Ferît Şenyaşar: Dozger li dijî me parêzerî kiriye

  • rojane
  • 11:17 7 Kanûn 2019
  • |
img

RIHA - Dozger der barê kuştina 3 kesên ji malbata Şenyaşar 18 meh şûnde îdîaname amade kir. Dozger di îdîanameyê de cih neda kuştina bav ê li Nexweşxaneyê Dewletê ya Pirsûsê hat kuştin. Ferît Şenyaşar, bertek nîşanî naveroka îdîanameyê da û diyar kir ku dozger wekî parêzeriya kesên dijberî wan bike dev digere. 

Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûs a Rihayê xizm û parêzvarên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Hecî Esvet Şenyaşar û kurê wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Di bûyerê de birayê Yildiz Mehmet Alî Yildiz jî miribû û ji malbata Şenyaşar Mehmet û Ferît Şenyaşar jî di nav de 8 kes birîndar bibûn. Di ser bûyerê re 18 meh derbas bûn. Piştî 18 meh borîn hêj nû Serdozgerê Komarê yê Rihayê têkildarî bûyerê doz vekir. Dozger di îdîanameyê de cih neda kuştina bav Esvet Şenyaşar ê li nexweşxaneya dewletê ji aliyê xizmên parlamenter Halîl Îbrahîm Yildiz ve hat kuştin. Dozger tenê lêpirsîn bi kuştina Adil, Celal Şenyaşar û birayê wekîl Yıldız Mehmet Şah Yıldız bi sînordar kir. Piştî 3 dozger hat guhertin, îdîaname hat amadekirin. Dema malbat û xizmên Halîl îbralîm Yildiz êrîşî nexweşxaneya Pirsûsê kirin û Esvet Şenyaşar kuştin, Wezîrê Çandiniyê Eşref Fakibaba, Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê jî li wir bûn. Lê ligel vê yekê dozger cih neda kuştina bav Esvet Şenyaşar. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî naveroka îdîanameyê da û wiha got: “Li gorî xwe îdîaname amade kirine. Ferît Şenyaşar  jî got: “Em vê îdîanameyê qebûl nakin." 
 
‘LI GORÎ XWE ÎDÎANAME AMADE KIRINE'
 
Emîne Şenyaşar a ku xizmên Halîl Îbrahim Yildiz bi ser dikana kurê xwê de girtin û 2 kurê wê kuştin û piştre bi ser nexweşxaneyêde girtin hevjînê wê li nexweşxaneyê kuştin, bertek nîşanî îdîanameyê da û wiha got: “Gotin hûn biçin li mala xwe rûnên. Li gorî xwe îdîaname amade kirin. Hemû sûc avêtine stuyê me. Tenê em sûcdar kirine. Li gorî xwe dosya amade kirine. Çima lêkolîn nekirine. Çima dîmenên li nexweşxaneyê derxistine. Qira malbata me anîn. Ev bê wîcdarî çiye? Çima Halîl Îbrahîm Yildiz naşopînin. Bi xwîna zarokên min dîwarê nexweşxaneyê boyax kirin. Ez û Hacî çûn cihê bûyerê. Piştre hevjînê min Hecî li pêş çavê min qetil kirin. Min bang li polîsan kir. Min got Zaroken min dukujin. Lê tiştek nekirin." 
 
'EM VÊ ÎDÎANAMEYÊ QEBÛL NAKIN' 
 
Ferît Şenyaşar, jî bertek nîşanî îdîanameyê da û wiha got: "Di ser bûyerê re 18 meh borîn. Hêj nû îdîanameyê amade dikin. Ji bo me tu wateya vê îdîanemeyê tune ye. Ev îdîaname yek alî amade kirine. Tenê em tiştekî dixwazin. Em dixwazin îdîaname bê alî û li gorî edaletê bê amadekirin. Li kargeriya me dimen hene. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dîmen hene. Em dixwazin van dimenan derxin holê. Em dixwazin dozger ji nûve vê îdîanameyê amade bike. Li nexweşxaneyê 2 birayên min û bavê min bi hovîti qetilkirin. Di îdîanameyê de tu geşedanên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêş ketine tune ye. Cih nedane geşedanên li nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê em vê îdîanameyê qebûl nakin. Em dozgerekî nû dixwazin. Bi vî dozgerî ev doz nameşe. Dema îdîaname amade kirine paşedora me lêkolîn kirine. Têkildarî girtina bavê min lêkolîn kirine. Lê mavê min neheq hatiye girtin. Bavê min piştî hat girtin 20 roj şûnde hat berdan. Em edaletek bê alî dixwazin. Em dixwazin birayê min ê girtî jî serbest bê berdan." 
 

