JES ên li Aydinê tenduristiya mirovan dixin talûkeyê

img

AYDIN - Berdevkê Komeleya Xweza û Derdorê ya Germencikê (GERÇED) Metin Aydin, diyar kir ku JES ên li Aydinê tên avakirin hewayê qirêj dikin û tenduristiya mirovan dixin talûkeyê. 

Li bajarê Aydinê hêjmarek zêde Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) tên avakirin. JES'ê li ser zeviyên çandiniyê tên avakirin zerarek mezin didin derdor û xwezayê. Berdevkê Komeleya Xweza û Derdorê ya Germencikê (GERÇED) Metin Aydin, têkildarî JES ên li herêmê tên avakirin û zerara ku didin mirov û xwezayê axivî. Aydin, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji sedî 57'ê JES'ên hatine avakirin li Aydinê hatine avakirin û wiha got: "Ev JES'ên li Aydinê hatine avakirin li ser axa herî bi bereket a çandiniyê hatine avakirin. Li tenişta zeviyên zeştûn, hejîr, zeviyên çandiniyê yên taybet hatine avakirin. Li zeviyên avî, bi xêr û bêr tên avakirin. Ji bo avakirina JES'ê û xebatên wan lêkolîn û kontrolek baş nehatiye kirin. santralên jeotermalê yên li vir hatine avakirin xaza bi jahr û metalên giran belav dike. Dîsa bermahiyên wan dikevin nava qanalên avdaniyê û çemê Menderesê. Ev yek tenduristiya mirovan dixe talûkeyê." 
 
‘DI DARÊN HEJÎRAN DE HÎDROJEN  SULFUR HAT DÎTIN
 
Aydin, da zanîn ku di sala 2010'an de Fakulteya Zanyarên Fenê yên Zanîngeha Egeyê, li ser Alangul ên Germencikê lêkolîn kirine û  dîtine ku bermahiyên santralên Jeotermal tev li Alangulan bûye. Aydin, anî ziman ku bi vê avê zeviyan, dar û ber av didin û bi rêya avdaniyê ev metalên giran derbasî fêkî û zebzeyan dibin û wiha got: "Ev metal û maddeyên kimyewî bi rêya çandiniyê derbasî mirov dibin. Maddeya Borê di nebat û fêkî de toksikê zêde dike. Di sala 2015'an de Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Adnan Menderes li ser Alangulan lêklin kirin. Di lêkolînê de di axa nêzî santralên jeotermal  rêjeya asîtê zêde ye. Di darên hejîran de ji ber asîtê nexweşî zêde ye. Di darên hejîran ên nêzî santralên Jeotermalêdê de rêjeya Hidrojen Sülfür (HS2) Bor, Kukürt, Nikel, Kurşun, Kobalt, Kadmiyum, Krom zêde ye û darên dûr de rêje kêm e." 
 
Aydin, destnîşan kir li gorî Zagona Zeytûnan, divê berhemên sanayê yên bermahî û dûxanê derdixin herî kêm 3 kilometre dûrî darên zeytûn û hejîran be. Lê em dibînin niha di nava baxçeyên zeştûnan de JES'an ava dikin. Dîsa nêzî çavkaniyên avê ava dikin. Dive herî kêm 2-3 km dûrî çem û qanalê avê bin. Lê em dibînin ku 5 metre nêzî çem JES ava kirine. Di nava wargehan de ava dikin. Li nava malan û baxçeyan ava dikin. Jeotermal li taxên Hidirbey, Pamukoren, Germencikê hatine avakirin. Zarok di nava wan de dilizin. Germahiya bermahiyên Jeotermal  di nava 250 û 300 pîle de tê guhertin. Ev herêma erdhejê ye. Ger ku erdhejek pêk bê û teqînek pêk bê dê gelek mirov bişewitin û zerar bibînin. Hewa û avê qirêj dikin. Nebat, sewal û mirov jahrînî dibin. Ji ber Hidrojen Sulfurê rê li pêşiya pençeşêrê vedike."
 
