Karkerên Gentesê: Em ê dev ji berxwedana xwe bernedin

img

STENBOL – Karkerên înşaatê ku 7 meh in heqê wan nayê dayîn, 11 roj in li Bakirkoyê li ber ofîsa navendî ya Koma Şîrketan a Gentesê li ber xwe didin. Karkeran, got: "Em zanibin em ê li derve jî bimînin, lê heta em meaşê xwe wernegirin em ê neçin malê." 

53 karkerên înşeatê yên 6 meha di bin banê Koma Şîrketan a Gentesê de li şantiyeya Wezareta Turîzmê ya Cezayîrê xebitîn, piştî kar qediya ji wan re hat gotin ku "em ê meaşê we yê 3 mehan li Tirkiyeyê bidin we" û wan şandin Tirkiyeyê. Lê belê 7 meh derbas bûne hîn jî meaşê wan nehatiye dayîn. Li ser vê karker çûn navenda şîrketê ya li Bakirkoya Stenbolê, lê belê dîsa meaşê wan nehat dayîn. Li ser vê karkeran li ber navenda şîrketê dest bi çalakiyê kir û 11 roj in li ber xwe didin. 
 
‘BI ALÎKARIYA MALBATA XWE DEBARA XWE DIKIM' 
 
Karker Îsmaîl Ceyhan, anî ziman ku li Cezayîrê di şert û mercên giran de xebitîne û got: "Em ji bo nanê xwe çûn Cezayîrê. Em 6 mehan xebitîn. Carê çend qurîş dixistin hesabê me û bi vî awayî em eware dikirin. Paşê ji me re gotin, em ê perê mayî li Tirkiyeyê bidin we. 7 meh in li Tirkiyeyê me, lê hîn jî tiştek nedane me." 
 
Ceyhan, diyar kir ku mala wî li Bûrsayê ye û niha bi alîkariya malbata xwe debara xwe dike û got: "Derûniya min nebaş e, em hatin xapandin. Loma em dest bi karekî nû jî nakin." 
 
‘HETA EM HEQÊ XWE NESTÎNIN EM NAÇIN' 
 
Ceyhan, da zanîn ku hin hevalên wan serî li dadgehê daye, lê belê rayedarên fîrmayê xwe nedane ber lihevkirinê û got: "Dibêjin perê me tuneye. Heger bixwazin dikarin niha perê me bidin me, lê naxwazin. Berf be jî, baran be jî heta em perê xw enegirin em ê neçin." 
 
Ceyhan, destnîşan kir ku ji ber rewşa aborî hin hevalên wan nikarin werin vira. 
 
‘KES DENGÊ ME NABIHÎSE' 
 
Karker Arîf Zengîn jî, ji Wanê hatiye. Zengîn, anî ziman ku wî pere ji hevalên xwe deyn kiriye û hatiye Stenbolê û got: "Ne kes dengê me dibihîse, ne jî bi me re eleqedar dibe." Zengîn, heta ji destê wan bê ew ê li ber xwe bidin. 
 
‘BI ZORÊ BE JÎ EM Ê BISTÎNIN' 
 
Zengîn, anî ziman ku ji roja dest bi çalakiyê kirine geh li cem hin xizmên xwe geh li cem hevalên xwe geh jî li înşaatan dimîne û got: "Ji bo ji hevalên xwe re nebim bar simîtan dikirim û li derve dixwim. Bi perên wan tên vira. Ma ez ê tim biçim cem xizmên xwe? Zanibim ez ê li derve bimînim jî lê heta heqê xwe nestînim ez naçim." Her wiha Zenîngîn, ji bo şîrketê jî got: "Ew çi qas xurt bin jî em ji wan xurtir in. Tanqên me tune ne, lê dilê me heye. Bi zorê be jî em ê perê xwe ji wan bistînin." 
 
‘NIKARIM HEQÊ KIRÊYA XWE BIDIM' 
 
Emrûllah Kahraman jî anî ziman ku ji Kayseriyê hatiye û 8 hezar û 700 dolarê wî li şîrketê ye. Kahraman, got: "Niha nikarim heqê kirêya xwe, heqê fatûreyên xwe bidim. 3 zarokên min dixwînin, niakrim heqê mesrefên wan bidim. Tu derameteke me tuneye. Em bi kartên krediyê alvêrê dikin, lê em nikarin heqê wan jî bidin. Şîrketê soz dame û me jî bawer kir û kart ji bankeyan wergirtin, lê em nikarin bidin." 
 
