Li dijî DAIŞ'ê berxwedana dîrokî

img

ŞENGAL - DAIŞ'ê li Şengalê fermana 73'an anî serê civaka Êzidî. Bi hezaran êzidî dîl girtin revandin. Êş û azara dîlên ji destên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin bi hevok û pêjeyan nayên vegotin. Her pênaseya janê ji bo birînên vê barbariyê kêm dibînin. Dîlên ji destê vê rûreşiya mirovahiyê hatî rizgarkirin, bi gotinekê dibêjin ku dema di destê DAÎŞ'ê debûn, bê ruh û giyan bûn, mîna cestekî bûn.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ'ê bi ser şûnwarên Şengalê de girtin û li Şengalê komkujî kirin. Bi hezaran Şengalî qetil kirin û dîl girtin. DAIŞ'ê di esaretê de barbarî û bêexlaqiya nayê aqilê mirov, bi serê van de anîn. Tecawuz, zor, tundî, êşkence, bêrûmetî, li pêş çavên wan zarok û hevjînên wan kuştin hwd li aliyekî, êş û janên ku hevok û gotinan neyê ziman re rû bi rû mane. Li bazaran wekî amûr li welat û bajaran hatine gerandin û firotin. Her roj, her kêlî bi dehan caran giyana wan hatiye lewitandin, mirine û sax bûne! Di hovîtiyê de sînor nasnekirine. Dayikên ku ji esaretê filitî wiha dibêjin; ‘…Zarokên me serjê dikirin, dipijandin û didan ber me digotin bixwin...’ Hovîtiyeke ku di ti ol, bawerî, çand û exlaqê mirovahiyê de tineyî bi serê wan de hatiye anîn!
 
CÎHAN LI DIJÎ TRAJEDIYA ŞENGALÊ KER Û KOR MA
 
Xelkê ku ji ber vê hovîtiya DAÎŞ'ê reviyayî û xwe spartî çiyayên Şengalê, bi rojan kelegerma Tebaxê, li wan çiyayan bê av, bê nan û xwarin, bi tirs û fikara kuştinê dimînin. Dinya li hemberî vê trajedî, vê şerma mirovahiyê ker û kor û lal ma. Ne zilhêzên cîhanî ku xwe weke ‘hewariyên demokrasî û azadiyan’ didin nasîn, ne hikumeta Iraqê, ne jî hikumeta Kurdistanê tiştek nakin û li vê keraseta civakî dibin temaşevan. Gotineke pêşiyan heye, dibêjin, “Wijdan avêtine ber seyê birçî, sê jî wijdan nexwariye!” Wijdana dinyayê winda bibû, qerisîbû li ber vê tabloyê. Civakek, çandek, baweriyek, erdnîgariyek li pêş çavê cîhanê bi qirkirinê maddî û manewî re dihat derbaskirin. Bi gotineke din, ‘ji binê erdê zarezara mirovan dihat’. Lê qêrînên hewarê li valehiyeke bê nirx winda dibûn, olan nedidan! Dem ne dema barbarî û hovîtiyê bû, heyam ne heyama tarî, ne heyama xelayê bû; tişta li meydanê diqewimî ne şano, ne film, ne tragedyayek bû: Ji serî heta binî rasteqîneke tehl weke jehrê bû, kujer bû, qirker bû! Civaka herî kevnar a Rojhilata Navîn Êzidî, li ber çavan dihat qirkirin û tevahiya cîhanê mîna li ber ekranê TV’ê filmekî temaşe bike, lê nihêrî!
 