Aydin, herî dawî anî ziman ku li Aydinê rêjeya pençeşêrê li gorî bajarê Tirkiyeyê duqat zêde ye. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 
 

Sernavên din

31/01/2020
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2020'AN
30/01/2020
21:28 Nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin hat berdan
19:12 Dozger xwest 15 sal ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê bê birîn
16:24 Ji malbata Dokû bang: Gulistan bibînin
15:49 Di doza êrîşa zayendî de parêzerê bersûc teklîfa pere kir!
15:43 Heftiyeke agahî ji welatiyê çûbû girtîgehê nayê girtin
15:27 li Wanê di sala 2019’an de hezar û 657 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:11 Malbatên Pirsûsê ji bo dozê ber bi Rihayê ve derketin rê
14:58 AYM’ê ji bo girtî Kocaturk biryara mafê wî hatiye binpêkirin da
14:49 25 sal cezayê girtîgehê dan 4 kesên Roboskî
14:48 OHAL rabû, lê qedexeyên li Dîlok, Şirnex, Colemêrg, Çewlîk û Wanê ranebûn
14:08 Li Şirnexê 15 herêm weke 'Herêma Ewle ya Taybet' hatin îlankirin
13:55 Komeleya 78’an: Divê tecrîd raweste
13:37 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
13:34 Mexdûrên Erdhejê : Alîkariya xwe bişopînin
12:31 Ji Rûsyayê heyetek bi Barzanî re rûnişt
12:14 Doza Komkujiya Pirsûsê sibê ye
11:50 Ciwan wê li Wan û Erdîşê şahiyê li dar bixin
11:36 Li Farqînê 10 kes hatin binçavkirin
11:35 Ji bo Egeyê hişyariya erdhejê: Xetên fayê aktîf bûne pêwîste amadekarî werin kirin
11:05 Tirkiye di nelirêtiyê de li binî xistiye: Têkiliya rejîmê ya bi nelirêtiyê re wê zêdetir bibe
10:50 Şahidê nepen 'Mudanya 2016' li xwe mukur hat: Her tişt derew e
10:37 Endamê Meclîsa Şaredariya Xarpêtê: Li Xarpêtê xeteya rayedaran heye
10:24 Li Girtîgeha Wanê rojê saet û nîv ava germ didin girtiyan
09:50 Jina gef lê tên xwarin: Wisa xuyaye ku dadgeh dixwaze bêm kuştin
09:20 'Em kîjan ewlehiyê tehdît dikin?'
09:19 Hevşaredara HDP'î hat sewqkirin û wê xistin hucreyek qirêjî
09:18 Qeyûm heqê xwarinê nade karmendên ku sendîkaya xwe naguherînin
09:17 Vê carê jî xebatkarekî din ê MARSÛ'yê dest avêtiye jineke astengdar
09:17 Her sibeh karê wî yê ewil êm bide kevokan
09:16 Qeyûmê Wanê fiyetê avê ji sedî 42 buha kir
09:16 Bêdengiya Iraqê gumana ku Şengal firotiye pêş dixe
Êrîşa Tirkiyeyê berdewama plana DAIŞ'ê ye
09:12 Qeyûm hat av ji sedî 150 zem bû
Gaza xwezayî ji sedî 100 zem bû
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2020'AN
29/01/2020
16:01 Li Meletî û Xarpêtê dê dibistan di 10'ê Sibatê de vebibin
15:53 Angaşta jina ciwan hewl daye întîhar bike
15:08 Ocalan got: DYA çareseriyê nîne, tenê çare Konfederalizma Demokratîk e
14:32 Dozger ji bo rojnameger Azîz Orûç ceza xwest
14:03 Platforma Tenduristiyê: Divê xizmeta tenduristiyê ya bi kurdî bê dayîn
13:35 Elewiyên xwe avêtin stara Cemxaneyê: Alîkarî tê kirin lê fêdeya wê nageje me
13:32 Serokdewletê Filistînê Abbas plana Amerîkayê red kir
12:55 Buldan û Temellî jî di nav de ji bo 6 parlamenteran 10 fezleke şandin meclîsê
12:23 Girtiyên PKK û PAJK’î: Em xwedî li girtiyan derkevin
12:13 Li Hevşaredarê Stewrê yê berê 10 sal û 3 meh ceza hat birîn
11:22 Qeyûm pereyê alîkariya mazotê ya dabû şaredariya Hezo, ji encûmenên HDP'î xwest
10:58 Walitiya Meletiyê: 430 avahî hilweşiyane
10:57 Penaberên Sûriyê li konên erdhejê bi cudakariyê re hevrû dimînin
10:53 Dadgehê li M.A., yê tecawizî zaroka 9 salî kir 62 sal û 6 meh ceza birî