Kahraman, anî ziman ku li CÎMER'ê geriyaye, lê belê kesî bersiv nedaye û got: "Ez ji heq û hiqûqa li Tirkiyeyê bawer nakim. Dadgehê herî kêm 6 mehan taloq dike. Wê di vî 6 mehî de malbatên me çi bixwin? Zarokên patronan li wesayîtên 200 hezar dolarî siwar dibin, lê yê me heqê otobêsê jî di bêrîka wan de tuneye." 
 
MA / Tolga Guney – Lezgîn Tekay
 
 
 

Sernavên din

03/12/2019
11:40 Di meha Mijdarê de herî kêm 39 jin hatin qetilkirin
11:31 Zehmetiyên wan ên herî mezin: Sersarî, ragihandin û bêkarî
11:26 Polîsan Nûçegîhanê ETHA Işik binçav kirin
11:20 HDP: Zextên li ser çapemeniya azad kevneşopiya dewletê ye
11:15 Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Esper peyam da Tirkiyê: Ez ji YPG’ê re nabêjim terorîst
11:14 DEDAŞ'ê 240 gundî ceza kirin: Gel bê av û ceyran man
11:01 Qedexeya derketina derveyî welat a Hasan Cemal hat rakirin
10:00 'Rojnamevan bi destdirêjiya darazê re rû bi rû ne’
09:18 Ergul: Divê parazvanên jiyanê ji bo Heskîfê dengê xwe bilind bikin
09:17 Wê doza derbarê gundiyên hatibûn îşkencekirin de ji nû ve pêk bê
09:16 Gava mesele bê ser HDP'ê, deynên 40 sal berê jî tê bîra saziyên fermî!
09:16 Bulbul: Dewlet qanûnên xwe bin pê dike û sûc dike
09:15 'Tevlîbûna şahiya Newroz û stranên kurdî sûc hatin hesibandin'
09:14 Emîne Şenyaşar ku hevjînê wê û 2 kurên wê hatin kuştin: Çima kurê min nayê berdan?
09:13 Her 3 bira bi 50 lîreyî êzingan hûr dikin
09:13 Qewimînên li Iraqê, pêvajoya qanûna bingehîn û tesîra wê ya li ser Başûr...
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2019'AN
08:23 Îfadeya nûçegîhanê me Eser û Topaloglu hat girtin
02/12/2019
17:26 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoy a Jinan çalakî li dar xistin
17:08 Selahattîn Demîrtaş sewqî nexweşxanê kirin
16:50 'Li Pasûrê hin malbat li dijî HDP'ê tên sorkirin'
16:25 Hêzên TSK û MSO’ê êrîşî Til Rifatê kirin: 9 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn
15:44 Xwişka Selahattîn Demîrtaş: Kekê min ji ser hişê xwe çû û wî sewqî nexweşxaneyê nekirin
15:37 Konferansa Avhewayê ya NY'yê dest pê kir
15:36 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Êdî bi vê desthilatdariyê re rêwîtî kirin nabe
15:35 Parêzerê Amîrê polîsan: Muvekilê min ji eziyetê darizînin
14:37 Tirkiye beriya Civîna Bilind a NATO'yê peyam dan
14:08 Kurtulan: Îqtîdar dijminantiya rojnamegeran dike
14:03 Li Wêranşarê reya 2 mehî hilweşiya
13:37 Bi hênceta ‘Fermana jorê heye’ encûmenan bernedan hundir
13:36 Li Amedê Sempozyûma TMMOB’ê ya Enerjiyê
13:00 Hevşaredarên Rêya Armûşê sewqî Erziromê kirin
12:50 Li Şaredariya Rezane qeyûm şermezar kirin
11:30 ‘103 Kevokên Aştiyê’ li ser daran neqş dikin
11:05 Li Sêrtê 11 kes hatin berdan
10:55 Bi sûcdariya ‘êrîşa zayendî’ 26 sal ceza li Miftiyê Hezro hat birîn
10:52 Malbatê kirin serşokê û 2 birayan binçav kirin
10:22 Di ser bombekirina Ozgur Ulke re 25 sal borîn: Ew agir her kesî dişewitîne
09:48 Newaya Jin bi manşeta 'Raperîn Heye' derket
09:09 Xêzevanê Zrîngê Mam Cîcî: Ziman pêwistiya dewama jiyanê ye
09:01 Derûnnas Sevîmlî: Çanda tirsê dibe sedema întîxaran
09:01 Koçerên ji zozanan vegeriyan li Hezexê konên xwe vedan
09:01 Li qûntarê Çiyayê Mawayê etarê dawî!
09:01 Ji ber wêne, îşaret û remzê doz li malbatan hat vekirin
09:00 Boyraz: Astengdar qûrbaniyên feraseta şaş a Tirkiyê ne
09:00 ‘Penaber tên şêlandin’
09:00 Baroya Agirî: Agahiya me ji biryara ‘qedexeya’ Walîtiyê nîne
