Malbatên girtiyan: Gardiyanan li girtiyan xist

  • rojane
  • 10:08 11 Kanûn 2019
  • |
img

AMED – Malbatên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jimarên 2 û 3 ên Tîpa T a Bunyana Kayseriyê destnîşan kirin ku gardiyanan bi ser qawîşan de girtine û li girtiyan dane û bêyî wan derman bikin ji nexweşxaneyê birine girtîgehê. Malbatan li dijî zextên li ser zarokên xwe û binpêkirina mafan serî li ÎHD’ê û TUAY-DER’ê dan.

 
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmarên 2 û 3 ên Tîpa T a Bunyana Kayseriyê dimînin bi rêya malbatên xwe têkildarî zextên li ser wan tên kirin agahî dan. Girtiyan ragihand ku di her ziyaretê de lêgerîna tazî li ser wan pêk tînin û neheqî li wan tê kirin û gardiyanan bi ser qawîşan de girtiye û bi awayek tund li girtiyan dane. Malbatan li dijî zextên li ser zarokên xwe û binpêkirina mafan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û TUAY-DER’ê dan.
 
ÇARIK JI SERÊ DAYIKÊ KIRIN E
 
Rojbîn Yakût a li Girtîgeha Jimara 3’an a Tîpa T a Bunyanê girtiye derbarê zextên li ser wan tên kirin agahî da malbata xwe. Dayika Yakût, Şazîme Yakût diyar kir ku di 9’ê Kanûnê de keça wê bi telefonê li wan geriyaye û jê re gotiye ku sê girtiyên jin ên ku nû sirgûnî li girtîgeha wan hatin kirin lêgerîna tazî li ser wan pêk anîne û ji ber vê yekê biryar girtine û ger ku ev binpêkirin bi domin dê careke din dernekevin hevdîtinê. Yakût bi bîr xist ku piştî derketine hevdîtina telefonê gardiyanan cilê wan jê kirin û dema di vegerê de ji ber ku biryar standibûn dê dîsa cilên ku ji wan hatine kirin li xwe nekin û wiha got: “Rojbînê anî ziman ku dema vegeriyan û cilên ku ji wan hatibûn kirin li  xwe nekirin, rastî tundiya gardiyanan hatin. Ji ber ku bi israr cil li xwe nekirin û xwestin derbasî qawişê bibin, gardiyanan li wan xist. Bi ser vê yekê de gardiyanan îdîa kirin ku Rojbînê li wan xistiye. Lê dijberî vê yekê deh gardiyan li ser serê Rojbînê civiyan e.” 
 
Yakût herî dawî diyar kir ku dema çû hevdîtina keça xwe rastî lêgerînê hat û got: “Çarika min ji serê min derxistin. Gora min ji lingê min derxistin û xwestin me tazî bikin. Sê girtiyên jin ên hefteya borî sirgûn bûbûn jî ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirin avêtin hucreya yek kesî.”
 
‘EV ZILM LI GORÎ KÎJAN HIQÛQA CÎHANÊ NORMAL E?’
 
Xwişka Hesen Uyanik ê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Bunyanê girtiye Şehrîban Uyanik jî bal kişand ser binpêkirina mafan û got: “Dema em diçin girtîgehê em rastî lêgerîneke gelek dijwar tên. Lê ji bo ku girtî û gardiyan nîqaş nekin û tiştên nexweş çênebin, em vê pêkanînê ji girtiyan re nabêjin. Dema ji me dipirsin jî, em dibêjin zext tune ye. Lê ne wisa ye. Dîsa midura duyemîn a jin komeke xwe avakiriye û bi vê komê bi taybetî li ser jinan zextan dike. Di ziyaretê de me xwest em bi girtiyên din re wêne bikşînin, lê destûr nedan. Gardiyan destûr nadin ku ji xeynî xizmên xwe em bi girtiyên din re biaxivin û wêne bikşînin. Sê girtiyên jin ên nû hatine sirgûnkirin ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirine, gardiyanan bi dijwarî li wan dane. Ji ber lêdanê ew rakirine nexweşxaneyê. Lê nexweşxanê wan derman nekiriye. Ew her tişt normal dibînin. Lê em dipirsin ev zilm li gorî kîjan hiqûqa cîhanê normal e?”
 