HPG û YJA STAR JI ÇIYÊ BI HAWARÊ HATIN 
 
PKK-KCK demildest ji raya giştî re radigihîne ku biryar daye dê gerîla bişîne hewara civaka Êzidî û heman şevê tabûrên gerîla ber bi herêmê ve dikevin tevgerê. Lê Şengal ji çiyê dûr bû. Rê tejî asteng, metirsî û kemîn bûn. Lewre hatina gerîlayên HPG-YJA-Starê ya li herêmê û destwerdana wê ya li êrîşên DAÎŞ'ê dê demek bigirta. Ji bo demek pêwîst bû ku heta gerîla xwe ji navserên çiya berde û bigihanda Şengalê. Bi sedan gerîlayên jin û mêr, di rûyê wan de wêrekî û awirên tolhildanê, li ser zimanê wan dirûşmeyên serkeftinê berê xwe didin xaka kevnar û pîroz Şengalê. Lê rewşa Şengal û Êzidiyan zêde ne baş bû. Her dem û saeta diçû, her roja diborî, metirsiyên gelek mezintir di nava xwe de mezin dikirin. Bi hezaran Êzidî, bi jin, zarok, kal û pîr, bê derfet, cil û berg, bê nan û av xwe li çiya dabûn. Çiya jî di bin dorpêç û êrîşên DAÎŞ'ê de bû. Hêj jî metirsiya komkujiyeke mezintir hebû. Civaka Êzidî bi xwe ne xwedî hêzeke parastinê bû. Civakeke bê çek û bê derfet bû. Beriya fermanê, Navenda Parastina Gel (NPG) ji bo pêşamadekarî û rêxistingeriyê 12 gerîlayan bi awayekî nepenî dişîne qadê. Lê belê ji van 12 gerîlayan 3 heb ji aliyê asayîşa PDK'ê ve tên girtin û 9 gerîla tenê digihêjin qadê.
 
Piştî DAÎŞ li milê deştê dest bi êrîşan dike, gundewarên derdor berê xwe didin çiyê. Her 9 gerîlayên li qadê jî demildest digihên hev plansaziya xwe çêdikin. Gerîla di nav xwe de plansaziya ku dê her gerîlayeke deriyekê çiyê bigire, hem civaka berê xwe dayî çiyê biparêze, hem jî bergiriya DAÎŞ’iyan bike ku nekare bikeve çiyê û qirkirinên mezintir pêk bîne. Gerîla, beşek ciwanên Êzidî ku berê bi wan re ketî têkiliyê û rêxistin kirî jî li dora xwe kom dike û dest bi parastinê dikin. Ciwanên Êzidiyan ên xwe spartî çiya jî piştî bergirî û berxwedana gerilayan dibînin li dora wan kom dibin û xeteke berxwedanê pêk tê. Çeteyên DAÎŞ'ê bi çekên giran û weke artêşa Moxiliyan ketibûn pey nêçîrkirina Êzidiyan. Divê demildest alîkarî û hewariya leşkerî, mirovî û lojîstîkî ji herêmê re biçûya. Nexwe destê wê li ber guhê wê bû ku trajediya herî mezin a dîrokê pêk bihata.
 
YPG Û YPJ JI ROJAVA BI HAWARÊ HATIN Û KORÎDOR VEKIRIN 
 
YPG-YPJ ku li xaka Rojavayê Kurdistanê, li bakur-rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê şer dikir, ji vê keraset û hovîtiyê re temaşevan namîne û destwerdana rewşê dike ku heta hêzên gerîla bigihêjin qadê. Şervanên YPG-YPJ’ê ligel ku xak û civaka wan bi xwe jî bi êrîşên DAÎŞ'ê re rû bi rû bû, Til Koçer, Cezaa û Rebîa ji destê DAÎŞ'ê rizgar dikin, sînorên Sûriye-Iraqê derbas dikin û diçin hewariya civaka Êzidî. YPG-YPJ, 5’ê Tebaxê sînor derbas dike û dikeve navçeya Rebîa ya pêşberî Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê ye. Li vê derê şerekî giran rû dide. Şerevanên YPG'ê bi giyana fedaiyane li dijî DAÎŞ'ê şer dikin û DAÎŞ'ê li Rebîayê dişkînin.  Beşek pêşmergeyên YNK’ê jî ku ji herêmê venekişîbûn piştî YPG dikeve navçeyê, bi hestên Kurdistanî mil bi milê YPG'ê li dijî DAÎŞ'ê dikevin şer. Li aliyekî li navenda Rebîa şerekî giran diqewime, li aliyê dîtir hêzên YPG'ê bê sekan berê xwe didin xaka Şengalê û ji rêzê ve gundên Tawis, Qaîle û Mehmûdiye ku 15 km dûrî Rebîa ne ji DAÎŞ'ê rizgar dikin. Bi vî awayî hêzên YPG-YPJ’ê gav bi gav pêş de diçin heta ku xwe digihînin çiyayê Şengalê. Bi vî awayî korîdoreke mirovî tê vekirin ku Êzidiyên ji ber hovîtiya DAÎŞ'ê xwe spartî çiyê, ji vê korîdorê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bê kirin û pêşî li komkujiyeke mezintir bê girtin. Dema şervanên YPG-YPJ'ê digihêjên çiyayê Şengalê, mirovên ku li van çiyayan nîv mirî mayî weke ku kulîlkek bête avdan û geş bibe ji nû ve zindî dibin; lê zindîbûneke xembar li ser rûyê wan danî, geşbûneke nîvcomayî!
 