09:00 ROJEVA 02'Ê KANÛNA 2019'AN
01/12/2019
17:32 Li Qoserê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya vekirin
16:55 Temellî: Navnîşana çareseriyê Îmralî ye
15:58 Înîsiyatifa Heq: 780 zarok di girtîgehê de ne
15:27 Parlamentera HDP’ê Îmîr: Me dîroka berxwedanê nivîsî
15:15 QSD: Êrîş û tevgera balafirên keşfê li herêmê didomin
14:57 Dayikên Aştiyê: 30 kesên di bin çavan de serbest berdin
14:18 Parezeran bi nûçegîhanên me Topaloglu û Eser re hevdîtin kirin
12:37 Dest danîn ser pasaporta Hasan Cemal
12:33 Li Sûrê ketina 6 taxan Hezar û 461 rojin qedexe ye
11:07 Girtîyên di grevê de name şandin: Heta daxwazên me pêk bên çalakiya me dê bidome
09:10 Li Agiriyê 'qedexe' tenê ji bo HDP'ê hene!
09:08 Li Girtîgeha Panosê girtî ji ber ava vexwarinê nexweş ketine
09:07 Bahçelî gotibû 'Lazistan tuneye', lê ji budçeya meaş didin keça wekîlê Lazistanê
09:05 'Em ê tawiz ji helwesta xwe ya hunerî nedin'
09:04 Hem hat îşkencekirin hem jî ceza lê hat birîn!
09:03 Dadgeh: Mazlûm Tûran ê 16 salî hedef hatiye girtin
09:01 Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ava bû
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2019'AN
08:45 Polîsan dayika Ahmet Atakan ê di bûyerên Gezî de hat kuştin, binçav kir
08:06 Li ser daxwaza dozger 10 HDP û DBP'iyên din girtin
30/11/2019
17:31 Li Nisêbînê teqîn: 2 polîs birîndar bûn
16:58 Mala Çandê ya Çilkezî vebû
16:43 Ji bo girtiyê jêre gotin ‘Tu tiştekê te tuneye’ teşhîsa penceşêrê hat kirin
16:41 Rêveberiya nû ya DBP'ê diyar bû
16:24 Prz. Ertekîn: Dîroka Tirkiye dîroka cînayetên parêzeran e
15:51 Wekîla HDP’ê Gunay: AKP’ê xesp kiriye rêbazeke polîtîkayên xwe
15:46 ÎRA: Rojnamegeran bi lez serbest berdin
15:38 Berdana girtiyê nexweş Turkmen xwestin
15:20 Xizmên windayan: Em ê failên Tahîr Elçî bibînin
14:54 Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir
14:53 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Tahîr Elçî derkevin holê
14:35 Pervîn Buldan: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
14:33 Koçyîgît: Pêşxistina serhildanan berpirsiyartiyeke dîrokî ye
Ozturk: Em ê aştiyeke birûmet ava bikin
14:12 7 kesên ku li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:11 Sebahat Tuncel: Dem, dema destpêkirinek bi hêz e
Arslan: Bi şer bersîv dan peyama Ocalan a aştiyê
14:04 Polîsan ji bo binçavkirina ciwanê di bin çavan de bi ser malê de girtin
13:35 Xwestin kesên ku hatine binçavkirin bên berdan
13:25 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Kanûnê aşkere kir
13:07 Hesabên Şaredariya Qersê desteserî bûn
13:00 Walîtiya Dîlokê heya 15 rojan çalakî qedexe kirin
12:23 Kongreya DBP’ê bi peyama ‘Yekitiya Neteweyî’ dest pê kir
12:13 Hesabên Amerîka û Rûsya Şerê Sûriyeyê kûrtir dike
12:12 24 saetan hevdîtina parêzeran li nûçegîhanan me qedexe kirin
11:43 Rejîma Îranê Rojnamegera Kurd Çiraxî binçav kirin
11:18 Hejmara 3'yemîn a 'Zrîng' derket
10:52 DAIŞ’ê êrîşê gundeki Kifrîyê kirin: 3 kesan jiyanra xwe ji dest dan
10:31 'Întîxar encama krîza aborî ye'
10:29 Qertê çapemeniyê yê 685 rojnamegeran hatin betalkirin
10:14 Ceyrana hezar û 453 cotkaran qut kirin
09:18 Warê nan, nan ji derve dikire: Di 18 salan de 52 milyon ton genim ji derve kirî
09:14 Ji ber ku saziyeke perwerdeyê derabeya xwe girt xwendekar û mamoste li holê man
09:12 Rojnamevan Sayilgan: Di nêz de ez ê dîsa binivîsim