Gunay: Em têkoşîna li dijî şer aştî, li diji tecrîdê azadiyê pêş dixin

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ên hikûmetê, Tirkiye bi talûkeyek gelek mezin re rû bi rû ye û wiha got: “Em niha ji bo xeta têkoşîna li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî û li dijî mirinê jiyanê niqaş dikin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî 4'emîn kognreya xwe ya mezin pêk anî, biryar da ku têkoşîna li dijî hişmendiya mêr bêtir xurt bikin. Rêxistina HDP'ê ku girîngiyê dide pergala Hevjiyana azad û hevserokatiyê yekem car berdevkiya partiyê dewrî jinek siyasetmedar kir. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, anî ziman ku ev pêngava ku HDP'ê avêt, hêza jina kurd a di siyasetê de nîşan dide. Gunay, plan, proje û xebatên pêşerojê yên HDP'ê û peyên ji Îmraliyê hatiye ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
Gunay, anî ziman ku ji roja HDP hat avakirin heta niha nûnertiya wekheviyê û dîtina nerîna jinê û siyaseta jinê esas girt. Li gorî vê yekê têkoşiya û polîtîka pêş xist. Li Tirkiyeyê bû partiya ku di pêşengiya jinê de siyasetê dike. Yek ji mînaka vê yekê pergala Hevserokatiyê bû. Ji serî heta binî pergala nûnertiya wekhev esas girt. Dema em ketin meclîsê, me nerîna jinê li wir serdest kir. Erka berdevkiya partiyê ya jin, hêsa siyaseta jinê û hêza jinê nîşan dide. "
 
Gunay, anî ziman ku ji xeynî HDP'ê di partiyên din de vîn û rengê jinê zêde di siyasetê de xuya nabe û wiha got: "Di partiyên din de siyaseta mêr jinê dixe bin siya xwe. Em jin li tax, navçe, bajar û her qadê di pêjgeha siyasetê de kar dikin. Jin kedê diden û ji ber vê yekê jin di siyasetê de tên dîtin. Ger ku jin kedê dide, wê demê divê reng û vîna jinê jî di siyasetê de bê dîtin. Her dem em dibêjin, 'Gotina em bêjin, hêza em biguherînin heye'. Em ê di serdema nû de vê yekê bêtir çalak bidin xuyakirin." 
 
Gunay, diyar kir ku her partiyek tê avakirin armanca wê ewe ku welat bi rêve bibe û wiha axivî: "Armanca partiya me jî ewe ku Tirkiye bi rêve bibe. Di kongreya HDP'ê de hêzek mezin li partiyê xwedî derket. Bi sedhezar û milyonan piştgirî da kongreyê. Em bi îdîa û biryar in ku Tirkiyeyê bi rêve bibin. Em dibêjin emê rêya siyaseta demokratîk vekin. Di bernameya partiya me de Demokrasiya Radîkal heye." 
 
'GEŞEDANÊN LI ÎMRALIYÊ NE TESADUFÎ NIN'
 
Gunay, anî ziman ku ew bawer nake ku geşedanên li Îmraliyê pêş dikevin tesadufî ye û wiha berdewam kir: "Ez bawer dikim ku şewata li Îmraliyê derket jî ne tesadufî ye. Îqtîdar her tiştî bi hesab û plan dike. Rastiyek heye. Tecrîda li Îmraliyê raste rast bi şer û polîtîkayên dagirkirinê re heye. Her ku hikûmet di şer de israr dike tecrîdê jî giran dike. Her ku tecrîdê giran dike jî di şer de israr dike. Polîtîkaya şer û tecrîdê ji nev ne cuda ye. Li Rojhilata Navîn tenê kesê xwediyê çareseriya projeyên civakî ye Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan pergala alternatif a civakê pêşniyar dike. Bi tecrîdê hem civakê û hem jî pergala alternatif a çareseriyê tecrîd dike. Li aliyê din şer kûr dike. Bi tecrîdê rê li pêş polîtîkayên muzakere, diyalog û çareseriyê digirin. Îro xeta şer diyar e. AKP xwe li ser xeta şer ava dike û emrê îqtîdara xwe dirêj dike. Her ku siyaseta demokratîk pêş bikeve, dê eniya faşist têk biçe. " 
 
