Gava mesele bê ser HDP'ê, deynên 40 sal berê jî tê bîra saziyên fermî!

  • rojane
  • 09:16 3 Kanûn 2019
  • |
img

WAN- Şaredariyên HDP'î yên qeyûm tayînî wan nehatine kirin, ji ber deynên qeyûmên berê nikarin bixebitin. Wekî Şaredariya Qersê, saziyên fermî û fîrmayên taybet ji bo deynên xwe ketine dorê û ji ber vê xizmetên şaredariyê hemû hatine blokekirin. 

Piştî qeyûmên di sala 2016'an de tayînî 95 şaredariyên DBP'î hatin kirin, îsal jî 3 jê şaredariyên bajarê mezin qeyûm tayînî 24 şaredariyên HDP'ê hatin kirin. Û niha şaredariyên HDP'î yên qeyûm tayînî wan nehatine kirin, ji ber deynên qeyûmên berê nikarin bixebitin. Wekî Şaredariya Qersê, saziyên fermî û fîrmayên taybet ji bo deynên xwe ketine dorê û ji ber vê xizmetên şaredariyê hemû hatine blokekirin. 
 
GEVER 
 
Ji bo vê rewşê mînaka herî berbiçav Şaredariya Geverê ye ku piştî hilbijartina 31'ê Adarê ji qeyûm dewr hat girtin û mehek berê dîsa qeyûm tayînî wê hat kirin, derameta wê ya mehane 4 milyon TL ye, lê belê deynê wê 680 milyon TL ye. Qeyûmê berê bi krediyan 608 TL deyn xistibû stuyê şaredariyê  û ji ber vê rêveberiya HDP'î nikaribû bixebite. Pereyê ji şaredariyê re dihat Bankeya Îllerê dest datanî ser hemûyan û ji ber vê şaredariyên sê mehan nikaribû heqê karkeran bide. 
 
ŞAREDARIYA QERSÊ 
 
Şaredariya Qersê, ji ber fîrma û kesên di serdema beriya rêveberiya HDP'î de doz lê vekirine, vê mehê nikaribû meaşê xebatkaran bide û hecz danîn ser meaşan. Gava HDP'ê di 31'ê Adarê de şaredarî ji MHP'ê dewr girt 338 milyon û 380 hezar deynê şaredariyê hebû û hezc li ser mal û milk, hesab û wesayîtên şaredariyê hemûyan hebû. Piştî deyn bi temamî nehatin dayîn, vê carê jî hecz danîn ser hesabên bankê yên şaredariyê û şaredarî nikare vê mehê meaşê xebatkaran bide. Hevşaredarê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, anî ziman ku hikmê "Bankeya Îllerê nikare heczê deyne ser hesabên meaşan" pir zelal û aşkere ye, lê belê her meh bi qasî ku nikaribin meaşan bidin bi biryarên heczê re rû bi rû dimînin. 
 
ŞAREDARIYA PANOSÊ 
 
Şaredariya Panosê ku berê ji ber deynan wesayîta hevşaredaran hatibû desteserkirin, ji ber deynên rêveberiya berê ya AKP'î hecz danîn ser hesabên şaredariyê. Rêveberiya AKP'î beriya hilbijartina 31'ê Adarê bi 4 mehan milyon û 300 hezar TL kredî kişandibû û dayîna vê krediyê jî ji rêveberiya HDP'î re hiştibû. Lê belê ji ber deynan şaredarî niha nikare meaşên xebatkaran jî bide û pereyê ku ji çavkaniyên xwe bi dest dixe jî wekî xercane dide xebatkarên xwe. Hevşaredar Muşerref Geçer, got: "Deynên me yên niha hemû ên serdema rêveberiya AKP'î ne. Niha em nikarê meaşê xebatkaran bidin. Me û xebatkaran civînek çê kir, me got ev ne ji ber me ye. Gava me şaredarî dewr girt 136 milyon deynê wê hebû. Lê dîsa jî me rê çê kirin û di warê civakiyî de jî gelek tişt kirin. Her çi qas deyn hebin, dîsa jî em xizmeta gel dikin. Niha hesabên şaredariya me hatine blokekirin. Em ji bêrîka xwe heqê mazota wesayîtên şaredariyê didin." 
 