Uyanik destnîşan kir ku pirtûkên girtiyan nadin wan û wiha got: “Dema Apê min çû hevdîtina birayê min dest danîn ser nasnameya wî û xwestin pirtûkên birayê min bi xwe re derxe derve. Gardiyanan jê re gotin ‘heta tu van pirtûkan negirî û nebî em nasnameya te nadin te’. Di hiqûqê de tiştekî wisa tune ye.”
 
‘EZ BANG LI DAYIKAN DIKIM EM BI HEVRE VÊ NEHEQIYÊ QEBÛL NEKIN’
 
Dayika Mesût Pehlîvan ê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T Bunyanê girtiye Xerîb Pehlîvan jî têkildarî binpêkirina li girtîgehê wiha got: “Piştî sê mehan ez di 3’yê Kanûnê de çûm hevdîtina Mesût. Me ji wan re cil û pirtûk şandibûn. Kûrê min got ‘cil û pirtûk nedane me. Dema di derketinê de heke pirtûk dan we jî, lê bi xwe re nebin. Bila pirtûk û cilan bavêjin çopê lê bi xwe re nebin.’” Pehlîvan anî ziman ku pişt re fêr bûne ku şevê bi ser odeyên wan de digirin, lêgerîn dikin û dest danin ser pirtûkên wan. Pehlîvan da zanîn ku di hevdîtinan de çarikên wan ji serê wan dikin, goreyên wan ji piyê wan derdixin û destûr nadin girtî û malbat bi hev re wêneyan bikşînin. Pêhlîvan herî dawî bang li hemû dayikan kir û got: “Ez bang li hemû dayikan dikim ku destê xwe bidin hev û vê neheqiyê qebûl nekin. Em vê neheqiyê qebûl nakin.”
 
GIRTÎGEH AGAHÎ NEDA
 
Têkildarî zext û lêdana li ser girtiyan em li Miduriyeta Girtîgehê geriyan û rayedarên girtîgehê diyar kirin ku ew nikarin agahî bidin û malbat dikarin bi rêya dozgeriya girtîgeha agahî werbigirin. 
 
MA / Fahrettîn Kiliç 
 

Sernavên din

14/12/2019
14:01 Çerkezoglu: Tevgera çîna karker di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe
13:02 Trên li texsiyê qelibî: 3 kes mirin
12:58 Şahidê Komkujiya Dersimê hunermend Silo Qiz koça dawî kir
12:08 Prz. Alataş: Daraz ji bo bersûcên doza JÎTEM'ê biparêze xebitî
11:25 Elî Kefo yê cêwiyê wî hat kuştin: Çi ji me dixwazin em zarok in
10:52 Qedexeya li Wanê 3 sal in didome: Şerm e
10:26 ‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e '
10:21 Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan
10:16 'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'
10:07 ‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’
09:01 2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin
09:01 Qeyûm ket baxçê jinan!
09:01 Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
09:01 Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin
09:01 Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
09:00 Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in
09:00 Der barê 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de îdianam hat amadekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN
13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN
08:22 NY: Di çalakiyên li Iraqê de 424 kes hatin kuştin
11/12/2019
17:58 Li Bazîdê Rojnameger Oruç û Hevserokê HDP'ê binçav kirin
17:49 Parêzera li cem malbatan cih girt, doz li wê vebû
17:35 Şaredara Qelqeliyê rakirin nexweşxaneyê
17:29 Xwişk û birayên Murat Kaya serbest berdan
16:50 Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin