KNK: Hêj komkujiyên li ser kurdan wekî jenosît nehatine naskirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê ji bo salvegera 32’emîn a komkujiya Helebce hemû kesênk di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û rêjîmên qirker û dagirker şermezar kir û got: “Mixabin heya niha jî temamî qetluamên li ser kurdan hatîne kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên nêvdewletî de nehatîne darezandin. Êm Helebce qet ji bîr nakin.”
 
Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera komkujiya Helebce ya ku di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya KNK’ê wiha ye;
 
“Berî 32 salan û li 16’ê Adara 1988 an de, hêzên rejîma dagîrker ya Îraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyayî û jehrdar qetluamek mezin li ser xelkê sivîl yê Helepçe pêkanîn. Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh kirine gorî û qubanî û şehîd ketin.
 
Bombabaran kirina Helepçe, yek bu ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagîrker a Beasa Sedam li başûrê Kurdistanê, ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpêkiribûn. Ew jî bi merem û armanca jinavbirin û tinekirina gelê kurd û kurdistanê bû.
 
Her ji destpêkê de, dema rejîma Beas desthilat li Îraqê girt, dest bi komkujî û asmîlasyona kurdan kirin. Di sêrî de wekû gurên har ketine giyanê kurdên feylî û bi dehan hezar  kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin û heta niha jî çerenivîsa piraniya wan nexwîyaye. Di destpêka salên heştêyan de 8 hezar  Barzanî  enfal û bi saxî binax kirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000  xelkê sivîl û bê guneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Îraqê û bi hovane qetluam kirin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin.
 
Lê ewa li Helebçê qewimî, yek ji mînakên herî mezinên tawankarî yên sedsala 20 e. Di navbera çend saetan de nêzî 5000 hezar kes hatin qetil kirin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vêve Helepçe bû êş û birîneka mezin ya Gelê Kurd.
 
Di sedsala derbazbûyî da gelek qetluamên mezin li ser gelê me pêkhatin. Mixabin heya niha jî temamî qetluamên li ser kurdan hatîne kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên nêvdewletî de nehatîne darezandin. Bê guman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatîne kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatîne qebûl kirin û nebûne keysên siyasî.
 
Bila herkes bizane ku tehlîkeyên qetluam û komkujîyan li ser Kurdan derbaz nebûne, kî çi dibêje bila bêje, ew tehlîke li çar parçeyên Kurdistanê berdewame. Her duh bû li Şingalê li ser gelê me yê Êzidî qetluam pêkanîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Çar sal pêş niha qetluamek mezin li Cizîra Bohta, du sal pêş niha jî li Efrînê pêkhat. 5 meh pêş niha jî li Serêkanî û Girêspî heman senaryo xistin merîyetê. Roja me ya îro da jî operasyonên dewleta Tirk li deverên din yên Kurdistanê berdewamin û bi xwe re qetluaman jî tîne.
 
Divê em bizanin, di 32yemîn salvegera qetlîama Helebce de, niha jî heman tehlîke di rojevêde ye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê Hêzên Sîyasî bi hevre di nava tifaqê de bin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hevre xwedî li Kurdistanê derkevin.
 
Îro jî, ji nûve avakirin, başkirina îmkanên jîyanê, dermankirina birînên hemî deverên qetluam, enfal û tewanên din têda hatî kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û ehlaqîye. Yêk ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helepçeyê ye û xweşkirina jîyana xelkê Helepçeyê ye. Xizmetguzarîya ji bo xelkê Helepçeyê jî divêt bi her awayî bête kirin. Helepçe divêt ji her alî ve ava be. Bîranîna Helepçe û jenosîda Helepçeyê bila tenê di çarçoveya seremonîyal da nemîne û bi aktîvîte û xebatên sosyal, kulturî û hunerî ve divêt herdem li bîr be.
 
Karesata trajîk ya Helebçê, li aliyê mirovî ve bû nasname ya mezlumiyeta Kurdan. Komkujî ya li şengalê jî bi heman arasteyê da ber wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengîya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê, yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên Kurdistanî li dijî terora DAÎŞ ê, nasnameyek berxwdêr ava dike û ava jî kirîye. Ev cesaret û berxwedana Hêzên Parastinê li hember dagîrkeran û terorê, herweha dengvedana wê li Cihanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz derîyên berfrehtir vedike.
 
