Rojnameya Xwebûn bi nivîsarên nû derket

img

AMED - Rojnameya xwebûnê bi nivîskar û mijarên dû derket. Nivîskar Aysel Tabak bi nivîsa "Sembol û Serfoved" balê dikişîne ser Newrozê. Nivîskar Harûn Evîndar jî bi sernavê "Birîna ku hîn xwîn jê tê Helepçe" balê dikiş^ne ser komkujiya Helepçeyê. 

Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike bi manşeta "Vîrusê Newroz betal kir" derket.  Rojnameyê di vê hejmarê de jî cih da nivîskarên nû. Samî Hêzil, Mem Avba û Harûn Evîndar cara ewil ji bo rojnameyê nivîsandin. Dîsa niviskar Zehra Mohammedzadeh, Mizgîn Ronak, Aysel Tabak, Yildiz Çakar, Samî Tan, Felemez Ulug, Ramazan Tûnç, Yaşar Eroglu, Pêşar Bextewer, Berfîn Dijle, Şener Ozmen û Agît Yazar bi mijarên nû nivîsandin. 
 
Rojname di vê hejmarê de bi naverokeke dewlemend balê dikişîne ser Komkujiya Helebçeyê. Nivîskar Harûn Evîndar ku yekem car dinivîse cih da komkujiya Helepçeyê û wiha got: "Bi qasî xak û dîrokeke bi berhem ewqasî jî bi êş û kul e Kurdistan. Bi qasî gelê ku leheng û mêrxas e, ewqasî bi birîn û keder e. Jina kurd  çiqasî xweragir û bi qudret e, ewqasî li ser sînga wê ji sungî û mîxên xayîn û nemerdane tije birîn, hesret û keser e. Em xwedî dîrokeke qedîm û heqîqeteke wisan in, hema bêje tu rojek nîn e ku xwedî wate, pîrozî û êş nebe. Ji bo vê ye ku dijminên gelê kurd ên xwînxwar tim ji bo li xwîna kurdan bimijin, bi devxwîn û çavsorî êrîş dikin, qetil dikin û tune dikin...." 
Yaşar Eroglu bi sernavê ‘Birîna xedar Helebçe’ der heqê komkujiya Helebçeyê de nivîsandine.  Mizgîn Ronak jî vê hefteyê di nivîsa xwe ya quncik de cih daye Helebçeyê.
 
'MÛZÎK PIRA NAVBERA ZIMANAN E'
 
Vê hefteyê hunermend Mem Ararat têkildarî hunera muzîkê û girîngiya zimanê kurdî pirsên rojnameger Rizoyê Xerzî bersivandiye û hunermend wiha dibêje: “Min sozek daye xwe û guhdarên xwe; strana bi dil û giyan hîs nekim ez ê nebêjim. Muzîk bexçeyê giyanê min e û dixwazim wî bexçeyî her paqij bihêlim. Lewma bi hezkirinek mezin bi muzîkê re mijûl dibim. Kevirê heps û tirba xwe wisa dixemilînim. Muzîk li xwe û
mafê xwe haybûn û bi israr daxwazkirina mafê xwe ye. Muzîk daxwaza jiyînek bi serbilindî û bêminetî ye. Muzîk di nav beşên hunerê de ya herî zû di nav civatê de
berbelav dibe. Kesekî bi zimanê te nizanibe jî tu dikarî bi rêya muzîkê pê re têkilî deynî. 
 
AGIRÊ NEWROZÊ JI TEVAHIYA CÎHANÊ VE XUYA DIKE'
 
Nivîskar Aysel Tabak jî li ser Newrozê nivîsî û wiha got: "Li çar parçeyên Kurdistanê, li her bajarê Kurdistanê gelê kurd bi hezaran derdikevin qadan û bi hestên neteweyî, bi coş Newrozê pîroz dikin. Jinên
kurd agirê Newrozê geş dikin. Agirek wisa vêxistine ku ne tenê li Kurdistanê li hemû cîhanê xuya dike..." 
 
Zehra Mohammedzadeh jî çîroka jina bi navê Fîrozeyê Tûfegul a kurdên Xorasanê nivîsandiye.
 