ŞAREDARIYA GIYADÎNÊ 
 
Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya Giyadîn a Agiriyê ye. Demek berê hesabên şaredariyê hatin blokekirin. Hevşaredar Betul Yaşar, got: "Gava em hatin ser kar, Midûriyeta Îcrayê xeyrîmenkûlên şaredariyê dan ber firotinê. Ji ber heczê. Me bi texsîtan li hev kir û ev yek da sekinandin. Bifikirin, 10 sal in deynê SGK'ê nayê şopandin, lê gava em hatin ser kar doza deynê xwe kirin. Em her meh 300 hezar TL'yî deynê berê didin. Niha deynê me 10 milyon TL ye. Saziyên fermî ku di dema qeyûman de deng ji xwe nedianîn, lê çawa em hatin ser kar îcrayê xistin dewrê." 
 
ŞAREDARIYA KOPÊ 
 
Rewşa Şaredariya Kopê ya Mûşê jî heman rewş e. Hevşaredar Eylem Sarûca, got: "35-40 sal in deynê SGK'ê nehatiye dayîn, lê belê qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan ev deyn xistiye dewrê û ji bo em bidin talîmat daye bankeyan. Me bi zor û heft bela hecza SGK'ê rakir. Niha ji ber deynan her meh 460 hezar TL pere ji me tê birîn. Di sê mehan de ji bo SGK'ê 900 hezar TL ji me hat birîn. Meha bor, me da, lê em ê vê mehê nikaribin bidin. Deynê şaredariyê 174 milyon e. Niha em deynên xwe yên li piyaseyê didin. Heger wisa dewam bike êdî em ê nikaribin deynê saziyên fermî bidin." 
 
ŞAREDARIY GIMGIMÊ 
 
Hevşaredara Gimgim a Mûşê Ulku Baytaş jî got: "Bi awayekî fermî niha 7 milyon TL deynê me heye. Lê gava em deynan hemûyan bidin ser hev zêdetirî 10 milyon TL ye. Deynên şaredariyê ji derameta mehanê tên birîn. Ji xwe du meh in pereyên ji şaredariyê re tên nîvî nîvî kêm bûye. Em xweşikî nikarin deynê xebatkaran jî bidin. Mesela vê mehê me nikaribû bide. Deynê SGK'ê yê heta niha nedihat dayîn, lê belê berî em bên hatiye sererastkirin û li me hatiye barkirin. Her wiha deynên saziyên fermî jî bi heman awayî. Ji ber vê rewşê em ê nikaribin meha bê heqê karkeran bidin. Li ser şaredariyên qeyûm tayînî wan nehatine kirin jî zext û zoriyên qeyûman hene. Niha li ser şaredariya me hem ambargoyeke aborî hem jî ya siyasî heye." 
 
ŞAREDARIYA NORŞÎNÊ 
 
Şaredariya Norşîn a Bedlîsê jî deynên berê dide. Hevşaredar Hîkmet Taşdelen, anî ziman ku meaşên xebatkarên xwe bi awayekî rêkûpêk didin û got, 38 milyon Tl deynê şaredariyê heye. Her wiha Taşdelen got: "Niha ji perê ku her meh ji Bankeya Îllerê tê 120 hezar TL jê ji bo deynê ceryanê û qismek jê jî ji bo deynê SGK'ê tê birîn." 
 