'HÊZA PÎYÊ SIYEMÎN Ê MASA ÇARESERIYÊ HDP YE'  
 
Berdevka HDP'ê  Ebru Gunay, bal kişand ser peyama Ocalan a maseya 3 ling û hêza Kurdan û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan berê jî qala xeta sêyemîn kir. Ev pêşniyara masa sê ling û pêşniyara xeta sêyemîn ji hev ne cuda ye. Bi hevve girêdayî ye. Niha dixwazin Tirkiye mahkûmî siyaseta du enî bikin. Eniyekî siyasetê AKP-MHP, eniya din a siyasetê jî îtîfaqa Cumhur a statukoparêz e. Aramî û demokrasî bi van du eniyan pêş nakeve. Ya ku aramî, demokrasî û azadiya civakê pêş bixe; xeta sêyemîn û pîyê sêyemîn e. Ev jî HDP ye. Birêz Ocalan di nirxandinê xwe de dixwaze hêza muxalif xurt bikin. Dixwaze hêza civakê ya alternatif pêş bixin. Dixwaze siyaseta demokratîk xurt bikin. Ji ber ku her siyaseta demokratik xurd dibe, eniya faşist jî têk diçe. Her ku siyaseta HDP'ê xurt bibe, dê pîyê sêyemîn ê maseya çareseriyê jî xurt bibe. Birêz Ocalan dibêje Hûn çiqa bibin hêz, dê faşizm paşve biçe. Hûn çiqas bibin hêz dê siyaseta du enî paşve biçe. Dixwaze siyaseta ku bêtir civakê esas digire pêş bixin. Birêz Ocalan dixwaze em siyaseta demokratîk xurt bikin û siyaseta du enî paşve bixin." 
 
Gunay, bal kişand ser Partiya Gelecek û Partiya DEVA û wiha got: "Her çend bi gotinên xwe, xwe ji AKP'ê cuda nîşan bidin jî kesên ev partî ava kirin demekê di nava AKP'ê de aktif siyaset kirin. Divê berê ev bi rastiya xwe û kiryarên xwe re  bên rûqalî hev.  Gunay, têkildarî cezakirina siyasetmedarên Kurd jî jî axivî û wiha lê zêde kir: "Herî dawî cezakirina Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, nîşan dide ku AKP li ser dijminantiya Kurdan polîtîkayê dimeşîne. Bi cezakirina Mizrakli, peyam da gelê Kurd û hilbijêrên Kurd. 
 
Gunay, da zanîn ku HDP partiya îtîfaqan e û wiha bi dawî kir: "HDP eniya demokrasiyê ye. Bi tifaqa demokrasiyê eniya îtîfaqan xurt dike. Em xwe li dijî eniya serdest û faşist, enî û îtîfaqa jin, ciwan, civak, reng û baweriyên cuda pênase dikin. Em lihevkirina civakê esas digirin û eniya îtîfaqa demokrasiyê pêş dixin. Birêz Ocalan, mîmar û sazumankarê projeya HDP'ê ye. Fikr û bîrdoziyê HDP’ê pêş xistiye. Dema Birêz Ocalan rêgezên HDP’ê diyar kir, xwest herî her tiştî gel û pêdiviyên gel esas bigire. Xwest berî her tiştî gel di nava siyasetê de xwedî gotin be. Di kongre û konferansde ev rexne û rexnedayîn derketin holê. Me li gorî van rexne û rexnedayînan xwe ji nûve bi plan kir. 
 
EM Ê LI DIJÎ ŞER AŞTÎ, LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ XURT BIKIN 
 
Biryara HDP'ê ya konferansa li dijî tecridê û biryarên rêgezê heye. Meclisa Partiyê û Lijneya Rêveberiya Navendî girêdayî van biryara ne ye. Kongreya me biryar girt ku xeta têkoşîna li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştî û li dijî mirinê jiyanê pêş bixe. Biryar da ku li dora Birêz Ocalan ji nûve siyasetê pêş bixe. Ev peyam li dijî polîtîkayên AKP'ê ya şer, tecrîd û dagirkeriyê ye. Peyama têkoşîna li dijî şer aştî, li dijî terîd azadî û li dijî mirinê xeta jiyanê ye. Ji ber ku polîtîkayên şer bêtir zerarê dide gelên Tirkiyeyê. Em xwedî erkin ku li dijî van polîtîkayên şer parastinê pêş bixin. Ev polîtîkayên şer encama tecrîda li Îmraliyê ye. Îro tenê li Îmraliyê tecrîd tune ye. Îro hemû civak û hêzên muxalif hatiye tecrîdkirin. Divê em li dijî vê yekê têkoşîna parastina azadiyan pêş bixin." 
 