Em Helebçê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Gelyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şingal, Roboskî û hemû komkujî yên din yên ku bi destê dagîrkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, emê Cizîra Bohta û Helepçe jî ji bîr nekin.
 
Em carek din di şexsîyeta şehîdên Helepçe û Enfalan da hemî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn.”

Sernavên din

15/03/2020
16:20 Esker li Çoltara Liceyê derketin operasyonê
16:19 Destûr nadin malbat û parêzerên Koçak wî ziyaret bikin
15:57 Nûnerên partî û rêxistinên civakî çûn şîna malbata Akyuz
15:43 El-Mismarî: Tirkiye 7 hezar û 500 çekdar şandin Libya
15:20 Li Îranê 724 kes ji ber Covît 19 mirin
14:53 Rojnameya Xwebûn bi nivîsarên nû derket
14:09 Mirin bi bêhna sêvan belav bû
14:06 Ji ber vîrûsa korona îro çi qewîmî?
13:15 Cenazeyê Daşdemîr 40 roj şûnde ji bin aşûtê derxistin
12:14 Li sînorê Xabûrê 15 roj şûnde wesayet dezenfekte kirin
12:08 Li Manîsayê midûrê girtîgehê: Hewce be ezê we bikujim
11:27 KNK: Hêj komkujiyên li ser kurdan wekî jenosît nehatine naskirin
11:17 Di şerê 9 salan de li Suriyeyê 384 hezar kes hatin kuştin
11:16 Kuçikek li qeta 5’an asê ma
10:54 Danişîna doza Hevşaredara Peyasê Yilmaz sibê ye
10:46 Gunay: Em têkoşîna li dijî şer aştî, li diji tecrîdê azadiyê pêş dixin
09:40 Gulay ê Hemşinî fêrî Kurdî dibe
09:08 'Duh jî û îro jî Beyazit nirxeke sembolî ye'
09:07 Tiştên hatine serê KHK'iyan kir pirtûk
09:05 Li Wanê tevdîr baş nayên girtin
09:04 Tevî 12 jinan kuvarikan hildiberîne
09:03 Weşanxaneya Sîtavê 4 pirtûk çap kirin
09:02 Qeyûm Navenda Jiyanê ya Bêastengiyê da midûriyeta park û baxçeyan!
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2020'AN
14/03/2020
20:55 Li Stewrê cerdevanekî welatiyek kuşt
17:18 Ji HDP'ê giştînameya Vîrûsa Corona
16:22 HDP û saziyên sivîl çûn serdana şîna Eryilmaz
16:13 Li Kurdistana Başûr 842 kes di karantînayê de ne
16:12 ‘Eger vîrûs li girtîgehan belav bibe dê felaketê bîne'
15:39 Di vîrûsa koronayê de jî cudakarî derket holê: Mizgeft hatin dezenfektekirin, cemxane û dêr nehatin kirin
15:10 Dê Dayikên Şemiyê ji ber vîrusê bi remzî li hev kom bibin
14:55 Ajokarên li ser sînor li benda çareseriyê ne
14:36 Dede banga lezgîn li Wezareta Dadê kir: Pêşiya tehliyekirinê vekin
14:22 ‘Li dijî vîrûsa Korona divê li girtîgehan tedbîr bên girtin’
14:05 Welatiyên Dêrikê agirê Newrozê geş kirin
14:00 Rûsya û Tirkiyeyê li ser dewriyeyêyn hevpar li hev kirin
13:38 Prof. Fîncanci li dijî mudaxaleya bi zorê hişyarî kir
13:28 Li aqûbeta xebatkarên tenduristiyê hat pirsîn
13:24 Ji serokên 24 baroyan daxuyaniya hevpar: Hempîşeyên me demildest berdin
13:11 Rêveberiya Xweser ji bo vîrûsa Korona dibistan û zanîngeh girtin
12:48 Li dijî baregeha DYA’yê êrişa moşekan pêk hat
12:27 Di pitika nû welidî de vîrûsa korona hat tespîtkirin
11:40 Xwezaya çiyayê Cûdî talan û wêran dikin
10:58 Piştî 36 rojan careke din ji bo Taşdemîr xebatên lêgerînê dest pê kirin
10:51 Li ser sînor cenazeyê 7 penaberan hat dîtin
10:46 Ji Rêxistina Tenduristiyê bi kurdî hişyariya vîrûsa Koronayê