YBŞ BI RÊXISTIN KIRIN
 
Bi gihaştina şervanên YPG'ê re, gerîlayên HPG-YJA STAR’ê jî piştî şer û pevçûneke giran digihînin çiyayê Şengalê. Jixwe 9 gerilayên HPG'ê yên berê li qadê bi ciwanên Êzidî re eniya berxwedanê çêkirine. Bi gihiştina YPG û HPG'ê ya li qadê re plansazî tê kirin ku bi deh hezaran kesên ji fermanê filitî, bi awayekî ewle derbasî Rojava bê kirin. Li aliyekî şer û berxwedan tê kirin, ji aliyê dîtir alîkariya jiyanî ya demildest digihînin Êzidiyên li serê çiyê asê mayî. Li aliyê din jî gav bi gav xelkê li ser çiyê belav bûyî komî ser hev dikin û derbasî Rojavayê Kurdistanê dikin. Bi hatina gerîla ya li qadê re eniya berxwedan û têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê mezin dibe. Gerîla 5’ê Tebaxê Milîsên Xwecihî yên xweparastinê bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) rêxistin dike û peywirdarî tên kirin û bi giştî ewlehiya çiyayê Şengalê tê girtin. Bi sedan, heta bi hezaran xortên Êzidî mil bi milê gerîlayên HPG'ê li dijî DAÎŞ'ê çek radikin û dest bi şer dikin. Piştî ku gel berxwedana gerîlayên HPG'ê, şervanên YPG'ê û ciwanên Êzidî ya li dijî çetayan bi çavê xwe dibîne hinek tê ser xwe û êdî bawer dike ku dê ji vê kerasetê rizgar bibe. 
Xebatên derbaskirina koçberan a li Rojava tê destpêkirn. Di vê korîdora ji aliyê hêzên YPG û HPG'ê ve hatî vekirin de rêveberiya Rojava hemû derfetên xwe yên maddî, teknîkî û gihaştinê dixe dewrê. Di nava du rojan de 120 hezar kes ji çiyayê Şengalê tê tehliyekirin. Xelkê ku hatî derbaskirin ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojava ve tê pêşwazîkirin û bicihkirin. Piştî pêvajoya parastina çiyayê Şengalê, tehliyekirina gel ê di çiyê de asê mayî û rêxistinkirina eniya parastinê; qonaxa têkoşîn û berxwedanê destpê dike. Meha Kanûnê ya heman salê, hêzên  HPG-YJA Star, YPG-YPJ û YBŞ’ê derbên giran li DAÎŞ'ê dixin. Gundên weke Ramalla, Qedaa, Kenho yên li Başûrê Cezaa ku li ser xeta korîdora Şengal-Rojava, dîsa gundên weke Remmo, Recm Abed, Xazuga û Naiyyem ên li aliyê Iraqê diman, ji çeteyan tên rizagarkirin. 
 
