'Kobanê ji DAIŞ'ê re bû goristan, ji berxwedanê re bû baxistan'
'Do bi DAIŞ'ê êrîş kir, îro bi MSO êrîş dike'

  • rojane
  • 10:33 24 Çile 2020
  • |
img
KOBANÊ - Kobanê ya ku navê xwe li dîroka berxwedana cîhanê nivîsand, di 6’emîn salvegera xwe ya serkeftinê ya li dijî DAÎŞ’ê de ye. Hevserokê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen, diyar kir ku wan DAIŞ li Kobanêk bir û Kobanê ji DAIŞ'ê re kirin goristan û wiha got: "DAIŞ li Kobanê têk çû, lê îro bi unîformayên cuda êrîş dikin. Li aliyê din êdî berxwedanê li ser vê axê bi kok bû û belav dibe. Em destûr nadin feraseta osmanî pêş bikeve." 
 
Bi taybetî di sedsala herî dawî de, herî zêde kurd rastî êrîşan û komjiyan hatin. Lê ligel vê yekê jî li Kobanê berxwedana dîrokî nivîsandin. Piştî di sala 2011'an de li Sûriyeyê şerê navxweşî pêş ket, Kurd nebûn alî û xeta sêyemîn parastin. Xeta xweseriya demokratîk û parastina cewherî pêş xistin û gelên herêmê mil dan hev û li dijî komên çekdar şer kirin. Piştî êrîş li ser Kobanê pêş ketin, şervanên gel ên xeta sêyemîn li dijî hêzên DAIŞ û hêzên navneteweyî şer kirin û li Kobanê li dijî DAIŞ'ê berxwedanek dînokî nîşan dan. Hemû cîhanê şerê navbera DAIŞ û YPG, YPJ û QSD'ê temaşe kirin. DAIŞ'ê xwest Kobanê desteser bike û bi Tirkiyeyê ve girê bide. Lê gelê Kobanê û şervanên gelê Kobanê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da û di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Rayedaran diyar kirin ku berê armanca DAİŞ'ê destxistina Şamê bû, lê piştî ku Tirkiye DAIŞ araste kir, DAIŞ'ê berê xwe da Kobanê. 
 
Di Tebaxa 2014'ê Tebaxê de DAIŞ'ê ji rojavayê Firatê ji aliyê Cerablusê ve dest bi êrîşan kir. Lê şervanên Kobanê êrîş şikandin. Piştre DAIŞ'ê xwe komî ser hev kir û berê xwe da Kobanê. DAIŞ'ê vê carê di 15'ê Îlonê de ji Rojava, Başûr û Rojhilat ji sê milan de êrîşî Kobanê kirin. Li Gundê  Serzorî 11 şervanên Kurd di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan. DAIŞ’ê bi vê êrîşê encama têkçûna xwe diyar kir. Şervanên kurd tevî çekên kêm, li dijî DAIŞ'a ku bi çekên giran û nûjen êrîş dikir li ber xwe da û êrîşên DAIŞ'ê şikandin. Di şerê li Kobanê de, êdî wekî ku Kobanê ne perçeyekî Sûriyeyê bû. Rejîma Sûriye qet bertek nîşan neda. Qet bersîv jî neda. Piştre Serokomar Erdogan got ‘Ayn-el Arap ket wê bikeve" û piştgiriya xwe ya DAIŞ'ê anî ziman. Lê tevî hemû êrîşên giran şervanên Kurd li Kobanê heta dawî li ber xwe dan û DAIŞ têk bir. Kobanê ji DAIŞ'ê re kirin goristan û li vir rûpelek nû ya berxwedanê vekirin. Berxwedanê li vir kok berda û belav bû. Kobanê di 26'ê çileya 2015’an de ji destê DAIŞ'ê paqij bû. Kobanê bi berxwedana xwe bû sembol. Piştre 1'ê mijdarê wekî ‘Roja Kobanê ya Cîhanê" hat qebûlkirin. 
 
