîkayên qirkirin û komkujiyê dimeşînin, di bin çavdêrî, bi piştgirî û hêzdayîna hêzên emperyal de pêk anîne.
Hemû mirovahî zanin û bûne şahidê rastiya ku gelê kurd di dîroka xwe de bi gelek qirkirinan re rû bi rû mane û ligel vê yekê jî tu caran paşde gav neavêtiye û teslîm nebûye. 
 
JI BO YEKÎTIYÊ EM BIXEBITIN 
 
Bi vê bîr û baweriyê em careke din di 32’yemîn salvegera vê komkujiyê de Komkujiya Helebçê lanet dikin û ji bo qetlîamên bi vî rengî careke din pêk neyên em dixwazin hemû gelê me, sazî û partiyên siyasî ji bo avakirina Yekîtiya gelê Kurd bixebitin.”
 

Sernavên din

18/03/2020
17:01 Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk
16:21 Li Başûr qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
16:17 Rêxistinên mafên mirovan: Gavan bavêjin
15:18 Ji ber şiliya zêde mal di bin avê de man
15:15 NASA wêneyê hilweşandina Heskîfê parve kir
14:42 Newroz li her derê ye: Agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn
14:31 TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir: Kêmasiya melzemeyan temam bikin
14:19 Xwestin li girtîgehan tedbîr werin girtin
14:19 Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin
14:03 Malên TOKÎ’yê di bin avê de man
14:02 Li Îran û Îspanyayê hejmara miriyên vîrusê zêde bûn
13:38 Enqere bi fikar in: Kolan vala û tedbîr şexsî ne
13:00 Li wargehên ji bo karantînayê personelên tenduristiyê tunene!
12:59 Ji ber vîrûsa koronayê rojnameger Atay xistin ber lêpirsînê
12:35 Komeleya Jinê ya Rosa: Vekişîna malê dê bêtir kedê binpê bike
11:30 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana Podcastê kir
11:15 Prof. Dr. Ustun: Vîrûsa corona pirsgirêka pergalê ye
10:53 Demîr: Li Amedê amadekariyên ji bo vîrûsa koronayê têr nakin
10:38 Girtîgeh ji paqijî û venêrînê dur in
09:57 Li Amedê şilî bi neyînî bandor li jiyanê dike
09:23 Parêzerê Ocalan: Em dixwazin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin
09:21 ‘Li Çewligê şidet û zext jinan ber bi întiharê ve dişîne'
09:21 Bavê Volkan Eryîgît: Bira çapemeniya azad dev ji rastiyan bernede
09:20 Dr. Saglam: Bijîşk newêrin teşxîsa vîrusê deynin
09:19 Pirtûkfiroş jî nesîbê xwe ji coronayê girtin: Xwendevan newêrin dest bidin pirtûkan
09:17 Ji ber Sirûda Îstîklalê negotin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Li girtîgehan tevdîr baş nayên girtin, malbat bifikar in
09:15 Birîndara Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Qet ji bîra min naçe
09:15 Ocalan: Tedbîr neyên stendin emê raste rast biçin mahşerê
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2020'AN
07:53 Koca: Ji ber vîrûsa corona kesek mir û 98 kes bi şewba corona ketine
17/03/2020
16:31 Girtiyê nexweş Ayik hat berdan
16:08 Di Çemê Mûnzûrê de kelek qulipî: Leşkerek di avê de winda bû
16:01 'Divê zarokên di girtîgehan de bên berdan’
16:00 Rêxistinên tenduristî û hiqûqê: Divê girtî werin berdan
15:32 Li Îranê 988 kes ji ber vîrûsê mirin
15:13 Ji Rêxistina HDP'ê ya Amedê hişyariya vîrûsê
14:52 Ji rêxistinên kardêr hişyariya ‘Bila dawet neyin li dar xistin’
14:43 HDP'ê li giliyê Kral FM kir
14:35 Parêzer û siyasetmedaran birin Dadgeha Rihayê
13:46 2 xebatkarên WHO’yê bi vîrûsa koronayê ketine
13:41 Li Semsûrê 6 kes hatin girtin
13:30 10 fezlekiyên nû şandin Meclîsê
12:57 TUHAY-DER’ê: Girtî û hikumxaran berdin
12:51 Heskîfa nû di bin lehiyê de ma
