Bêzimaniya me û kurdiya TRT 6’ê

  • rojane
  • 11:51 11 Kanûn 2019
  • |
img

AMED - Nivîskarê e-rojname Kenan Kirkaya, di nivîsa vê hefteyê ya rojnameyê de li ser  şaşî û helwesta TRT-6 rawestiya û got: "Meseleya esasî helwesta TRT 6’ê ye. Ev kanal ne ji bo pêşxistina zimanê kurdî ji bo bişaftina kurdî hatiye avakirin. Divê em vê rûreşiyê qebûl nekin û li ziman xwedî derkevin." 

Rojnameger û nivîskarê e-rojname Kenan Kirkaya, bal kişand ser helwesta TRT-6'ê ya li dijî ziman û wiha got: "Meseleya esasî helwesta TRT 6’ê ye. Ev kanal ne ji bo pêşxistina zimanê kurdî ji bo bişaftina kurdî hatiye avakirin." 
 
Kirkaya, anî ziman ku ew tu car ji TRT 6’ê (alti) re nabêje TRT şeş û wiha got: "Şeşiya TRT’ê, şaşiya me kurdan nîn e. Ev şaşî û xeletî çend roj berê bi hevpeyvîneke jineke sêrtî hate rojevê. Jineke kurd ji sedî 99 bi peyvên tirkî, qaşo bi kurdî diaxivî. Li ser vê yekê nîqaşeke berfireh destpê kir. Hin kesan bi vê kurdiyê henekên xwe kirin û hin derdoran jî piştgirî dan jinikê." 
 
Kirkaya, da zanîn ku du aliyê girîng a vê meseleyê heye û wiha lê zêde kir: "Di mînaka dawî de derket holê ku wekî gotina hevalekî bi rûmet kurd hatine bêzimankirin. Lal bûne, zimanê wan hatiye xesandin. Nikarin xwe bi kurdî bînin ziman. Ev mesele tenê meseleya jinika ku di TRT 6’ê de diaxivî nîne. Tu kurdek neteweperest nikare bi vê meseleyê bikene, henekê xwe bike. Ev mijara henekê nîne, ji bo me mijara şermê ye. Ger ku ava rûyê me neqetiyabe, ger ku şerm û ar bi me re mabe divê li hemberî vê rastiyê serê xwe bixin ber xwe û li ser vê yekê hûr bibin. Divê ku em vê rûreşiyê qebûl nekin û li zimanê xwe xwedî derkevin. Dubare pirsgirêk tiştekî kesane nîne, civakî ye, ya jinikê nîne ya hemûyan e. Civaka kurd ji sedî 70 wekî wê jinikê di warê zimên de lal bûye. Bêzimanî di heman demê de bêferasetî ye, bêhişiye. Ji ber ku me lal kirine feraseta me ya neteweyî, yekitiya me ya qewmî bi pêş nakeve. Em çi dikin bikin divê ku em li zimanê xwe xwedî derkevin." 
 
Kirkaya, bal kişand ser polîtîkaya TRT-6'ê û wiha berdewam kir: "Lê meseleya esasî helwesta TRT 6’ê ye. Ev kanal ne ji bo pêşxistina zimanê kurdî ji bo bişaftina kurdî hatiye avakirin. Ev kanal diyariya îktîdarê bo kurdên alîgir e. Di TRT 6’ê de bi kurdî propagandaya AKP’ê, her wiha propagandaya asîmîlasyonê tê kirin. Ev kanal berdewama radyoyên kurdî ku di salên 90’an de ji aliyê cerdevanan ve hatibû avakirin e. Bi vê kanalê kurdîzanên AKP’yî hatin dewlemendkirin. Tu pîvana vê kanalê ya kurdî û ziman tune ye. Dibêjin di vê qanalê de pesnê îktîdarê bidin, polîtîkayên AKP’ê binepixînin çawa dibe bila bibe. Derbarê êrîşên li ser zimanê kurdî hûn tu rexneyek di vê kanalê de nabînin." 
 
Kirkaya, helwesta TRT-6'ê jî rexne kir û got: "Di adara 2018’an de jî TRT 6 weşana kongreya ciwanên AKP’ê dikir û dîsa ciwanekî ku kurdî tirkî tevlihev dikir, bi zimanekî eletewş diaxivî derxistibûn ser ekranê. TRT 6 tu car nabêje ez ê kesên ku bi kurdî dikarin xwe îfade bikin, kesekî derbarê mijarê de nêrîna wî hebe, rastiyê bibêjin derxim ser ekranê. Mesela we qet dîtiye ku di TRT îngilîziyê kesên wiha eletewş diaxivin derxistine ser ekranê? Helwesta wan a li hemberî kurdî xirabkirina zimên e. Pîvana wan tenê propagandaya AKP’ê ye. Dibêjin pesnê AKP’ê bidin hûn çawa dibin ne xem e. Li ser vî esasî jî zimanê kurdî bi zanetî deforme dikin. Jixwe ruhê axaftinên di wê kanalê de ne kurdî ye, naverok tirkmancî ye, her wiha forma zimên jî xirab dikin. Kurdiya ku AKP ava dike, berovajî, bêrûh, bênaverok, wekî cermekî vala ye. Di vê warê de wî ev şerma xirabkirina zimên şerma TRT 6’ê û rayedarên wan e." 
 
 
 

Sernavên din

14/12/2019
14:01 Çerkezoglu: Tevgera çîna karker di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe
13:02 Trên li texsiyê qelibî: 3 kes mirin
12:58 Şahidê Komkujiya Dersimê hunermend Silo Qiz koça dawî kir
12:08 Prz. Alataş: Daraz ji bo bersûcên doza JÎTEM'ê biparêze xebitî
11:25 Elî Kefo yê cêwiyê wî hat kuştin: Çi ji me dixwazin em zarok in
10:52 Qedexeya li Wanê 3 sal in didome: Şerm e
10:26 ‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e '
10:21 Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan
10:16 'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'
10:07 ‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’
09:01 2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin
09:01 Qeyûm ket baxçê jinan!
09:01 Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
09:01 Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin
09:01 Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
09:00 Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in
09:00 Der barê 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de îdianam hat amadekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN
13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN
08:22 NY: Di çalakiyên li Iraqê de 424 kes hatin kuştin
11/12/2019
17:58 Li Bazîdê Rojnameger Oruç û Hevserokê HDP'ê binçav kirin
17:49 Parêzera li cem malbatan cih girt, doz li wê vebû
17:35 Şaredara Qelqeliyê rakirin nexweşxaneyê
17:29 Xwişk û birayên Murat Kaya serbest berdan
16:50 Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin