Gokkan: Yekîtiya me azadiya me ye
Buldan: Jin tecrîdê û şer red dikin

img
AMED - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, di mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê de bang li hemû jinan kir û got: "Ey kurdno bibin yek. Eger em nebin yek emê biçin yek bi yek. Yekîtiya me azadiya me ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Rûşeşiya Dewleta Netewe ye."  Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan jî xwest jin tu carî raneweste û got: "Jin bimeşe dê azadî û aştî pêş bikeve. Jin şer red dikin û aştiyê dixwazin. Jin tecrîdê red dikin. Em dixwazin deriyê îmraliyê vekin" 
 
Mitînga ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi şîara  "Em berxwedanê bi rêxistin dikinin, ber bi azadiyê ve diçin" li Qada Stasyonê li dar dixin, dest pê kir. Jin ji Mêrdîn, Dêrik, Nisêbîn, Qoser û bajarên derdorê di saetên zû de gihîştin qada mitîngê, bi kincên herêmî bala herkesî kişandin. Jinan bê navber dûrişmeyên "Jin jiyana azadî", "Îtaat tune berxwedan heye", “Bê Serok jiyan nabe”, “Bêdeng nebe qîr bike jin hene" û "Em jiyana bê jin bi serê wê de hilweşînin" berz kirin. Mîtîngê bi rêzgirtin û axaftinan dest pê kir.  
 
'EM ŞER RED DIKIN AŞTIYÊ DIXWAZIN' 
 
Di mîtîngê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan axivî û hemû girtiyên zindanan silav kir. Buldan, anî ziman ku jin şer red dikin û wiha got: "Jin şer red dikin û aştiyê dixwazin. Em dibêjin çi karê we li Idlibê heye. Şer kuştin e, şer hêsirê çavan e, şer tunekirin û koçberî ye. Ji ber vê yekê em jin li dijî şer in. Jin şer red dikin û aştiyê dixwain." Buldan, bal kişand ser girîngî û wateya yekîtiyê û wiha axivî: "Îro ji her demê bêtir pêdiviya gelê Kurd û gelan bi yekîtiyê heye. Divê em li dijî şer, li dijî kuştin, talankirin û wêrankirinê bibin yek.  
 
'TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE' 
 
Buldan, anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî: "Em tecrîdê red dikin. Em dixwazin demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Çawa ku li hemû zindan girtî xwedî mafin ku bi parêzer û malbatên xwe re hevditin bikin, divê Birêz Ocalan ji karibe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Îro tu hincetên hiqûqî û zagonî tune. Em bi pêkanînên keyfî re rû bi rû ne. Em dixwazin demek berî demekê dawî li van pêkanînan bînin."  
 
JIN RAWESTE JIYAN RADIWESTE' 
 
Buldan bal kişand ser têkoşîna jinê û wiha got: "Jin bimeşin, dê jiyan jî bimeşe, Jiyan bimeşe, dê azadî pêş bikeve. Lê jiyan raweste dê rizîn û genîbûn pêş bikeve. Ger ku jin raweste dê jiyan jî raweste. Ji ber vê yekê em dixwazin her roj bibe roja têkoşina jinan. Ji bo ku jin mafê xwe bi dest bixin divê tu carî têkoşîna azadiyê ranewestînin. Em carek din dibêjin divê her roj û her der bibe qada tekoşîna azadiya jinê. Ger ku em têbikoşin em bawer dikin ku jin dê li cîhanek azad govendên azadiyê bigerînin."  
 
'YEKÎTIYA ME AZADIYA ME YE
 
Piştî Buldan, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî derket ser dikê û bajar bi bajar silavkir û wiha got: "Em bi hevre bêjin: Silav Qamişlo, Silav Kobanê. Slav Muhahabad, Silav Nisêbîn û Cizîr. Silav Gewer û Wan. 8'ê Adarê pîroz be. Bi taybetî silav şengal. Silav li Zindana Amedê, Silav li Îmraliyê, Silav li hemû zindanan. Silav Sakîne Cansiz, Silav Herîn Xelef, Clara Zetkîn û Luksembûr, heta Berîtanan em dibêjin 8'ê Adarê pîroz be. Silav li Emerîqa Latîn."  
 
Gokkan, anî ziman ku dewleta netew îro têk çûye û wiha lê zêde kir: "Dewleta Netew îro êdî qatîlan dike mexdûr û mexdûran dike qatîl. Dewleta Netew êdî têk çûye. Em sala 2020'an êdî raperîna azadiya jinê xurt dikin. Jin wê jiyan û azadî be. Li dijî bîrdoziya mêr ê mêtînger, têkoşîna azadiya jinê bilind dibe. Li Botan, Rojava û Rojhilata Navîn bilind dibe. Hemû Kurdistan we silav dike. Silav ji Amedê."  
 