Sernavên din

11/12/2019
16:39 Hevşaredarên Pasûrê tehliye bûn
15:26 Ji kedkarên fransayî yên di grevê de re nameya piştevaniyê şandin
15:16 Li Kobanê komxebata yekitiya neteweyî dest pê kir
15:13 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi beşdariya polîsan lêgerîn hatiye kirin
14:39 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê bi dawî bû
14:05 Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin
14:04 Li gorî rapora CPJ: Herî zêde li Çîn û Tirkiyeyê rojnamevan girtî ne
13:43 Li Mêrdînê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:41 Dema maşîneya polîsan digeriya teqîn pêk hat
13:35 Rêxistina Efûyê: Divê Tirkiye biryara Kavala li ber çavan bigire
13:21 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Şahîn û Gayîp hat rakirin
13:17 Lênûska wî ji ber peyva ‘Kurd û Kürdistan’ desteser kirin û ceza kirin
13:14 Haber-Sen: Kedkarên postaxaneyê wek koleyan tên xebitandin
12:57 Bi hênceta ‘pere ji girtiyan re şandine’ hatin binçavkirin
12:46 Angaştnameya hevşaredarên Rêya Armûşê hat amadekirin
12:04 Eskeran 4 kes li Licê binçav kirin
11:51 Bêzimaniya me û kurdiya TRT 6’ê
11:09 Bîlîcî: Ger ku parazvanên mafên mirovan di bin zextan de bin, her kes di bin zextan de ne
10:51 Doz li parêzerê destek da malbatên girtiyan hat vekirin
10:22 Nûçegîhanên me Eser û Topaloglû: Em ê di her şert û mercî de binivisînin
10:14 Hevserokê HDP’a Mêrdînê Kuday û Seroka Odeya Bijîşkan Etem hatin binçavkirin
10:08 Malbatên girtiyan: Gardiyanan li girtiyan xist
09:58 Hevseroka HDP'a Stenbolê Bûlût: Hikûmet nikare xwe li ber hêrsa li civakê peyda bûye ragire
09:37 Prof. Barkey: Welatên cîhanê ji bo Tirkiyeyê xwe li nedîtinê datînin
09:37 ‘Pêkanînên li Girtîgeha Bakirkoyê, delîla şidet û feraseta dewletê ye'
09:22 Armanca jinên Pêrtagê avakirina kooperatîfekê ye
09:22 Hîn jî 14 cenaze nehatine dîtin: Min çi dît û çi nedît
09:21 Prof. Dr. Nacaroglû: Bendav ne ji bo enerjiyê, ji bo hincetên stratejîk tên çêkirin
09:20 Cîhanê Cizîr dît, lê daraza Tirkiyeyê nedît!
09:19 'Konjuktura cîhanê kurdan ber bi yekîtiyê ve dibe'
09:18 Dixwazin malbatan bi dayîna kar û pereyan bibin ber avahiya HDP’ê
09:17 Barhilgirên Wanê ji serê sibê heta êvarê li benda kar in
09:17 Definkirina cenazeyan û şîn li kurdan qedexe ye: 24 cenaze bê merasim defin kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2019'AN
10/12/2019
16:44 Polisê ku Mazlûm Kaynak kuşt 10 sal ceza girt
15:59 Hunermend Yilmaz Çelîk girtin û şandin girtîgehê
15:50 Ji rêxistinên mafan daxuyaniya hevpar: 2019 salan bû sala binpêkirina mafan
15:48 Li Amedê wê mîtînga ‘Aştî û Demokrasiya Civakî’ bê lidarxistin
15:22 Ji bo 3 bersûcên ku li qursa qûranê zarokan îstîsmar kiribûn 226 ceza hat xwestin
15:08 Doza Nisêbînê: Feraseta ku Rêveberiya Xweser sûc dibîne, sûcê herî mezin dike
14:54 Eskeran 2 birayên Murat Kaya yê hat kuştin, binçav kirin
14:40 Guzel 'tunebûna kurdî' ya li Navendên Banga Lezgîn a 112'an pirsî
14:18 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:07 Ferzkirina sîxurtiyê bir rojeva Meclîsê
14:05 Tiryakî: Yên tayînkirina qeyûm îmze dikin sûcê destûra bingehîn dikin
13:34 Xaniyê kerpîç hilweşiya: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
13:20 Doza 'KCK'ê ya Mêrdînê' taloq bû