12:37 Sancar: Divê Meclîs li dijî vîrûsê komîsyona temsîliyeta wekhev ava bike
12:14 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:58 Efrînî li benda roja azadkirina axa xwe ne
11:50 Şiliyê rêyên Çewlikê wergerand golê
11:45 Li Edenê 3 kes kirin karantînayê
11:43 Tevna mafên mirovan: Tu girtî nehatine berdan
10:54 Li Sîlopiyê xebatên dezenfektê dewam dikin
10:49 Dayika Zulkuf Gezen: Têkoşînek serbilindî li pey kurê min ma
10:37 MED TUHAD-FED'ê xwest ji bo girtiyan bi lez tedbîr bên girtin
10:31 Sekreterê Giştî yê ATO'yê: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
10:22 Li girtîgehan li dijî vîrûsa corona tedbîr nehatine girtin
10:20 Gergerlîoglû: Divê girtî bên berdan
09:12 Keça serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
09:11 'Di hemû darizandinan de mafê parastinê hatiye binpêkirin'
09:10 Ewilî bû parêzerê dosyeya bavê xwe
09:10 Li bazarên îşporteyî pêşangeha wêneyan
09:04 Bi hinceta 'ewlehiyê' jêrebihura wan girtin, heywanên wan dimirin!
09:02 Ertene ya ku di Newroza 92'yan d ehevjînê wê hat kuştin: Kifrîtek be jî Newrozê pîroz dikim
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2020'AN
07:48 Li Tirkiyeyê vîrûsa corona gihişt 47 kesan
16/03/2020
16:52 Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz tehliye bû
16:36 Ji bo nimêjin bi komî jî biryara navberdayînê hat dayîn
14:59 Rêxistinên sivîl û siyasî: Daxwazên Grûp Yorûmê qebûl bikin
14:52 Komkujiya Halebce nehat jibîrkirin
14:24 Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney betal bû
14:01 Baroya Amedê: Komkujiya Helebceyê wekî Jenosîd qebûl bikin
13:58 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
13:44 Rojnameger Alptekîn Dûrsûnoglû tehliye bû
13:04 HDP: Emê Helebçê û Beyazîtê nedin jibîrkirin
12:13 Biranîna Helebçeyê ji ber vîrûsa korona hat betalkirin
12:12 Daneşînên dozên kesên ne girtî ji ber vîrusa koronayê taloq bûn
12:03 Rojnameger Turfent: Li girtîgehan tedbîra li dijî vîrûsê tune
12:02 Agahiya te jê heye?
11:57 Edliyeya Amedê hat girtin!
11:43 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Em bi yekitiyê dikarin rê li pêş jenosîdan bigirin
11:37 Îfadegirtina parêzeran dest pê kir: Sûcdarî hevdîtina muwekîlan e
11:37 Bandora vîrûsê ya îro: 3 welatan OHAL îlan kirin, yekemîn testa derziyê wê bê kirin
11:29 HDP'ê ji bo tedbîra li girtîgehan a li dijî Vîrûsa Corona pêşnûmeqanûn da meclîsê
11:06 Wekî salên 1990'an dê agirê Newrozê li taxên Stenbolê geş bibe
10:53 Xwendekaran şeva xwe derve derbas kirin
10:51 Hejmara 6'emîn a Kovara Laserê derket
10:42 Karkerên Oz Îplîk Îş'ê derbasî Tekstîl Sen'ê dibin
10:01 KCD: Helebçe nayê jibîrkirin
09:45 Ciwanên Amedî ji sedi 83.1 ji pêşerojê bi fikar in
09:31 Li Stewrê Newroz hat pîrozkirin
09:12 Can: Demokrasiya ku pirsgirêka kurd çareser neke nayê hembêz kirin
09:11 Tehdeya ‘bêkesan’ li 974 cenazeyan dikin
09:11 Li girtîgehan tenê bergiriya taloqkirina hevdîtinan heye!
09:10 Bandora korona ya li ser aboriyê: Aboriyeke bêîstîkrar li benda me ye
09:01 Qeyûm qanûn binpê kir, sîlûeta bajêr bi 1,5 mîlyonî xirab kir
09:01 Polîs zextan li xwendekarên jin dikin
09:01 Şahidên Newroza 1992’yan: Li ser serbanan agir qet ne tefiyan
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2020'AN
15/03/2020
17:05 Grup Yorum: Em bibin dengê Mustafa, Hêlîn û Îbrahim
16:55 Wezîr li Milazgîrtê 4 keyayên gundan ji peyvirê girtin