'Gava distrêm derd û xemên xwe ji bîr dikim'

img

ÇEWLIG - Dengbêj Aliyê Bîngolî ku ji 10 saliya xwe ve distrê, dibêje: "Gava kilaman dibêjim rihet dibim, kêliyekê be jî derd û xemên xwe ji bîr dikim." 

Li Çewligê dengbêj Alî Dolgûn ê 70 salî, ji 10 saliya xwe heya niha distrê. Li bajêr wekî Dengbêj Aliyê Bingolî tê naskirin. Bingolî, Şakiro jî di nav de gelek dengbêj nas kirine. Bingolî ku kilama Bişarê Çeto, Kewê û Şerê Selanîkê distrê, ji ber ku li bajêr maleke dengbêjan tuneye kilamên xwe li qehwexaneyan dibêje. 
 
DI NAV DENGBÊJAN DE MEZIN BÛYE 
 
Bîngolî, diyar dike ku gava biçûk bûye Şakiro, dengbj Husênê Ordûnosê, dengbêj Sidîqê Kanîreşê nas kiriye û bandoreke mezin ji wan girtiye. Bîngolî, destnîşan dike ku nifşên nû qîmeta dengbêjiyê û kilamên dengbêjiyê nizanin û dibêje: "Ên niha bêtir stranên û hunermendên modren guhdar dikin. Kêm kes dengbêjan guhdar dike. Zarokên min bi xwe jî stranên cuda guhdar dikin. Heger em qîmetê nedin dengbêjiyê, wê winda bibe. Berê em gund bi gund digeriyan û me kilam digotin. Gundî giş li dor me kom dibûn. Bi saetan em distriyan. Lê tiştek jî wê çandê nema. Em diçûn dawetan, li wir me ji bo bûk û zavê kilam digotin. Lê her diçe qîmeta dengbêjiyê kêm dibe. Carinan şevên dengbêjan tên lidarxistin, gazî me jî dikin. Lê bihêvî me ku wê dengbêjî bibe wekî berê. Çimkî tiştên li ber tunebûnê bin xwedîqîmet in. Ez dibêm wê bi vî awayî qîmeta dengbêjiyê jî zêde bibe. Heta em sax bin em bistrên." 
 
Bîngolî, tîne ziman ku mîna behrê ne û dibêje: "Tu çi qasî bsitrê jî naqedin. Ji xeynî kilamên xwe kilamên dengbêjin bi nav û deng jî dibêjim. Gava distrêm rihet dibim. Kêliyekê be jî derd û xemên xwe ji bîr dikim. Dengbêjî kilamên evîniyê, mirin, koçberî, lehengî, wêrekî, keserî û xemgîniyê dibêjin. Dengbêjî wekî marketekê ne. Her kilam tê de hene.  Usûlek wê heye. Divê em kilamên xwe li gor derûniya civakê bibêjin. Her kilamek xwedî wateyekê ye û tu dikarî li ser kilamekê pirtûkan binivîsî." 
 
‘GAVA DISTRIYAM DIREHILÎM' 
 
Bîngolî, diyar dike ku Dengbêj Şakiro di sala 1978'an de hatiye mala wan û du rojan maye û ji bo wê rojê dibêje: "Gava Şakiro bû mêvanê me ez ciwan bûm. Min kilam digotin. Şakiro jî ji bo dawetekê hatibû Çewligê. Du rojan li mala me ma. Êvarekê maliyên me ji Şakiro re gotin ev jî distrê. Şakiro jî xwest ez kilamekê bêjim. Min kilamek got, lê li ber Şakiro direhilîm. Tiştekî ecêb bû. Nedihat bîra min ku ez ê li cem dengbêjekî ev qas biheybet bistrêm. Ew roj tiştekîe cêb bû. Çimkî karibî bistrê jî li gava tu li ber Şakiro bî, tu yê ji bîr bikî. An jî tu yê newêribî bistrê." 
 