Nûçegihanê rojnameyê Aryan Med der barê vîrusa koronayê de nûçeyeke taybet amade kiriye û ji bijîşk Veysî Ulgen nerîn wergirtiye. Ulgen balê dikişîne ser polîtîkayên şaş ên tenduristiyê û ji bo parastina ji vîrusê hişyariyan dike. Ramazan Tunç jî bi sernavê ‘Wuhan kuxiya, hemû cîhan bi zekemê ket’ ve balê dikişîne ser vîrusa koronayê û aboriyê.
 
KEÇELÊ GURIYÊ GEMARΠ
 
Berfîn Dijle jî bi sernavê ‘Keçelê guriyê gemarî’ ve der heqê navendên çandina por û keçeliyê nivîseke mîzahî nivîsandiye.  
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/03/2020
17:01 Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk
16:21 Li Başûr qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
16:17 Rêxistinên mafên mirovan: Gavan bavêjin
15:18 Ji ber şiliya zêde mal di bin avê de man
15:15 NASA wêneyê hilweşandina Heskîfê parve kir
14:42 Newroz li her derê ye: Agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn
14:31 TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir: Kêmasiya melzemeyan temam bikin
14:19 Xwestin li girtîgehan tedbîr werin girtin
14:19 Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin
14:03 Malên TOKÎ’yê di bin avê de man
14:02 Li Îran û Îspanyayê hejmara miriyên vîrusê zêde bûn
13:38 Enqere bi fikar in: Kolan vala û tedbîr şexsî ne
13:00 Li wargehên ji bo karantînayê personelên tenduristiyê tunene!
12:59 Ji ber vîrûsa koronayê rojnameger Atay xistin ber lêpirsînê
12:35 Komeleya Jinê ya Rosa: Vekişîna malê dê bêtir kedê binpê bike
11:30 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana Podcastê kir
11:15 Prof. Dr. Ustun: Vîrûsa corona pirsgirêka pergalê ye
10:53 Demîr: Li Amedê amadekariyên ji bo vîrûsa koronayê têr nakin
10:38 Girtîgeh ji paqijî û venêrînê dur in
09:57 Li Amedê şilî bi neyînî bandor li jiyanê dike
09:23 Parêzerê Ocalan: Em dixwazin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin
09:21 ‘Li Çewligê şidet û zext jinan ber bi întiharê ve dişîne'
09:21 Bavê Volkan Eryîgît: Bira çapemeniya azad dev ji rastiyan bernede
09:20 Dr. Saglam: Bijîşk newêrin teşxîsa vîrusê deynin
09:19 Pirtûkfiroş jî nesîbê xwe ji coronayê girtin: Xwendevan newêrin dest bidin pirtûkan
09:17 Ji ber Sirûda Îstîklalê negotin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Li girtîgehan tevdîr baş nayên girtin, malbat bifikar in
09:15 Birîndara Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Qet ji bîra min naçe
09:15 Ocalan: Tedbîr neyên stendin emê raste rast biçin mahşerê
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2020'AN
07:53 Koca: Ji ber vîrûsa corona kesek mir û 98 kes bi şewba corona ketine
17/03/2020
16:31 Girtiyê nexweş Ayik hat berdan
16:08 Di Çemê Mûnzûrê de kelek qulipî: Leşkerek di avê de winda bû
16:01 'Divê zarokên di girtîgehan de bên berdan’
16:00 Rêxistinên tenduristî û hiqûqê: Divê girtî werin berdan
15:32 Li Îranê 988 kes ji ber vîrûsê mirin
15:13 Ji Rêxistina HDP'ê ya Amedê hişyariya vîrûsê
14:52 Ji rêxistinên kardêr hişyariya ‘Bila dawet neyin li dar xistin’
14:43 HDP'ê li giliyê Kral FM kir
14:35 Parêzer û siyasetmedaran birin Dadgeha Rihayê
13:46 2 xebatkarên WHO’yê bi vîrûsa koronayê ketine
13:41 Li Semsûrê 6 kes hatin girtin
13:30 10 fezlekiyên nû şandin Meclîsê
12:57 TUHAY-DER’ê: Girtî û hikumxaran berdin
12:51 Heskîfa nû di bin lehiyê de ma