BIRYARA OPERASYONA RIZGARKIRINA ŞENGALÊ 
 
Her ku diçe berxwedan mezintir dibe û encam tê girtin. Lewre 29’ê Cotmeha 2015’an de hemû hêzên parastina Êzidxanê gaveke dîrokî tavêjin. Bi daxuyaniyeke hevbeş, bi dirûşmeya “Fermandariya Êzidîxan a Ji Bo Rizgariya Şengalê” fermandariyeke hevpar radigihînin.  21 û 22’ê meha 12’an a sala 2014’an operasyona rizgarkirina Şengalê tê destpêkirin. Lê ji ber nakokî û lihevnekirinên di qada leşkerî de pêngav nîvco dimîne. Di vê pêngavê de gerîlayên HPG'ê, şervanên YBŞ'ê, pêşmergeyên herêma Kurdistanê cih digirin. Lê ji ber nakokiyên bi hêzên Pêşmerge re pêngav naçe serî û tê rawestin. Lewre pêşmerge li gorî hatî plansazkirin tevnagerin û hêzên xwe paşde dikêşin. Fermandariya Şengalê 12’ê Mijdara 2015’an careke dîtir mizgînî dide civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd ku ‘Operasyona Rizgarkirina Şengalê’ dane destpêkirin. Operasyon bi pêşengiya gerîla, hêzên parastina Êzidxanê, xelkê Êzidî yê li çiyayê Şengalê li ba şervanan mayî, di dorhêla xweparastinê de tevlî operasyonê dibin. Dîsa Pêşmerge jî tevlî vê operasyonê dibin. Roja ku operasyon tê destpêkirin hêzên Kurdî dikevin navenda bajarê Şengalê. Di roja duyemîn a Operasyonê de hêzên YBŞ-YJŞ û gerîlayên HPG-YJA Starê beşeke girîng a navenda bajêr rizgar dikin û dixin destê xwe. Di destpêkê de taxên weke Berbiroj û girên ku li ser taxên rojhilatê bajêr serwer bûn tên girtin. Di van taxan de, Sûka Serî ya bajêr de şerekî gelek mezin diqewime. Piştî pêvajoyeke berxwedanê ya 11 mehan a HPG û YBŞ'ê bajarê Şengalê tê rizgarkirin. Koordînasyona Şengalê ku 14’ê Mijdara 2015’an li navenda Şengalê daxuyanî dayî, mizgîniya rizgariya Şengalê dide û li tevahî Êzidiyan, li hêzên HPG-YJA Star, YBŞ, YPJ-Şengal, HPŞ û Pêşmergeyan ku di nav operasyonê de cih girtibûn pîroz dike. 
 
Di vê pêvajoyê de di serî de li herêma ku Korîdora mirovî hatî vekirin êrîşên mezin ên DAÎŞ'ê pêk tên û berxwedaniyeke dîrokî pêk tê. Dîsa li deverên weke Solaxê, Herdan, li Barêya Jorîn û Jêrîn, Skêniyê, Geliyê Şehîdan, Geliyê Şilo, Cidalê, Gabara û her çar aliyê çiyê êrîşên çeteyan pêk tên û li beranberê vê hêzên parastina Êzidxanê bi tevkariya HPG'ê berxwedaniyeke mezin pêk tê, êrîş tên şkandin. Piştî vê pêvajoyê meha 10’emîn bi armanca ku êdî YBŞ li herêmê rêkûpêkî û yekrêziya xwe çêbike bi pêşengiya fermandarê YBŞ'ê Berxwedan Tolhildan (Ednan Silêman) ku 24 01 2015 di êrîşeke DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dide, civînek tê lidarxistin. Di vê civînê de Meclîseke Leşkerî ya Şengalê tê avakirin. Piştî vê civînê YBŞ dibe hêzeke xweser û di rêza yekemîn de li Êzidxanê xwedî erk û berpirsyarî. Her wiha 5’ê Hezîrana 2015’an komeke jinên Êzidî bi civivînekê Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê ava dikin. YJŞ tevlî hemû pêngavên rizgarkirina Şengal û gundewarên wê dibe. 12-13 Sibata 2016’an bi konferansekê YJŞ, ji nû ve xwe vesaz dike û bi formateke nû di nava xebatên ewlehiya Şengalê de cihê xwe digire.
 
BIRYARÊN KONFERANSÊ 
 
20'ê Kanûna 2014’an di dorhêla duyemîn pêngava rizgarkirina gundewarên Şengalê de komalgehên weke Dihola, Sinûnê, Dugur, Xanesor bi pêngaveke berfireh tên rizgarkirin. Bi dewamiya wê re 20 02 2015 pêngava rizgarkirina gundewarên derdorê li herêmên Xanesor, Barê, Çiyayê Kolîk, tê destpêkirin. Di vê pêngavê de gundên Serhedok, Faw Zeko, Hesawî tên rizgarkirin. Di vê pêngavê de hejmareke zêde ya DAÎŞ’iyan tê kuştin û gelek çek û cebilxane tê bidestxistin. 16 Adara 2015’an YBŞ-YJŞ konferanseke berfireh pêk tîne û di vê konferansê de sê biryarên sereke tên girin: 
 
1- Rizgarkirina keç, jin û zarokên Êzidî yên di destê DAÎŞ'ê de.
2- Bi giştî ji DAÎŞ'ê paqijkirina xaka Êzidxanê.
3- Mezinkirina hêzên YBŞ-YJŞ’ê.
 
