Jinan di çalakiyên 8'ê Adarê de gotin ew li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer jî aştiyê diparêzin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di çarçoveyê 8'ê Darê Roja Jinên Cîhanê de, li bajarên wke Sêrt, Şirnex, Riha, Edene, Êlih û Colemêrgê, çalakî li dar xistin, startên 8'ê Adarê dan û bernameyên xwe yên heftiyekê aşkere kirin. Jinan diyar kirin ku ew li dijî mirinê jiyanê û li dijî şer jî aştiyê diparêzin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Sêrtê starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li geliyê Botanê dan. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, Dayîkên Aşitiyê û aktivîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Jin bi têkoşîna xwe azad dibe,bi azadiyê mezin dibe " hate vekirin. 
 
 Daxuyanî ji aliyê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş ve hat dayîn. Meralê bal kişand ser çêkirina bendavan û got ku îktîdara AKP'ê  li ser navê xweşikbûnê xwezaya dîrokî dikuje û got:" Em sarta xwe li gundên ku di bin avê de ma ne didîn. Me ev der hilbijart. Ji ber ku wekî hûn jî dibînin li vir komkujiyeke xwezayî heye. Li gel vê komkujiyê wê êşên giran bên kişandin. Komkujiya xwezayê li ser xweşikbûnê pêk tê. Dixwazin bi vê polîtîkayê qirkirina xwezayê meşru bikin. Wekî Heskîf geliyê Botan jî bi tunebûnê re rû bi rû ye. Li ser erdnîgariya me li dijî hebûna me êrîşên giran hene. Em vê qebûl nakîn. Em ê li dijî talankirina xwezayê,dîrokê û çandê li her deran tebikoşîn û  li dîroka xwe,xwezaya xwe û  çanda xwe xwedî  derkevîn. Em ji Geliyê Botanê bang dikîn, Ji Îdlîbê derkevin ew der ne xaka Tirkiyeyê ye. Em jin li dijî mirinê jiyanê û li dijî şer aşitiyê diparêzîn."
 
LI GELIYÊ BOTANÊ STARTA DA 
 
Beştaş, bang li hemû jinan kir ku li qadên 8'ê Adarê  xwedî mafên xwe derkevin û wiha bi dawî kir:" Rojeva me ya herî sereke mafên jina ye. Em jin dixwazîn bijîn. Îro li her derên Tirkiyeyê jin tên kuştin û bi tundiyê re rû bi rû ne. Em jin pêşengên civakê ne. Heta ku em jin azad nebin û em wekhev nejîn demokrasî ne pêkan e. Polîtîkayên AKP'ê li dijî azadî û wekhêviya jinan e. Lê em wekî Meclîsa HDP'ê li her deran em ê gotina xwe bibêjîn. Em li Geliyê Botan starta xwe ya 8'ê Adarê didîn û bang li hemû jinên Sêrtê dikîn ku werin em mil bi mil tebikoşîn. Em li vir in û em ê li her derê bin." 
 
Daxuyanî  bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî"  bi dawî bû. Piştre jinan  ji bo ku balê bikşînin ser qirkirina xwezayê qurnafîl avêtin bendavê. 
 
ŞIRNEX
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Hezexê li hev civiyan. 
 
Hevşaredara Hezexê Songul Erdem a qayûm tayînê cihê wê hat kirin, spasiya jinan kir û jin vexwendin mîtînga ku di 8'ê Adarê de bê lidarxistin. 
 
‘DIVÊ EM TECRÎDÊ RAKIN'
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnxê Nûran Îmîr jî, bal kişand ser girîngî û wateya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê. Îmîr, şewata li Gireva Îmraliyê bibîr xist û wiha got: "Şewata îro li Îmraliyê rû da, ji ber xwe ve rû nedaye. Divê em jin, di vê 8'ê Adarê de, bibin dengê Îmraliyê, Kurdistan û Tirkiyeyê. Xwedî derketina ziman, çand û erdnîgariya xwe, di heman demê de xwedî derketina li Ocalane."
 