SMO YA ÎRO DAŞI'A DUH YE 
 
Îro Kobanê ku girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye 6'emîn salvegera rizgarkirinê pîroz dike. Kobanê, îro dîsa di bin gefên Artêşa Nijadî ya Sûriye (SMO) ku bi destê Tirkiyeyê hatiye avakirin de ye. 
Hevserokê Meclîsa Eskerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen, diyar kir ku DAIŞ a duh têk çû îro bi krasên Artêşa Nijadî ya Sûriyeyê (SMO) êrîş dike û wiha got: "DAIŞ'ê dema di sala 2014'an de êrîşî Kobanê kir, ne li gorî xwe û ne ji rêzê êrîş kir. Li pişt wan hêzek din hebû. Hêza ku ew araste kirin hebû. Ji bo Kurd nafên xwe bi dest nexin, di serî re rejîma Tirkiye û Sûriye gelek hêzên din piştgirî dan wan. Ewil bi navê El Nusra û Ehrar El Şam gelek koman êrîşî Kobanê kir. Lê piştî bi ser neketin vê carê bi navê DAİŞ’ê êrîşek dijwar kirin." 
 
‘HERKES DAİŞ’E GÖZÜNÜ KAPATTI’
 
DAİŞ’in bir şirket gibi sahaya getirildiğini belirten Hesen, “Kısa bir süre içinde Musul’da Irak ordusundan aldıkları tank, top ve obüsleri buraya getirip saldırmaya başladılar. Bu da bazı güçlerin DAİŞ’i destekleyip ona yol açtığının ve Rojava’ya girmesini sağladığını ispatlıyordu. DAİŞ bunları Rojava’ya getirdiğinde Esad ve destekçileri halkları bombalıyordu. Ancak buna karşı hiçbir şey yapmadılar. Çünkü getirilenler Kobanê’yi vurmak içindi. Bundan dolayı herkes gözü kapalı davrandı. Bunun yanı sıra rejimin o dönemler Eyn İsa’da bulunan 97’nci Tugayı’ndan da onlarca tank ve top ele geçirerek bize yöneldiler” dedi. 
 
ROLA TIRKIYEYÊ 
 
Hesen, anî ziman ku Tirkiye ji destpêkê heta dawiya şerê Kobanê deriyê sînor ji DAIŞ'ê re vekirî hişt û wiha got: "Bi xeta trênê piştgiriya çekan û lojistikê didan DAIŞ'ê. Bi DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin. Xwestin pira di navbera Cizîr û Efrînê de qut bikin. Kobanê yekem cihê gava şoreşê û pergala me hatiye avêtin e. Xwestin bi êrîşa li dijî Kobanê pergala me hilweşînin. Xwestin di şexsê Kobanê de hemû Kurtan tune bikin. Lê şervanên YPG û YPJ'ê berxwedanek dirokî nîşan dan û destûr nedan vê yekê. Gelê me ji despêka Serzorî de li ber xwe dan û destûr nedan Kobanê têk biçe. Dema êrîşên li ser Kobanê dest pê kir, gelê Kurd seferberî îlan kir. Gelê Kurd kobanê bi tenê nehişt. Gelê Rojhilat û Başur rabûn ser piyan. Li Bakur gel rabû ser piyan. DAIŞ li Kobane têk çû. Lê do Kobanê di hedefa DAIŞ'ê de bû, îro di hedefa MSO de ye. Me çawa DAIŞ têk bir em dê li Girê Spî û Serêkanîye jî heman bersivê bidin. Li Kobanê berxwedanê kok berda. Belav bû. Serokomarê AKP’ê Tayyip Erdogan projeya Osmanî plan dike. Lê em destûr nadin ku ew vê planê têxin meriyetê. DAIŞ a duh li Kobanê têk çû îro nav û krasê xwe guhertiye. Lê bi ser nakeve. DAIŞ'a esil ku êrîşî wan kir Tirkiye bû. Berê DAIŞ kirin wekîlê xwe û êrîşî me kirin. Lê îro navê wê guhertin û bi navê SMO êrîş dikin. Tenê nav hatiye guhertin. Divê em gelê Kurd, Tirk û Ereb bi hevre ji van êrîşan re bêjin raweste." 
 