Dawiya sala 2015’an, destpêka sala 2016’an ji bo Çiyayê Kolik ji DAÎŞ'ê bê rizgarkirin, operasyonek tê destpêkirin. Di çiya de hejmareke zêde ya çeteyan heye. Çiya tê rizgarkirin û gelek çete tên kuştin.
Hêzên Kurd ne tenê Şengalê rizgar dikin, bi heman awayî tevlî operasyona rizgarkirina Musilê jî dibin. YBŞ-YJŞ di dorhêla operasyona paqijkirina derdora Musilê de bi hêzeke 1500 şervanî, dikeve tevgerê û xeta rê ya 47’emîn ku diçe Musilê ji çeteyan paqij dikin û riya ji Şengalê diçe Tel Afer û ji wir jî diçe Musilê hatiye paqijkirin û vekirin. YBŞ û YJŞ ne tenê li Şengal û Mûsilê, li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo heyf û tola keç û jinên Êzidî tevlî operasyonên rizgarkirinê dibe. Di serî de li Minbic û Reqayê di eniyên pêş de tevlî pêngavê dibin. 
 
MA / Mem Avba
 

Sernavên din

07/03/2020
09:26 'Jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin'
09:25 Aykol: Gava komên cîhadîst derkevin, wê pirsgirêk çareser bibin
09:25 Li pira wekî 'pira mirinê' tê binavkirin ji bo ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin
09:24 Wê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan!
09:23 ‘Divê jinên tirkiyeyî xwedî li vê pergalê derkevin'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2020'AN
01:02 Rojanmevan Çelîk û Keser hatin berdan
06/03/2020
23:46 Piştî 165 rojan cenazeyê Hacîzadeyê bêyî malbatê defin kirin
20:49 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Çelîk û Midûrê Karên Nivîsa Keser sewqî dadgehê kirin
20:43 Gerînendeyê weşana Giştî yê Odatv'yê Pehlîvan hat girtin
16:42 Nûçegihanê Rûdawê bi boneya ‘Idlibê' hat girtin
16:29 Bang li xebatkarên Yenî Yaşamê hat kirin ku biçin îfade bidin
16:14 Malbatan û parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:03 Derbarê 28 wekîlên HDP û CHP’ê de 55 fezleke hatin amadekirin
15:42 5 kes li Stewrê hatin binçavkirin
15:26 Cenazeyê Hacîzadê 165 roj şûnde wergirtin
15:26 Di danişîna 16’emîn de jî Sara Kaya nehat berdan
14:53 Jin li her derê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
14:52 Xwendekarên hatin binçavkirin: Em nikarin debara xwe bikin
14:51 Dayikên Aştiyê ji bo Grûp Yorûm bang kirin: Gav biavêjin
14:28 Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye
14:27 Qeyûm ji xeynî rojnamegeran qerta bê pere dan her kesan
14:26 Di 8’ê Adarê de wê bibin dengê penaberan
14:03 Li Zanîngeha Dîcleyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
13:53 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir
12:29 Ji biryara ‘agirbestê’ bêtir peyker bûn mijara rojevê
12:27 Di meha Sibatê de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:03 Tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatin dayîn
11:43 Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket
11:31 Dersimî ji bo Gulîstan Dokûyê îşaret bi cinayetê dikin
11:21 Wê cotkar garis û pembo neçînin: Bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê
11:06 Zilaman bi darê zorê ew xistine nava tora fihûşê
10:58 Di 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî hat dayîn
10:57 Li sêrtê 'Siya Avê' hat pêşandan
10:24 Akademîsyena ji Cezayîrê Recham: Çi şoreşa ku vîna jinê nebîne bi ser nakeve
10:23 Jinên di berxwedana TEKEL’ê de cih girtin banga tevlîbûna 8’ê Adarê kirin
09:30 Penaberê ku 10 caran îadeyî Tirkiyeyê tê kirin: Em dixwazin bijîn
09:29 Bi rêya pevguherandinê balê dikişîne ser xwendina bi kurdî
09:29 AYM'ê gotibû 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê 12 sal in hê jî wekî berê ye!
09:28 Li orta Stenbolê bazara penaberan
09:24 6 sal şûnde fêr bû ku endamê AKP'ê' ye
09:24 Mexdûrên erdhejê li benda alîkariyê ne
