'Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan bi awayek sîstematîk didome’

  • rojane
  • 15:06 24 Çile 2020
  • |
img

AMED – Şaxa ÎHD’ê rapora têkildarî binpêkirina mafan a girtîgehên Xarpêtê eşkere kir û got: “Li van girtîgehan ev 3 sal in binpêkirina mafan bi awayek sîstematîk dewam dikin.” 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî binpêkirina mafan a Girtîgehên Jimara 1’an û 2’an ên Xarpêtê û Girtîgeha Jinan a Xarpêtê di 17’ê çile de lêkolînek pêk anî û van lêkolînan û hevdîtina li gel girtiyan wek raporek amade kir. Heyeta ÎHD’ê ya lêkolîn pêk anî bi civînekê li avahiya xwe raporê bi raya giştî re parve kir. Rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. 
 
‘BINPÊKIRIN BÊNAVBER DIDOME’ 
 
Beriya eşkerekirina raporê Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku ji roja girtîgehên li Xarpêtê vebûne yanî 3 sal in li ser hev binpêkirina mafan pêk tê û ji rojevê derneketiye. Zeytûn got binpêkirina mafan ku li wan girtîgehan pêk tê ji Meclîsê, Wezareta Dadê û saziyên navnetewî re ragihandine û li wan girtîgehan qet binpêkirina mafan kêm nebûye û bi awayek sîstematîk dewam berdewam dike. 
 
LÊKOLÎN PÊK ANÎNE
 
Rêvebera Şaxa ÎHD’ê parêzer Gûrbet Yavûz ku di nava heyeta li girtîgehan lêkolîn pêk anî cih digirt rapora amade kirin bi raya giştî re parve kir. Yavûz dazanîn ku şandeya wan li wan girtîgehan bi girtî Yaşar Kirmizi, Metîn Tanriverdî, Bahrî Dag, Îbrahîm Al, Sînan Amaç, Necmettîn Efe, Barzanî Aşkan, Erol Çetîn, Duzgun Aydin, Ogir Topdemîr, Mustafa Geylan, Abdurrahman Dînç, Yusuf Alîcîoglû, Duzgun Kemal Akçîçek, Metîn Erdem, Şerîf Gungen, Nîhat Bakirtaş, Soner Oz ji komeleya wan re derbarê binpêkirina mafan de name ji wan re şandine û li ser vê yekê dest bi lêkolînê kirine û çûne girtîgehan.
 
HER CÛRE MAFÊN WAN TÊN ASTENGKIRIN  
 
Yavûz da zanîn ku girtiyan ji wan re ragihandiye ku daxwazên wan ên wek dermankirinê bêbersiv dimînin, dema girtiyan dibin nexweşxaneyan mûameleya xerab li wan tê kirin, dermankirin bi kelemçe li wan tê ferzkirin, her tim lêgerîn li qawîşên wan tê kirin, di dema lêgerînê de esker û gardiyan li girtiyan didin, cezayên kêfî yên dîsîplînê, kelûpelên wan desteser dikin, destûr nadin aktîvîteyên çandî, hunerî û werzîşê, ferzkirina tenê li kanalek radyoyê guhdar bikin, sînorkirina pirtûkan, nedayîna rojname û kovaran, astengkirina sohbet û hembêzkirina li gel malbatan, bihakirina kelûpelên kantînê, bi tena serê xwe di hucreyê de tên ragirtin re rû bi rû dimînin. Yavûz di dewama raporê de cih da gazin û peyamên girtiyan ku ji wan re anîne ziman. 
 
GIRTÎ: EM TÊN TECRÎTKIRIN 
 
Girtiyên li girtîgehên Xarpêtê Ercan Aslan, Yucel Kaya, 
Sadik Aslan, Huseyin Keser, Îrfan Sari (Hevşaredarê Geverê), Dîclenûr Ozdemîr û Semra Çelîk ji şandeya ÎHD’ê re têkildarî binpêkirina mafan axivîn û di raporê de beşek ji axaftina wan re hat veqetandin. Girtî diyar dikin ku her cûre mafên wan tê binpêkirin û pirtûkên kurdî nadin wan, ew di tecrîtê de ne û zextên giran li ser wan tê kirin û cezayên bêhed û bêhesab ên dîsîplînê didin wan. 
 
Yavûz di dawiya raporê de banga hestiyariyê li sazî û cihên pêwendîdar ên girtîgehan kir û got divê tedbîr werin girtin. Yavûz di dawiya raporê de jî pêşniyarên çareseriyê rêz kir. 
 
