"Têkoşîna jinê û têkoşîna tenduristiyê girêdayî hev e"

  • rojane
  • 12:49 7 Kanûn 2019
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, di Komcivina Tenduristiya Jinê de diyar kir ku mijara tenduristiyê wekî parastina cewherî pênase dikin û wiha got: “Têkoşîna jinê û tekoşîna tenduristiyê ketiye nava hev." Sekretera Jinê ya SES'ê Selma Atabey jî diyar ku ji her demê bêtir pêdivî bi têkoşîna jinê û rêxistinkirina jinê heye. 

 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) yekemîn  “Komcivîna Tenduristiya Jinê" li Salona Konferansê ya Navendî ya Egîtîm Sen'ê li dar xist. Komcivîn dê du rojan berdewam bike. Di komcivînê de dê mijarên “Guhertina dîrokî ya keda tenduristiya jinê", “Biyanîbûna ji bedena xwe û venêrtina bedena jinê", “Xwegîhandina tenduristiyê ya karkerên jin ên demsalî û penaber" û "Polîtîkayen mufazakar û Tenduristiya Jinê" dê bê niqaşkirin. 
 
Ewil Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden axaftina vekirinê kir. Erdem ewil hemû jinên di têkoşina ked, demokrasî û aştiyê û têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bibir anîn. Erden, anî ziman ku ger îro li vê salonê vê xebatê dikin di encama tekoşîna wan de ev yek pêk tê û wiha got: "Em wekî SES'ê yekemîn komcivînê pêk tînin. Bê guman dê berdewama wê jî hebe. Tenduristî di dîrokê de her dem ji bo mirov û civak hebûna xwe berdewam bike qada berhevkarî û hilberînê ye. Mixabin di vê pêvajoyê de pergala serdest, dest daniye ser danehevên civakê. Kirdeya vê danehev û berhevkirinê jin e û keda jinê ye. Hêzên serdest dest danîne ser keda jinê. 
 
‘GUHERTINA TENDURISTIYÊ KEDXWARÎ YE' 
 
Erden, destnîşan kir ku jin her dem di tenduritiyê de diyarker e û wiha got: “Lê îxdîdarê her dem agahî û zanîna jinê û keda wê desteser kiriye. Her dem jin di nava civakê de bi xwe ve girê daye. Ne tenê di qada tenduristiyê de, di gelek qadên din de jî jin bi xwe ve giredaye. Serdestan tenduristî ji bo xwe kiriye qadek serdestiyê. Bi taybeti pişti salên 70’êyan, ji bo sermayê li ser sermayeya serdestan zêde bike xistine xizmeta xwe. Kedkarên tenduristiyê yên jin, her dem keda wan hatiye binpêkirin. Sermaye her dem dixwaze jin zêde dem ji zarok û zewacê re veqetînin. Dixwazin jin di nava şert û mercên bê ewle û keda erzan de kar bikin. Bêtir keda jinên xizmeta tenduristiyê didin tê xwarin. Li vî welatî jî nerîna hêza baviksalar û serdestan ji yên din ne serbixwe ye. Dixwazin jinê ji jiyana civakî dûr bixin. Pêkanîna pergalê xezp e. Hêj çanda komkujiyê didome. Her roj herî kêm 3 hevalên me yên jin tên kuştin." 
 
 
‘TÊKOŞÎNA TENDURISTIYÊ Û JINÊ KETIYE NAVA HEV' 
 
 
Erden, destnîşan kir ku têkoşîna jinê û têkoşina tenduristiyê ketiye nava hev û bi hevve girêdayî ye û wiha got: "Di dîroka bi destê serdestan hatiye nivîsandin keda jinê tune ye. Bi taybeti naxwazin mafê jinê li ser bedena wan jî hebe. Têkoşîna kurtajê hem weki têkoşîna jinê û hem jî wekî têkoşîna tenduristiyê pêş ketiye. Li ser beden û zanîna bedenê têkoşînek hiqûqî û siyasî hatiye meşandin. Dîsa ji xeynî têkoşînê tu çare tune ye." 
 
‘ŞERÊ CIVAKÎ FERZ DIKIN'
 
Sekretera Jinan a SES'ê Selma Atabey jî diyar ki ku ÎQtîdara AKP'ê krizek pir kûr dijî û wiha got: "Îqtîdar reformên aboriyê jî naxe rojeva xwe. Li şûna wê polîtîkaya şer dixe rojeva xwe. Îqtîdar bi êrîşên li dijî destkeftiyên Kurdên li Sûriyeye û ferzkirina şer a li ser civakê, şer li ser civakê ferz dike. Jin û zarokên ji şer direvin, rastî pirsgirêken tenduristiyê û keda erzan tên. Ji ber vê yekê Şer pirsgirêka gel û civakê ye. Pirsgirêka jinê ye. Şer li ser civakê travmayek pir kûr pêş dixe. Ji ber vê yekê bêtir pêdivî bi têkoşîna hevpar a jinan heye. Bêtir pêdivî bi yekîtî û rêxistina jinan heye." 
 