12:37 Sancar: Divê Meclîs li dijî vîrûsê komîsyona temsîliyeta wekhev ava bike
12:14 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:58 Efrînî li benda roja azadkirina axa xwe ne
11:50 Şiliyê rêyên Çewlikê wergerand golê
11:45 Li Edenê 3 kes kirin karantînayê
11:43 Tevna mafên mirovan: Tu girtî nehatine berdan
10:54 Li Sîlopiyê xebatên dezenfektê dewam dikin
10:49 Dayika Zulkuf Gezen: Têkoşînek serbilindî li pey kurê min ma
10:37 MED TUHAD-FED'ê xwest ji bo girtiyan bi lez tedbîr bên girtin
10:31 Sekreterê Giştî yê ATO'yê: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
10:22 Li girtîgehan li dijî vîrûsa corona tedbîr nehatine girtin
10:20 Gergerlîoglû: Divê girtî bên berdan
09:12 Keça serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
09:11 'Di hemû darizandinan de mafê parastinê hatiye binpêkirin'
09:10 Ewilî bû parêzerê dosyeya bavê xwe
09:10 Li bazarên îşporteyî pêşangeha wêneyan
09:04 Bi hinceta 'ewlehiyê' jêrebihura wan girtin, heywanên wan dimirin!
09:02 Ertene ya ku di Newroza 92'yan d ehevjînê wê hat kuştin: Kifrîtek be jî Newrozê pîroz dikim
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2020'AN
07:48 Li Tirkiyeyê vîrûsa corona gihişt 47 kesan
16/03/2020
16:52 Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz tehliye bû
16:36 Ji bo nimêjin bi komî jî biryara navberdayînê hat dayîn
14:59 Rêxistinên sivîl û siyasî: Daxwazên Grûp Yorûmê qebûl bikin
14:52 Komkujiya Halebce nehat jibîrkirin
14:24 Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney betal bû
14:01 Baroya Amedê: Komkujiya Helebceyê wekî Jenosîd qebûl bikin
13:58 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
13:44 Rojnameger Alptekîn Dûrsûnoglû tehliye bû
13:04 HDP: Emê Helebçê û Beyazîtê nedin jibîrkirin
12:13 Biranîna Helebçeyê ji ber vîrûsa korona hat betalkirin
12:12 Daneşînên dozên kesên ne girtî ji ber vîrusa koronayê taloq bûn
12:03 Rojnameger Turfent: Li girtîgehan tedbîra li dijî vîrûsê tune
12:02 Agahiya te jê heye?
11:57 Edliyeya Amedê hat girtin!
11:43 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Em bi yekitiyê dikarin rê li pêş jenosîdan bigirin
11:37 Îfadegirtina parêzeran dest pê kir: Sûcdarî hevdîtina muwekîlan e
11:37 Bandora vîrûsê ya îro: 3 welatan OHAL îlan kirin, yekemîn testa derziyê wê bê kirin
11:29 HDP'ê ji bo tedbîra li girtîgehan a li dijî Vîrûsa Corona pêşnûmeqanûn da meclîsê
11:06 Wekî salên 1990'an dê agirê Newrozê li taxên Stenbolê geş bibe
10:53 Xwendekaran şeva xwe derve derbas kirin
10:51 Hejmara 6'emîn a Kovara Laserê derket
10:42 Karkerên Oz Îplîk Îş'ê derbasî Tekstîl Sen'ê dibin
10:01 KCD: Helebçe nayê jibîrkirin
09:45 Ciwanên Amedî ji sedi 83.1 ji pêşerojê bi fikar in
09:31 Li Stewrê Newroz hat pîrozkirin
09:12 Can: Demokrasiya ku pirsgirêka kurd çareser neke nayê hembêz kirin
09:11 Tehdeya ‘bêkesan’ li 974 cenazeyan dikin
09:11 Li girtîgehan tenê bergiriya taloqkirina hevdîtinan heye!
09:10 Bandora korona ya li ser aboriyê: Aboriyeke bêîstîkrar li benda me ye
09:01 Qeyûm qanûn binpê kir, sîlûeta bajêr bi 1,5 mîlyonî xirab kir
09:01 Polîs zextan li xwendekarên jin dikin
09:01 Şahidên Newroza 1992’yan: Li ser serbanan agir qet ne tefiyan
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2020'AN
15/03/2020
17:05 Grup Yorum: Em bibin dengê Mustafa, Hêlîn û Îbrahim
16:55 Wezîr li Milazgîrtê 4 keyayên gundan ji peyvirê girtin