 

Sernavên din

27/01/2020
14:16 Di danişîna Nazlier de wekîl û parêzer ji salonê hatin derxistin
13:25 Girtiyê siyasî yê nehate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:15 Fermandarê Amerîkî yê bi Ebdî re hevdîtin pêk anî: Em ê xebata li gel hevkarên xwe bidomînin
12:42 Li Hewengê 2 hatin binçavkirin
12:15 Li Çinarê 3 kesên têkildarî kuştina zarok hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 Dema înkar kir îtîraf kir: 894 qert hatine betalkirin
11:33 Angaşta li Kooperatîfa Kredî ya Çandiniyê 15 milyon lîre pere hatiye xwarin
11:21 AFAD'ê çadir dan, lê sobe û batanî nedan
10:24 Îlham Ehmed: Divê biryara Kurdî serbixwe be
09:54 Dozger li kujerê Şîrîn Tosun doz vekir
09:00 Bubul: Dewletan olê îslamê kiriye amûra qetlîaman
09:00 Dewlet kesên bi KHK'ê hatin dûrxistin wekî 'Kesê qedexe' pênase dike
09:00 JES ên li Aydinê tenduristiya mirovan dixin talûkeyê
09:00 29 salin girtî ye tenê carekê bi malbatê re hevdîtin kiriye
09:00 ‘Di bin çavan de îşkence li min kirin û xwestin bibim sîxur'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2020'AN
26/01/2020
20:37 Li Ezazê teqîn: Herî kêm 7 kes mirin
19:32 Li Xarpêtê her diçe hêjmara miriyan zêde dibe
19:10 Walîtiya Colemêrgê bê navber herêmên qedexe îlan dike
17:01 Li Lîcê operasyona leşkerî dest pê kir
16:47 Ji Demîrtaş peyama erdhejê
16:39 Walîtiya Xarpêtê alîkariya şaredariya HDP’ê şandibû paşve şand
16:13 MSD`ê xwest Tirkiye dawî li gefan û êrişan bîne
15:52 'Tevgerên çepgir bi çavên Ewropa li Îslamê dinerin û red dikin'
15:35 Walîtiya Xarpêtê muxtar hişyar kirin: Ji derveyî AFAD’ê tu alîkariyên din qebûl nekin
15:35 2 cenazeyên ji bin kevilan derxistin defin kirin
15:09 Nexweşxaneya dewletê ji ber bertekan Aydin girtin nexweşxanê
14:00 Heyeta HDP'ê ya Xarpêtê: Alîkarî ji serokên AKP'ê re çû
13:53 Şarederiya Sîlopî ji bo mexdûrên erdhejê dest bi kampanyayê kir
13:33 Li Xarpêtê cenazeyê 4 kesên din hat dîtin
13:01 Hejmara kesên li Xarpetê jiyana xwe ji dest dan zêde bû
12:31 Ji bo piştevaniyê kampanya alîkariyê
12:30 Neteweyên Yekbûyî ji bo Xarpêtê peyama alîkariyê da
11:57 Ji ber ku pereyê wî tunebû bi halê emeliyatkirî avêtin derve
11:34 Malbata Fendîk edaletê dixwaze
11:10 Em dixwazin nerîna ‘Ji misilmanan çepgir û ji cepgiran misilman dernakeve' biguherînin
11:02 Kon nedan taxa ku 30 mal lê hilweşiyan e
10:47 Îro 5'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji DAIŞ'ê ye
10:19 Ji ber gotinên ne gotî 1.5 sal ceza birî
10:11 Şandeya HDP’ê welatiyên di erdhejê de zirar dîtîn ziyaret kirin
09:17 'Ger hûn bên ser vê axê ev tişt dê bên serê we'
09:08 Gerdiyan: Hûn terorîst in
09:06 El Mihbaş: Serweriya komên radîkal li Lîbyayê ji bo her kesî talûkeyeke mezin e
09:03 Qeyûmê Dêrikê 16 dikanên şaredariyê da îhaleyê
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2020'AN
25/01/2020
22:53 Li Xarpêtê zarokê 5 salî û diya wî ji bin kavilan hatin derxistin
20:47 Daxuyaniya dawî ya AFAD'ê: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 29
20:17 Xarpêt cardin hejiya
20:10 Koordînasyona Erdheja Xarpêtê ya HDP'ê gund bi gund geriya
18:14 Di dema erdhejê de deriyên hewadariyan nehatine vekirin