 
Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulistan Atasoy jî diyar kir ku SES ji duh heta îro têkoşînê dide û wiha got: "Kapitalizmin di nava krîzek pir kûr de ye. Di vê pêvajoya krîzê de bloka AKP - MHP'ê jinê dike hedef. Jin hem betal in, hem jî li cihê kar rastî tundiyê tên. "
 
Komcivîn didome. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/12/2019
16:39 Hevşaredarên Pasûrê tehliye bûn
15:26 Ji kedkarên fransayî yên di grevê de re nameya piştevaniyê şandin
15:16 Li Kobanê komxebata yekitiya neteweyî dest pê kir
15:13 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi beşdariya polîsan lêgerîn hatiye kirin
14:39 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê bi dawî bû
14:05 Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin
14:04 Li gorî rapora CPJ: Herî zêde li Çîn û Tirkiyeyê rojnamevan girtî ne
13:43 Li Mêrdînê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:41 Dema maşîneya polîsan digeriya teqîn pêk hat
13:35 Rêxistina Efûyê: Divê Tirkiye biryara Kavala li ber çavan bigire
13:21 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Şahîn û Gayîp hat rakirin
13:17 Lênûska wî ji ber peyva ‘Kurd û Kürdistan’ desteser kirin û ceza kirin
13:14 Haber-Sen: Kedkarên postaxaneyê wek koleyan tên xebitandin
12:57 Bi hênceta ‘pere ji girtiyan re şandine’ hatin binçavkirin
12:46 Angaştnameya hevşaredarên Rêya Armûşê hat amadekirin
12:04 Eskeran 4 kes li Licê binçav kirin
11:51 Bêzimaniya me û kurdiya TRT 6’ê
11:09 Bîlîcî: Ger ku parazvanên mafên mirovan di bin zextan de bin, her kes di bin zextan de ne
10:51 Doz li parêzerê destek da malbatên girtiyan hat vekirin
10:22 Nûçegîhanên me Eser û Topaloglû: Em ê di her şert û mercî de binivisînin
10:14 Hevserokê HDP’a Mêrdînê Kuday û Seroka Odeya Bijîşkan Etem hatin binçavkirin
10:08 Malbatên girtiyan: Gardiyanan li girtiyan xist
09:58 Hevseroka HDP'a Stenbolê Bûlût: Hikûmet nikare xwe li ber hêrsa li civakê peyda bûye ragire
09:37 Prof. Barkey: Welatên cîhanê ji bo Tirkiyeyê xwe li nedîtinê datînin
09:37 ‘Pêkanînên li Girtîgeha Bakirkoyê, delîla şidet û feraseta dewletê ye'
09:22 Armanca jinên Pêrtagê avakirina kooperatîfekê ye
09:22 Hîn jî 14 cenaze nehatine dîtin: Min çi dît û çi nedît
09:21 Prof. Dr. Nacaroglû: Bendav ne ji bo enerjiyê, ji bo hincetên stratejîk tên çêkirin
09:20 Cîhanê Cizîr dît, lê daraza Tirkiyeyê nedît!
09:19 'Konjuktura cîhanê kurdan ber bi yekîtiyê ve dibe'
09:18 Dixwazin malbatan bi dayîna kar û pereyan bibin ber avahiya HDP’ê
09:17 Barhilgirên Wanê ji serê sibê heta êvarê li benda kar in
09:17 Definkirina cenazeyan û şîn li kurdan qedexe ye: 24 cenaze bê merasim defin kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2019'AN
10/12/2019
16:44 Polisê ku Mazlûm Kaynak kuşt 10 sal ceza girt
15:59 Hunermend Yilmaz Çelîk girtin û şandin girtîgehê
15:50 Ji rêxistinên mafan daxuyaniya hevpar: 2019 salan bû sala binpêkirina mafan
15:48 Li Amedê wê mîtînga ‘Aştî û Demokrasiya Civakî’ bê lidarxistin
15:22 Ji bo 3 bersûcên ku li qursa qûranê zarokan îstîsmar kiribûn 226 ceza hat xwestin
15:08 Doza Nisêbînê: Feraseta ku Rêveberiya Xweser sûc dibîne, sûcê herî mezin dike
14:54 Eskeran 2 birayên Murat Kaya yê hat kuştin, binçav kirin
14:40 Guzel 'tunebûna kurdî' ya li Navendên Banga Lezgîn a 112'an pirsî
14:18 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:07 Ferzkirina sîxurtiyê bir rojeva Meclîsê