MA / Adnan Bîlen 
 

Sernavên din

05/12/2019
15:46 Di Doza Nisêbînê de 2 caran muebeta giran dan girtiyê nexweş Eroglû
15:46 Li Êlihê girtina siyasetmedaran hat şermezarkirin
15:45 18 meh şûnde îdîanameya kuştina endamên malbata Şenyaşar amade kirin
15:27 Guven: Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin
15:03 Li Amedê Sempozyûma Enerjiyê: Em ê siyaseta bi çeka enerjiye dîl hatiye girtin nîqaş bikin
13:46 Li Amedê civîna 'yekitiya neteweyî'
13:32 Polîsên beşdarî danişînê nebûn îfadeyên wan li dadgehên cuda hatine sitendin
13:30 Banqaya Navendî: polîtîkaya kûr û diravê aşkera kir
13:28 Rojnameger Yûsûf Topaloglû hat girtin
13:21 Onlu: Ma serjêkirin kevneşopiya dewletê ye?
13:19 Nûçegihanê me Çaglar di danişîna ewil de beraet kir
12:41 9 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
12:17 'Komkujiya Til Rifatê stratejiya komkujiyê ye'
12:12 Pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ hat qedexekirin
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 Di Mijdarê de 38 jin hatin qetilkirin, 13 zarok rastî îstîsmarê hatin
11:20 Dozger xwest rojnameger Topaloglu were girtin
10:47 'Em li dijî tecrîda di şexsê Ocalan de li gelê kurd tê ferzkirin derkevin'
10:40 DMME'ê Tirkiye ji ber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ mahkûm kir
10:14 33 karker, ji ber sendîkayî ne ji kar hatin avêtin
10:12 Dr. Guneş: Gefên Tirkiyeyê bi kêr nehatin, Fransa bi bandor bû
10:07 Ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê: Em dixwazin wekhev û azad bijîn
09:19 ‘Heta ku hêzên paramîlîter bişînin eniyê dê drama mirovahiyê neqede'
09:19 Bereketa zeytûnên Nîzîbê ji sedî 75 daket
09:18 Bi 40 lîreyî debara malbata xwe dike
09:18 Nerazîbûna ji bo girtina Topaloglû û Eser: Tirkiye bûye girtîgeha rojnamevanan
09:17 ‘Gel bedêla polîtîkayên şer ên AKP'ê dide'
09:16 Çemê Nîzîpê ji ber bermayiyên fabrîkayan bûye çemê jehrê
09:01 Endama Mor Dayanişmayê ku deriyê wê hat mohrkirin: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2019'AN
04/12/2019
17:30 Xwendekarên Qamişlo: Me nekujin!
17:02 Odeya Avahîsazan: Avahiyên li Sûrê hatine çêkirin, dişibin Zîndana Amedê
16:26 OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirina mafan zêdetir bûne
16:19 Eren Keskîn: Dixwazin bi rêbazên nijadperestiyê teşe bidin me hemûyan
16:02 Baroya Rihayê Hefteya Mafê Mirovan dê bi çalakiyan pîroz bike
16:00 Serokkomarî ji rewşa Aydogan a li hepisê mir agahdar bûye
14:38 Dadgehê di danişîna Şûle Çet de biyar da
14:38 Partiyên kurd ên ku sibê dicivin: Roj roja yekîtiya neteweyî ye
14:23 Civîna Bilind a Lîderan a NATO'yê dest pê kir
14:13 Sekreterê Giştî yê NATO'yê: Min bi Erdogan hevdîtin kir, em li ser pirsgirêkê dixebitin
14:04 ‘Ji bilî rêya rojnamegeriyê û berxwedanê tu çareyek din nîne’
14:03 Li Elbîstanê 3 HDP’î hatin girtin
13:08 Nor Zartong ji hilbijartina Patrîkê Ermen vekişiya û banga boykotê kir
13:00 KESK’ê banga beşdariya mitînga li Bakirkoyê kir
12:59 Di danişîna Şûle Çet de: Divê edaleta rast bê bicihanîn’
12:51 Mamosteyan Fêrgeha Dogayê boykot kir
12:32 Li Colemêrgê qezaya trafîqê: 2 kes mirî û 6 birîndar
11:46 PSAKD: Daxuyaniyên Erdogan ne jidilin
11:35 Rojnameya Yenî Yaşamê bi manşeta 'Bêşîrove' derket
