Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'

  • jin
  • 10:42 4 Adar 2020
  • |
img

DERSIM - Li Dersimê, çawişên pispor ku li ber wargehên xwendekarên jin cirîdan davêjin, tacîz û tecawizê xwendekaran dikin û ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin dikin jî dibêjin,  'Me kurdeke din jî kuşt'.

Dersim, bi bûyerên tacîz û tecawizê û windabûna Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû di rojevê de ye. Çawişên pispor ku li ber Wargeha Xwendekaran a Tûncelî û Wargeha Xwendekaran a Ehlîbeyt ên xwendekarên jin li wan dimînin, di wesayîtên xwe de radiwestin, li ser medya civakî bi xwendekaran re dikevin têkiliyê. Çawisên pispor ku bi pergal û rêxistin dixebitin, ji bo her xwendekara ku dixînin jî dibijên, 'Me kurdeke din jî kuşt'. Xwendekarên ku bi taciz û tecawiza çawişên pispor re rû bi rû dimînin an dev ji zanîngehê ber didin an jî întîhar dikin. 
 
Rojên borî xwendekareke ku hatiye tecawizkirin rakirine nexweşxaneyê û ji bo ku giliyê çawîşên pispor neke, jê re bûrs girêdane. Tê gotin ku ji ber vê tacîz û tecawiza çawişen pispor, li wargehên xwendekarên jin timik mijara "kurtajê" tê axaftin û nîqaşkirin. Xwendekarên ku bi wayekî tund  li dijî vê yekê dertên û serî li rêyên hiqûqî didin jî tên bêdengkirin û ser bûyeran tê girtin. Tê gotin ku van bûyerên li Dersimê li dijî jinan tên kirin, polîtîkayeke taybet e.
 
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê Berîtan Akdag û Hivda Tekkaynar, têkildarî bûyerên li bajar axivîn. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN TAYBET PÊK TÊN'
 
Xwendakara Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Mûnzûr Berîtan Akdag, diyar kir ku di rojên dawîn de wesayît li derdora wargehê digerin û wiha got: "Van kesan hevalên me yên jin dikin tora xwe. Bifikirin hevalên ku bi me re tevlî çalakiyan dibin, êvarê diçin cem van kesan. Em dizanin ku van mirovan bi çi niyetê nêzî me dibin. Van mirovan ew kesên ku dixwazin çand, ziman û nasnameya me tune bikin. Divê ku hevalên me di vê ferqê de bin. Dema ku hevaleke me bi çawişê pispor re axivî, dengê "Me kurdeke din jî kuşt" hat me. Hewl didin xwe bi ser medya civakî ve bigihînin me. Ser bûyeran tê girtin. Beriya çend rojan bûyereke tecawizê ket çapemeniyê. Li ser bûyerê hat girtin û tu agahî nehatin bidestxistin. Di vê rewşê de ya hevalên me dev ji zanîngehê ber didin an jî bajar terk dikin. Sedema van kesan a li Dersimê diyar e. Bi tevahî polîtîkayeke taybet pên tînin."
 
'SER GELEK BÛYERAN TÊ GIRTIN' 
 
Xwendekar Hivda Tekkaynar jî destnîşan kir ku li Dersimê berpêbûniyeke zêde li ser xwendekarê zanîngehê heye û ev tişt anî ziman: "Li taxa Ataturkê hejmareke zêde çawişên pispor hene. Tenê armanceke wan heye ew jî ew e ku xwe bigihînin jinan û tevna bajar xera bike. Em bûn şahid ku li wargehê jinên ducanî zarokên wan ji ber wan çûn. Van bûyeran ji aliyê kesên ku dikin ve tê veşartin û ser tê girtin. Mînak beriya 2 mehan çaişek pispor tecawizê jinekê kir. Ev jin dema ku ji ber vê yekê xwest întîhar bike, ji aliyê hevalên xwe ve hat ferqkirin û hat astengkirin. Bûyera Gulistan Dokû jî yek ji van bûyeran e kuy dewlet dixwaze serê bigire. Em weke întîharê lê nanêrin. Heke întîhar be jî sedemeke vê yekê heye. Divê em vana bibînin."
 