Îmîr, behsa tecrîdkirina Ocalan jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heya ku rêberê me dibin tecrîdê de be, ev xwîna li Rojhilata Navîn dirije ne pêkane ku raweste. Divê tecrîda li Îmraliyê rabe, da ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî karibe rol û mîsyona xwe bilîze. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de biherikin qadan."
 
Piştî axaftinên hatin kirin, jinên ku kincên herêmî li xwe kiribûn, li ber stranan guvend gerandin, li çepikan xistin û tilîlî berz kirin. 
 
RIHA 
 
Platforma Jinan a Rihayê li Komelaya Jinan a Jiyanê starta 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê da. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe surucu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Sendîkaya Tenduristiyê (Ses) û bi jimarek zêde jin tevli daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platformê ji baroya Rihayê Parêzer Mîhrîban Çelîk axivî û got em ê 8’ê Adara 2020’an diyarî Gulîstan Dokû bikin. Mîhrîban wiha wiha berdewam kir: “Emê di 1- 7’ê mehê de programek têr û tijî derbas bikin, em ê weke jinên bi hêz yên Rihahyê ji bo têkoşîna azadiya  jinê bigihê astek herî mezin di berxwedanê de bin.”
 
‘EMÊ 8'Ê ADARÊ DIYARÎ GULÎSTAN DOKU BIKIN'
 
Mîhrîban di berdewamiya axaftina xwe de dîroka 8'ê Adarê bi bîr xist û wiha got: "149 jinên di têkoşîna azadî, kedê, wekhevî û demokrasiyê de mafê xwe yê grevê pêk dianîn ku ji aliyê karsazan ve di fabrîqayê de hatin girtin û hatin şewitandin. Lê Çiqas êriş li dijî me pêk bên jî em dizanin ku jin hêza xwe ji yekitiyê û rêxistinbûnê digirin.  Em ê bi vê zanabûnê yekbûn û hêza xwe bikin yek û rêxistina xwe mezin bikin. Em hemû jinên di têkoşîna azadiyê de ked dane silav dikin û berxwedana wan bi rêz darî bi bîr tînin. Meryem herî dawî da diyarkirin ku ew 8’ê Adarê diyarî Gulîstan Doku dikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bûn
 
COLEMÊRG
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê jî, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li avahiya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’ê ya Navenda Navçeyê Sînem Seven, Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin û gelek jin beşdarî civînê bûn. 
 
Jinan bal kişandin ser wateya dîrokî ya 8’ê Adarê û bernameya xwe ya çalakiyan a heftiyekê li bajêr pêk bînin aşkere kirin. 
 
EDENE 
 
Aktivîstên TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê, bi wesileya heman rojê li bazar, gund û navçeyên Edeneyê geriyan û belavokên 8'ê Adarê belav kirin. Jinên ku rastî eleqeyek mezin a gel hatin, bang li jinan kirin ku beşdarî mîtînga li Qada Ugur Mumcu û meşa di 8'ê Adarê de, saet 13.03'an li ser Pira Kasim Gulek bê lidawerxistin bibin, kirin.
 
ÊLIH 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Hezo ya Êlihê bi boneya 8'ê Adarê şahiyek li dar xist. Şahî li baxçeyê çay a Hezoyê pêk hat. Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên bajêr, Aktivîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Jinan li ber stranên Koma Erbanê ya Koma Şehîd Mîzgîn guvend gerandin û dirûşme berz kirn. Di dawiya şahiyê de jî jinan tilîlî berz kirin û li çepikan xistin.
 