09:23 Hevşaredarên jin: Divê jin dakevin qadan
09:23 'Ger em bi hev re dijîn, wê demê divê em bihev re bi rê ve bibin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2020'AN
05/03/2020
22:02 Li Amedê jin ji bo şanoya 'Jiyan' hatin cem hev
19:40 Nûçegihana me Demîr hat berdan
15:43 Ji Platforma Jinê ya Enqereyê bang: Em ê cîhanê bihejînin
15:36 Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Aktorê çareseriyê birêz Ocalan e
15:27 Li Navçeyên Lîce û Hazro operasyona eskerî
15:15 Pirsa rojnameger Soylu aciz kir
14:48 Jin wê di 8’ê Adarê Meşa Şevê ya Femînîst de bên gelhev
14:38 Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
14:11 HDP: Bila roja 8'ê Adarê bibe destûra fermî
14:05 Rojnameger Kenan Kirkaya derket pêşberî dadger
14:01 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:54 2 kesên din hatin cezakirin: Rêveberiya xweser modela ji kaosê derketin e
13:22 Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket
13:20 MED TUHAD FED: Dema hevdîtin bi Ocalan re pêk tên qeyran jî tên çareser kirin
12:48 Erdogan bêyî ku daxuyanî bide çû Rûsyayê
12:45 Fîlmên dê di Festîvala Yilmaz Guney de werin nîşandan diyar bûn
12:02 Meclîsa Jinê ya HDP’ê: Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin
11:58 Beriya serdana UNESCO’yê ser şopên rûxandinê dinuximînin
11:28 Sîwana Xemrî: Jinên di stargehan de mîna ku sûc kirine, tên cezakirin
11:12 Serokê Daîreya DÎSK'ê Karatepe hat binçavkirin
10:59 Du rojnameger ji ber deşîfrekirina ‘MÎT’ê hatin girtin
10:41 Li Edeneyê 7 kes hatin binçavkirin
10:34 'Îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê’
10:15 Ocalan: Masaya li Tirkiyeyê li ser du piyan e, divê hûn bibin piyê sêyemîn
09:39 Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê
09:22 Ûlûgana: Divê êdî em ji bo zarokan jî pirtûkên dîroka kurdan amade bikin
09:19 Li Cizîrê li qafeyan kurdî qedexeye: Mişteriyên 'bijare' nerihet dibin!
09:18 Aysel Gîrdîk a li dijî krîza aborî têdikoşe: Ez dev ji hilberandinê bernadim
09:18 Şaredariya Êlihê dê dîsa SELÎS'ê veke
09:17 Platforma Jina ya Bornovayê: Ne tirse em hêviyê parve bikin
09:16 'Hêj em biçûk bûn bavê min terka me kir û zewicî'
09:16 Qeymeqam karker girtin, lê hevşaredar hat sûcdarkirin
09:15 Hê jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin
09:14 Welatiyên Amedê: Vîrûsa Corona li Tirkiyeyê tê veşartin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2020'AN
04/03/2020
17:01 Baroya Mêrdînê xwest parêzer Kahraman were berdan
17:00 Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin girtin.
16:40 ‘Penaber bi mirinê re rû bi rû ne, mirin sûcek mezin e’
15:50 Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Ji bo rastiyan veşêrin zextan zêde dikin
15:46 Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
15:37 Aysel Koç bi dirûşmeyan defin kirin
15:36 Selma Irmak ji doza 'propagandaya rêxistinê' berat kir
15:32 Peyamnêrê Rûdawê ji Edîrneyê birin Enqereyê
14:40 Ji Asrinê daxuyaniya Îmraliyê: Ocalan, careke din hêza xwe ya çareseriya qrîza siyasî destnîşan kiriye
14:36 Leşkerên Yewnan êrişî penaberan kir: Penaberek hat kuştin û birîndar hene
14:28 Rapora girtîgehên Derya Reş: Îşkence didome
14:05 Qeymeqamê Çinarê ji wezîfeyê hat girtin
13:45 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:34 Cotkarên mêrdînî biryar girtin ku garis û pembû daneynin
13:22 Leşkerên li Nexweşxaneya Rehanliyê sekinîne: Tabûrek leşker hat kuştin!
13:16 Freedom House: Tirkiye ne azad e
13:12 Ûca serdana herêma erdhejê kir
13:11 Li Idlbiê 2 leşkerên din jî hatin kuştin
12:57 4 kesên ku li Sûrê hatibûn binçavkirin 3 jê ji wan hatin berdan
12:20 Di dorpêça çekan de birin şîna keça wî