Sernavên din

07/03/2020
09:26 'Jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin'
09:25 Aykol: Gava komên cîhadîst derkevin, wê pirsgirêk çareser bibin
09:25 Li pira wekî 'pira mirinê' tê binavkirin ji bo ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin
09:24 Wê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan!
09:23 ‘Divê jinên tirkiyeyî xwedî li vê pergalê derkevin'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2020'AN
01:02 Rojanmevan Çelîk û Keser hatin berdan
06/03/2020
23:46 Piştî 165 rojan cenazeyê Hacîzadeyê bêyî malbatê defin kirin
20:49 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Çelîk û Midûrê Karên Nivîsa Keser sewqî dadgehê kirin
20:43 Gerînendeyê weşana Giştî yê Odatv'yê Pehlîvan hat girtin
16:42 Nûçegihanê Rûdawê bi boneya ‘Idlibê' hat girtin
16:29 Bang li xebatkarên Yenî Yaşamê hat kirin ku biçin îfade bidin
16:14 Malbatan û parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:03 Derbarê 28 wekîlên HDP û CHP’ê de 55 fezleke hatin amadekirin
15:42 5 kes li Stewrê hatin binçavkirin
15:26 Cenazeyê Hacîzadê 165 roj şûnde wergirtin
15:26 Di danişîna 16’emîn de jî Sara Kaya nehat berdan
14:53 Jin li her derê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
14:52 Xwendekarên hatin binçavkirin: Em nikarin debara xwe bikin
14:51 Dayikên Aştiyê ji bo Grûp Yorûm bang kirin: Gav biavêjin
14:28 Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye
14:27 Qeyûm ji xeynî rojnamegeran qerta bê pere dan her kesan
14:26 Di 8’ê Adarê de wê bibin dengê penaberan
14:03 Li Zanîngeha Dîcleyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
13:53 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir
12:29 Ji biryara ‘agirbestê’ bêtir peyker bûn mijara rojevê
12:27 Di meha Sibatê de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:03 Tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatin dayîn
11:43 Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket
11:31 Dersimî ji bo Gulîstan Dokûyê îşaret bi cinayetê dikin
11:21 Wê cotkar garis û pembo neçînin: Bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê
11:06 Zilaman bi darê zorê ew xistine nava tora fihûşê
10:58 Di 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî hat dayîn
10:57 Li sêrtê 'Siya Avê' hat pêşandan
10:24 Akademîsyena ji Cezayîrê Recham: Çi şoreşa ku vîna jinê nebîne bi ser nakeve
10:23 Jinên di berxwedana TEKEL’ê de cih girtin banga tevlîbûna 8’ê Adarê kirin
09:30 Penaberê ku 10 caran îadeyî Tirkiyeyê tê kirin: Em dixwazin bijîn
09:29 Bi rêya pevguherandinê balê dikişîne ser xwendina bi kurdî
09:29 AYM'ê gotibû 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê 12 sal in hê jî wekî berê ye!
09:28 Li orta Stenbolê bazara penaberan
09:24 6 sal şûnde fêr bû ku endamê AKP'ê' ye
09:24 Mexdûrên erdhejê li benda alîkariyê ne
09:23 Hevşaredarên jin: Divê jin dakevin qadan
09:23 'Ger em bi hev re dijîn, wê demê divê em bihev re bi rê ve bibin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2020'AN
05/03/2020
22:02 Li Amedê jin ji bo şanoya 'Jiyan' hatin cem hev
19:40 Nûçegihana me Demîr hat berdan
15:43 Ji Platforma Jinê ya Enqereyê bang: Em ê cîhanê bihejînin
15:36 Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Aktorê çareseriyê birêz Ocalan e