 

Sernavên din

04/03/2020
11:53 Li ser bertekan DEDAŞ'ê ceyrana gundan berda
11:34 WHO: Ji Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kes mirin
11:21 Ji ber bêavî û bêceryaniyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve
10:56 Jinên penaber rastî tundiya dijwar tên
10:42 Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'
10:08 'Ev derketina ji rêya xwedê ye'
09:38 Ji bo valakirinê muhlet dan gundê Şikeftan
09:37 Li dijî DAIŞ'ê berxwedana dîrokî
09:32 Ceylan: Hevdîtin aştiyê, tecrîd şer pêş dixe
09:30 Dozgeriyê ji bo KCD'ê gotiye 'saziyeke îllegal'
09:29 Kaya: Wê bi girtina deriyan şîrket giş top bavêjin
09:29 Ji ber koronavîrusê bi hezaran TIR li sînor hatine sekinandin
09:28 'Li derve kar, li malê aramî tuneye'
09:14 Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Me awayekî cuda yê têkoşînê nîşanî cîhanê da
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2020'AN
08:06 Polîsan rojnameger Bariş Terkoglu binçav kirin
03/03/2020
23:27 Nûçegihanê me Sayilgan ji girtîgehê derket
20:25 Li Amedê panela 'Wêje û Jin'ê hat lidarxistin
18:19 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin bi xizmên xwe re pêk anîn
17:14 Yekitiya Êzidiyan ji NY'ê xwestin ku parêzeran bişînin Îmraliyê
16:45 Bav û 2 birayên Çîçek Kobanê der sînor kirin
16:41 Malbata Koç cenazeyê Aysel Koç ji saziya tipa edlî wergirtin
16:17 Nûçegîhanê me Sayilgan li ser îtîrazê hat berdan
16:16 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
16:13 'Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin'
16:02 Meclîs bi rojeva Idlibê li hev civiya
15:53 Onder Babat bi bîr anîn
15:37 Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê: Em diçin Enqereyê bi rengê spî bixemilînin
15:20 Li Îranê vîrûsa korona bi 23 parlamenteran re hat tespîtkirin
15:00 ‘Dewlet pêşî li cînayetên kar nagire’
14:46 Sancar: Di şerde xizan winda dikin
13:57 ‘Tu kes ji keyfî koç nake: Tirkiye û Ewropa sûc dikin
13:50 Şaredariya Bornovayê malên cemê kir statuya îbadetxaneyan
13:47 Elîaçik: Diyanet kirinên dewletê meşrû dike
13:38 Li 3 navçeyan nehiştin endamên meclîsê bikevin avahiya şaredariyê
13:10 ‘Ji bo heqîqet neyê ragihandin rojnamegeran binçav dikin’
12:58 Koprudaş ji bo piştevaniya penaberan diçin Edîrneyê
12:53 Girtiyê kirin hucreyê 20 rojin di greva birçîbûnê deye
12:07 Piştî çend rojan di bin berf û sermayê de serê xwe şûştin
11:49 Polîsan li gundekê Sûrê bi ser malan de girtin
11:28 Teknîkereke jin a karê înşaetê dike: Dixwazin wekî mêr tev bigerim
10:38 Girtî Aysel Koç jiyana xwe ji dest da
10:32 Serokê TTB'êAdiyaman: Zû dereng dê Vîrûs bigêje Tirkiyeyê
10:18 Aktivîsa TJA'yê Boga: Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan
10:11 Akademiya Muzîkê ya Ma’yê 3’yemîn sala xwe pîroz dike
09:51 Tevgera heri mezin a Terorê DAIŞ û Fermana 73’an
09:26 Wê fabrîkeya polîpropîlenê zirarê mezin bide mirovan û xwezayê
09:25 Hem li malê hem jî li nav erdan keda wan tê binpêkirin
09:24 Piştî Deriyê Xabûrê hat girtin her tişt biha bû