MA / Berivan Altan 

Sernavên din

15/03/2020
16:20 Esker li Çoltara Liceyê derketin operasyonê
16:19 Destûr nadin malbat û parêzerên Koçak wî ziyaret bikin
15:57 Nûnerên partî û rêxistinên civakî çûn şîna malbata Akyuz
15:43 El-Mismarî: Tirkiye 7 hezar û 500 çekdar şandin Libya
15:20 Li Îranê 724 kes ji ber Covît 19 mirin
14:53 Rojnameya Xwebûn bi nivîsarên nû derket
14:09 Mirin bi bêhna sêvan belav bû
14:06 Ji ber vîrûsa korona îro çi qewîmî?
13:15 Cenazeyê Daşdemîr 40 roj şûnde ji bin aşûtê derxistin
12:14 Li sînorê Xabûrê 15 roj şûnde wesayet dezenfekte kirin
12:08 Li Manîsayê midûrê girtîgehê: Hewce be ezê we bikujim
11:27 KNK: Hêj komkujiyên li ser kurdan wekî jenosît nehatine naskirin
11:17 Di şerê 9 salan de li Suriyeyê 384 hezar kes hatin kuştin
11:16 Kuçikek li qeta 5’an asê ma
10:54 Danişîna doza Hevşaredara Peyasê Yilmaz sibê ye
10:46 Gunay: Em têkoşîna li dijî şer aştî, li diji tecrîdê azadiyê pêş dixin
09:40 Gulay ê Hemşinî fêrî Kurdî dibe
09:08 'Duh jî û îro jî Beyazit nirxeke sembolî ye'
09:07 Tiştên hatine serê KHK'iyan kir pirtûk
09:05 Li Wanê tevdîr baş nayên girtin
09:04 Tevî 12 jinan kuvarikan hildiberîne
09:03 Weşanxaneya Sîtavê 4 pirtûk çap kirin
09:02 Qeyûm Navenda Jiyanê ya Bêastengiyê da midûriyeta park û baxçeyan!
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2020'AN
14/03/2020
20:55 Li Stewrê cerdevanekî welatiyek kuşt
17:18 Ji HDP'ê giştînameya Vîrûsa Corona
16:22 HDP û saziyên sivîl çûn serdana şîna Eryilmaz
16:13 Li Kurdistana Başûr 842 kes di karantînayê de ne
16:12 ‘Eger vîrûs li girtîgehan belav bibe dê felaketê bîne'
15:39 Di vîrûsa koronayê de jî cudakarî derket holê: Mizgeft hatin dezenfektekirin, cemxane û dêr nehatin kirin
15:10 Dê Dayikên Şemiyê ji ber vîrusê bi remzî li hev kom bibin
14:55 Ajokarên li ser sînor li benda çareseriyê ne
14:36 Dede banga lezgîn li Wezareta Dadê kir: Pêşiya tehliyekirinê vekin
14:22 ‘Li dijî vîrûsa Korona divê li girtîgehan tedbîr bên girtin’
14:05 Welatiyên Dêrikê agirê Newrozê geş kirin
14:00 Rûsya û Tirkiyeyê li ser dewriyeyêyn hevpar li hev kirin
13:38 Prof. Fîncanci li dijî mudaxaleya bi zorê hişyarî kir
13:28 Li aqûbeta xebatkarên tenduristiyê hat pirsîn
13:24 Ji serokên 24 baroyan daxuyaniya hevpar: Hempîşeyên me demildest berdin
13:11 Rêveberiya Xweser ji bo vîrûsa Korona dibistan û zanîngeh girtin
12:48 Li dijî baregeha DYA’yê êrişa moşekan pêk hat
12:27 Di pitika nû welidî de vîrûsa korona hat tespîtkirin
11:40 Xwezaya çiyayê Cûdî talan û wêran dikin
10:58 Piştî 36 rojan careke din ji bo Taşdemîr xebatên lêgerînê dest pê kirin
10:51 Li ser sînor cenazeyê 7 penaberan hat dîtin
10:46 Ji Rêxistina Tenduristiyê bi kurdî hişyariya vîrûsa Koronayê
10:25 Li Stenbolê fikara Vîrûsa Corona
09:55 Li Meletiyê muxtarek hat girtin
09:44 Ji ber cînayeta zarok Dumez 2 kes hatin girtin
09:31 Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