11:35 Hevşaredarên Stewrê, Şemrex û Dêrikê sewqî Tarsûsê hatin kirin
10:53 Li Kocaeliyê 14 rêveber û endamên HDP’ê hatin girtin
10:29 Temel: Em sala 2020’an bikin sala seferberiya kurdî
Kirkaya: Doza kurd doza zimên e
10:27 Partiyên kurd bi rojeva 'yekitiya neteweyî' tên gel hev
09:54 Enstîtuya Kurdî girtina Sadiye Eser şermezar kir
09:20 Doz li polîsê Efe Tektekîn ê 5 salî kuşt hat vekirin
09:19 Li 'Komunîst'ê 76 salî yê nikare rabe ser xwe 6 sal û 3 meh ceza birîn
09:17 Bendava Ilisûyê rêya koçeran jî girt
09:16 Parêzera Berfîn Ozekê: Di raporê de zirara ku asîdê daye bedenê nehatiye nirxandin
09:15 Parêzerê malbata Şenyaşar: Wezîr, walî, qeymeqam hemû li wir bûn...
09:15 Qeyûm heqê avê buha kir: Ji 2 TL'yan bû 6,25 TL
09:14 Wezaretê ji bo mirina Tîlaver qîma xwe tenê bi tazmînatê anî
09:13 ‘Li ser çand û ziman asîmîlasyon û otosansûreke mezin heye’
09:12 ‘Dema xeydê nîne dem dema yekîtiyê ye’
09:11 Aktîvîsta TJA’yê Komî: Li Wanê emê xwe bigihînin hemû jinan
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2019'AN
03/12/2019
21:39 Rojnamevan Topaloglû û Eser hatin girtin
21:11 Şîna Emîne Aslan Aydogan a li girtîgehê jiyana xwe ji dest da asteng kirin
19:35 Bi hezaran xwendekar civîyan: Sûcdarên şer darizînin
19:09 Macron: Tirkiye li dijî hêza ligel me li dijî DAIŞ'ê şer kiriye şer dike
18:25 Partî û rêxistinên siyasî: Ev komkujî sûcê Tirkiyeyê îspat dike
18:07 Li Êlihê 5 kes girtin
17:54 Nûçegîhana me Altan serbest berdan
17:17 Rojnamegerên ji Hurriyetê hatin avêtin: Em ê mafê xwe bistînin
16:58 Hem wesayîta cenaze nedan û hem jî mele nexistin goristanê
16:46 Dozger bêyî îfadeya Eser û Topaloglû bigire ew sewqî dadgehê kirin
16:30 7 endamên Sendîskaya Birleşik Metal Îşê ji kar avêtin
15:47 Di 25'emîn salvegera Ozgur Ulke de: Em li ser şopa heqîqetê ne
15:35 Ji Alîkarê Serokkomar pirsî: Kê êrîşî Tîl Rifat kir?
14:59 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:56 Nûçegihana me Altan bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin
14:47 Aşçi: Tirkiye qirêjiyê dikire
14:40 ‘Divê helwest û pêşdaraziya li dijî astengdaran bê rakirin’
14:39 Li Nisêbînê nexweşê dil binçav kirin
14:35 Nûçegihanên me Eser û Topaloglu birin dadgehê
14:08 TJK-E: Bi êrîşa Til Rifatê dixwazin Kurdan bi temamî tune bikin
14:07 Ji Trûmp pirsa 'Ma hewceye ku Tirkiye parçeyek NATO'yê be?' hat pirsîn
14:00 Temellî: Rojnamegerên dibin çavan de berdin
13:49 Nûçegihana me Bêrîvan Altan birin dadgehê
13:37 Buldan: Krîza aborî ya kûr heye
13:04 Kesên ji bo Demîrtaş çalakî li dar xistibûn, hatin berdan
12:58 Girtiya 64 salî Aydogan jiyana xwe ji dest da
12:41 Temel: Bila faîlên Ozgur Ulke bên dîtin
12:24 ÎRA: Ne pêkan e ku mirov behsa azadiya çapemeniyê bikin
12:01 TEVDEM: Ji komkujiyê Rûsya, NY û HRW berpirsyar in
11:45 Baroya Amedê: Em jî şirîkê vî sûcî ne
11:40 Di meha Mijdarê de herî kêm 39 jin hatin qetilkirin
11:31 Zehmetiyên wan ên herî mezin: Sersarî, ragihandin û bêkarî
11:26 Polîsan Nûçegîhanê ETHA Işik binçav kirin
11:20 HDP: Zextên li ser çapemeniya azad kevneşopiya dewletê ye
11:15 Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Esper peyam da Tirkiyê: Ez ji YPG’ê re nabêjim terorîst