09:23 ‘Ji ber bendava ewlehiyê mirov mecbûr man terka warê xwe bikin'
09:22 Ji ber ku got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:22 Dayika Surme ku 6 kurên wê û hevjînê wê hatibûn girtin: Wê têkoşîna dayikan bi ser bikeve
09:21 Dengvedana sedsalekê: Heyran Xanim
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2020'AN
02/03/2020
17:08 Erdogan: Ku venekişin dê serê wan li ser milê wan nemîne
16:41 Li Hatayê ÎHA'yek ket
16:36 Hevşaredara Peyasê Yilmaz nehat berdan
16:25 Hevseroka KCD'ê Guven: Hêza me jinan a vî şerî rawestîne heye
16:16 Rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên hatin binçavkirin birin meclîsê
16:00 Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Seraqîpê
15:31 Li ser sûrên Amedê awazên jinan
14:43 Dayika Helîn Şen: Bibin piştekê têkoşîna me ya edaletê
14:29 Ji ser sînorê Yewnanîstanê xeberên mirinê tên
14:09 Ji qaymeqamiyê daxuyaniya hewldana revandinê
13:59 TJA: Bila êşa li ser sînor bi dawî bibe
13:47 Ji ÎHA’yê nûçeya sosret!
13:44 Olûç: Bi rûniştina girtî dixwazin mijara Idlibê ji gel veşêrin
13:33 Li Erxeniyê şahiya 8’ê Adarê hat qedexekirin!
13:25 Nûçegîhanê me Îdrîs Sayilgan hat girtin
13:13 Serokwezîrê Yewnanistanê: Em ê penaberan vegerînin
12:50 Di Sibatê de 22 jin hatin qetilkirin
12:43 Dadgehê 18 meh ceza da Endamê MYK'ê yê KKP Kazici
11:51 Li Wanê rêya 112 gundan hat girtin
11:48 Pûtîn: Em xwe ji bo şer amade nakin
11:46 Qeyûmê Qoserê meclîs kir betlanê!
11:11 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li Rojnameger Oruç birî
11:01 2 amerîkiyên krîtik tên serdana Tirkiyeyê
10:59 Êrişî avahiya HDP’ê ya Aydinê kirin
10:59 Li Arjantînê bi têkoşîna jinan qedexeya 100 salan radibe
10:59 Li dijî wesayîta Miduriyeta Gumrikê êriş pêk hat
10:41 Newaya Jin: Jin wê cîhanê biguherîn in
10:40 Girîngiya erdnîgariya Şengalê û polîtîkayên serdestan
10:30 Penaberên ku talûkeya fetisandinê derbas kirin vegotin: Piştî ku me daxuyaniyê bihîst derketin rê
10:20 Jinên ku destkeftiyên wan di hedefê de ne raperîn mezin kirin
09:16 Jinên li gel hemû tundiyan dixebitin: Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin
09:15 Li Girtîgeha Kalkandereyê li xwe kirina forma û avêtina golan qedexe ye
09:14 Li Mêrdînê hewldana revandinê: Di destê wan de tiştekî mîna bêtêlê hebû
09:13 Çerkezoglû: Bi milyonan kesan hêviyên dîtina kar winda kirine
09:10 ‘Her ku esker tên kuştin gardiyan êrîş dikin’
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2020
01/03/2020
22:01 Kekê leşkerê jiyana xwe ji dest da: Bila êdî kes nemire
19:23 Ji YE'yê ji bo Idlibê banga civînê
19:11 Dema binçavkirina Sayilgan û Kaya hat dirêjkirin
17:38 Rêxistinên çapememeniyê: Bi lez rojnamegeran berdin
17:08 Jinan di çalakiyên 8'ê Adarê de gotin ew li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer jî aştiyê diparêzin
16:31 HDP û saziyên sivîl çûn şîna malbata Demîr
15:45 'Divê tecrîda li ser civakê bê şikandin'
15:32 Midurê Giştî yê Weşana Sputnîkê hat binçavkirin
15:06 Rusya: Balafira ne nehatiye xistin
15:01 DFG: Rojnamegeran serbest berdin