MA / Nazim Daştan
 
 

Sernavên din

27/01/2020
14:16 Di danişîna Nazlier de wekîl û parêzer ji salonê hatin derxistin
13:25 Girtiyê siyasî yê nehate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:15 Fermandarê Amerîkî yê bi Ebdî re hevdîtin pêk anî: Em ê xebata li gel hevkarên xwe bidomînin
12:42 Li Hewengê 2 hatin binçavkirin
12:15 Li Çinarê 3 kesên têkildarî kuştina zarok hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 Dema înkar kir îtîraf kir: 894 qert hatine betalkirin
11:33 Angaşta li Kooperatîfa Kredî ya Çandiniyê 15 milyon lîre pere hatiye xwarin
11:21 AFAD'ê çadir dan, lê sobe û batanî nedan
10:24 Îlham Ehmed: Divê biryara Kurdî serbixwe be
09:54 Dozger li kujerê Şîrîn Tosun doz vekir
09:00 Bubul: Dewletan olê îslamê kiriye amûra qetlîaman
09:00 Dewlet kesên bi KHK'ê hatin dûrxistin wekî 'Kesê qedexe' pênase dike
09:00 JES ên li Aydinê tenduristiya mirovan dixin talûkeyê
09:00 29 salin girtî ye tenê carekê bi malbatê re hevdîtin kiriye
09:00 ‘Di bin çavan de îşkence li min kirin û xwestin bibim sîxur'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2020'AN
26/01/2020
20:37 Li Ezazê teqîn: Herî kêm 7 kes mirin
19:32 Li Xarpêtê her diçe hêjmara miriyan zêde dibe
19:10 Walîtiya Colemêrgê bê navber herêmên qedexe îlan dike
17:01 Li Lîcê operasyona leşkerî dest pê kir
16:47 Ji Demîrtaş peyama erdhejê
16:39 Walîtiya Xarpêtê alîkariya şaredariya HDP’ê şandibû paşve şand
16:13 MSD`ê xwest Tirkiye dawî li gefan û êrişan bîne
15:52 'Tevgerên çepgir bi çavên Ewropa li Îslamê dinerin û red dikin'
15:35 Walîtiya Xarpêtê muxtar hişyar kirin: Ji derveyî AFAD’ê tu alîkariyên din qebûl nekin
15:35 2 cenazeyên ji bin kevilan derxistin defin kirin
15:09 Nexweşxaneya dewletê ji ber bertekan Aydin girtin nexweşxanê
14:00 Heyeta HDP'ê ya Xarpêtê: Alîkarî ji serokên AKP'ê re çû
13:53 Şarederiya Sîlopî ji bo mexdûrên erdhejê dest bi kampanyayê kir
13:33 Li Xarpêtê cenazeyê 4 kesên din hat dîtin
13:01 Hejmara kesên li Xarpetê jiyana xwe ji dest dan zêde bû
12:31 Ji bo piştevaniyê kampanya alîkariyê
12:30 Neteweyên Yekbûyî ji bo Xarpêtê peyama alîkariyê da
11:57 Ji ber ku pereyê wî tunebû bi halê emeliyatkirî avêtin derve
11:34 Malbata Fendîk edaletê dixwaze
11:10 Em dixwazin nerîna ‘Ji misilmanan çepgir û ji cepgiran misilman dernakeve' biguherînin
11:02 Kon nedan taxa ku 30 mal lê hilweşiyan e
10:47 Îro 5'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji DAIŞ'ê ye
10:19 Ji ber gotinên ne gotî 1.5 sal ceza birî
10:11 Şandeya HDP’ê welatiyên di erdhejê de zirar dîtîn ziyaret kirin
09:17 'Ger hûn bên ser vê axê ev tişt dê bên serê we'
09:08 Gerdiyan: Hûn terorîst in
09:06 El Mihbaş: Serweriya komên radîkal li Lîbyayê ji bo her kesî talûkeyeke mezin e
09:03 Qeyûmê Dêrikê 16 dikanên şaredariyê da îhaleyê
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2020'AN
25/01/2020
22:53 Li Xarpêtê zarokê 5 salî û diya wî ji bin kavilan hatin derxistin
20:47 Daxuyaniya dawî ya AFAD'ê: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 29
20:17 Xarpêt cardin hejiya
20:10 Koordînasyona Erdheja Xarpêtê ya HDP'ê gund bi gund geriya
18:14 Di dema erdhejê de deriyên hewadariyan nehatine vekirin