‘ŞAKIRO BEHREK BÛ' 
 
Bîngolî, bilêv dike ku Şakiro tenê ne dengbêj bûye û dibêje: "Bi qasî dengê xwe ew qasî jî xweşsohbet bû. Di warê ilm, çand û civakê de jî bi saetan diaxivî. Gava diaxvî mirovan nedixwest bsitrê dixwest biaxive. Behsa dîrokî û tiştên qewimîbûn dikir. Şakiro tenê ne dengbêj bû. Deryayek bû ku Xwedê dabû me. Nahmetek bû. Di sohbetekê de yek ji Şakiro dipirse, dibêje 'Gava tu distrêyî tu dibê qey diqelişe û gurînî bi ezmanan dikeve. Carinan jî tu pir hêdî distrê, çima?" Şakiro dibêje, 'Kilam çi qas miqam û deng be divê ew qas nexş û reng be jî.'" 
 
MA / Mahmût Rûvanas 

Sernavên din

15/03/2020
16:20 Esker li Çoltara Liceyê derketin operasyonê
16:19 Destûr nadin malbat û parêzerên Koçak wî ziyaret bikin
15:57 Nûnerên partî û rêxistinên civakî çûn şîna malbata Akyuz
15:43 El-Mismarî: Tirkiye 7 hezar û 500 çekdar şandin Libya
15:20 Li Îranê 724 kes ji ber Covît 19 mirin
14:53 Rojnameya Xwebûn bi nivîsarên nû derket
14:09 Mirin bi bêhna sêvan belav bû
14:06 Ji ber vîrûsa korona îro çi qewîmî?
13:15 Cenazeyê Daşdemîr 40 roj şûnde ji bin aşûtê derxistin
12:14 Li sînorê Xabûrê 15 roj şûnde wesayet dezenfekte kirin
12:08 Li Manîsayê midûrê girtîgehê: Hewce be ezê we bikujim
11:27 KNK: Hêj komkujiyên li ser kurdan wekî jenosît nehatine naskirin
11:17 Di şerê 9 salan de li Suriyeyê 384 hezar kes hatin kuştin
11:16 Kuçikek li qeta 5’an asê ma
10:54 Danişîna doza Hevşaredara Peyasê Yilmaz sibê ye
10:46 Gunay: Em têkoşîna li dijî şer aştî, li diji tecrîdê azadiyê pêş dixin
09:40 Gulay ê Hemşinî fêrî Kurdî dibe
09:08 'Duh jî û îro jî Beyazit nirxeke sembolî ye'
09:07 Tiştên hatine serê KHK'iyan kir pirtûk
09:05 Li Wanê tevdîr baş nayên girtin
09:04 Tevî 12 jinan kuvarikan hildiberîne
09:03 Weşanxaneya Sîtavê 4 pirtûk çap kirin
09:02 Qeyûm Navenda Jiyanê ya Bêastengiyê da midûriyeta park û baxçeyan!
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2020'AN
14/03/2020
20:55 Li Stewrê cerdevanekî welatiyek kuşt
17:18 Ji HDP'ê giştînameya Vîrûsa Corona
16:22 HDP û saziyên sivîl çûn serdana şîna Eryilmaz
16:13 Li Kurdistana Başûr 842 kes di karantînayê de ne
16:12 ‘Eger vîrûs li girtîgehan belav bibe dê felaketê bîne'
15:39 Di vîrûsa koronayê de jî cudakarî derket holê: Mizgeft hatin dezenfektekirin, cemxane û dêr nehatin kirin
15:10 Dê Dayikên Şemiyê ji ber vîrusê bi remzî li hev kom bibin
14:55 Ajokarên li ser sînor li benda çareseriyê ne
14:36 Dede banga lezgîn li Wezareta Dadê kir: Pêşiya tehliyekirinê vekin
14:22 ‘Li dijî vîrûsa Korona divê li girtîgehan tedbîr bên girtin’
14:05 Welatiyên Dêrikê agirê Newrozê geş kirin
14:00 Rûsya û Tirkiyeyê li ser dewriyeyêyn hevpar li hev kirin
13:38 Prof. Fîncanci li dijî mudaxaleya bi zorê hişyarî kir
13:28 Li aqûbeta xebatkarên tenduristiyê hat pirsîn
13:24 Ji serokên 24 baroyan daxuyaniya hevpar: Hempîşeyên me demildest berdin
13:11 Rêveberiya Xweser ji bo vîrûsa Korona dibistan û zanîngeh girtin
12:48 Li dijî baregeha DYA’yê êrişa moşekan pêk hat
12:27 Di pitika nû welidî de vîrûsa korona hat tespîtkirin
11:40 Xwezaya çiyayê Cûdî talan û wêran dikin
10:58 Piştî 36 rojan careke din ji bo Taşdemîr xebatên lêgerînê dest pê kirin