15:27 Li Navçeyên Lîce û Hazro operasyona eskerî
15:15 Pirsa rojnameger Soylu aciz kir
14:48 Jin wê di 8’ê Adarê Meşa Şevê ya Femînîst de bên gelhev
14:38 Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
14:11 HDP: Bila roja 8'ê Adarê bibe destûra fermî
14:05 Rojnameger Kenan Kirkaya derket pêşberî dadger
14:01 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:54 2 kesên din hatin cezakirin: Rêveberiya xweser modela ji kaosê derketin e
13:22 Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket
13:20 MED TUHAD FED: Dema hevdîtin bi Ocalan re pêk tên qeyran jî tên çareser kirin
12:48 Erdogan bêyî ku daxuyanî bide çû Rûsyayê
12:45 Fîlmên dê di Festîvala Yilmaz Guney de werin nîşandan diyar bûn
12:02 Meclîsa Jinê ya HDP’ê: Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin
11:58 Beriya serdana UNESCO’yê ser şopên rûxandinê dinuximînin
11:28 Sîwana Xemrî: Jinên di stargehan de mîna ku sûc kirine, tên cezakirin
11:12 Serokê Daîreya DÎSK'ê Karatepe hat binçavkirin
10:59 Du rojnameger ji ber deşîfrekirina ‘MÎT’ê hatin girtin
10:41 Li Edeneyê 7 kes hatin binçavkirin
10:34 'Îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê’
10:15 Ocalan: Masaya li Tirkiyeyê li ser du piyan e, divê hûn bibin piyê sêyemîn
09:39 Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê
09:22 Ûlûgana: Divê êdî em ji bo zarokan jî pirtûkên dîroka kurdan amade bikin
09:19 Li Cizîrê li qafeyan kurdî qedexeye: Mişteriyên 'bijare' nerihet dibin!
09:18 Aysel Gîrdîk a li dijî krîza aborî têdikoşe: Ez dev ji hilberandinê bernadim
09:18 Şaredariya Êlihê dê dîsa SELÎS'ê veke
09:17 Platforma Jina ya Bornovayê: Ne tirse em hêviyê parve bikin
09:16 'Hêj em biçûk bûn bavê min terka me kir û zewicî'
09:16 Qeymeqam karker girtin, lê hevşaredar hat sûcdarkirin
09:15 Hê jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin
09:14 Welatiyên Amedê: Vîrûsa Corona li Tirkiyeyê tê veşartin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2020'AN
04/03/2020
17:01 Baroya Mêrdînê xwest parêzer Kahraman were berdan
17:00 Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin girtin.
16:40 ‘Penaber bi mirinê re rû bi rû ne, mirin sûcek mezin e’
15:50 Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Ji bo rastiyan veşêrin zextan zêde dikin
15:46 Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
15:37 Aysel Koç bi dirûşmeyan defin kirin
15:36 Selma Irmak ji doza 'propagandaya rêxistinê' berat kir
15:32 Peyamnêrê Rûdawê ji Edîrneyê birin Enqereyê
14:40 Ji Asrinê daxuyaniya Îmraliyê: Ocalan, careke din hêza xwe ya çareseriya qrîza siyasî destnîşan kiriye
14:36 Leşkerên Yewnan êrişî penaberan kir: Penaberek hat kuştin û birîndar hene
14:28 Rapora girtîgehên Derya Reş: Îşkence didome
14:05 Qeymeqamê Çinarê ji wezîfeyê hat girtin
13:45 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:34 Cotkarên mêrdînî biryar girtin ku garis û pembû daneynin
13:22 Leşkerên li Nexweşxaneya Rehanliyê sekinîne: Tabûrek leşker hat kuştin!
13:16 Freedom House: Tirkiye ne azad e
13:12 Ûca serdana herêma erdhejê kir
13:11 Li Idlbiê 2 leşkerên din jî hatin kuştin
12:57 4 kesên ku li Sûrê hatibûn binçavkirin 3 jê ji wan hatin berdan
12:20 Di dorpêça çekan de birin şîna keça wî