12:52 Xwendekarê Zanîngehê rastî êrîşa nijatperest hat
12:29 HDP: Ji ber Karabulut li hemberî gefên qeyûm serî danî îstîfa kir
12:27 DMME: Girtina Kavala binpêkirina maf e û divê were berdan
11:48 Jinên ji ber pêşandana dansê hatin binçavkirin: Li dijî her kuştinekê em ê dengê xwe bilind bikin
11:40 Esad: Divê Tirkiye biçe
11:33 Hevşaredarê Rêya Armûşê di hucreya yek kesî de tê girtin
11:04 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
10:57 SMO Girê Spî talan dike
10:11 Mirov dixwazin li dijî pergala Neoliberal kooperatifan pêş bixin
10:05 Bîrdal: Tirkiye bûye welatê cinayetan
09:28 Hevşaredarên Pasûrê sibê tên dadgehkirin
09:20 Dayik Dîlber Kaya: Ji bo ser sûcên xwe bigirin ji kurê min re dibêjin 'terorîst'
09:16 Polîsan destê parlementer şikand, dozger got 'li gor hiqûqê ye'
09:13 Helbestvan Erbaş: Divê em ji vê dojehê derkevin
09:12 Çîçek Kobanê nayê tedawîkirin
09:10 Gergerlîoglû: KHK, qirkirina sedsala 21'emîn in
09:10 'Divê meaşê kêm 5 hezar TL be'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2019'AN
09/12/2019
20:55 Ji hevşaredarên hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
17:56 Boksorê kurd Altaş: Ez vê serketinê diyarî gelê kurd dikim
17:03 Danişîna Ayşe Karaman hat taloqkirin
15:54 Leşkeran kesên ku li Tûtaxê çûn sersaxiyê asteng kirin
15:40 Malbatên Somayî: Em ê têkoşîna xwe di konan de be jî, dewam bikin
15:34 21 fezlekeyên din ji meclisê re hatin şandin
15:23 Xwest angaşta îşkenceyê ya li dijî gundiyan bê lêkolînkirin
14:46 Polîsê ku pişta parêzer Balci şikand piştî 3 salan derket pêşbeerî dadger
14:27 Li girtîgehên Şakran û Kalkandereyê binpêkirinên mafan
13:51 Li Hezexê teqîn çêbû û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da
13:17 Rêxistinên Şengalê daxwazên destûra bingehîn dan Bexdayê
13:13 Piştî definkirinê şînê jî asteng kirin
12:49 Hevşaredarên di bin çavan de sewqî edliyê kirin
12:45 Li Wanê ji ber berfê rêya 33 gundan hat girtin
12:44 Li Wanê 'OHAL' dîsa dirêj kirin
12:36 Dayika Karaman a hat qetilkirin: Em ê cînayetên jinan rawestîn in
12:17 Keskîn: Di şeran de mirina zarokan sûcê şer e
11:54 Tosun: Di bazirganiya tiryakê de yekîneyên din ên ewlehiyê jî hene?
11:18 'Ma zarokên li kolanê dilîstin terorist bûn?'
11:10 Hevşaredara Awîskê Taş: Em ê xwedî li xetên xwe mor derkevin
10:18 Polisan gule li zarokên bê eliyet barandin û bi qûntaxa çekê li wan dan
09:27 Cenazeyê Kaya di dorpêça eskeran de defin kirin
09:02 Serokê TOHAV'ê Erdem: Mexdûrê îşkenceyê neçar dimîne îfade bide îşkencekerê xwe
09:02 Jinên ciwan ên bêkar: Hepskirina malê û anîna zarokan li me tê ferzkirin
09:02 Hevserokên DBP'ê: Emê ji bo îtîfaqên Kurdistanî bixebitin
09:02 Kesên li Hezexê bi 'dîmenên senaryo' hatibûn girtin beraat kirin
09:02 Ma Muzîkê ji stranan pirek çêkir
09:02 Fîncanci: Polîtîkaya bêcezahiştinê îşkenceyê zêde dike
09:02 Girtiyê ku ji sedî 60 çavên wî nabînin nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2019'AN
08/12/2019
20:00 Kedkaran ji Bakirkoyê bang kirin: Ew mistek in em milyon in
19:30 62 malbat ji Kampa Holê şandin Dêrazorê
19:12 Dixwazin bi zorê cenazeyê Kaya îşev defin bikin
17:14 Li Alanyayê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin berdan
17:13 Jinên HDP’î li Colemêrgê civiyan