10:51 Li ser sînor cenazeyê 7 penaberan hat dîtin
10:46 Ji Rêxistina Tenduristiyê bi kurdî hişyariya vîrûsa Koronayê
10:25 Li Stenbolê fikara Vîrûsa Corona
09:55 Li Meletiyê muxtarek hat girtin
09:44 Ji ber cînayeta zarok Dumez 2 kes hatin girtin
09:31 Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
09:20 Evgeny Grînko li Amedê konser da
09:01 Her maskek çîroka jinekê ye
09:01 ‘Piyê sêyemîn HDP ye'
09:01 Hê jî mirina Remziye Borê nehatiye zelalkirin!
09:01 Hatay ji ber şerê li Idlîbê bêzar e
09:01 Nexweşxane heye lê bijîşk tune ye
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2020'AN
08:55 Balafira Bexda-Stenbolê bi lezgînî li Enqereyê danî
13/03/2020
16:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:14 Sûxûrî li siyasetmedar Ahmet Kaya hatiye ferzkirin
15:10 Li Şirnexê bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 Di lêpirsîna parêzeran de îfadeyên 12 girtiyan hatin girtin
14:44 Li dijî binçavkirina parêzeran nerazîbûn: Em parastinê diparêzin
14:23 Ji 81 bajaran, tenê li 16 bajaran testa vîrûsa Korona tê kirin
13:52 Platforma Ked û Demokrasiyê: Bila Mizrakli were berdan
13:35 Ji ber vîrûsa koronayê navber dan ‘Çalakiya windayan’
13:34 Li Êlihê, pîrozbahiyên Newrozê yên li taxan hatin betalkirin
13:30 TJA: Hemû girtiyan berdin
12:29 Wezîr Şaredarê CHP'î yê Ceyhanê ji peyvirê girt
12:04 Ji bo betalkirina Newroza Amedê serî li walîtiyê dan
11:55 Parêzer, parlamenter û gardiyan di binçavan de ne
11:34 Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay: Em ê ruhê Newrozê bibin qada 1'ê Gulanê
11:31 Li Wanê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan
10:38 Platforma Jinê ya Elewiyên Îzmîrê ji bo wekheviyê têdikoşe
10:37 Doç. Dr. Saglam: Divê bi lez avahiyên li Wanê bên kontrolkirin
10:05 Kesê astengdarê zîhnî dayika xwe kuşt
09:47 Girtiyê felç bi hinceta 'Ji bo civakê talûke ye' bernadin
09:38 Kesek din ê bi vîrûsa korona ketî hat tespîtkirin
09:11 LaWje ji bo piştgiriya Şanoya Bajêr konser da
09:10 Ji ber krîzê esnafên Çarşiya Turîstîkê tu karî nakin
09:09 'Dixwazin ser bûyera tecawizê ya li Pêrtagê bigirin'
09:09 Deriyê Xabûrê hat girtin, li qada TIR'an tevdîr nayên girtin
09:08 Polîs wêneyên kesên ku diçin komeleya zimanê kurdî digirin
09:00 'Gava distrêm derd û xemên xwe ji bîr dikim'
09:00 4 sal derbas bûn lê hêj cenazeyên kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan li goristana bêkesan e
09:00 Midûrê Girtîgeha Aksarayê: Serokwezîr û serokomarê vira ez im!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2020'AN
12/03/2020
23:09 Piştî 96 rojan cenazeyê Eryilmazê spartin axê
17:25 Mîtîngên Newroza îsal hatin betalkirin
16:57 Kesê ji bo cenazeyê bavê xwe hat Tirkiyeyê hat binçavkirin
16:20 HDP: Hûn nikarin lêgerîna parêzeran a ji bo edaletê asteng bikin
16:16 Rêxistinên tenduristiyê dê bi wezîr Koca re hevdîtinê bikin
16:07 3 ciwanên HDP’î hatin berdan
16:00 Li Beştepeyê civîna vîrusa koronayê
15:53 HDP ji bo ‘Vîrûsa Corona' kom bû: Dê biryara Newrozê aşkere bike
15:51 Polîsê Abdullah Comert kuşt hat girtin
14:47 Yek ji bersûcên doza Hrant Dînk sîxurê teqawît hat înfazkirin
14:29 Êrîşî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:06 Banga ji bo Newroza Edeneyê