09:20 Evgeny Grînko li Amedê konser da
09:01 Her maskek çîroka jinekê ye
09:01 ‘Piyê sêyemîn HDP ye'
09:01 Hê jî mirina Remziye Borê nehatiye zelalkirin!
09:01 Hatay ji ber şerê li Idlîbê bêzar e
09:01 Nexweşxane heye lê bijîşk tune ye
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2020'AN
08:55 Balafira Bexda-Stenbolê bi lezgînî li Enqereyê danî
13/03/2020
16:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:14 Sûxûrî li siyasetmedar Ahmet Kaya hatiye ferzkirin
15:10 Li Şirnexê bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 Di lêpirsîna parêzeran de îfadeyên 12 girtiyan hatin girtin
14:44 Li dijî binçavkirina parêzeran nerazîbûn: Em parastinê diparêzin
14:23 Ji 81 bajaran, tenê li 16 bajaran testa vîrûsa Korona tê kirin
13:52 Platforma Ked û Demokrasiyê: Bila Mizrakli were berdan
13:35 Ji ber vîrûsa koronayê navber dan ‘Çalakiya windayan’
13:34 Li Êlihê, pîrozbahiyên Newrozê yên li taxan hatin betalkirin
13:30 TJA: Hemû girtiyan berdin
12:29 Wezîr Şaredarê CHP'î yê Ceyhanê ji peyvirê girt
12:04 Ji bo betalkirina Newroza Amedê serî li walîtiyê dan
11:55 Parêzer, parlamenter û gardiyan di binçavan de ne
11:34 Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay: Em ê ruhê Newrozê bibin qada 1'ê Gulanê
11:31 Li Wanê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan
10:38 Platforma Jinê ya Elewiyên Îzmîrê ji bo wekheviyê têdikoşe
10:37 Doç. Dr. Saglam: Divê bi lez avahiyên li Wanê bên kontrolkirin
10:05 Kesê astengdarê zîhnî dayika xwe kuşt
09:47 Girtiyê felç bi hinceta 'Ji bo civakê talûke ye' bernadin
09:38 Kesek din ê bi vîrûsa korona ketî hat tespîtkirin
09:11 LaWje ji bo piştgiriya Şanoya Bajêr konser da
09:10 Ji ber krîzê esnafên Çarşiya Turîstîkê tu karî nakin
09:09 'Dixwazin ser bûyera tecawizê ya li Pêrtagê bigirin'
09:09 Deriyê Xabûrê hat girtin, li qada TIR'an tevdîr nayên girtin
09:08 Polîs wêneyên kesên ku diçin komeleya zimanê kurdî digirin
09:00 'Gava distrêm derd û xemên xwe ji bîr dikim'
09:00 4 sal derbas bûn lê hêj cenazeyên kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan li goristana bêkesan e
09:00 Midûrê Girtîgeha Aksarayê: Serokwezîr û serokomarê vira ez im!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2020'AN
12/03/2020
23:09 Piştî 96 rojan cenazeyê Eryilmazê spartin axê
17:25 Mîtîngên Newroza îsal hatin betalkirin
16:57 Kesê ji bo cenazeyê bavê xwe hat Tirkiyeyê hat binçavkirin
16:20 HDP: Hûn nikarin lêgerîna parêzeran a ji bo edaletê asteng bikin
16:16 Rêxistinên tenduristiyê dê bi wezîr Koca re hevdîtinê bikin
16:07 3 ciwanên HDP’î hatin berdan
16:00 Li Beştepeyê civîna vîrusa koronayê
15:53 HDP ji bo ‘Vîrûsa Corona' kom bû: Dê biryara Newrozê aşkere bike
15:51 Polîsê Abdullah Comert kuşt hat girtin
14:47 Yek ji bersûcên doza Hrant Dînk sîxurê teqawît hat înfazkirin
14:29 Êrîşî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:06 Banga ji bo Newroza Edeneyê