10:34 Karkerên pîşesaziyê û MESS'ê li hev kirin
10:19 Li navenda erdhejê Xûxê nexweşxane tune ye: Em terkî mirinê tên kirin
10:12 ‘Cenazeyê bavê min roja cejnê dan me, êdî me cejnan pîroz nekir’
10:11 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
09:01 Li hucreya yekkesî de jimartina li ser pêya lê tê ferzkirin!
09:01 Heta ku jiyana xwe ji dest daye wî dane sekinandin!
09:01 Ji bo karê oto galeriyê dikan kirê kir, lê kir avahiya AKP'ê
09:01 Ji ber ceryanê bêhna wî dernayê!
09:01 Binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tarsûs û Turkoglûyê
09:01 ‘Bacên erdhejê ji bo tevdîrgirtinê nehatine bikaranîn'
09:01 Budçe têra qeyûm nekiriye: Her ku dahat zêde bûye deyn jî zêde bûne
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2020'AN
28/01/2020
20:14 AKP-MHP'ê daxwaza lêkolîna erdhejê red kir
19:40 Artêşa Sûriyeyê ket Idbilê
Tirkiye: Em ê bi tundî bersîvê bidin
18:26 Dadgeha Bilind a Belçîk: PKK ne rêxistina terorê ye
16:40 Polîsan alîkariya HDP'ê ji Îzmirê ji Xarpêtê re şand asteng kir
16:09 Xebatên dîtina Gulistan Dokû didomin
15:47 Akademiya Ma Musicê vê carê li Mêrsînê bû
15:38 ‘Alîkarî negihîşt hin mexdûrên erdhejê'
15:23 ‘Komkujiya Roboskî bi bêcezakirinê hat xelatkirin’
15:12 Ji HDP'ê pêşniyarqanûn: Bila Meletî û Xarpêt weke herêma bobelatê bên îlankirin
14:56 Ayşe Nûr Zarakolû li ser gora xwe hat bibîranîn
14:53 Tirkiye di Cenevreyê de bi tenê ma
13:49 Ji bo mexdûrên erdhejê stranan dibêjin
13:48 Dozger ji Velî Encu re ceza xwest
13:43 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Îzmîrê da
13:30 Buldan: Îqtîdar jî riziya ye, avahiyên wê jî riziya ne
12:54 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan carek din dirêj kirin
12:23 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Em mexdûrên erdhejê bi tenê nehêlin
12:18 Meta zarokê 8 salî yê hatibû kuştin hat berdan
12:05 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Di kêliya erdhejê de cîranan wan ji şewatê rizgar kir
11:05 Operasyona li Lîcê bi dawî bû
10:55 Îdîanameya zaroka hatibû tecawîzkirin hat qebûlkirin
10:44 Şandeya HDP’ê: Astengkirina alîkariyê cezayek kolektîf e
10:21 Mexdûrên erdhejê yên li gundan: Heta niha alîkarî nedane me
09:01 ‘Êrişê dibin ser çand û baweriya Dersimê'
09:01 'Heger bê piştrastkirin ku Tirkiye çete şandine Lîbyayê wê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne'
09:01 Şaredariya Erziromê ji bo heman karî 23 caran pere daye fîrmayekê
09:01 Dîwana Mûhasebatê: Îhaleyên qeyûm dijqanûnî ne
09:01 Polîsan bi destavêtinê gef lê xwarin, lê dozger hewce bi şopandinê nedît
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2020'AN
27/01/2020
20:39 Li Xarpêtê avahiyên xesardîtî tên xerakirin
16:33 Danişîna Muzeyyen Boylû hat taloqkirin
16:21 Di erdhejê de 41 kes mirin û hezar û 607 kes birîndar bûn
16:16 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê cezakirin
15:57 Hejmara miriyên erdheja Xarpêtê derket 40 kesî
15:37 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Anatoliya Navîn: Girtî tên tecrîtkirin û rayedar peymanan binpê dikin
15:32 Endezyaran avahî lêkolîn kirin: Avahî ji ber bê kontrol tên avakirin hilweşiyan
15:15 Akademiya Ma Musîcê li Edeneyê kargeha rîtimê li dar xist
14:43 165 fîlm serî li Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney dan
14:29 Guven: Felsefeya Ocalan dîwarên Îmraliyê qelaştiye