'TECRÎD RÛREŞÎ YE' 
 
Gokkan, li ser tecrîdê jî rawestiya û wiha got: "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rûreşiya Dewletên Netew e. Heta Ocalan azad nebe cîhan azad nebe. Azadiya Brêz Ocalan Azadiya gelan e. Îro jin li dijî qetilkirinê li ser piyan in. Em îro jinên Kurd, êzîdî, suryanî, ereb, elewî, mehelmî û hemû jinên cîhanê dixwazin bibin yek û bimeşin. Îro êrîşên li ser sînor rûneşiya Dewleta Netewe e. Em dibêjin tu carî destûr nadin ku jin bibin koçber. Em ê li azadiya xwe axa xwe û rêberê xwe xwedî derkevin."  
 
'EM BIBIN YEK'  
 
Gokkan, li ser yekîtiyê jî rawestiya û wiha axivî: "Em bi hevre bêjin. Ey Kurdno bibin yek. Eger em nebin yek emê biçin yek bi yek. Yekîtiya me azadiya me ye. Em dîsa bi hevre dibêjin. Destdirêjî û destavêtina li dijî jinan li Dêrsimê bi Gulistan didome. Ger ku tacîz û tecawizkar neyê dîtin em dibêjin tacîzkar û tecawizkar dewlet e. Em dizanin ku dewlet dixwaze me hemû jinan teslîm bike. Vîna jinê teslîm bike. Em dibêjin, dewlet nikare me teslîm bike. Li dijî olperestî, nijarperesti, kevneperestiyê têkoşîna jinê dê bi ser bikeve.  Li cîhanê jin îro li qadan bi hevre dibêjin. Dozger û dadger hûn zilmê li gelan dikin. Kî dest dirêj bike û dest bavêje min polîs e, esker, dadger e, dozger e. Serokê dewleta sozdar e. Serokê dewleta destdirêj û destavêtkar e. Em jin li dijî tacîz û tecawizê serî natewînin. Em bi biryar in. Em bi hêz in. Em serbilind in. Jin jiyan azadî ne."  
 