18:02 Ji bin kavilên avahiyê 2 jê birîndar 4 kes hatin derxistin
16:49 Gundê di erdheja berê de tedbîr negirtin niha ser û bin bû
16:26 Dayik û bavê ku ji bo kurê xwe çalakî kirin, hatin binçavkirin
16:24 4 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, hatin definkirin
15:55 Sûrên Amedê ji ber erdhejê hilweşiyan
15:39 814 girtiyên li Girtîgeha Semsûrê sewq kirin
15:27 Ji bo girtiyê metreyeke rûviyê hatiye jêkirin azadî xwestin
15:25 OEJ: Hişyariyên me li ber çavan negirtin
15:23 TMMOB’a Amedê li cihê erdhejê lêkolîn kir
14:48 TMMOB: Ji bo erdhejê tedbirên pêwist nehat girtin
14:42 Jina ducanî ya ji bin xirbeyan hatibû derxistin jiyana xwe ji dest da
14:35 Xwestin kiryarên dermanger Ayşenûr Şîmşekê bên dîtin
14:33 KCD: Ji bo gelê Xarpêtê bikevin nava piştevaniyê
14:14 ÎHD: Li gorî qanûnan her kes xwedî maf e ku daxuyaniyê bê destûr bidin
14:09 Berî 19 salan li bajarê hatibûn windakirin hatin bibîranîn: Faîl Levent Ersoz e
13:37 Wê Girtîgeha Semsûrê bê valakirin
13:23 Ji bin kavilên du avahiyên li kêleka hev hilweşiyabûn 6 kes hatin derxistin
13:21 Zaroka 13 salî ku li benda neqla mejiyê hestî bû jiyana xwe ji dest da
13:08 Ji bin kavilan bizin û ker derxistin
13:05 Hîna jî Xarpêt diheje: Heta niha 300 erdhejên peyhate çê bûne
12:37 HDP'ê xwest îsal bibe sala ferqkirina erdhejê, lê AKP-MHP'ê red kir
12:03 Li Xarpêtê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên 4 avahiyan dewam dikin
11:47 TUAY-DER: Piştî erdhejê wê parêzer biçin girtîgehan
11:46 Li Meletiyê wesayît li refujê qelibî: 7 kes birîndar bûn
11:04 Zarokê dibin xirbeyan de ma hat rizgarkirin
11:01 AFAD'ê daneyên dawî parve kir: 21 kes mirin û 1030 kes birindar bûn
10:55 Amediyan şeva xwe derve derbas kirin
10:51 Destê girtiya nexweş bi saetan di kelepçeyê de li ber sermayê hiştin
10:34 Li Gezîn 3 kesên dibin kavîlên avahiya hilweşayî de mabûn hatin dîtin
10:09 HDP’ê şendeyek şand Xarpêtê
10:08 Rojnamegerên qertên wan hatin betalkirin: Em biryarê qebûl nakin
09:40 Esnafan bertek nîşanî Bazara Şaredariya Akdenîzê da
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILE 2020'AN
01:57 Wezir: Li Xarpêtê 15, li Meletiyê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
01:47 Welatiyê ku ji ber erdhejê banê dikana wî hilweşiya: 50 saniye dewam kir
01:23 Li Madenê 2 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
01:14 Şaredariya Êlihê: Koma me ya alîkariyê amade ye
00:44 Waliyê Xarpêtê: 2 jê giran 225 birîndarên me hene
00:13 AFAD: 14 kesan jiyana xwe ji dest daye
00:05 Keyayên gundên Sîvrîceyê: Hê tu alîkarî ji me re nehatiye
24/01/2020
23:52 Berdevkê Serokkomariyê Kalin: Sazî hemû hatine serferberkirin
23:43 Îmamoglû: Em ji bo alîkariyê amade ne
23:35 Resedxaneya Kandîlliyê: Wê erdhejên peyhate hefteyekê dewam bikin
23:14 Piştî erdhejê agir bi avahiyan ket
23:06 Li Xarpêtê gelek welatî di bin kavilên avahiyan de mane
22:54 AFAD: Xebatkarên me li qadê ne
22:49 Soylû: 4 kesan jiyana xwe ji dest daye
21:27 Li Xarpêtê erdhej çêbû: 6.8
19:39 Qertên Zer ên xebatkarên Bîrgunê betal kirin
17:44 Di dozên Sûrê de dadgehê bi cezabirînê dest bi danişînan kir