10:25 Li Stenbolê fikara Vîrûsa Corona
09:55 Li Meletiyê muxtarek hat girtin
09:44 Ji ber cînayeta zarok Dumez 2 kes hatin girtin
09:31 Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
09:20 Evgeny Grînko li Amedê konser da
09:01 Her maskek çîroka jinekê ye
09:01 ‘Piyê sêyemîn HDP ye'
09:01 Hê jî mirina Remziye Borê nehatiye zelalkirin!
09:01 Hatay ji ber şerê li Idlîbê bêzar e
09:01 Nexweşxane heye lê bijîşk tune ye
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2020'AN
08:55 Balafira Bexda-Stenbolê bi lezgînî li Enqereyê danî
13/03/2020
16:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:14 Sûxûrî li siyasetmedar Ahmet Kaya hatiye ferzkirin
15:10 Li Şirnexê bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 Di lêpirsîna parêzeran de îfadeyên 12 girtiyan hatin girtin
14:44 Li dijî binçavkirina parêzeran nerazîbûn: Em parastinê diparêzin
14:23 Ji 81 bajaran, tenê li 16 bajaran testa vîrûsa Korona tê kirin
13:52 Platforma Ked û Demokrasiyê: Bila Mizrakli were berdan
13:35 Ji ber vîrûsa koronayê navber dan ‘Çalakiya windayan’
13:34 Li Êlihê, pîrozbahiyên Newrozê yên li taxan hatin betalkirin
13:30 TJA: Hemû girtiyan berdin
12:29 Wezîr Şaredarê CHP'î yê Ceyhanê ji peyvirê girt
12:04 Ji bo betalkirina Newroza Amedê serî li walîtiyê dan
11:55 Parêzer, parlamenter û gardiyan di binçavan de ne
11:34 Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay: Em ê ruhê Newrozê bibin qada 1'ê Gulanê
11:31 Li Wanê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan
10:38 Platforma Jinê ya Elewiyên Îzmîrê ji bo wekheviyê têdikoşe
10:37 Doç. Dr. Saglam: Divê bi lez avahiyên li Wanê bên kontrolkirin
10:05 Kesê astengdarê zîhnî dayika xwe kuşt
09:47 Girtiyê felç bi hinceta 'Ji bo civakê talûke ye' bernadin
09:38 Kesek din ê bi vîrûsa korona ketî hat tespîtkirin
09:11 LaWje ji bo piştgiriya Şanoya Bajêr konser da
09:10 Ji ber krîzê esnafên Çarşiya Turîstîkê tu karî nakin
09:09 'Dixwazin ser bûyera tecawizê ya li Pêrtagê bigirin'
09:09 Deriyê Xabûrê hat girtin, li qada TIR'an tevdîr nayên girtin
09:08 Polîs wêneyên kesên ku diçin komeleya zimanê kurdî digirin
09:00 'Gava distrêm derd û xemên xwe ji bîr dikim'
09:00 4 sal derbas bûn lê hêj cenazeyên kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan li goristana bêkesan e
09:00 Midûrê Girtîgeha Aksarayê: Serokwezîr û serokomarê vira ez im!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2020'AN
12/03/2020
23:09 Piştî 96 rojan cenazeyê Eryilmazê spartin axê
17:25 Mîtîngên Newroza îsal hatin betalkirin
16:57 Kesê ji bo cenazeyê bavê xwe hat Tirkiyeyê hat binçavkirin
16:20 HDP: Hûn nikarin lêgerîna parêzeran a ji bo edaletê asteng bikin
16:16 Rêxistinên tenduristiyê dê bi wezîr Koca re hevdîtinê bikin
16:07 3 ciwanên HDP’î hatin berdan
16:00 Li Beştepeyê civîna vîrusa koronayê
15:53 HDP ji bo ‘Vîrûsa Corona' kom bû: Dê biryara Newrozê aşkere bike
15:51 Polîsê Abdullah Comert kuşt hat girtin
14:47 Yek ji bersûcên doza Hrant Dînk sîxurê teqawît hat înfazkirin
14:29 Êrîşî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:06 Banga ji bo Newroza Edeneyê