Mîtîng bi axaftin û muzîkê didome. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/03/2020
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2020'AN
09/03/2020
19:00 Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari hat berdan
16:56 Dayikên aştiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Em bi hevre daxwaza aştiyê bikin
16:55 Sedema koçberiya Dersime pirsî
16:04 Dadgehê 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî
15:43 Dayika 4 mehin nikare cenazeyê keça xwe bigire: Ezê dest bi greva birçîbûnê bikim
15:32 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:11 Danişîna Yuksekdag sibe pêk tê
14:56 Danişîna biryarê ya Selçûk Mizrakli dest pê kir
14:56 Ji ber vîrûsa korona wê 70 hezar girtiyên din jî bên berdan
14:43 Rojnameya Yenî Yaşamê: Wê meşaleya Mûsa Anter nekeve erdê
14:41 Hat îdîakirin ku li Mîdyadê jinekê xwe kuştiye
14:28 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de dîsa xwe negihandin dozger
14:19 Arzû Çerkezoglû hat beratkirin
14:00 Olûç: Li gorî feraseta îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî sûc e
14:00 ÎHA’yek ket zeviyê
13:42 Newroz wê li qûntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin
13:27 Çelîk û Keser ên hatin girtin birin Girtîgeha Sîlîvrî
13:11 'Pêdivî bi piştevaniyê heye'
11:24 Babacan ji bo partiyek nû ava bike serî li Wezaretê da
11:23 Civîna Newrozê li Amedê hat lidarxistin
11:17 Di 9 rojan de 9 rojnameger hatin girtin
10:54 Dîmenên Erdogan ê li ber deriyê Pûtîn sekiniye hatin belavkirin
10:50 Danişîna doza Sabahat û Gultan dest pê kir
10:46 Ji dadgehê biryarek sosret, ‘ger tu tiştek nekiribin, teqez tiştek kirine’
10:25 Hêjmara 12'emîn a Xwebûn derket
10:14 F.A. ê di bin çavan de rastî tacîzê hat serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:01 Kovara Teoriya Marksist dê panela ‘Êdî dema şoreşê ye' li dar bixin
09:01 Xwişka Koçak ê di rojiya mirinê de: Birayê min ketiye 33 kîloyan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2020'AN
08/03/2020
23:08 Jin li Enqereyê meşiyan, li Cizîrê şahî li dar xistin
22:34 Jinan li Mêrsînê meşa şevê li dar xistin: Em alîgirê jiyanê ne
20:50 Jinan benda polîsan derbas kirin û meşiyan
20:41 Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Agirel girtin
20:05 Rojnameger Çelîk û Keser hatin girtin
17:51 Li Mexmûr û Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê
17:24 Li Seranserî bajarên Rojava pîrozbahiya 8'ê Adarê
17:12 Di mitînga Êlihê de destnîşankirina yekitiye neteweyî
16:57 ‘Em barîkata jinan ên kes nikarin derbas bikin ava dikin
16:09 Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê: Siyaseta jin têde tune ne ne demokratîk e
16:00 Jinên Dersimî: Gulistan Dokû li kuderê ye?
15:25 Gokkan: Yekîtiya me azadiya me ye
Buldan: Jin tecrîdê û şer red dikin
15:23 Ji Walitiya Stenbolê daxuyaniya Taksîmê
15:17 Li Mêrdînê bi hezaran jin meşiyan: Têkoşîn didome û wê bidome
14:38 Şaman: 8’ê Adarê têkoşîna azadkirina jinê ye
13:52 Guven: Em bi şens in îro hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike
13:39 Jin bi rengên xwe li Qada Stasyonê ne
13:15 Jinên Botanê reng dan 8'ê Adarê
12:38 Destûr nedan li Girtîgeha Jinan a Şakranê hevdîtin bê kirin
12:18 Li Wanê coşa 8'ê Adarê dest pê kir
12:15 Yuksekdag: Hêvî dikim 8'ê Adarê deriyê aştî û azadiyê veke
11:22 Dozger îttîraz kir kir, rojnameger Keser hat binçavkirin
Çelîk: Wê rastî di tariyê de nemînin
11:09 KCD: Jinan bi serhildanên xwe nîşan daye ku serî natewîne
11:08 Prof. Dr. Hart: Divê em bi komî mirinan red bikin
11:07 Qaçaxçiyên mirovan: Em parekê jî didin eskeran
10:12 Li Taksîmê dorpêça 8'ê Adarê
09:46 Cendirme kongreya HDP'ê betal kir
09:31 Malbata Demîr: 40 salin dewlet zilmê li me dike
09:06 Jineke bi têkoşînê mezin bûye
09:05 Xwarina navdar a Edeneyê şirdan jî ket ber çerxa qereborseyê
09:05 Îstinafê cezayê li eskerê ku Surmî Înce kuştibû hatibû birîn xera kir!
09:04 Mahajera îranî: Li sînor jinên penaber bi tacizê re rû bi rû dimînin
09:02 Bazargeha Amedê ya yekemîn top avêt
09:01 ROJEVA 8'Ê ADARA 2020'AN
07/03/2020
18:10 Dayika Aştiyê: Bila her kes li dijî neheqiyê bisekine
17:16 Li Amedê jinan tûra bisikletan avêtin
16:43 Xizmên windayan li Îzmirê bang kirin: Winda diyar in, faîl li ku ne?
16:31 ‘Wê jin qezenc bikin’
16:06 40 baroyan piştgirî dan rojnamegeran: Rojnamegerî ne sûc e
15:49 Li girtîgehan herî kêm 50 jinên girtî yên nexweşên giran hene
15:43 Qeyûmê SELÎS girt Şaredariya HDP'ê dîsa vekir
15:37 Jin wê bi hashtaga “#8MarttaAlanlardayız’ di nava çalakiyê de bin
15:28 Jin di 8'ê Adarê de wê peyamên girîng bidin
15:23 Saziyên sivîl ên civakî piştgirî dan Amedsporê
15:02 Xizmên Windayan ji bo jinên hatin windakirin edaletê xwestin
14:44 Hevjîna xwe kuşt û întîhar kir
14:21 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Em bang li NY'ê dikin ku sûcdarên şer darizînin
14:12 Amadekariyên mîtîngên 8'ê Adarê yên li Sîlopî û Êlihê bi dawî bûn
13:52 Temel: Fêdeya tirsê tune ye
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatin windakirin pirsîn
13:07 Ji TJA'yê daxuyaniya 8'ê Adarê: Em jinan vedixwînin mewziyên berxwedanê
13:07 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Divê siyaseta şer bi dawî bibe
12:06 Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso: Tirkiye êdî ketiye çerxerêyê
12:05 HDP’ê binçavkirin û girtin şermezar kir
11:34 Kurd ji sedî 63,2'ê li sînorê birçîbûnê dijîn
Jinên Kurd ji sedî 87.1 betal in
11:31 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî rêya sêyemîn e
11:11 Rojnameger Akdenîz ê çavdêriya penaberan kir: Em li deriyê erdheja civakî ne
10:52 Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên Esad xizmeta Tirkiyeyê dike
10:34 ‘Pêşiya mêrantî û mîlîtarîzmê bê girtin dê tundî bi dawî bibe
10:34 Jinên sendîkavan: Em bi têkoşîna rêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in
10:20 Amed ji bo mitînga 8’ê Adarê amade ye
09:30 'Bira girtiyên siyasî yên girtîgehên Îranê jî bên berdan'
09:27 220 roj in di hucreyekê de ye: 'Îstixbaratvan' gefan lê dixwin
09:27 Der barê parêzerên jin de ku bûyera tacizê ragihandibû, lêpirsîn hat destpêkirin
09:26 'Jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin'
09:25 Aykol: Gava komên cîhadîst derkevin, wê pirsgirêk çareser bibin
09:25 Li pira wekî 'pira mirinê' tê binavkirin ji bo ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin
09:24 Wê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan!
09:23 ‘Divê jinên tirkiyeyî xwedî li vê pergalê derkevin'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2020'AN