18:02 Ji bin kavilên avahiyê 2 jê birîndar 4 kes hatin derxistin
16:49 Gundê di erdheja berê de tedbîr negirtin niha ser û bin bû
16:26 Dayik û bavê ku ji bo kurê xwe çalakî kirin, hatin binçavkirin
16:24 4 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, hatin definkirin
15:55 Sûrên Amedê ji ber erdhejê hilweşiyan
15:39 814 girtiyên li Girtîgeha Semsûrê sewq kirin
15:27 Ji bo girtiyê metreyeke rûviyê hatiye jêkirin azadî xwestin
15:25 OEJ: Hişyariyên me li ber çavan negirtin
15:23 TMMOB’a Amedê li cihê erdhejê lêkolîn kir
14:48 TMMOB: Ji bo erdhejê tedbirên pêwist nehat girtin
14:42 Jina ducanî ya ji bin xirbeyan hatibû derxistin jiyana xwe ji dest da
14:35 Xwestin kiryarên dermanger Ayşenûr Şîmşekê bên dîtin
14:33 KCD: Ji bo gelê Xarpêtê bikevin nava piştevaniyê
14:14 ÎHD: Li gorî qanûnan her kes xwedî maf e ku daxuyaniyê bê destûr bidin
14:09 Berî 19 salan li bajarê hatibûn windakirin hatin bibîranîn: Faîl Levent Ersoz e
13:37 Wê Girtîgeha Semsûrê bê valakirin
13:23 Ji bin kavilên du avahiyên li kêleka hev hilweşiyabûn 6 kes hatin derxistin
13:21 Zaroka 13 salî ku li benda neqla mejiyê hestî bû jiyana xwe ji dest da
13:08 Ji bin kavilan bizin û ker derxistin
13:05 Hîna jî Xarpêt diheje: Heta niha 300 erdhejên peyhate çê bûne
12:37 HDP'ê xwest îsal bibe sala ferqkirina erdhejê, lê AKP-MHP'ê red kir
12:03 Li Xarpêtê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên 4 avahiyan dewam dikin
11:47 TUAY-DER: Piştî erdhejê wê parêzer biçin girtîgehan
11:46 Li Meletiyê wesayît li refujê qelibî: 7 kes birîndar bûn
11:04 Zarokê dibin xirbeyan de ma hat rizgarkirin
11:01 AFAD'ê daneyên dawî parve kir: 21 kes mirin û 1030 kes birindar bûn
10:55 Amediyan şeva xwe derve derbas kirin
10:51 Destê girtiya nexweş bi saetan di kelepçeyê de li ber sermayê hiştin
10:34 Li Gezîn 3 kesên dibin kavîlên avahiya hilweşayî de mabûn hatin dîtin
10:09 HDP’ê şendeyek şand Xarpêtê
10:08 Rojnamegerên qertên wan hatin betalkirin: Em biryarê qebûl nakin
09:40 Esnafan bertek nîşanî Bazara Şaredariya Akdenîzê da
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILE 2020'AN
01:57 Wezir: Li Xarpêtê 15, li Meletiyê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
01:47 Welatiyê ku ji ber erdhejê banê dikana wî hilweşiya: 50 saniye dewam kir
01:23 Li Madenê 2 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
01:14 Şaredariya Êlihê: Koma me ya alîkariyê amade ye
00:44 Waliyê Xarpêtê: 2 jê giran 225 birîndarên me hene
00:13 AFAD: 14 kesan jiyana xwe ji dest daye
00:05 Keyayên gundên Sîvrîceyê: Hê tu alîkarî ji me re nehatiye
24/01/2020
23:52 Berdevkê Serokkomariyê Kalin: Sazî hemû hatine serferberkirin
23:43 Îmamoglû: Em ji bo alîkariyê amade ne
23:35 Resedxaneya Kandîlliyê: Wê erdhejên peyhate hefteyekê dewam bikin
23:14 Piştî erdhejê agir bi avahiyan ket
23:06 Li Xarpêtê gelek welatî di bin kavilên avahiyan de mane
22:54 AFAD: Xebatkarên me li qadê ne
22:49 Soylû: 4 kesan jiyana xwe ji dest daye
21:27 Li Xarpêtê erdhej çêbû: 6.8
19:39 Qertên Zer ên xebatkarên Bîrgunê betal kirin
17:44 Di dozên Sûrê de dadgehê bi cezabirînê dest bi danişînan kir