14:05 Tiryakî: Yên tayînkirina qeyûm îmze dikin sûcê destûra bingehîn dikin
13:34 Xaniyê kerpîç hilweşiya: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
13:20 Doza 'KCK'ê ya Mêrdînê' taloq bû
12:52 Xwendekarê Zanîngehê rastî êrîşa nijatperest hat
12:29 HDP: Ji ber Karabulut li hemberî gefên qeyûm serî danî îstîfa kir
12:27 DMME: Girtina Kavala binpêkirina maf e û divê were berdan
11:48 Jinên ji ber pêşandana dansê hatin binçavkirin: Li dijî her kuştinekê em ê dengê xwe bilind bikin
11:40 Esad: Divê Tirkiye biçe
11:33 Hevşaredarê Rêya Armûşê di hucreya yek kesî de tê girtin
11:04 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
10:57 SMO Girê Spî talan dike
10:11 Mirov dixwazin li dijî pergala Neoliberal kooperatifan pêş bixin
10:05 Bîrdal: Tirkiye bûye welatê cinayetan
09:28 Hevşaredarên Pasûrê sibê tên dadgehkirin
09:20 Dayik Dîlber Kaya: Ji bo ser sûcên xwe bigirin ji kurê min re dibêjin 'terorîst'
09:16 Polîsan destê parlementer şikand, dozger got 'li gor hiqûqê ye'
09:13 Helbestvan Erbaş: Divê em ji vê dojehê derkevin
09:12 Çîçek Kobanê nayê tedawîkirin
09:10 Gergerlîoglû: KHK, qirkirina sedsala 21'emîn in
09:10 'Divê meaşê kêm 5 hezar TL be'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2019'AN
09/12/2019
20:55 Ji hevşaredarên hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
17:56 Boksorê kurd Altaş: Ez vê serketinê diyarî gelê kurd dikim
17:03 Danişîna Ayşe Karaman hat taloqkirin
15:54 Leşkeran kesên ku li Tûtaxê çûn sersaxiyê asteng kirin
15:40 Malbatên Somayî: Em ê têkoşîna xwe di konan de be jî, dewam bikin
15:34 21 fezlekeyên din ji meclisê re hatin şandin
15:23 Xwest angaşta îşkenceyê ya li dijî gundiyan bê lêkolînkirin
14:46 Polîsê ku pişta parêzer Balci şikand piştî 3 salan derket pêşbeerî dadger
14:27 Li girtîgehên Şakran û Kalkandereyê binpêkirinên mafan
13:51 Li Hezexê teqîn çêbû û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da
13:17 Rêxistinên Şengalê daxwazên destûra bingehîn dan Bexdayê
13:13 Piştî definkirinê şînê jî asteng kirin
12:49 Hevşaredarên di bin çavan de sewqî edliyê kirin
12:45 Li Wanê ji ber berfê rêya 33 gundan hat girtin
12:44 Li Wanê 'OHAL' dîsa dirêj kirin
12:36 Dayika Karaman a hat qetilkirin: Em ê cînayetên jinan rawestîn in
12:17 Keskîn: Di şeran de mirina zarokan sûcê şer e
11:54 Tosun: Di bazirganiya tiryakê de yekîneyên din ên ewlehiyê jî hene?
11:18 'Ma zarokên li kolanê dilîstin terorist bûn?'
11:10 Hevşaredara Awîskê Taş: Em ê xwedî li xetên xwe mor derkevin
10:18 Polisan gule li zarokên bê eliyet barandin û bi qûntaxa çekê li wan dan
09:27 Cenazeyê Kaya di dorpêça eskeran de defin kirin
09:02 Serokê TOHAV'ê Erdem: Mexdûrê îşkenceyê neçar dimîne îfade bide îşkencekerê xwe
09:02 Jinên ciwan ên bêkar: Hepskirina malê û anîna zarokan li me tê ferzkirin
09:02 Hevserokên DBP'ê: Emê ji bo îtîfaqên Kurdistanî bixebitin
09:02 Kesên li Hezexê bi 'dîmenên senaryo' hatibûn girtin beraat kirin
09:02 Ma Muzîkê ji stranan pirek çêkir
09:02 Fîncanci: Polîtîkaya bêcezahiştinê îşkenceyê zêde dike
09:02 Girtiyê ku ji sedî 60 çavên wî nabînin nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2019'AN
08/12/2019
20:00 Kedkaran ji Bakirkoyê bang kirin: Ew mistek in em milyon in
19:30 62 malbat ji Kampa Holê şandin Dêrazorê
19:12 Dixwazin bi zorê cenazeyê Kaya îşev defin bikin
17:14 Li Alanyayê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin berdan
17:13 Jinên HDP’î li Colemêrgê civiyan